Meriv dikare bibêje “Creed 3”, ji rêzefîlma Rocky û vir va yek ji rêzikên werzîş û boksê yên herî balkêş e… Di vê fîlmê da em ê bi karakterê Adonis Creed bibin şahidê çîrokeke têkoşînê. Berevajîyê her du fîlmên pêşîn, vê carê lîstikvanê sereke yê fîlmê Michael B. Jordan, li ser kursîya derhênerîyê ye. Ev bijarte desteserkirina Syvlester Stallone ya rêze-Rocky tîne bîra me. Fîlm li ser pêşbazîya karîyera Adonisî ye ku bi hevaleke xwe ya berê ra jîyaneke wî malbatî û li ser karsazîyeke aram heye.
Derhêner
Michael B. Jordan
Lîstikvan
Michael B. Jordan, Jonathan Majors, Tessa Thompson
Şêwaz
Drama, Spor
Dîroka Vîzyonê
3 Adar