Xwezî di nava du heyat, du dinya, du kes û du qeraran da dudilî tune bûya. (Jixwe dema hejmara van zêde dibe, qerrafî dikevê). Xwezî di jîyanên me da têkilîyeke tim berdewam hebûya ku di fikr û ramanan da jî ji hev veneqetiyana. Bi hezaran rê, bi hezaran têkilî, bi hezaran şibhe, di jîyana me da cîh negirtibûna. Mirov tenê carekê hez kiribûya, tenê li bajarekî bijîya û tenê armanceke mirov hebûya ku tim di şopa wê da bûya. Tenê li ser karekî û berhemekê bixebitîya. Tenê bi fîlmekê û kitêbekê ra mijûl bibûya, ji yek keçê yan jî xortî hez kiribûya…
Lê hûn ê li ser van temenîyên min bibêjin “Ma qey rêyeke tekane û rast çedibê? Ya ku insên mezin dike, cudabûn e. Ku cudabûn tune bûya dê ti tehm û xweşîya jîyanê jî tune bûya.” Biborin, lê ti carî bi van gotinên ezber qaneh nebûm. Her çiqas jîyaneke min a rengîn jî hebe (van deman tenê li cem malbatê me, bê kar im û jîyaneke sade dijîm), dikarim sond bixwim di navbera jîyaneke sade û rengîn de ji yek ferqê pêştir ti tişt tune ye. Ew ferq jî encax belkî li ber sikratê xuya bike. Yên jîyana wan rengîn dê bibêjin weleh min ti tişt ji vê jîyana xwe ya bi lez û bez fêm nekir. Yên jîyana wan sade jî dê bibêjin, min hemû emrê xwe li ser vî karî yan vî/ê kesî/ê da. Bi ya min tehma ya duyemîn xweştir û zelaltir e. Eger ku ne xweş jî be, rehettir e!
Ji bo em wê sebeba ku bingeha hemû pirsgirêkan e bibînin, ez bi vê girîzgahê dest pê dikim. Dudilî, yanî bêqerarî! Sebeba hemû pirsgirêkan ev e! Belê, em tev da ji hevûdu hez dikin. Ew ji wê, dê ji keç, keç ji bira, bira ji dê, dîktatorek ji miletê xwe, miletek ji dijmin… Belê em tev da ji hevûdu hez dikin. Jixwe sebeba şer û rika me jî bersiva neyînî yan jî nedîtina vê hezkirina me ye. Lê mesele ne bi tenê hezkirin e, mesele qedr û dereceya qerarîbûna me ya li ser hezkirina me ye. Fikr û poşmanîya sereke ya fîlmê ev e. Poşmanî û temenîya Karînê ev e.
Bêguman di jîyana me ya rojane da jî em ji vê meseleyê tim mizdarîb in. Di vê fîlmê da jî bê qerarîya Davidî ya li ser Karînê ez pir aciz kirim. Cara yekem bû ku ez ji fîlmeke Bergmanî ewqas aciz bûm. (The Touch/1971) Helbet meseleyên pirr kûr, fîlozofîk û psîkolojîk hene li ser eşq û têkilîya Davidî û Karînê. (Lêhengên sereke yên fîlmê.) Ez naxwazim bikevim nav van meseleyên kûr, dixwazim bi çavekî sêyemin binirxînim. Dema ku mirov bi çavekî ji derve li vê têkilîyê dinêre jî, bi rastî pirr bê mene û absurd tê ji min re. -Jixwe hemû têkilî ji derve va wisa tên xuya.- Min bawer nedikir ku ji bo fîlmeke Bergmanî peyva absûrd bibêjim lê ma ne wisa ye qey? Mêrikekî absurd, jineke bêexlaq. (!) Eger em bi çavê keseke/î ji rojhilata navîn vê têkilîyê şirove bikin, gotina me teqez dê ev bê: Tekilîyeke beredayî! Herçiqas ez jî niha wisa bifikirim jî lê ger ev têkilîya absûrd tune bûya dê çilo ewqas huner û rengînî di nava jîyanê da hebûna, ma ne wisa?
Di belgefîlma Liv û Bergmanî da (2012), em dibînin ku têkilî û evîneke wisa di navbera Liv Ullmanê û Bergmanî da jî heye. Bergmanî, Livê di giravekê da heps dike û zewaca wan li wir berdewam dike. Em hingê fêm dikin ku fîlmên Shame (1968) û Hour Of The Woolfê (1968), ji vê têkilîyê peyda bûne. Bi ya min ne tenê ev her du fîlm, gelek fîlmên din jî ji vê têkilîyê peyda bûne. Dema min ev belgefîlm temaşe kir, ecêbmayî mam bi rastî. Jîyana hunermendên mezin pirr dijwar e û bi hestên pirr rengîn tijî ne, ne wisa? Di giraveke mîna hepsê da, zewacek û ji vê zewacê jî lawikek. Yan jîyana hunermendan dijwar e yan jî em nikarin jîyana xwe ya dijwar bikin meseleya hunerê, nizanim, lê dîsa jî em bi çavekî baş û sêyem li jîyana wan binêrin, em ê bi rehetî bibêjin ev çi zilamekî toksîk e û ev çi jineke obsessîf e!
Lewma bi ya min, ev fîlma ku qala wê dikim jî (The Touch) pirranî ji vê têkilîya rastîn a Bergmanî para xwe stendîye. Davidê me jî mîna Bergmanî, gelek dudil û toksîk e. Rihê Karînê derdixe. Le’net li Davidî were. Geh ji Karînê dûr dikeve geh bi girî û gazinc vedigere. Jixwe gazinc karê kesên wekî Davidî ye. Ti kes tiştekî ji wan fêm nake ti caran. Ew kesên pirr baş û miqeddes in. Em ti car qedr û qîmeta wan nizanin. Xwedê wan evdên ewlîya ji sere me kêm neke (!) Xwezî li hemberî min bûya, min ê çend şeqamên baş li rûyê Davidî xistibûna.
Min di serî da biryar dabû ku ez nekevim meseleya psîkolojîk a di têkilîya nav fîlmê da -bila ev jî bê qerarî û paradoksa min be- lê ev kesên nexweş li derdora me pirr zêde ne. Daxwaza wan ew e ku, hin kesan tim nexweş û bêçare bibînin. Pirranî jî kesên ku pêlekê alîkarîya wan kirine. Na, qet ne mimkun e, dê çawa ew kes baş bibin û li ser pîyên xwe biseknin, çimkî demekê alîkarîya wan kirine. Hûn wê gavê heyte-hol û kîn û merez û gereza di dilên wan de temaşe bikin. Çawa yanî Çawa! Min alîkarîya wê/wî kir. Çawa berî min nefesê distîne. Mixabin ev hîs û fikreke pir nexweş e, lê heye. Kesên wisa jî di jîyana me da zehf in. Ji bo vê mijarê teqez nav û beşek dê di psîkolojîyê da derbikeve. (Nexweşîya Davidî) Di nava olan da heye jixwe, mîsal di navbera hewarîyan û Îsa pêxember da. Hewarî tim dixwazin ku Îsa di çarmixê da bibînin. Li ber wî sond, li paş wî xîyanet û çarmix.. David, tu jî mîna hawarîyên Îsa û mesûmîyetê yî. Hewarîyên dudilî û ne li ser qerarekê.
Karîn di dawîyê da aqil digire û dev ji vî bênamûsî berdide. David bi rezîlîya xwe û wan çavên ku ji derve bi sûcdarî lê dinêrin, dimîne. Ji ber biryara wê ya veqetînê, David ji Karînê gazincan dike: “Karîn, min ji te hez kir, min ji te pirr hez kir, min digot qey ez ê bê te îdare bikim û karibim vegerim jîyana xwe ya berê, lê na Karîn, nabe bê te nabe.’’ Karîn jî bersiv didê: “Belê te ji min hez kir, kurê kerê. Ti kesî heya vêga eleqe û hezkirineke wisa neda min. Lê kesekî jî bi qasî te ez neêşandim.’’ De biçe ji jîyana Karînê, ne bi vê hezkirine, ne bi vê minetê, ne bi vê êşê.
Di vê sehneyê da gotineke pirr hêja hat bîra min. Dibêjin şivan berxikê ji gur diparêze ji bo ku qetla wê ji destê wî be. Hezkirin ne bes e, David! Pêşî bibe zilam, şûn da were. Ax! Ezz pirr aciz kirim vê fîlma hanê. Divê mirov ne bê qerar be! Di hezkirina xwe da bi qerar be. Dîsa anksîyeteya min rabû û gerek mijara vê filmê û têkilîyên bi dudilî bigirim. Fikra wê bi xwe jî dikare mirov nexweş bike. Jixwe em têra xwe ji kesên wisa mizdarîb in û tu dibê qey Bergman, karakterên wisa nexweş û problemî ji nav me hildibijêre. Kurt û kurmancî; Xwedê hîfza mirov ji kesên mîna Davidî toksîk bike.