Di fîlma The Elephant Man (Zilamê Fîl) a David Lynchî da, John Merrick (John Hurt), ji ber nexweşîyeke ku zû bi zû nayê dîtin, li gor bedena normatîf a însanî; “texrîbbûyî”, “kirêt” heta “tirsnak” tê qebûlkirin. Ev Zilamê Fîl ê ku di mihrîcanan da dihat pêşandan û miameleya heywanê qefesê lê dihat kirin, bi alîkarîya Dr. Freddieyî (Anthony Hopkins) vediguhere ser John Merrickî, yanî vediguhere şexsîyetekî civakî yê ku navê wî heye. Gava em li gor heyama tarîxî ya ku film lê derbas dibe difikirin –sedsala 19an-, veguherîna Zilamê Fîl a bi şexsîyetekî însanî û civakî, di heman demê da bi hebandina exlaq û kesayeteke burjuwayî mimkun e. Di fîlmê da ji alîyekî va em rageşîya psîkolojîk û fizîkî ya bedena John Merrickî ya piştî vê veguherînê dibînin, ji hêlekê va jî em li ser van mijaran dikevin ser pirs û fikran: Mirovbûn li ku dest pê dike û li ku diqede?, exlaq û sînorên qada civakî ya burjuwazîya rojavayî û şideta sembolîk a di nava wê da. Yanî mirov dikare bibêje ku The Elephant Mana David Lynchî, rexneyeke antropomorfîk, etîk û polîtîk e li ser însan, beden û exlaqê.
Fîlma Pîrebok a Lutfi İrdem (2022), di 9. Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Duhokê da, xelata FIPRESCÎyê girt. Karakterê bi navê Adem ê vê fîlmê, Zilamê Fîl ê David Lynchî tine bîra mirovî. Adem, bi rûyê xwe yê amorf û pişta xwe ya qilûz, di çîrokeke mîtolojîk da derdikeve pêşîya me ku ev çîrok li ser desthilata patrîarkal berê me dide fikr û pirsan. Gava mirov bi awayekî şeklî li mirovî binêre, Adem kirêt e, heta tirsnak e jî. Adem xizan e jî herwiha, ji alîyekî va ji xwe ra li jinekê digere ku bizewice, ji hêlekê va jî pîrebokekê dixwaze ku wê ji xwe ra bike kole. Li gor çîroka mîtolojîk a ku Adem jê bawer dike, ger ew pîrebokekê bibîne û derzîyê di sînga wê ra bike, ew pîrebok wê veguhere û bibe jineka delal. Herwiha ger derzîyê ji sînga wê dernexe, dê heta bi hetayê wek koleya wî bimîne. Ademê ku li alîyekî lêgerîn an jî nêçîra xwe ya pîrebokê didomîne, bi Bermalê ra dizewice. Bermal jineka bî ye, keçeke wê ya biçûk heye, mêrê wê, di şerê li dijî DAIŞê yê Rojava da mirîye. Lê Bermal piştî demeke kurt, bêyî ku keça xwe ligel xwe bibe, winda dibe diçe.
Paşê em dibînin ku Adem derzîyê di sînga Pîrebokekê ra dike û wê diqefêle. Ji vir şûn da Pîrebok vediguhere dibe jineka delal û koleya Ademî, Adem vediguhere dibe zilamekî zordest, film jî vediguhere dibe rexneyeke li dijî îdeolojîya patrîarkal. Pîrebok, ji Ademî ra behsa çîroka afirîna pîrebokan dike. Li gor çîroka mîtolojîk em fêm dikin ku ew ji zurîyeta Lilithê tên ku ew him jina ewil a Ademî ye him jî li hemberî Xweda serî rakirîye. Pîrebok, bi monologeke dirêj çîroka xwe ya mîtolojîk dibêje, di pey wê ra Adem ji televîzyonê çalakîya bombeya zindî ya Bermalê ya li dijî DAIŞê dibîne. Piştî vê xeberê dibîne, Adem derzîya sînga Pîrebokê derdixe û wê azad dike. Mesele, ji ser karaktera Bermal, careke din tê ser meseleya azadîya jinê û her wiha şerê Rojavayê û meseleya Kurdistanê. Heçku azadîya Pîrebokê bi saya çalakîya întixarî ya Bermalê ya li dijî DAIŞê çêdibe. Mirov dikare nêrîna femînîst a fîlmê, bi atmosfera ku bi paradîgmaya azadîya jinê çêbûye va girê bide, ku ev paradîgma jî aydê Tevgera Azadîya Neteweyî ya Kurd e. Her çiqas ji hêla şekl û naverokê va ji Pîrebokê cuda be jî ev asta femînîst û herwiha queer, di fîlmên Ali Kemal Çınarî da jî tê dîtin ku Çınar jî Dîyarbekirî ye. Çawa ku The Elephant Man, di Brîtanyaya sedsala 19an da, rexne li sînorên burjuwazîya rojavayî û awayên wê yên şidetê digire, Pîrebok jî portreyeke mutewazî ya îdeolojîya mêrtîyê û azadîya jinê pêşkêşî me dike.
Rengê fîlmê reş û spî ye, ev jî li gor atmosfera giştî ya çîrokê û lêgerîna bêencam a karakterê sereke ye. Her çiqas di senaryoya wê da qutbûnên biçûk, di kêşanan da hin pirsgirêk hebin û li temaşevanan demekê baş nedabe hîskirin jî, li gor ku yekem fîlma derhênerî ye, Pîrebok produksîyoneke baş e.
Sebahattin Şen
sensebahattin65@gmail.com
Wergêr: Mustafa Doğan