FFKB, kurtefîlm, Zanyar Muhamedînenko
Doh di maratona festîvalê ya kurtefîlman da Şiwênpence kurtefîlma sisêyan bû û bi min kurtefîlmê herî xweş bû. Bi taybetî, resenîya çîrokê û tevgerên kamerayê ên nêzîk jî wê xweştir dikirin.
Zara nasnameya xwe wenda kirîye û divê bo karê xwe yê nû nasnameya xwe bibe da ji bo kar were qebûlkirin. Îja ji ber kar û barê giran yê ku heta vî emrê xwe yê dirêj kirîye, tepla tiliyên wê nemane û jê çûne.
Kesekî/ka bê nasname êdî temsîlîyeta nebûnê ye. Helbet hebûna hecmê, hebûna te îsbat bike jî dema nasname tune be ne mimkin e tu hebî. Hebûn di dinyayeka îdeal da divê li ser hecm û hebûna laşî bûna. Lê nabe. Hebûn li ser du tiştan tê avakirin di nav fîlmê da. Yek nasname ye û ya din jî tepla tilîyan e. Dema herdu jî wenda dibin êdî hebûn dikeve nav xeterê û di nava qerabalixa mirovan da wenda dibî.
Bêçaretî meriv bi aliyê xerabiyê ve dikişkişîne
Dema Zara diçe tuwaletê ku destê xwe bişone nasnameyekî li wir dibîne. Ji ber di rewşaka zor û teng da ye, nasnameyê bo xwe radihijê ku ger pirsgrêka wê çareser nebe, ji xwe ra rajê. Nelson Mandela dibêje: “Dema kesek mafê jiyanê ji destê wî/ê tê rakirin, êdî ji xeynî nijdevanîyê çare namîne.” Sûc yan jî dexelî dibe kar û sebeba jiyanê. Yek dibe sebeba din. herdû hevdû dişopînîn û dibe mîna rewşa domînoyan; yek yekî tamm dide. Weka nivîskarê Amerîkî Napoleon Hill dibêje: “Belkî hewcedarî/zordamayîn dayika tevê dahênan be lê di heman demê da (hewcedarî) bavê tevê xerabî û sûcan e jî.”
Kar, Zorî û Kapîtalîzm
Zarayê ji ber karê giran û zor yê heta wî emrê xwe kirîye, tepla tiliyên xwe wenda kirîye. Bi wê wendakirinê hebûna xwe jî wenda kirîye. Dema kesek êdî ji kar û barê kapîtalîzmê ra neyê piştî demkeê habûna û mauîna te dikeve xeterê. Çimkî li gorî sîstemê tu tune yî. Tu êdî bêkêr î. Bêkêrbûn mirin e, nebûn e. Înkara hebûnê ye.
Karê Zarayê bi serî nakeve, nasnameyê nadinê dibe hare heta çend hefteyên din were û wê demê dê dîsa tepla tilîyên wên kontrol bikin. Belkî wê demê tepla tiliyên wê vegerîyabin. Wê dişînin mala wê.
Dawiyê Zarayê fikra xwe li ser wê nasnameya kesa din diguherîne û diçe dide karkerekî weqfa nasnameyan. Zara wendabûnê datîne ber çavê xwe û nasnameyê dide. Êdî ew tine ye lê dîsa jî bi vê kirine xwe bi her awayî dibêje:
Ez heme û dê hebim. Ez razî nabim bibim keseka din. Ez Zara me û çiqas zor be jî ez ê her û her Zara bim.
Piştre di nav qerabalixa bajêr da wenda dibe. Êdî ew tune ye û wenda ye…