Yilmaz Guney
Kesayetên giring, mezin û bibandor; her tim bi şert û mercên dîrokî, civakî, aborî, sîyasî, çandî û hunerî yên welatê xwe ra eleqedar dibin û wisa derdikevin holê. Yilmaz Guney jî di demeke wisa da ku li Bakûrê Kurdistanê serhildanên kurdan hatibûn perçiqandin û nasname, ziman, çand û hunera kurdan hatibû qedexekirin û li ser gelê kurd asîmîlasyon, dagirkerî û zordarîyeke mezin hatibû destpêkirin, her wiha li Tirkîyê jî hemû qadên sîyasî, demokratîk, civakî, çandî û hunerî di bin kontrol û zordestîya dewletê da bûn, hatibû dinyayê.
Yilmaz Guney, 1ê Nîsana 1937an di nav van şert û mercên dijwar da û di nava malbateke kurd, feqîr û bindest da; li gundê Yenîceya Karataşa Edeneya bajarê Tirkîyeyê, ji dayik bû.
Navê Yilmaz Guney ê rast, Yilmaz Putun e. Navê bavê wî, “Hamit Putun” e û ji bajarê Rihayê, ji gundê Desmana navçeya Siwêregê ye. Navê dayîka wî jî “Gulê Xanim” e û ji gundê Darabîya Gimgima Mûşê, ji êla Cibranê ye. Dayîk û bavê Yilmaz Guney, herdû jî kurd in û ji ber zordestîyên dewlet û feodalîzmê, di demên cûde da koçî Edeneyê dikin. Li Edeneyê hevdû nas dikin û piştî ku bi hev ra dizewicin ji ber feqîrîyê li gundê Yenîceyê ji xwe ra axureke sewalan paqij dikin û tê da distrên, dikin mal. Yilmaz Guney, li vê mala ku berê axurek bû, di nava feqirtî û tunebûnê da tê dinyayê.
Yilmaz Guney, heta 11 salîya xwe li gundê Yenîceyê dijî. Hîmên hinek taybetîyên kesayeta wî yên wekî “kedkarî”, “hezkirina xwendinê”, “berteka li dijî xwîndarî û feodalizmê” û “hezkirina ji hunerê” li vî gundê Yenîceyê tên avêtin. Ji ber ku bavê wî jineke din tîne di salên 1949-50yî da dayîka wî, Yilmaz û xwîşka wî bi xwe ra dibe û ji gund diçe Edeneyê.
Yilmaz Guney, li Edeneyê jî him diçe dibistanê him jî karên cihê cihê dike. Dibistana seretayî, navîn û amadeyîyê, li Edeneyê diqedîne. Ligel vê yekê li Edeneyê, cudahîya dewlemend û feqîran û rewşa çavsoran (kabadayı) bandorê li wî dikin. her wiha, cara yekemîn li Edeneyê diçe sînemayê û feqîrtîya wî, zehmetîyên ku dibîne, bandorên li ser kesayeta wî û tesîra sînemayê, berê jîyana Yilmaz Guneyî didin hunerê û piştî ku dikeve bin bandora hunera sînemayê, dest bi jîyaneke nû û hunerê dike. Heta dawîya jîyana xwe jî, dest ji hunerê bernade. Jîyana wî û huner; hevdû temam dikin, mezin dikin û bi pêş dixin.
Ji vir û şûnda mirov dikare jîyan û hunera Yilmaz Guneyî, di nav hev da û bi awayê “çar serdemên hunermendîya Yilmaz Guneyî”, bîne ziman.
Serdema Yekemîn a Hunermendîya Yilmaz Guneyî: 1950-1963
Yilmaz Guney, li gundê Yenîceyê rastî kesên ku bi awayê “Sînemaya Gerrok” fîlman nîşan didin, tê û wan nas dike. Di bin bandora wan da dimîne û di salên 1950-51ê de, di 13 salîya xwe da cara yekemîn li Edeneyê diçe sînemayê. Di van salan da sînemayê nas dike. Hevnasîna Yilmaz Guneyî ya bi sînemayê ra ji bo jîyan û hunermendîya wî dibe destpêka serdemeke nû. Mirov dikare vê serdemê, weke “Serdema Yekemîn a Hunermendîya Yilmaz Guneyî” bi nav bike. Ev heyam ji sala 1950yî heta sala 1963yan berdewam dike.
Du taybetîyên bingehîn ên vê serdemê hene: Yilmaz Guney, di vê serdemê da xwe sînema û wêjeyê fêr dibe û berteka xwe ya li dijî sîstema dewletê, bi nivîskî tine zimên. Di vê serdemê da wekî şagirtekî ku perwerdeya sînemayê werdigire, di karê sînemayê da dixebite. Di navbera 13 û 18 salîya xwe da bi karên wekî “reklama afîşên fîlman”, “makînîstî” “belavkirina fîlman” û “Pursantajê” xwe fêrî kar û xebatên sînemayê dike. Di pêvajoya van karan da fêrî karê holên sînemayê û endustrîya fîlman dibe û sektora sînemayê ya li Edeneyê nas dike. Bi sedan fîlmên sînemayê temaşe dike, li ser wan ji xwe ra nîşeyan dinivîsîne û wan tehlîl û rexne dike. Her wiha, tevahîya stêrkên sînemaya tirkan yên wê demê û gelek stêrkên Emerîka û Ewropayê nas dike. Ya herî giring jî civaka Edeneyê, hinek bajarên Kurdistanê, temaşevanên tirk û kurd yên sînemayê nas dike û fêrî hest û derûnîya temaşevanîyê dibe.
Ji alîyekî din va, Yilmaz Guney di vê serdemê da; bûyer, neheqî, feqîrtî, zor û zehmetîyên di civakê da, yên jîyan û xwendina xwe û karên xwe yên sînemayê, bi awayekî nivîskî û bi mijarên cûrbicûr werdigerîne çîrokên wêjeyî. Çîrokên wî; li Edene, Stenbol, Îzmîr û Enqereyê di şeş kovarên cûda da tên weşandin. Yilmaz Guney û hevalên wî yên dibistanê, bi navê “Kovara Herî Bilind”, kovarekê jî derdixin. Ji ber vê çîrok û nivîsên wî yên wêjeyî, di vê demê da bi nasnavê “Yilmazê Çîrokzan”, tên binavkirin. Di çîrokên xwe da bi awayekî sergirtî rexneyê li dewlemendan, sîstem û sîyaseta dewletê digre. Bi vî awayî Yilmaz Guney dibe dijberekî sîstemê. Bi van çîrokên xwe û bi awayekî nivîskî berteka xwe ya li dijî sîstem û dewletê tîne zimên.
Yilmaz Guney, bi vê derûnîyê û van hestên xwe yên dijber, di sala 1955an da çîrokeke bi navê “Sê Sîstemên Newekhevîyê yên ku Nayên Zanîn” dinivîsîne û ev çîrok, di “Kovara Sêzdeh”ê de tê weşandin. Ev çîroka Yilmaz Guneyî, ji alîyê faşîstan va tê xwendin û vê çîroka wî didin dozgerîyê. Dozgerê Edeneyê jî, bi sedema ku “propagandaya komunîzmê” kirîye derbarê Yilmaz Guneyî da dozê vedike û bi vekirina vê dozê ra Yilmaz Guney cara yekemîn dikeve bin şopandin û lêpirsînên dewletê. Ev doz, dibe destpêka şerê di navbera Yilmaz Guney û dewletê da. Bi vê dozê ra yekemîn sansûra dewletê ya fermî ya li ser Yilmaz Guneyî jî dest pê kir. Her wiha ev doz, di hemû jîyana wî da dibe astengeke mezin, li ser şoreşgerî û dijberîya Yilmaz Guneyî, bandoreke mezin çêdike û wî li hemberî sîstem û sîyaseta dewletê tûj dike.
Yilmaz Guney, piştî vê dozê di sala 1957an da diçe Stenbolê û li wir him zanîngehê dixwînê û him jî di Dar Fîlmê de karê xwe yê belavkirina fîlman didomîne. Di sala 1958an da doza wî ya li Edeneyê ya li ser çîroka wî bi dawî dibe, lê vê carê xwedîyê Dar Fîlmê, bi hinceta ku “li ser propagandaya Komînîzmê ceza girtîye” Yilmaz Güney ji kar derdixe. Yilmaz li Stenbolê bê pere û bê kar dimîne. Piştî vê yekê cezayê xwe dişîne temyîzê û ji bo ku ji xwe ra karekî bibîne, diçe ba Yaşar Kemalî.
Yaşar Kemal, di sala 1958an da Yilmaz Guney bi derhênerê sînemayê Atif Yilmazî ra dide naskirin û bi vî awayî li Stenbolê dest bi hunera sînemayê dike. Di sala 1959an da bi navê “Zarokên Vî Welatî” yekemîn senaryoya xwe dinivîsîne. Di fîlma “Zarokên Vî Welatî” da cara yekemîn paşnavê xwe yê “Guney” bi kar tîne. Her wiha di vê fîlma xwe da yekemîn “lîstikvanî”, “senarîstî” û “alîkartîya (asîstantîya) derhênerîyê” jî dike. Fîlma “Zarokên Vî Welatî”, di sala 1959an da “Xelata Senaryoya Herî Baş” werdigre, lê ji ber ku li ser “Komînîstîyê” cezayê dixwe, endamê Sazîya Sansurê Azmî Kutuval, bi hêza xwe ya ji dewletê vê xelata Yilmaz Guneyî, ji xwe ra dibe.
Ligel vê yekê, ji ber ku li ser “propagandaya Komînîzmê” ceza xwaribû; di sala 1961ê da di nîvê fîlma “Belaya Şêrîn” da polîs tên û ji setê Yilmaz Guneyî desteser dikin û dibin dadgehê. Yilmaz Guney li dadgehê û bi awayekî eşkere dibêje; “ez li dijî neheqîyên vê sîstemê me” û bi vê axaftina xwe li dadgehê parastineke sîyasî dike. Bi vê parastina xwe ra, ligel hunermendîya xwe, vediguhere kesayeteke sîyasî jî. Dadgeh li ser vê parastina wî, 2 sal û nîv cezayê girtîgehê û 6 heyvan jî cezayê surgunê dide Yilmaz Guneyî û wî dişînin girtîgeha Nevşehîrê.
Yilmaz Guney, di pêvajoya vî cezayî da li zindana Nevşehîrê, xwe ji bandorên îdeolojîk û sîyaseta dewletê rizgar dike û li ser wêje û hunera sînemayê kûr dibe. Di zîndanê da bi senoryoyên ku dinivîsîne û difiroşe debara xwe dike û romaneke bi navê “Stûtewandî Mirin” dinivîsîne. Ya herî giring jî di zindanê da plansazîyekê dike û dixwaze bi hunera sînemayê, li hember sînemaya Yeşilçam û sîstema dewletê dest bi têkoşînekê bike. Piştî ku cezayê xwe yê surgûnê jî diqedîne di sala 1963yan da ji Konyayê dîsa vedigerê Stenbolê.
Yilmaz Guney, nêzî 10 salan bi van kar û xebatên xwe yên sînema û wêjeyê, weke ku di “zanîngeh û akademîyên sînema û wêjeyê” da perwerde bibe, hunera sînemayê û wêjeyê hîn dibe. Bi vê hunera xwe û bi planeke weke “serhildaneke hunerî”, li hemberî sîstem û sînemaya dewletê, dest bi tekoşînê dike. Di dîroka sînemayê da berîya Yilmaz Guneyî, tu hunermend bi vî awayî hunera sînemayê û wêjeyê hîn nebûne. Her wisa hunermendekî ku wekî Yilmaz Guneyî, bi tena serê xwe û bi planeke hunerî, li dijî sîstema dewletekê dest bi tekoşînekê kirîye, derneketîye.
Serdema Duyemîn a Hunermendîya Yilmaz Guneyî: 1963-1970
Piştî ku Yilmaz Guney vedigere Stenbolê, “Serdema Duyemîn a Hunermendîya Yilmaz Guney”î jî dest pê dike û ev serdem, ji sala 1963yan heta sala 1970yî berdewam dike.
Pênc taybetîyên bingehîn ên vê serdemê hene. Bi kurtasî, mirov dikare van teybetîyan, wiha rêz bike:
1) Yilmaz Guney, di vê serdemê da dibe “serlîstikvan” û “stêrkekî Gel”. Yilmaz Guney û çend hevalên wî perçeyên şerîtên fîlman (amorsan) ên ku li ber kameramanan diman berhev dikin û bi awayekî serbixwe, dest bi çêkirina fîlman û karê sînemayê dikin. Vê pêngavê jî bi fîlma xwe ya bi navê “Herdû jî wêrek bûn” dike. Êdî bi vê destpêkê Yilmaz Guney dibe “stêrkekî gel” û li dijî sînemaya Yeşilçam û dewletê, dest bi tekoşîna xwe ya hunerî dike.
2) Yilmaz Guney, di nav sînorên sînemaya Yeşilçamê da fîlmên xwe çêdike û di navbera salên 1964-65an da zêdetirî 30 fîlmên metraj-dirêj dikişîne. Di piranîya van fîlmên xwe da jî bi awayekî sergirtî rexneyan li sînemaya Yeşilçamê û sîstema dewletê digre..
3) Yilmaz Guney; bi fîlmên xwe temaşevanên xwe zêde dike, herî zêde fîlmên wî tên temaşekirin, di nav civakê da alîgirên wî pir dibin û bi vî awayî, hevsengîya di qada sînemayê da xera dike. Bi vî awayî ji gelek alîyan va di qada sînemayê da li dijî sînemaya Yeşilçamê dibe hêzek.
4) Yilmaz Guney, di qada sînemayê da bi hêza xwe ya maddî û manewî û bi afirandina “karekterê qahremanê tekçûyî”, jîyana gel a rastîn tinê ser perdeya sipî û bi vî awayî di qada hunera sînemayê da cî ji bindestan ra vedike. Her wiha di sala 1966an da jî xwe weke “Qralê Bêmirês”, pênase dike û radigihîne. Binavkirina “Qralê Bêmirês” di qada sînemayê da li dijî sînemaya Yeşilçamê, stêrkên sînemaya serdestan û li dijî sîyaseta dewletê ya sînemayê, bû “ragihandina desthilata stêrkê bindestan.”
5) Yilmaz Guney, rewşa gelê kurd tîne ser perdeya spî. Piştî ku ji xwe ra dibêje “Qralê Bêmirês”, êdî hinekî din azad tevdigere, derdikeve derveyî sînorên Yeşilçamê û dest bi çêkirina fîlmên li ser kurdan dike. Yilmaz Guney, di sala 1964an de jî bi karekterê “Mehmûdê kurd” di fîlma “Deh Zilamên Bêtirs” da bi awayekî zelal qala kurdan kirîye û ew anîne ser perdeya spî. Piştî vê fîlmê, di sala 1966an da bi fîlma “Qanûna Sînoran”, di sala 1968an da bi fîlma “Seyîdxan” û di sala 1969an da jî, bi fîlma “Gurên Birçî”, bi awayekî sergirtî rewşa gelê kurd, bişaftina li ser gelê kurd, dagirkerî û parçebûna li Kurdistanê tîne ser perdeya spî. Di xet û dîmenên van fîlmên xwe da, zordarîya dewletê ya li ser gelê kurd, bi awayekî sergirtî nîşan dide û rexne dike.
Yilmaz Guney, di encamên van taybetîyên bingehîn yên vê “serdema duyemîn” da “Guney Fîlm”ê saz dike, di fîlmên “Qanûna Sînoran” û di fîlma “Seyîdxan” da, “Xelata Serlîstikvanê Herî Baş” distîne. Gel ji “Qralê Bêmirês” hînî “Yilmaz Guneyê Nû” dibe, Guney, lîstikvan û derhênerên cûda cûda li dora xwe kom dike û bingeha “Sînemaya Yilmaz Guneyî” çêdike.
Serdema Sêyemîn a Hunermendîya Yilmaz Guneyî: 1970-1981
Yilmaz Guney, di serê sala 1970yî da biryarê dide ku di fîlmên xwe da bi awayekî aşkere dewlemendan, çîna serdest û sîstema dewletê rexne bike. Bi vî awayî, “Serdema Sêyemîn a Hunermendîya Yilmaz Guneyî” jî, dest pê dike. Ev serdem, ji sala 1970yî heya sala 1981ê, berdewam dike.
Pênc taybetîyên bingehîn ên vê serdemê jî, hene. Mirov dikare van taybetîyan jî bi kurtasî wiha rêz û şîrove bike:
1) Yilmaz Guney, li Tirkîye û Bakurê Kurdistanê “Sînemaya Yilmaz Guneyî”, ango “Sînemaya Çîn û Civaka Bindestan” ava dike. Yilmaz Guney, di salên 1970yî de bi fîlma “Hêvî”yê sînemaya xwe saz dike. Yilmaz Guney, li Edeneyê fîlma “Hêvî”yê dikişîne. Di vê fîlmê da; bavê xwe, oldarên sextekar, burjuvajiyê, rejîma dewletê, Emerîka, terzê tekoşîna çepgir û şoreşgeran, çîna bindest û feqîran rexne dike û zehmetîyên şoreşê tîne ziman. Her wiha bi fîlma xwe ya bi navê “Hêvî”yê Yeşilçam’ê têk dibe û plana xwe ya ku di girtîgeha Nevşehîrê de kiribû, bi awayekî serkeftî ddiomîne.
2) Yilmaz Guney, bi huner û kesayeta xwe, bi awayekî aşkere li dijî dewletê dest bi tekoşînê dike. Yilmaz Guney, ligel fîlma “Hêvî”yê, hinek fîlmên din jî çêdike û di van fîlman de jî, sîstema dewletê rexne dike. Artêşa Tirkîyê, di 12ê Adara 1971ê da “derbeya leşkerî” dike û dîsa dibe desthilata sîyasî. Şoreşger, rewşenbîr û nivîskaran diavêje zindanan û dikuje. Ji bo ku Yilmaz Guney jî bikin sînemagerekî sîstema derbekar, generalên dewletê xelatan didin Yilmaz Guneyî û jê dixwazin ku “fîlmên soreşgerî û civakî çêneke û bi rêxistinên şoreşger ra têkilîyan daneyne”. Lê belê Yilmaz Guney, helwesta xwe ya li dijî sîstema dewletê naguherîne. Di sala 1971ê da li Enqereyê bi rêxistinên soreşgerî ra têkilîya datîne û alîkarîyên madî û manewî didê wan. Li devera ku bi şoreşgeran ra hevdîtinan dike, wek taqtîkeke hevdîtinê fîlmên xwe jî li wê derê dikişîne. Di fîlmên xwe da hinek fikr, peyv û karekterên şoreşgeran tîne ser perdeya spî. Di mala xwe da Mahir Çayan û hevalên wî (Oktay Etiman, Ulaş Bardakçı) vedişêre. Ji ber vê helwesta wî dewlet, di 16ê Adara 1972yan da bi sedema ku “alîkarîya şoreşgeran kirîye”, Yilmaz Guney digre. Yilmaz Guney li dadgehê dibêje; “Ger dîsa werin, ez ê dîsa alîkarîya wan bikim; mala min, ji hemû şoreşgeran re vekirî ye”. Yilmaz Guney, bi vê helwest û parastinê, him bi hunera xwe û him jî bi kesayeta xwe, bi awayekî aşkere û rasterast, li dijî dewletê têdikoşe. Ji ber vê yekê jî, Yilmaz Guney ji alîyê dadgehê va, bi cezayê 10 salên giran, tê cezakirin û cara duyemîn tê zîndankirin.
3) Yilmaz Guney, huner û hêza xwe dixe xizmeta têkoşîna li dijî sîstema dewletê û bi hunera xwe, gel perwerde û rêxistin dike. Yilmaz Guney, di zîndankirina xwe ya duyemîn da vê carê di girtîgehê da pir dixwîne, îdeolojî û têgehên sosyalîzm û komunîzmê hîn dibe. Ji alîyê îdeolojîk, sîyasî, teorîk û têgehan va, xwe werdigerîne hunermendekî şoreşger. Her wiha di zîndanê da, alîyê xwe yê wêjeyî jî bi pêş dixe û projeyeke fîlmên şoreşgerî jî çêdike. Yilmaz Guney di sala 1974an da, bi “Efûya Giştî” ji zîndanê derdikeve. Lê berîya ku were berdan, di navbera salên 1972-73yan da, rêberên tevgerên şoreşger ên wekî Mahir Çayan, Deniz Gezmiş û İbrahim Kaypakkaya hatibûn qetilkirin û li Tirkîye û li Bakûrê Kurdistanê, di warê tekoşîna sîyasî û civakî da, valahîyeke mezin çêbûbû. Yilmaz Guney, bi fîlmên ku çêdike (Mirovên Reben û Heval), polîtîkayên dewletê û jîyana burjuvazîyê rexne dike û nîşan dide. Ligel van fîlman, bi axaftin û rexneyên xwe jî vê valahîya ku çêbûye dadigire, gel perwerde dike û bi rêxistin dike. Ji alîyê civakî û sîyasî va, alîkarî û piştgirîyê dide şoreşgeran û hunera xwe, dixe xizmeta şoreşê. Gel jî piştgirîya wî dikir; alîgirên wî, ji alîgir û hezkirên partîyeke sîyasî bêhtir bibûn. Bi vê piştgirîya gel, li dijî dewletê dijberîyeke mezin dikir.
Dewlet, van hewldanên Yilmaz Guneyî dibîne û biryarê dide ku wî rawestîne û têk bibe. Yilmaz Guney dema di 13ê Îlona 1974an da dixwaze ji bo fîlma xwe ya “Endîşe”yê dengê çekan tomar bike, dozgerê navçeya Yumurtalıka Edeneyê Sefa Mutlu, li ber wî radibe, êrîş û heqaretan lê dike. Yilmaz Guney jî bi demançeyê wî dozgerî dikuje. Dewlet, vê “bûyera li Yumurtalık”ê, weke fersendekê dibîne û ji bo ku Yilmaz Guneyî ji sînema, şoreşgerî û gel qut bike, bi 19 sal cezayê giran wî ceza dike û diavêje zîndanê. Zîndankirina Yilmaz Guneyî ya sêyemîn jî, bi vê “bûyera Yumurtalik”ê dest pê dike.
4) Yilmaz Guney, di zîndanê da jî li ser sînemayê disekine. Guney, di zîndanê da pê dihese ku dewlet li dijî wî hazirîya komployekê dike, li ser vê ew jî xwe li gorî vê rewş û tekoşîneke nû amade dike. Di kîjan zîndanê be jî mehkûman bi rêxistin dike, fikrên şoreşgerî û jîyaneke komînal hînî wan dike. Ligel vê yekê bi awayekî pir zelal senaryoyên şoreşgerîyê dinivîsîne û ji zîndanê derhênerîya fîlman dike. Senaryoyên fîlmên wekî “Destûr” (İzin-1975), “Teqez Rojekê” (Mutlaka Bir Gün-1975), “Kerî” (Sürü-1978), “Dijmin” (Düşman-1979) û “Rê”yê (Yol-1981) dinivîsîne. Her wiha Yilmaz Guney, di gîrtigehê da kêşana van fîlman jî bi rê ve dibe. Ligel vê yekê Yilmaz Guney, di zîndanê da xebatên xwe yên li ser wêjeyê jî didomîne û ji rojnameyan ra gotarên edebî, sîyasî û îdeolojîk dişîne û dide weşandin. Her wiha, bi navê “Çîrokên ji kurê min ra” çîrokên cûrbicûr û sê romanên bi navên “Bersûc”, “Hucra Min”, “Em Sobe, Cama Paceyê û Du Nanan Dixwazin”, dinivîsîne. Di sala 1978a da kovarekê bi navê “Kovara Guneyî” jî derdixîne.
5) Yilmaz Guney, bi awayekî zelal li ser kurd û Kurdistanê fîlman çêdike. Fîlma “Kerî” (Sürü-1978) û fîlma “Rê” (Yol-1981), rasterast li ser rewşa Kurdistanê, li ser şoraşgeran û li ser zordestîya dewletê hatine çêkirin. Bi vî awayî her çiqas di zîndanê da bû jî Yilmaz Guney, bi huner û bi fîlmên xwe, li Tirkîye û li Bakûrê Kurdistanê, her tim di nav gel de bû û di mîhrîcanên fîlman da hin xelat jî wergirtibûn. Ligel vê yekê, Yilmaz Guney bi qaçaxî van fîlman û hinek fîlmên xwe yên din derdixe derveyî Tirkîyê. Ji van fîlmên wî hinek, di mîhrîcanên navnateweyî da jî xelatan distînin. Êdî nav û hunera Yilmaz Guneyî ji zîndanên Tirkîyê derketibû û li Ewropayê jî belav bûbû.
Piştî ku li Tirkîye û li Kurdistanê şoreş hinekî bi pêş dikeve, bi alîkarî û piştgirîya dewletên NATO û Emerîkayê; Artêşa Tirkîyê, di 12ê Îlona 1980yî da “derbeyeke leşkerî” dike û desthilatdarî dîsa dikeve destê artêşê. Li Tirkîye û Kurdistanê, bi sedan kesan dikuje û bi hezaran kesan jî diavêje zîndanan. Di vê demê da artêşa Tirkîyê, fîlmên Yilmaz Guneyî qedexe dike, nexweşîya wî derman nake, li dijî wî û malbata wî şerekî taybet-psîkolojîk dimeşîne, “Kovara Guneyî” qedexe dike, li ser wî 10 dozên nû vedike û ji bo wî nêzî 100 sal cezayê giran dixwaze. Piştî van êrîşên dewletê, êdî tu şert û merc namînin ku Yilmaz Guney hunera xwe bidomîne û li dijî rejimê têbikoşe. Loma mecbûr dimîne ku ji zîndanê bireve. Ji ber van sedeman, Yilmaz Guney di 9ê Cotmeha sala 1981ê de (roja ku Deniz Dezmiş bi cezayê îdamkirinê hatibû cezakirin, wekî ku bersivekê jî bide vê cezakirina dadgeha leşkerî), ji girtîgeha Ispartayê direve û diçe Fransayê.
Serdema Çaremîn a Hunermendîya Yilmaz Guneyî: 1981-1984
Piştî ku Yilmaz Guney diçe Fransayê, “serdema çaremîn a hunermendîya wî” jî dest pê dike û ev serdem jî, ji 1981ê heta 1984an, berdewam dike. Çar taybetîyên bingehîn ên vê serdemê jî, wiha ne:
1) Yilmaz Guney, ji sînorê Tirkîye û Kurdistanê derdikeve û dibe hunermendekî navneteweyî û enternasyonalist. Navê Yilmaz Guney û hunera wî, ligel Tirkîye û Kurdistanê, li Ewrûpa û gelek deverên dinyayê belav dibe û hunera wî ya sînemayê, di nava sînemaya cîhanê da cîhê xwe digre. Bi vî awayî Yilmaz Guney li derveyî welêt hunera û dijberîya xwe ya li hemberî sîstema dewleta Tirkîyê didomîne û dibe hunermendekî navneteweyî.
2) Yilmaz Guney, bi huner û bi fîlmên xwe, dinya bi zilm û zordarîya ku dewleta tirk li kurdan dikir, hesand. Yilmaz Guney, di vê demê da, giranîya hunera xwe dide ser Kurdistanê. Di fîlma “Rê”yê da li ser şert û mercên bindestîya Kurdistanê, rewşa gelê kurd û girtîyan û zordarîya dewletê sekinîbû. Fîlma “Rê”yê (Yol), ji ber rastîya van mijaran û hunermendîya Yilmaz Guneyî, di “Mîhrîcana Fîlman ya Cannesê” ya di 1982yan da, “Xelata Palmîya Zêrîn” distîne. Di fîlma “Dîwar”î (Duvar-1983) da, navên rêxistinên şoreşger û navê kurd û Kurdistanê bi awayekî aşkere cî digrin. her wiha bi vê fîlmê, zilm û dagirkerîya dewletê ya li ser Kurdistanê radixe ber çavên tevahîya dinyayê. Li alîyê din li cîhekî digere ku li wê derê li ser Kurdistanê fîlmeke nû bikişîne. Ji bo vê yekê diçe Cezayîr û bi Dr. Qasimlo ra jî hevdîtinekê pêk tîne. Dixwaze li Rojhilatê Kurdistanê fîlmekê bikişîne û li wê derê jî sînemaya kurdan were avakirin.
3) Yilmaz Guney, li Ewropayê jî piştgirîya sînemager û şoreşgeran dike. Bi huner û fikrên xwe piştgirîya sînamakarên dinyayê yên ku dijberê dîktator û sîstema kapîtalîst bûn, dike û ji tevgerên şoreşger yên kurd, tirk û dunyayê ra dibe alîkar. Ligel vê piştgirîya xwe têgeh û şaşîyên li hember Kurdistanê yên çepgir û şoreşgerên tirk, ereb û farisan jî, rexne dike.
4) Yilmaz Guney, polîtîkayên dewletên Ewropayê yên li ser Kurdistanê û alikarîya ku didan dewleta tirk jî, rexne dike. Weke hunermend û sîyasetmedarekî kurd, li Ewropayê jî tekoşîna xwe ya li dijî sîstema kapîtalîst û li dijî dagirkerîyê, didomîne. her wiha, çawa ku li dijî faşîzma dewleta tirk hunera xwe bi kar tîne, bi heman awayî hewl dide ku bi projeyên cûrbicûr hunera xwe li dijî dagirkerî û kedxwarîya dewletên Ewropî jî bi kar bîne.
Lê belê nexweşîya Yilmaz Guneyî, nahêle ku van projeyên xwe yên hunera sînemayê pêk bîne û ji ber nexweşîya xwe, di 9ê Îlona sala 1984an de li Fransayê, li bajarê Parisê jîyana xwe ji dest dide.
Wek encam; Yilmaz Guney, hunermedekî wisa bû ku dixwest her tim hunera wî di xizmeta azadîya gelê Kurdistanê û bindestan da be. Ji bo vê jî hemû zor û zehmetî dan ber çavên xwe û bi huner, wêje û kesayeta xwe ya sînemayê her tim li dijî neheqî, kedxwarî û dagirkerîyê derket, her tim li dijî sîstema dewlet û kapîtalîst têkoşîya.
Dewleta tirk; fîlmên wî sansûr kirin, qedexe kirin, sînemayên ku fîlmên wî nîşan didan bombe kirin û bi rê û rêbazên cuda ew binçav kir, surgûn kir û avêt girtîgehan, her wiha 132 sal ceza danê lê belê dîsa jî, bi ser neket ku Yilmaz Guneyî rawestîne û wî ji dilê gel û qada sînemayê derxîne.
Îro, her çiqas di ser mirina Yilmaz Guneyî ra 39 sal derbas bûbin hîna jî, li Kurdistan, Tirkîye û li gelek deverên dinyayê; li ser jîyan, kesayet, huner, nivîs û fîlmên wî lêkolîn û nîqaşên cûrbicûr dewam dikin.
Em careke din, hunermend û sînemakarê kurd Yilmaz Guneyî, bi rêz û hurmeteke mezin bi bîr tînin û bejna xwe li ber wî ditewînin.