1. DAHÛRANDINA SEMÎOTÎK YA KURTEFÎLMÊ AZAD
1.1. Kurtefîlmê AZAD
1.1.1. Kûnyenameya Kurtefîlmê Azad
- Navê Fîlm: Azad
- Derhêner: Yakup Tekîntangaç
- Senarya: Yakup Tekîntangaç
- Çêker: Yakup Tekîntangaç
- Derhênerê Dîmen:
- Ziman: Kurdî-Kurmancî
- Lîstikvan:
- Mawe: 16 xulek
- Taybetmendîyê teknîkî: Bi reng
- Welat: Tirkîye
- Dîroka Vîzyonê: 15 Îlon 2015
1.1.2. Çiroka Azad
Lawikê 9 salî yê bi navê Azad, piştî mirana bavê xwe, bi dayîka xwe ra koçî bajarê stenbolê dikin. Ev kurtefîlm jî fokusa li ser jîyana Azad ya li stenbolê ye. Azad di hundirê malê de mîna girtîyekî zîndanê dijî ku di her derfetê da li derve, li kuçeyan temaşe dike. Ji ber ku dayîka wî bi roj dixebite lawik di hindirê malê da bi tenê dihêle û derî jî li ser mifte dike.
Lawikê 9 salî gelek dihesûde jîyan derve û dixwaze derkeve derve lê belê mixabin ev derfeta wî tune ye. Ji ber nebûna derketina derve Azad, di hindurê malê da ji xwe re karîgerîyan peyda dike. Yek ji van karîgerîyan jî lêxistina erbaneyê ye. Di ber lêxistina erbanê ra jî gotina stranên kurdî ye. Lê belê karê ku jê hezdike lê hatîye qedexekirin. Ji ber ku erbane deng derdixe ji hêla cîranan ve tê astengkirin ku bi lexistina erbanê ra zîla derî lêdixe ku ev tê wê wateyê ku cîranê di apartmanê ji dengê erbanêye nerehet bûne. Yek ji karîgerîya azad di hundirê malê da boyaxkirin û şekilçêkirina kartonan e. Azad bi qarton û pembûyan di hindirê odeyê da jîyana li derve ku dihesûde ava kirîye.
1.1.3. Yakûp Tekîntangaç
Derhênerê Fîlmê Azad Yakûp Tekîntangaç, di sala 1980î li Agirîyê ji dayîk bûye. Sê salan di derneka nivîskarên senaryoyê de perwerde stendîye. Çar salan di nava Kolektîfa Sînemya Mezopotamya da beşdarî xebatên sînemayê bûye.
Di sala 2013an da kurtefîlmê bi navê Qapsûl û di sala 2014an de jî kurtefîlmê bi navê polîstan kişandîye. Kurtefîlmê xwe yê bi navê Azad jî di sala 2015an da kişandîye ku vî kurtefîlmê wî di mîhrîcanên navnetewî yê cîhanê da xelat wergirtine.
1.2. NÛVE (FINDING) YÊ AZAD
1.2.1. Dîmenên Lebtok (Devîngen)
1.2.2. Dîmenên Lebtok (Devîngen) 1
Dîmen 3: Dîmenên Lebtok(Devîngen)
Kurtefîlmê Azad bi van dîmenên arîtmetîk destpêkirîye. Di van dîmenan da em dibînin pêşî derîyek tê girtin, ronahî tê birîn. Piştre ronahî tenê di cihê mifteya derî re dîyar dibe û bi saya efektên devîngen ev ronahîya cihê mifteyê şêwaz digire û navê AZAD pêk têt.
Bi rêya van dîmenan bi awayekî hêmayî çîroka fîlm hemû hatîye vegotin. Di fîlm da jî lawikê bi navê Azad bi neçarî di pişt derî da dimîne û derî li ser tê mifte kirin. Di van dîmenên destpêka fîlm da em dibînin derî tê girtin, ronahî tê birîn û serdestîya tarîye çêdibe. Bi vê birîna ronahîyê derhêner xwestîye peyameke sublîmînal bide ku ev jî tê wateya binpêkirina azadîyê. Lewra AZAD ji ronahîya mifteyê pêk tê ku ev jî hêmaya di hûndirmayîna azadîya Azad û binpêkirina vê azadîyê ye.
Weke ku Christian Metz jî amaja bi mekan û hêmayan kirî, di fîlmê Azad de jî em dibînin hêmakirina mekan bûye rêya vegotinê. Azad(îya) ku fîlm jî navê xwe jê girtî bi rêya hêmayan tête fokuskirin û rewşa azadîya Azad tête nîşandan. Herweha ev mekan(derî, ronahî û hwd.) ji bo veguhestina wateya fîlm jî xwedî cihekî giring in.
1.2.3. Dîmenên Lebtok(devîngen) 2

Di vî dîmenî de jî bicihbûna cida ya Azad û dayîka wî em dibînin ku Azad bi tena serê xwe dileyîze, ne ku bi dayîka xwe re dileyîze. Ev cidabûn jî tê wê wateyê ku Azad fêrî bi tenêtîyê bûye û bi tena serê xwe dikare wextê xwe derbas bike. Di dîmena pêşîye da me destnîşan kiribû ku azadîya Azad maye di hundir da ango maye li pişt derî. Îcar di vê dîmenê da jî dixûyê ku Azad di hundir da fêrî vê tenêtîye bûye û ji xwe re karîgerî peyda kirine.
1.2.4. Dîmenê devîngen 3
Dîmen 5: Dîmenên Lebtok
Ev dîmenên temaşekirina Azad ya derve ye. Ji ber ku dayîka wî sosin diçe kar û ew li malê bi tenê dimîne. Azad jî di nava vê tenêtîyê da hesreta derve dikişîne û her ku derfet dibîne li derve temaşe dike. Ev hesreta derve nîşaneya berbiçav ya binpêkirina azadîya Azad e. Bi rêya van hêmayên mekanî fîlm, rewşa binpêkirina azadîyê ya xerab bi me dide hîskirin.
1.2.5. Dimenên Devîngen 4
Dîmen 6: Dîmenên Devîngen
Ev dîmenên devîngen jî rewşa malê ya taybet nîşanî me didin. Weke ku di van dîmenan da dixûyê rewşa malê ya aborî ne baş e. Ji dîmenên sarincê jî dixûyê ku sarinceke kevin a yek derî ye û hundirê wê da jî tişteke berbiçav ya xwarinê xûya nake. Her weha di wêneyê duyem da jî televîzyon û koltix jî kevin xûya dikin ku televîzyona bitûp ya kevin e. Ev dîmen rastîya mijarê di serê mirov da zelal dikin. Weke ku xûya dibe çîroka fîlm, li bajarekî xerîb, di nava rewşeke aborî ya ne baş da derbas dibe. Bi vî awayî dîsa mekan bûye rêya vegotinê ku bu dîmenan rewş û atmosfera çîrokê hatîye veguhestin.
1.2.6. Dîmenên Lebtok 5
Dîmen 7: Dîmenên Lebtok
Di van dîmenan da jî em qodên çandî dibînin. Weke ku Christian Metz jî amaje bi qodên sînemayê kirî; watekirina vegotinê bi qodan ava dibe. Qod, ew hêmayên ku nîşaneya wan tiştên derveyî ne. Qodên çandî jî bi rêya hêmayan nîşaneya çandê dikin ku di van dimenan da du qodên çandî derdikevin pêşîya me. Qoda yekemîn li erdê xwarina xwarinê ye ku ev qod piranî weke çanda kurdan tê zanîn. Qoda duyemîn jî qoda erbaneyê ye, erbane herçiqas çandeke hevpar ya rojhilata navîn bête zanîn jî di nav sînorên tirkîye da erbane bi kurdan tê naskirin. Loma jî di fîlm da erbane weke qoda çanda kurdî tê zanîn. Bi vî awayî qod bi rêya hêmayan bûye rêya vegotinê.
1.2.7. Dîmenên Lebtok 6
Dîmen 8: Dîmenên Devîngen
Di van dîmenan da jî em afirînerîya Azad dibînin. Her çiqas Azad bi tena serê xwe di pişt derîyê miftekirî da mabe jî, di hundirê malê da bi taybetî jî di odeyeke xwe ya taybet da ji xwe re cîhanek nû afirandîye. Azad ew cîhana li derve ku her roj bi hesretî lê temaşe dikir, di hundîrê malê de ji xwe re ava kirîye. Azad bi qelema rengîn û bi qarton, şêwaza bajarê ku lê dijî di hundirê odeyê da ava dike. Bi vê avakirina Azad em têdigihin ku ew bajarê lê dijî, Stenbol e.
Weke ku me li jor jî amaje pê kirî Azad li bajarekî biyanî di pişt derîye miftekirî da maye. Di pişt vî derî da azadîya xwe ya derve ji dest daye ku pir dihesûde jîyana derve û her ku derfet dibîne bi xemgînî derve temaşe dike. Lê belê bi dawîya fîlm ra em têdigihijin ku Azad li hemberî binpêkirina azadîyê serîhildaye û bi afirîneya xwe ev azadîya di dilê xwe da destnîşan kirîye. Ew bajarê dora xwe bi gelek taybetî û hurgulîyan di hindirê mala xwe da hûnandîye. Bi vî rengî em dibînin ku di van dîmenan da hêmayên giring hatine bicih kirin. Bi van dîmenan ra wateya fîlm zelal dibe. Ev hêma jî bi saya mekan hatine bicihkirin, ku dîsa em dibînin mekan bûye rêyeke girîng ya vegotina wateya fîlmê.
1.2.2. Dengên Fonetîk (Dîalog)
Weke ku Christian Metz jî amaje pê kirî ji bo veguhestina wateya fîlm dîalog jî cihekî giring digirin. Her weha gelek caran ji watedarkirina fîlm bi saya dîalogan dibin rêya vegotinê.
Dîaloga di navbera Azad û dayîaka wî Sosin de wiha ye;
Azad: Çima nayê bîra min?
Azad: Pora wî eynî pora min….(azad li wêne dinêre)
Azad: Sosin ez rengê te didim yan rengê bavê xwe?
Sosin: Kî te didît, digot li bavê xwe çûye. Xelk wisa digotin pir xoşa wî diçû (sosin digrî)
Ev dîalog jî nîşaneya her du lehengan ya hevpar e. Di seranserê fîlm de Azad û dayîka xwe Sosin ji hev dûr in û her yekî ji xwe re bi karîgerîyên din ve mijûl in. Lê belê di vê dimenê da em dibînin ku Azad ketîye hembêza dayîka xwe. Di vê sahneyê da Azad li wêneyê bavê xwe dinêre. Di vê navberê de Sosin jî digrî. Ji vir dîyare ku Azad bavê xwe nedîtîye an jî dema hîn biçûkbûye bavê xwe dîtîye (çima nayê bîra min?). Lê belê dîsa valahîyek û bêrîyek di dilê wî da heye. Ji xemgînî û girîyên Sosinê jî dîyar dibe ku bêrîya hevjînê xwe kirîye. Jî dîalogê dîyar dibe ku bavê wan mirîya ku her du jî bi tunebûna wî di nava valahî û xemgînîyeke mezin da ne.
Weke ku em li ser vê dîalogê hûr bûyê em dibînin ku di bin her gotineke wan da wateyeke fîlm a din derdikeve. Bi vî awayî em dibînin ku ev dengên fonetîk jî bûne amûra vegotina fîlm.
1.2.3. Dengên Muzîkî
Muzîkê ku di kurtefîlm da hatî bikaranîn, muzîkên gelêrî yên kurdî ne. Ev mûzîk jî nîşaneya qodên çanda kurdî dikin. Her weha gelek caran Azad jî bi erbaneyê van muzîka dibêjê. Ev jî naşaneya alaqeya Azad ya muzîk nîşanî me dide.
1.2.4. Amûrên Grafîk
Di fîlm de yekem amûra grafîk ev nivîsa navê fîlm e. Me di destpêka vê beşê da jî hûrbûnek li ser vê nivîsê kiribû ku ev nivîs ji ronahîya cihê mifteya derî dirûv digre û pêk tê. Tarîbûna li derdora vê nivîsê nîşane li tarîbûna azadîya Azad dida.
1.2.5. Dengên Qerebalix (xircir)
Di fîlm da em dengên qerabalix jî seh dikin ku hinek ji wan dengan weha ne;
Dengê lîstoka Azad
Zîqîna derî
Dengê meqes li ser masê
Dengê televîzyonê
Dengê bangdana melê
Dengê erebe û mirovan ku ji derve tê
Dengê zîla derî
Dengê Erbaneyê
Dengê paqijkirina malê ya tozmijê
Dengê baranê
Dengê firîna kevok
Van dengên qerebalix hemûyan jî realîteya fîlm zêdetir kirîye û ew atmosfer bi me daye hîskirin. Hinek ji van dengan carnan dengên karîgerîyên Azad in carnan jî dengên xwezayî ne. Lê belê di fîlm da em dibînin herî zêde fokus li ser dengên derve ye ku gelek caran Azad jî li van dengan guhdarî dikir û hesrata van dengan dikişand nava xwe.
1.3. NÛVEYÊN JI KURTEFÎLMÊN AZAD HATÎ BIDESTXISTIN
Ji bo veguheztina wateyê piranî mekanên hundirîn hatine bikaranîn. Ev mekanê hundirîn di hundirê malê da ne. Her weha di hundirê malê da jî odeyeke ku Azad xeyala xwe ya azadîyê tê da afirandîye. Hêmanên aîdê mekanê û lehengê fîlm li gorî afirandina wateyê di cî da hatine bicih kirin. Girêdayî temaya fîlm gelek caran hevrûkirina mekanên derve û mekanên hundurîn hatîye bikaranîn ku em dibînin di dawîya fîlm da ew mekanê derve hatîye di hundir da ava bûye.
Di fîlm da dengên fonetîk (dîalog) her çiqas ne pir bin jî, ên heyî jî ji bo avakirina wateya fîlm xwedî cihekî giring in. Dîalog gelek caran dialog ji bo têgihiştina çîrok fîlm dibin mifte (azad di hembêza dayîka xwe de li ser bêrîkirina bavê diaxivin) carinan jî dîalog dibin cihê pevçûnan (pevçûna azad û dayîka wî) her weha dîalog fokusê li ser dîmenên lebtok dikin û wateya wan berztir dikin.
Di fîlm da dengên muzîkî jî xwedî cihekî giring in ku piranî ji van muzîkan, muzîkên kurdî yên gelerî ne. Muzîkên fon jî hene ku ew jî fokusê li ser tenêtî û xemgînîya lehengan dikin.
Di fîlm de tenê yek amûra grafîk heye ku ew jî dîyarkirina navê fîlm e. Ev amûra grafîk jî di cî da hatîya bikaranîn her weha şêwaza çêbûna vê grafîkê jî xwe wateya fîlm girtîye. Amûra grafîk, di nava tarîtîyê da ji ronahîya cihê mifteya derî şêwaz digirt ku ev fokusê li ser azadîya Azad ya di hundir da dike.
Dengên qerebalix jî ji bo rastîya çîroka fîlm xwedî cihekî giring in. Ev deng hemû di cih û wextê xwe de bi awayekî dîyar hatine bikaranîn ku ev jî atmosfera fîlm ya realîst di serê bîner de zelal dike
ENCAM
Di demên dawî da bi pêşketina teknolojîyê re, di gelek qadan de giringî û bikaranîna hêmayan zêdetir bûye. Yek ji van qadên ku bi awayekî zêde dihêne bikaranîn sînema ye. Di sînemayê da hêma, ragihandinê di navbera derhêner û bîner de pêk tîne û wateya ku derhêner ava kirî vediguhezîne. Dahûrandina semîotîk jî lêkolînan dike ka gelo hêma çawa wateya di nava xwe da dihewînin û vediguhezînin. Bi vî awayî bi saya dahûnardina semîotîk hêma û peyamên veşartî yên derhêner derdikevin û têgihiştina fîlm ya kur, zelal dibe.
Di vê hûrbûna dahûrandina semîotîk li ser kurtefîlmê Azad me dît ku di seranserê film da hêma hatine bikaranîn. Nemaze jî hûrbûna me ya semîyotîk li gorî dahûrandina Christian Metz bû ku li gorî vê senifandinê destnîşankirina hemayan ji bo me hêsantir bû. Dahûrandina semîotîk ya Christian Metz ji 5 guhertoyan pêk têt. Ev guherto wiha ne; Dîmenên Devîngen, Dengên Fonetîk, Dengên Muzîkî, Amûrên Grafîk û Dengên qerebalix. Di fîlm da me dît ku her 5 guherto jî hatine bikaranîn û her yek ji van guhertoyan ji alîyekî wateya fîlm temam kirîye. Li gorî vê dahûrandinê em dikarin bibêjin ku bêyî van hêmayan wateya fîlm bi vî awayî bi bandor û kur ava nedibû.
Kurtefîlmê Azad bi naverok û zimanê xwe fîlmekî kurdî ye. Bi kurdbûna derhêr, ev fîlm dibe aîde sînemaya kurdî. Ji alîyê bikaranîna hêmayan ve, ev kurtefîlmê sînemaya kurdî weke mînakeke xurt derdikeve pêşîya me. Derhênar bi hêmayan fokus li ser qodên çandî kirîye ku ev qod kurdîbûna fîlm xurttir dikin. Li gorî nêrîna Christian Metz ya li ser qodên çandî, em dibînin ku qodên çandî jî di fîlm da bûne rêya vegotinê. Bi saya van qodan wateya fîlm hatîye temamkirin û mijara sereke çêtir zelal bûye.
Derhêner di fîlm da qod û hêmayên sînematîk jî bikaranîne ku van qodên sînematîk tevna fîlm temam kirîye. Bi van qodên sînematîk ve girêdayî, bestandina dîmenan û avakirina wateyê li gorî mijara sereke di cih hatîye çêkirin.
Wekî encam em dikarin bibêjin ku semîolojî ji bo têgihiştina kur ya fîlman alîkar e. Her weha semîyolojî ji bo derhêneran jî derfetên mawe û wateya bi bandor diafirîne.
ÇAVKANÎ
- Erkman, F. (1987). Göstergebilime Giriş. İstanbul: Alan Yayıncılık
- Gottdiener, M. (2005). Postmodern Göstergeler, Çev. E. Cengiz-H. Gür-A.Nur, İstanbul: İmge Yayınları
- Metz, Chriatian(2012). Sînemada Anlam Üstüne Denemeler, Çev. Oğuz Adanır, istanbul: Hayalperest yayınları
- Aydın, H.Tezcan(2019). Kısa Metrajlı Filmlerde Bir Anlam Aktarma Aracı Olarak Mekan Kullanımı. Yüksek Lisans Tezi. Ordu Üniversitesi. Ordu.
- Barthes, R. (2016). Göstergebilimsel Serüven, (çev: Mehmet-Sema Rifat.) İstanbul: Yapı Kredi Yayınları.
- Keskin, Salih(2018). Sinmemada Göstergebilim Çalışmasına Uygulamalı Bir Örnek: Kimki Duk’un Bin Jip Filminin İncelenmesi. Yüksek Lisans Tezi. Selçuk Üniversitesi. Konya.