Mîlad, hemû rabirdûyê dide alîyekî, destpêkeke nû ye, nayê wateya veqetandina ji rabirdûye, rabirdû wek hebûna xwe, destpêkeke radîkal çêdike, ti tişt nabe mîna berê. Di determînîzm û dîyalektîzmê da mîlad tê wateya; guhertineke radîkal û jikokê ve ku ti kes ne li bendê bû biqewime.
Fîlma Cîran (Neighbors, 2021) a Mano Xelîlî, di sînemaya kurdî da mîladek e. Ev fîlm, ji bo sînemaya kurdî destpêkeke nû ye. Birêveçûna sînemaya kurdî diguherîne. Di sînemaya kurdî da ti tişt wê ne wek berê be…
Piştî temaşekirina Cîranê, ji ber mîladbûna wê ez gelek bi kelecan, şên û enerjîk bûm. Fîlmê, kêfa min geş û motîvasyona min jî berz kir. Di jîyanê da dema ez rastî berhemên biqalîte û raser ên bi kurdî têm ev halîyetê ruhî li min peyda dibe.
Çima fîlma Cîran ji bo sînemaya kurdî mîlad e? Çima û çawa Cîranê, birêveçûna sînemaya kurdî guherandîye?
Di fîlmê da her nîşane, her hêma, her hûrgilî bi xwe, mijarek e, nivîsek e. Di vê nivîsê da ez ê tenê hinek alîyên mîladbûna Cîranê nîşan bidim.
1. Ranciere dibêje “Huner divê ne tenê teqlîda realîteyê be, divê realîteyê biguherîne jî.” Jixwe gava ku hunermendek karibe realîteyê biguherîne, raserî û gewrebûna wî/wê derdikeve holê. Mano Xelîlî jî tam xwe gihandîye vê raserîyê, bêyî ku bikeve dehfika îdealîzekirin, romantîzekirin, îdeolojîzekirinê û firotina xeyal û hêvîyan. Di Cîranê da Mano Xelîl, ji gelek alîyan va rastî û realîteyê diguherîne. Ew aqilekî rasyonalîst, pragmatîst û fikirîna bi fokusa çareserker pêşkêşî me dike.
2. Çima kîn û hêrsa kole, bindest, kolonîzekirîyan, li hemberî efendî, serdest, kolonyalîstan tune ye? Bêhêrsbûn, ne kolebûn, ne bindestbûn, ne kolonîzekirîbûn e, ew [1]mankurtbûn e. Koleyên bêkîn û bêhest ne mimkun e ku xwe azad bikin. Romantîzm û humanîzm ne karê bindest û kolonîzekirîyan e. Hesta kînê, ti tiştekî nade jibîrkirin, bîra mirov her gav zindî dihêle. Nefret, rasterast dixwaze hebûna muxatabê xwe tune bike, nefret dibe faşîzm. Mînak; kolonyalîst bi nefreta xwe dixwazin me tune bikin. Hêrsa mirovî jî her tim di nav hewldana lêgêrîna qisasgirtinê (tol) ye. Kîna ku xwe negihîne hilanîna tola xwe, dawîya dawî subjeya xwe tune dike, jibîrnekirin subjeya xwe difetisîne. Mirovên bêhêrs, bi melankolîyê tên jehrîkirin. Melankolî bêhereketbûn e, teralî ye. Hêrs û tolhilanîn, ji subjeya xwe ra mesulîyet û barekî tîne. Bêhêrsbûn û nehilanîna tolê, têkçûna heta bi hetayê ye.
Di edebîyat û sînemaya kurdî da, hêrs û tolhildêrî gelek qels e. Li gor sînema û edebîyatê, di muzîka me da zêdetir hêrs û tolhildêrî heye. Gelo hûn qet rastî berhemeke sînema û edebîyata kurdî hatine ku hêrsdarî û tolhildêrîyê vedijîne? Li ser vê, mînakek tê bîra min; Salnameya Kawa Nemirî. Di wê berhema wî da nîşaneyên hêrs û tolhilanînê hene.
Di Cîranê da hewla vejandina hêrs û tolhilanînê heye, tolhilanînê pir problematîze dike. Di fîlmê da gelek nîşaneyên vê yekê hene; Şêroyê şeş salî yê ku dixwaze biçe tola dayika xwe bistîne, sekna zarokan a li hemberî mamostê xwe, helwesta Aramî ya ku digot, ez dixwazim ji wetenê xwe ra leşkerîyê bikim û bîryara wî ya çûyîna ber bi çîyayan ve… Di fîlmê da, di nava zarok û mezinan da, li ser babeta tolhilanînê krîzek heye. Şêro bavê xwe sucdar dike ku çima naçe tola dayika wî hilnayne.
Di fîlmên Mehmet Alî Konar, Govenda Elî û Dayka Zîn û Hewno Bêreng da jî em zarokekî wisa hêrsdar, qesasgir dibînin.
3. Çi edebîyat çi jî di sînemaya tirkan da, îmaj û temsîla kurdan ji her alîyî va xirab û negatîf e; wek gundî, cahil, nezan, bêaqil, ehmeq, paşvamayî, nemodern tên nîşandan. Ew her tim hewl didin vê îmaj û temsîlê ji nû ve biafirînin. Ji hêla din, di sînema û edebîyata tirkan da, wek subje em îmajek, temsîleke kurdekî nabînin. Hemû îmaj, nîgaş û temsîla me ya di sînema û edebîyata wan da, wek obje ye. Îhtimaleke mezin, mîna ya tirkan, di sînema û edebîyata faris û ereban da jî îmaj û temsîla kurdan bi vî rengî ye. Ew bi sînema û edebîyata xwe, her gav hewla wê yekê didin ku em nebin subje û takekes.
Di fîlma Cîran da mijar, hemû nîgaş û temsîlên wan serobino dike, hildiweşîne. Di Cîranê da em kurd di bindestîya xwe da jî wek subje û takekes in. Mano Xelîlî, subjebûn û takekesbûna kurdan afirandîye.
4. Di hejmareke kovara Psychology Kurdîyê da, li ser mêvanperwerîya bindestan min nivîseke berfireh nivîsîbû. Di esas û bingeha mêvanperwerîya bindestan da çi heye, min derxistibû holê. Min gotibû mêvanperwerîya bindestan ehmeqane, jixwebîyanîbûn û xwenezanîn e. “Kurd gelek mêvanperwer in.” Her gav dixwazin bi vê dîskorê mêvanperwerîya me ya ehmeqane û jixwebîyanî, ji nû ve biafirînin. Mînak, mamosteyek tê gundekî me, hatina wî bi armanca tunekirina hebûna me, ruhê me ye lê em bi mêvanperwerî wî didin ser serê xwe, ma gelo ev ne ehmeqtî, jixwebîyanîbûn û xwenezanîn e?
Di sînemaya kurdî da yekem car fîlma Cîranê, vê mêvanperwerîya me ya ehmeqane û jixwebîyanî, xwenezan dişikîne. Tenê vê naşikîne; îmaj û temsîla gundîyan, têkilîya zanatî û nezanîyê jî serobino dike.
Di fîlmê da mamosteyek tê gund, li hemberî mamosteyî em qet hewleke mêvanperwerîyê ya gundîyekî nabînin, em nabînin ku gundîyek jî bi mamosteyî re dide û distîne. Her kes li hemberî wî gelek bi mesafe ye. Kesek li hemberî mamosteyî nê mêvanperwer e, ti kes eleqe nîşanî wî nade. Gundî li hemberî wî îtirazkar in, em gundîyên cahil nabînin di fîlmê da. Gundî ji mamoste zanatir in û haydarê normên gerdûnî ne. Gundî subje û takekes in. Cîran, îmaj û temsîla gundîyên kurd şikandîye, temsîl û îmajeke nû afirandîye. Divê sînemaya me, vê îmaj û temsîlê geştir bike. Piştî vê fîlmê, sînemagerên me edî nikarin gundîyên me li gor îmaj û temsîla sînemaya tirkan biafirînin. Di fîlmê da, ji ber encama perwerdeya hov a mamosteyî, zarok jî ber bi hovbûnê va diçin. Gundîyekî bi navê Hamo, nîşanî mamosteyî dide ku perwerdeya wî encameke çawa hovane derxistîye. Gelo mimkun e em di sînemaya kurdî ya bakur da vê yekê bibînin.
5. Yek ji alîyên gelek girîng ê fîlma Cîran, dîyardeya zarok e. Herî zêde jî divê em ji vê hêlê va li ser fîlmê hûr bibin. Fîlm, di nav civak û kultura me da, ji bo zarokê kurd guhertineke mezin çêdike; kod, îmaj, temsîla zarokê kurd dişikîne û serobino dike, ji alîyekî va ev yek, wek şoreşekê ye.
Civaka me ji her hêlê va nahêle ku egoya zarok çêbibe, zarok bibe takekesek. Di fîlmê da em vejandina takekesbûn û geşbûna egoya zarokê kurd temaşe dikin. Zarok, ji hêla mezinan va nayên çewisandin, kêmkirin, rebenîkirin. Egoya zarokan ji hêla mezinan va nayê parçekirin û qet mezinek ji zarokekî ra nabêje “tu zarok î, hiş be”, rê li ber takekesbûna zarokan nagire.
Di fîlmê da zarokên kurd, xwedî kesayetîya azad in; jîr, biaqil, jixwebawer in, ne obje lê subje ne, tolhildêr in. Zarok wek hebûn ji kurdbûna xwe hez dikin. Ji kurdayetîya xwe razî ne û pê serbilind în. Zarok ji mezinan hesab dipirsin ku “ew çima ewqas tirsonek û şikestî ne.” Gelo ji bo gava ev zarok mezin bûn, wek mezinên xwe nebin tirsonek, teres û reben, divê sînemaya kurdî çi bike?
Di fîlmê da zarokên kurd bi jîrbûna xwe, henekên xwe bi dagirkeran dikin, wan têk dibin. Te dî em di nûçeyan de gelek rast tên ku zarokek li erdê bombeyek, mayînek dîtîye, nizanibûye ew mayîn an bombe ye, pê listîye, bombe teqîyaye, zarok mirîye an jî birîndar bûye. Cîranê, ev realîte jî şikandîye. Di fîlmê da, em dibînin ku zarokên kurd mayînan nas dikin. Difikirin ku bi wan mayînan dibistanên kolonyalîstan serobino bikin û bi wî awayî ji wan xelas bibin.
6. Di sînemaya kurdî da dîyardeyek heye ku ez wê, wek mezaxtina mekan, cografyayên hazir ên xweşik û estetîkê pênase dikim. Fîlmê ev dîyarde di xwe da şikandine. Mano Xelîlî, ji mekan û cografyayeke ji rêzê, mekaneke estetîk afirandîye.
7. Di sînemaya kurdî da gelek derhêner, xwe wek peyrêyê Yilmaz Guneyî dibînin, xwe wisa pênase dikin lê her tişt li alîyekî, em di wan da cesaret û curetkarîya Yilmaz Guneyî hîç nabînin. Ji “Dîwar” û “Kerî”ya Yilmaz Guneyî vir va, cara yekem e ku ez derhênerekî mîna Yilmaz Guneyî bi curet û cesaret dibînim ku ew jî Mano Xelîl e. Xelîl, xwekêmdîtin û tirsonekîya derhênerên kurd dişikîne.
Dibêjin edebîyata bindestan tune ye, alegorîyên wan hene. Em vî tiştî ji bo sînemeya bindestan jî dikarin bibêjin. Lê Mano Xelîl vê dîyardeyê jî hildiweşîne, dibêje sînemaya me heye. Ne bi metaforîk, sembolîk û alegorîk; bi eşkereyî ji me ra dibêje ka fail kî ye, çi ye…
8. Kolonyalîst, ji her alîyan va hewl didin li ser kolonîzekirîyan epîstemolojîyan ava bikin. Em dikarin bibêjin ku kolonîzekirî, her dem, her kêlî di bin şideta epîstemolojîya kolonyalîstan da ne. Wek sosyolojî, antropolojî, zimannasî, arkeolojî, psîkolojî… Ji ber vê epîstemolojîyê, alîyê kolonîzekirî her tim di pozîsyona hewla bersivdayîn, xwefêmkirindayîn, xweparastin û xweîspatkirinê da ye. Kolonyalîst, her dem li ser kolonîzekirîyan dîskoran ava dikin. Mînak; carekê wezîrekî tirk gotibû, “kurdî, ne zimanê medenîyetê ye”, em ketibûn pozîsyona hewla bersivdayîn û xweîspatkirinê.
Di fîlma Cîran da Mano Xelîl, vê pozîsyonê xera dike. Pozîsyona me û ya kolonyalîstên me diguherîne. Bi curet û wêrekî, realîteya wan nîşanî wan dide. Di têkilîya kolonîzekirî û kolonyalîstan da, dema ku alîyê kolonîzekirî karibe heqîqetê ji kolonyalîstan ra bibêje, pozîsyona kolonîzekirîyan diguhere, ne hewce ye ku tu li ser wan epîstemolojî û dîskoran ava bikî. Mano Xelîl jî heqîqetê ji wan ra dibêje, edî yên di pozîsyona bersivdayînê da, ew in.
9. Mano Xelîl, di fîlmê da li ser kesayetî, karakter, ruh, ezayetîya kurdan şoreşekê çêdike. Me kurdan ji edebîyata mexdurbûnê, ji kesayetîya xwekêmdîtî û rebenî, ji parsekîya merhamet, hezkirin û eleqayê, ji pozîsyona bersivdayîn, xwefêmkirindayîn, xweîspatkirinê rizgar dike. Di Cîranê ti kurdek ne di pozîsyona parsekî û xwekêmdîtinê de ye. Em di fîlma Xelîlî da kurdekî nû dibînin.
10. Mano Xelîl, ne tenê ji hêla takekesî va şoreşekê çêdike. Ji hêla civakî û kulturî va jî şoreşekê pêk tîne. Civak û kultura me ya melankolîk, êşhez, mirinhez, neşad, arabesk, û hertim şînê digire, serobino dike. Em vê civak û kulturê di fîlmê de nabînin. Civak û kultureke jixwehez, jixwerazî, jixwehaydar, rasyonalîst, şên, şa û bextewar heye. Xelîlî çand û civakeke din afirandîye lê gava ku ev yek kirîye, neketîye dehfika îdealîzekirin û romantîzekirinê. Bi hêz, mucîze û efsûna hunerê ev yek pêk anîye.
11. Di Cîranê da, ji bo sinemaya kurdî em vejandina civak û takekesekê; kefxweşî, şadî, şêntî, şox û şengî, hezwerîya jîyanê dibînin. Ji vê hêlê va şoreşek e, nûbûnek e.
12. Fîlma Cîran, ji bo min katarsîs bû. Wek ku trawmayên min çareser dikirin. Min çend vîdeoyên Jan Îlhan Kizilhanî temaşe kiribûn. Kizilhanî digot, kurdbûn, niha jî di nav civaka me da tê negatîfîzekirin, biçûkxistin, bindestkirin, rebenîkirin, xirabkirin. Bi gotinên mîna “xwezî ez ne kurd bûma”, le’netê li kurdbûna xwe tînin mirov. Gazind û lome dikin ji kurdbûna xwe. Dema ku zarokek bi kurdbûna xwe dihese, ji ber vê realîteyê, xwe biçûk dibîne, ji kurdbûna xwe hez nake, hebûna xwe bêqîymet û nehêja dibîne. Di fîlma Cîran da her kes ji kurdbûna xwe hez dike, zarok ji kurdbûna xwe hez dikin, ji xwe razî ne, xwe bilind dibînin, ji kurdbûna xwe ne aciz in. Fîlmên ku ji van hêlan va trawmayan çareser dikin û wek katarsîsê ne. Ma çend berhemên kurdî hene ku trawmayên me dikewînin û ji bo me dibin mîna katarsîsê?
13. Di fîlmê da em dibînin ku perwerde çawa takekesîyê diafirîne. Çawa hînî mirovan dike ku ji yên din, ji yên ne ji wan nefretê bikin. Bi perwerdeyê armanc, tunekirina ziman, kultur û ruhê kurdan û erebkirina welatê wan e. Lê di encamê da em dibînin ku ew perwerde bi ser nakeve.
14. Di Cîranê da, em kurdan ne wek gel, wek netew dibînin. Kurd netew in, tirk, ereb û faris jî cîranên wan in.
15. Şêro, ji kalikê xwe dipirse “Kalo, heta kengî ev sînor wê di nav me da bin?” Pirsa “kengî” bi dahatûyê ra têkildar e. Ev pirs tê wateya gelo em ê kengî bibin xwedîyê dewleta xwe. Deh sal, bîst sal, pêncî sal, sed sal; kengî em ê bibin xwedîyê dewleta xwe, serbixwe bibin û azad bijîn? Ku em nebin xwedîyê dewletekê, hemû keda me dê belaheq biçe.
16. Daxwaza Şêroyî pêk tê, televîzyon tê lê televîzyon ne nîşaneya dahatûyeke geş û ronî ye, nîşaneya dahatûyeke bi şer, qetlîam, kuştinê ye. Televîzyon, nîşanî me dide ku dahatûyeke çawa li benda Şêroyî ye.
18. Cîran, prekaryabûna me kurdan nîşanî me dide.
19. Di fîlmê da balon, hişkbûna darê, çûyîna Aramî, cîrantîya kurd û cihûyan, zarok jî hêvîya dahatûya me ne.
Di teknîka fîlmê da, fîkşin bi realîyê ra tê girêdan. Bi vê yekê me ji xewn û xeyalan hişyar dike, dibêje rastî ev e; encama determînîzma bêdewletbûnê ev e. Bi ya min, divê Mano Xelîlî, tam jî li vir hewla guherandina realîteyê nîşan bidana.
Xwezî fîkşina fîlmê, bi realîyê ra nehatana girêdan. Ev girêdan, hem xeletî û şaşîyek e, hem jî neheqîyek e li fîlmê.
Çimkî zarokekî mîna Şêroyî, vê aqûbetê heq nake, ketina wî ya kampa penaberan, di conteksta fîlmê da xeletîyek e. Gelo ma ji bo Şêroyî pêşerojeke din tunebû? Divê aqûbeta Şêroyî, bi şeklekî din bûya, ne wek aqûbeta kesekî ji rêzê?
Ev aqûbeta Şêroyî, nîşanî me dide ku takekes, li hemberî sîstemê û dîyalektîka realîteyê têk çûye.
Wê çaxê ez dixwazim ji Mano Xelîlî bipirsim; em ê çawa takekesîya kurd rizgar û azad bikin?
Azadkerî û rizgarkerîya takekesîya kurd jî ew e ku divê ew, li hemberî sîstemê û dîyalektîka realîteyê têk neçe, bi ser bikeve.
Pêwistîya me kurdan herî zêde jî bi serkeftina takekesên me heye. Çîrok, stran, fîlm, lîstik û romanên serkeftinê ji me ra lazim in. Mîna çîrokên kurdên ku Nobel, Palmîyeye Zêrîn… stendine.
Rizgarî û azadîya takekesîyê ew e ku, “karibe derzîya xwe di dilê dinyayê ra bike.” Divê netewperwerên kurd, di qadên huner, zanist û yên din da, li dinyayê deng vedin, xwe îspat bikin. Bi vî awayî dê edebîyata me, sînemaya me, muzîka me, resma me, zanîna me û hwd., ji ya frensîyan, elmanan, îngilîzan, emerîkîyan berztir, rasertir û geştir bibe.
Lewma xwezî aqûbeta Şêroyî, ne kampeke penaberan bûya. Ew bibûya resamekî gewre yê gerdûnî.
Wek encam; ger ku em bixwazin heqê mîladbûna Cîranê bidin, divê em bêhtir li ser Mano Xelîlî û vê fîlmê biseknin, li ser nîqaş bikin, bixin rojeva xwe, li ser binivîsin. Girîngîyeke din a fîlma Cîran jî ew e ku di xwe da paradîgmaya îdealîzasyona sînemaya kurdî dihewîne. Ku em heqê Cîranê bidin, sînemaya kurdî, dê êdî ne wek berê be!…
[1] – Di efsaneyên tirkî de ji bo koleyên bêşiûr tê gotin