De were ka mînîmalîzm çi ye? Tiştekî pir rihet e. Divê herî zêde 100 eşyayên te hebin; erebe, mal, televîzyon û karîyereka te ya mezin nebe. Her wiha divê jîyana te egzotîk be û tu li her derê dinyayê bijî. Helbet, divê blogeka te hebe û tiştekî din î mihim jî divê zarokên te tune bin.
Belê, ev henek e. Lê di hişê piranîya kesan da dema behsa mînîmalîzmê tê kirin, ev ên li jorê tên fêmkirin. Mînîmalîzm ne li ser yek wan tiştan e, lê ew tişt dibin alîkar ku mînîmalîzm pêk were. Ger hûn dixwazin bi hindik malên madî bijîn, an erebeya xwe û televîzyona xwe biavêjin, an jî li çar alîyên cîhanê bigerin, hingê wê mînîmalîzm çêbibe. Lê mesele ne ev e.
Mînîmalîzm amûrek e ku tu dikarî pê azadîyê bibînî; Azadîya ji tirsê, azadîya ji xemgînîyê, azadîya ji serdestîyê, azadîya ji sûcdarîyê, azadîya ji depresyon, azadîya ji xefikên çanda xerîdar ku me jîyana xwe li dora wê ava kirîye, azadîya rastîn.
Bi vê divê em berê xwe bidin mînîmalîzma li ser sînemayê jî. Helbet divê meriv berê xwe tenê nede hin kesan an jî parzemînan. Divê meriv cuda cuda li parzemînan binêre û li serê biaxive.
Destpêka Mînîmalîzmê û Belavbûna Wê
Mînîmalîzm bi awayekî sîstematîk kêmkirina hêmanên vegotinê ye. Mînîmalîzm li şûna zêdekirina hêza motîfan bi zêdekirina heman rengê bandorên hestyarî, bikaranîna qaîdeya guherîna sîstematîk a motîfan dewlemendîya semantîkî bi dest dixe. Ew rakirina seroberên curbucur û hem jî kêmkirina zêdebûnê di nav xwe da dihewîne[1]. Terma mînîmalîzm an jî hunera mînîmal cara pêşî weka rêbazeke cuda ji alîyê Richard Wollheimî va di asala 1961ê da hate bikaranîn[2]. Ew cara pêşî ‘hunera ku naveroka wê hatîye kêmkirin’ bi kar tîne.
Mînîmalîzm wek bertekekê li hemberî, giringîya zêde ya ku ji alîyê Ekspresyonîzma Abstrakt a Ewropî va ku grîngîyeka zêde dide form û hestê, ji bo ku balê bikişîne ser taybetîya objeyê, kêmkirina îfadeya objeyê û wateyên dîrokî û sembolîk, derketîye holê.
Mînîmalîzma di hunerê da; hunera hindiktirîn wekî hunera ABC yan hunera kêmker jî tê zanîn. Mînîmalîzma ku di form û nêzîkatîyên objektîf de sadebûneke pir zêde diparêze, di dawîya salên 1960î da di warê hunerên dîtbarî û muzîkê da li New Yorkê wekî tevgerekê derket holê.
Bêguman, di vê pêvajoyê da li ser pênaseya wateya mînîmalîzmê tevlihevîyek çêbû. Wateya mînîmalîst ku ji sadebûnê çêdibe û alîyekî realîzmê ye, tercîh dike ku karê hunerî bi form û wêneyê neherimîne û hewl bide ku awayê vegotinê hêsan bike. Di hin pêvajo û şaxên hunerê da weke tevgereke di çarçoveya maneya (huner ji bo hunerê ye) da hatîye dîtin û pênasekirin[3].
Dema meriv behsa rêbazeke nû bike, divê li dijberê wê tiştek hebe ku li dijî bandora wî tiştî meriv karibe reaksîyonekê nîşan bide. Mînîmalîzm jî bi vî awayî di hunerên din da tê bikaranîn. Di nav sînemayê da jî belav dibe. Ji bo vê meriv di salên 1950yî da dibîne ku Herba Cîhanê ya Duyem qedîyaye û wê demê jî Hollywood bûye navenda sînemaya Emerîkî. Di wir da peyamên ku dixwazin bên dayîn zêde tên veşartin; wêne, sehne û objeyên bêkêr zêde didin û yên temaşe dikin ji mijarê dûr dikevin û ne mimkin e ku çîrok û plotê baş fêm bikin. Ji ber vê jî hin sînemagerên wê demê li dijî vê reaksîyon û bertekekê nîşan didin û fîlmên xwe bi awayekî besît nîşan didin. Frank P. Stella ji bo vê bi gotina xwe ya navdar wisa dibêje: “Tu çi bibînî, tu wî dibînî.”[4]
Helbet, her çiqas têgeha mînîmalîzmê pêşiyê di salên 1950yî da were bikarnanîn jî yên ku ewilî wek rêbazekê ev kirine jî hene. Di wêneyan da Kubîzm bo vê mînak e. Di sînemayê da jî Yasujirō Ozu, Frank P. Stella, Carl Theodor Dreyer, Michelangelo Antonioni û Andy Warhol dibin mînakên vê yên pêşî.
Lêbelê, her çiqas min gotibe rêbaz jî, derhênerê mînîmalîst, têgihîştina mînîmalîst an fîlimên mînîmalîst dê ji rêbaza mînîmalîst rasttir bin. Ji ber ku her çend mînîmalîzm di şaxên din ên hunerê da weke meylekê tê dîtin jî, di sînemayê da cuda ye. Pêşketin û nûjenîyên di şaxên hunerê da bêguman xwe bi giştî di sînemayê da nîşan dane. Bi vî awayî, digel geşedanên civakî, sîyasî û teknolojîk, niha jî bi şikandina qaîdeyên rabirdûyê cewhereke nû û guhertinên bişekl derketine holê. Tevgerên di sînemayê da jî di encama hin geşedanan da, yan jî dema hin kes ji bo têgihiştineke nû ya li ser sînemayê li hev dicivin, pêk tên. Pêvajoya pêşketina hemû tevgerên sînemayê bi vî rengî bûye. Lê dema ku meriv li sînemaya mînîmalîst dikole, têgihîştineke ji eslê wê û taybetmendîyên bi vî rengî pêşketî, xuya nakin. Ji ber vê yekê, têgehên wekî sînemaya mînîmalîst, têgihîştina mînîmalîst, derhênerê mînîmalîst an jî fîlma mînîmalîst dikarin werin bikaranîn, lê ne gengaz e ku meriv wekî meylekê/rêbazekê qala sînemayeke mînîmalîst bike.
Helbet, kesên ku ne di vê fikrê da jî hene û mînîmalîzmê wekî rêbaz pênase dikin.
Mînîmalîzma ku em nikarin weke tevgereke di warê sînemayê de binirxînin, di sînemayê da di demên cuda da xwe nîşan daye. Sînemaya mînîmalîst ku bi şêwazên derhênerên takekesî çêdibe û xuya dibe, her çiqas ne tevgereke kollektîf be jî, cara yekem xwe di nav Sînemaya Sovyetê û Neorealîzma Îtalî da nîşan dike. Derhênerên vê tevgerê hewl dane sînemayê bi awayê herî hêsan bi kar bînin û têgihiştineke demdirêj pêş bixin ku vê yekê bandor li sînemaya gelek welatan û derhênerên auteur kiriye. Berîya Neorealîzma Îtalî û Sînemaya Sovyetê, her çiqas berhemên di destpêka sînemayê da ji ber hewcedarîyê mînîmalîst xuya bikin jî, mînîmalîmbûna wan cihê nîqaşê ye.
Ji xeynî fîlmên refleksîf ên mînîmalîst ku di seranserê dîroka sînemayê da li gorî derfetan derketine holê, em dikarin bibêjin bi têgihîştina sînemaya nû ya piştî Şerê Cîhanêyê Duyem tovên ‘Sînemaya mînîmalîst’ li welatên cûrbicûr ên Ewropayê hatine reşandin. Helbet nêzîkatîyên û tesîrên belgefîlman (wek tevgera Sine-reel a Vertovî) ku di edebîyata sînemayê da gelek berê cih girtibûn, an jî, wekî me behs kir sadebûna rojhilatî ya fîlmên Derhênerê Japonî Ozu yên salên 1930an ve tê, nayê înkar kirin[5].
Demeke dirêj piştî paşketina modernîzmê di salên 1980-90î da, auteurên mîna Jim Jarmush, Bela Tarr, Aki Kaurismaki, Abbas Kiarostami û Takeshi Kitano çêkirina fîlmên li gorî mînîmalîzma modernîst domandin.
Taybetmendîyên Sînemaya Mînîmalîst
- – Fîlmên mînîmalîst lîstikvanên amator tercîh dikin.
- – Di lîstikvanîyê de sadebûn û jixweberî tê tercîhkirin.
- – Lîstikvanek karakterekî temsîl dike. Gelek lîstikvan heman celebê nalîzin.
- – Dekor û obje besît û fonksîyonel in.
- – Ronahîya xwezayî tê bikaranîn.
- – Kuçên kamerayê yên sabît ên bi dîmenên dirêj bêtir tên tercîhkirin.
- – Tu faktoreke çêkirî tê de cih nagire.
- – Li ser dublajê dengê xweser tê tercîhkirin, divê piştre dengekî çêkirî neyê serê.
- – Mûzîka derveyî kêm e. Mûzîk piranî di nava fîlmê da tê çêkirin.
- – Di vegotinan de mijarên ji jîyanê, yên rast û dirust tên tercîhkirin.
Taybetmendîyên sînemaya mînîmalîst dibe ku li gorî derhêner yan jî fikra mînîmalîzmê biguhere. Hin derhêner lîstikvanên profesyonel didin lîstin û fîlmên xwe wek mînîmalîst pênase dikin.
Piştî salên 1990î derhênerên mînîmalîst an jî fîlmên mînîmalîst weka derhênerên serbixwe û fîlmên serbixwe jî tên nasîn.
Gelek çêker hêj jî li gelek deverên cîhanê di çarçoveya mînîmalîst da çêkirina fîlman didomînin. Tevî pêşketina teknolojîyê û hêsanbûna gelek tiştan, ev derhêner bêyî ku tawîzekê bidin taybetmendîyên wekî sadebûn, realîzm û fonksîyonelîzmê diparêzin. Ew li ber sînemaya ku bi faktorên çêkirî û pir aksîyonê hatine berawirdkirin, hilberîna fîlimên xwe yên wekî perçeyekî jîyanê didomînin.
Ez ê di nivîsa xwe ya din da li ser mînîmalîzma xwedî rêbaz û li parzemînên cuda da bisekinim.
[1] – Kovacs, 2007:149
[2] – Özdoğru, 2004:49
[3] – Sinemada mînîmalizm, Ilyas kaya.
[4] – “What you see is what you see.”
[5] – Özdoğru, 2004: 70