Derhêner û senarîstê Awistiryayî Michael Haneke, yek ji giringtirîn fîlmçêkerê dema me ye. Sînemaya Hanekeyî bi navûdeng û navneteweyî ye. Hanekeyî, berî ku berê xwe bide sînemagerîyê, li zanîngeha Vîyanayê felsefe, psîkolojî û şano xwendîye. Bi giştî em dikarin bibêjin ku di fîlmên Hanekeyî da mijar û pirsgirêkên derûnî yên curbicur tên honandin. Gotinên wî yên li ser tenêtî, bîyanîbûn û hêzê, rê didin ku temaşevan li ser têkilî û tevgerên xwe bisekinin. Çîrokên wî yên nepêşbînîkirî û dîmenên tundûtûjîyê, temaşevanan dixe nav hesten bêewle û bêhêvî. Tevî vê yekê jî, bi mijar û hestên wî yên ku îlhamê ji jîyan û xwezaya mirovan werdigirin, fîlmên wî bi gelemperî wekî şaheser têne hesibandin. Ji vî alîyî va, Haneke, derûnîya mirovan bi hemû alîyên va nîşan dide û me neçar dike ku em li ser bawerî û tevgerên xwe yên exlaqî cardin bifikirin.
Michael Hanekeyî, di sala 2001ê da, derhênerîya fîlma “La Pianiste” (Mamosteya Pîyanoyê) kirîye û ev fîlm xwedî gelek xelatan e. Mijara fîlmê li ser mamosteyeke pîyanoyê ya bi navê Erîka Kohutê ye ku ew li Akademîya Muzîkê ya Vîyanayê mamostetîyê dike. Erîkaya ku Isabelle Huppert vê karakterê dilîze, muzîkjeneke dilxwaz e. Wê di jîyana xwe da gelek bêhêvîtî dîtine û di nav xwe da çûye, keseke pixût e (introvert). Erîka li gel dêya xwe dijî lê bi tenê ye û li têkilîyên xwe yên li gel mirovên din jî zehmetîyan dikişîne. Fîlm derûnîya karaktera sereke Erîka Kohutê ya ku bi rengekî hestyarî hatîye çewisandin, bi nihêrîneke kûr pêşkêşî me dike; bi hosteyî li ser mijarên zayendî, kontrol û hêzê radiweste.
Ev nivîs zêdetir bi perspektîfeke psîkanalîtîk, li ser fîlma “Mamosteya Pîyanoyê” şiroveyekê pêşkêş dike. Ez ê bi giranî li ser têkilîya Erîka Kohutê ya bi dêya wê re, bîyanîbûna wê ya zayendî(sexual alienation) û meylên wê yên mazoşîst bisekinim.
Kesayetîya Erîkayê bi trawmayên wê yên zarokatîyê hatîye avakirin. Di vê derê da giring e ku mirov balê bikşîne ser pêwendîya di navbera Erîka û dêya wê de. Erîka ji hêla dêya xwe va bi hestyarî û fizîkî hatîye îstismarkirin û ev yek jî bûye sedema girêdayîbûneke pir kûr di navbera Erîka û dêya wê da. Ev girêdayîbûn, gava Erîka mezin dibe jî didome, ku ew hîn bi dêya xwe ra dijî û bi hestyarî hê jî hewceyî dêya xwe ye. Ev pêwendîya tevlihev û nefonksîyonel, ku bi tepisandin û destdirêjîya hestyarî hatîye destnîşankirin, beşek e ku Erîka wekî kesekê pênase dike. Di heman demê da ev dibe sedem ku Erîka bi zehmetî li gel kesên din tekilîyên hestyarî deyne. Li gel vê yekê, rexne û kontrolkirina domdar a ji hêla dîya wê va, dibe sedem ku Erîka şerm û kêmasîyeke kûr hîs bike. Her çiqas dîmenên ku Erîka ji alîyê dayika xwe ve tê rexnekirin û kontrolkirin, rasterast di fîlmê da cih negirin jî, ev mijar bi reftar û dîyalogên karakteran xwe dide der. Di warê psîkoanalîtîk da jî, mirov dikare vê têkilîyê wekî sedema bîyanîbûna zayendî û meylên mazoşîst ên Erîkayê şirove bike. Teorîyên Sigmund Freudî dîyar dikin ku serpêhatîyên me yên zarokatîyê dikarin di pêşvaçûna zayendîtîya me da roleke giring bilîzin (Storr, A. 2016). Ger wisa be, zext û îstismara li ser Erîkayê ya di zaroktîyê da, sedema bîyanîbûna wê ya zayendî ye. Em dikarin Mazoşîzma wê jî wekî reaksîyoneke li dijî serpêhatîyên wê yên bêhêzbûn û kontrolkirinê yên têkilîya wê ya bi dêya wê ra şirove bikin.
Taybetmendîyeke din a kesayetîya Erîkayê ku di “Mamosteya Pîyanoyê” da dîyar dibe, kontrolkirina wê ya kompulsîf a li ser zayendîtîya wê ye. Erîka xwedî rûtîneke hişk e ku piştî her têkilîya cinsî û piştî zirarê dide laşê xwe, dest û organên xwe yên zayendî bi awayekî baldar dişo. Em dikarin vê yekê wekî îfadeya tirsa wê ya kontaminasyonê şirove bikin. Ji alîyê psîkoanalîtîkê va jî em dikarin vê anksîyeteyê wekî bertekeke li ser tepisandina daxwazên wê yên cinsî binirxînin. Erîka hewl dide ku nakokîyên xwe yên hundirîn û travmaya xwe, bi rêya kontrolkirina zayendî ya bi paqijkirinê bi rê va bibe.
Têkilîya Erîkayê ya mazoşîst a bi xwendekarê wê Walterî ra, mijareke din a giring e di “Mamosteya Pîanoyê” da. Munasebeta di navbera Erîkayê û Walterî da xwedî dînamîkên nexweş in. Erîka bala xwe dide Walterî lê di îfadekirina zayendîya xwe da zehmetîyan dikşîne. Bi Erîkayê re daxwazeke xurt a kontrol û hêzê heye, ku di têkilîya wê ya bi Walterî re jî xuya dike. Dixwaze ku Walter heqaret û îşkenceyê lê bike û xwe ji vê rewşê bi awayekî veqetendina zayendî vekişîne. Ev yek dikare wekî celebeke reftarî ya mazoşîst were şirovekirin ku tê da Erîka hewl dide daxwazên xwe yên zayendî yên tepeserkirî, bi ceribandina celebeke tatmînê, bi êş û heqaretê têr bike. Ji hêla din va, Walter jî bi hêza xwe ya li ser Erîkayê keyfxweş e û ew vê hêzê ji bo manîpulekirin û kontrolkirina wê bi kar tîne. Têkilîya di navbera wan de mînakeke celebeke zayendîtîyê ye ku bi hêz û kontrolê tê dîyarkirin. Ev di lîteratura psîkolojîyê da, li ser têkilîyên zayendî mijareke hevpar e û bandorên neyînî li tenduristîya derûnî dike. Ger em bi perspektîfeke psîkanalîtîk jî binirxînin, em dikarin bibêjin têkilîya mazoşîst a Erîkayê bi Walterî ra, cureya xwestekeke zayendî ya pîrozkirî temsîl dike ku Erîkayê ji ber tirs û şerma xwe ya kûr nikaribû bijî. Meylên wê yên mazoşîst di heman demê da dikare wekî hewldaneke ji bo birêvebirina nakokîyên hundirîn û travmaya xwe were şîrovekirin, ku di van meylên xwe da dikeve rewşeke ku di jîyana xwe ya asayî da ne xwedîyê vê asta kontrol û hêzê ye.
Bi tevayî, fîlma “Mamosteya Pîyanoyê”, hûrnêrîneke balkêş e li ser kesayetîyeke tevlihev û asê. Fîlm, mijarên giring ên derûnî yên wekî trawma, hêz, zayendî, alîyê tarî yê kesayetîyê, tevgerên patholojîk û bêîstiqrarîya hestyarîyê radixe ber çavan. Bi karakterê Erîkayê ra, fîlm di derûnîya mirovan da têgihiştinan çêdike û destnîşan dike ku her kes bi çîrok û kesayetîya xwe ve bêhempa ye.
Taybetmendîya fîlmên Hanekeyî ew e ku dawîyên fîlmên wî ne tiştên çaverêkirî ne û pir caran temaşevanan şok dikin. Ji bo temaşevan zor e ku texmîn bike ka di fîlmên Hanekeyî da çîrok wê çawa xilas bibe. Ger hûn bixwazin bizanibin di dawîya fîlma “Mamosteya Pîyanoyê” da çi diqewime, an jî hûn bixwazin piştî van analîzên psîkanalîtîk dîsa lê temaşe bikin, ez bawer dikim ku dê fîlm bandoreke mayînde li ser we bihêle. Ji temaşekirinê kêfxweş bin…
Çavkanîyên ku jê hatine îstifadekirin û hin pêşnîyazên li ser Michael Hanekeyî:
- Storr, A. (2016). “Freud: A Very Short Introduction”. Oxford University Press.
- Anderson, J., & Cohn, R. (Eds.). (2010). The cinema of Michael Haneke: Europe utopia. Columbia University Press.
- Fischer, N. (2014). A Method to the Madness: Teaching Michael Haneke’s La Pianiste. Seminar: A Journal of Germanic Studies, 50(3), 267-282.