Vîkîng (Vikings, 2013-2020) rêzefîlmeke di celebê drama-dîrokî da ye ku bi berhemhênana Kanada û Îrlandayê hatiye çêkirin. Nivîskar û berhemhênerê wî Michael Hirst e. Û li ser kanala History û Netflixê tê weşandin. Li DYA (Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê) û li Kanadayê di mejûya 3 Adara 2013an da dest bi weşanê kiriye û bi tevahî şeş demsal hatiye weşandin.
Michael Hirst senarîst û berhemhênerê îngilîz e. Digel fîlmên wî yên herî biserketî Elizabeth (1998) û Elizabeth: Serdema Zêrîn (2006), rêzefîlma The Tudors (2007-2010) jî -ku xelata Emmyyê stendiye- berhemên wî yên girîng in.
Vîkîng di dîrokê da wekî Norşenî tên zanîn. Vîkîng bi eslê xwe îskandînav in û taybetmendiyên wan yên korsanî û bazirganî berbiçav in. Vîkîng wekî zarokên êrîşker yên dîrokê bal dikêşin, nexasim di sedsala 8-11an da bi helwestên xwe yên emperyalîst tên zanîn. Di vê serdemê da li Bakurê Rojavayê Ewropayê gelek herêm kirine bin kontrola xwe. Tê fikirîn ku navê Vîkîng ji peyva “vikingr” hatiye. Ev peyv jî di zimanên destpêkê yên îskandînavî da tê wateya “korsan”î.
Em bi dîmenek bi heyecan dest bi rêzefîlmê dikin; Ragnar û birayê wî Rollo bi hev ra şer dikin. Rolloyê birayê Ragnar, jina wî Lagertha, kurê wî Bjorn, keşîşê Xiristiyan Athelstan û Siggyya jina Earl lehengên sereke ne ku seranserê rêzefîlmê da hene.
Di şerekî wan da em dibînin ku Ragnar, keşeyê Xiristiyan Athelstan diparêze (ji xeynî Athelstan her kesî qetil dike). Paşê ew keşîş hewl dide hînî kevneşopiyên Vîkîngan bibe. Keşê demên dijwar derbas dike. Herçiqas heta demekê hewil dide bi baweriyên xwe ve bimîne û têgehên wekî Valhalla, xwedayê şervan Odin red bike jî paşê ew jî dibişive (asîmîle dibe) û kesayeta xwe wenda dike.
Ragnar û birayê xwe û şervanên din pêk ve diçin gelek şeran lê bele vê paşiyê dek û dolab di navbera wan da derdikevin. Ragnar planan hazir dike û van planan pêk tîne. Asta wî ya di nav gel da roj bi roj bilindtir dibe. Mirov dikare bibêje digel van bûyeran û hin yekên din bûne sedemên ku temaşevanê rêzefîlmê zêde bibin.
Ragnar di dawiya şerên dijwar da bi halekî birîndar û revoke derdikeve hemberî Earl û bi şerekî dadmend (ango li hember temaşevanan) wî dikuje. Paşê ew di nav şervanên din da digihîje asteke bilindtir û berê xwe dide axên ku tim xeyalê wan dikir. Di vê rêwîtiyê da gelek sûd ji Athelstan werdigire ji ber ku ew him keşe ye û him gerok e. Bi alîkariya hevalên xwe Floki ku hostayê keştiyan yê gelek şerên dijwar derbas dike û tê asta herî bilind ango asta qraliya Vîkîngan.
Ew bi niyeta ku nifşên nû li Îngilîstanê bi cih bibin li Îngilîstanê gelek hevaltiyên nû çêdike. Jina xwe ya berê Lagerthayê dike berpirsyarê gundekî Vîkîngan ku li Îngilîstanê ye. Ragnar şerên xwe didomîne û bere xwe dide Parisê. Li vir di heyna şer da nexweş dikeve. Zivistan jî bi ser wan da tê û zora wan dibe. Ew jî bi mebesta ku serkeftina xwe wenda neke birayê xwe digel hinek şervanan heta roja ku wê dîsa êrîş bike, li vir dihêle û vedikişe.
Ber bi dawiya sedsalê ve êdî Îngilîstan têrî wan nake û heta dawiya sedsala 11an digel Amerîkayê, li Rûsyayê, Deryaya Spî, welatên mislimanan û Bîzansê belav dibin. Vîkîng, bi gelemperî ji Swêdî û Norweciyan pêk tên û navê “Dan” li wan hatiye kirin. Bi êrîşên xwe yên bi ser Îngilîstan û Fransayê gelek kolonî li van deran ava kirine û her wiha gelek bandor li ser siyaset û civaka wê serdemê kirine. Wexta ku sal bû 860, Vîkîng gihîştibûn heta Bîzansê jî.
Vîkîng, bi derfetên keştiyên xwe diçûn ew deverên dûr. Bi saya wan keştiyên teng, dirêj û bi taybetî hatiye dîzaynkirin, ew dikaribûn di hemû çem û behran ra biçin. Ji bilî vê yeke, bêyî ku lenger berdin li hemû peravan dikaribûn bisekinin.
Di destpêkê da êrîşên Vîkîngan ji bo erdan bi dest bixin nîn bû. Vîkîng li erdên xwe yên bejî nikaribûn çandiniyê bikin. Li welatê wan mercên jiyanê pir giran bûn, ev yek bandorê li ser karakterên wan û kevneşopiya wan jî kiribû. Bi her awayî civakeke hişk û tund, şervan, dilhişk û bêrihm in. Wekî ku mirov dikare ji rêzefîlmê jî bibine, hemû êrîşên xwe da bidestxistina zêr û zîv û tiştên giranbiha kirine armanc ango mebesta wan talankirin e. Di van êrîşên xwe da çi ji destê wan bê distînin, heta dikarin dikujin û paşê vedigerin mala xwe. Lê belê paşê vî karî, berfirehtir dikin û hewl didin ku li Îngilîstanê niştecihan ava bikin. Bi ser da leşkerên herî bi hêz yên îngilîzan jî têk dibin.
Ragnar, wekî di rêzefîlmê da jî derbas dibe, berî ku wî bavêjin çala maran straneke mirinê ya navdar dixwîne: “Çi xweş dê ku Odin ji bo min ziyafetek amade kiriye. Di nêzîk da ez dê şerabê di qiloçên pilûç da vexwim. Ew şervanê ku hatiye Valhallaya Odin, gazinan nake. Ez dê bi gotinên tirsok dernekevim pêşberî wî. Wê Aesir min pêşwazî bike. Berî mirin bibe şîn, wê were. Ez hew dikarim li vir bipêm, divê zû herim. Min êdî bibe malê, Disir. Valkyriesên ku Odin şandine… Ez û Aesir em bi şanazî şeraba xwe biqurtînin. Rojên jiyana min bi dawî dibin. Ez dilşad im dema ku dimirim.”
Ivar Ragnarsson
Vîkîng êrîşên herî xurt û wêrek bi serokatiya Ivarê Bêhestî bi ser Halfdan û Ubbe ve kirine. Ellayê qralê Northombria piştî vê seferê ji aliyê Ivarê Bêhestî ve bi îşkenceya “Qertela Xwînê” hate kuştin. “Qertela xwînê” îşkenceyeke gelek erjeng ê di çanda Vîkîngan da. Her çiqas Ragnar di vê rêzefîlmê da pir tê hezkirin lêbelê di dîrokê da agahiyên derheqê wî da gelek kêm in. Di dîrokê da wekî serdarê navdar “Ivar The Boneless” ango “Ivarê Bêhestî” derbas dibe. Ji ber ku Ivar Ragnarsson nikare çîmên xwe bi kar bîne û nezayok e, jê ra wiha dibêjin. Em vê agahiyê jî dîsa ji çavkaniyên îngilîzan dizanin. Bes di rêzefîlmê da Ivar li ser erebeya hespan tevlî şeran dibe û tîrbazekî pîşebaz e. Û wekî din ew qralê Vîkîngan yê herî dildar e. Navê wî yê rastîn Ivar Ragnarssonê kurê Ragnar Lodbrok e. Bi gelemperî Vîkîng derbarê seqetan da bêrihm in lê hezkirineke wan ya bêpayan ji Ivar ra heye. Ew herçiqas ji aliye laşê xwe ve kêm bê jî ji aliyê zîrekiyê ve raserî hemû birayên xwe ye.
Bi bêrihmî û bi biryarên xwe yên misoger ji nav kurên Ragnar da yê herî hezkirox Ivar e ji bo civaka Vîkîngan. Ji bilî vê, ew wekî qralê Dublînê jî tê zanîn. Ivar, di civaka Ewropayê da navekî gelek sawnak e. Vîkîng jê ra digotin Ivarê Bêhestî lê belê îngilîz jê ra digotin “Ivarê Bixwîn”.
Di çavkaniyan da yekî wek porzer, dirêj, qeşeng û zîrek tê şayesandin. Lê belê nayê zanîn ku çawa miriye. Di hin çavkaniyan da mejûya mirina wî 870 ye, di hinekan da jî 873 ye. Hin çavkanî sedema mirina wî nabêjin lê di hinekan da jî dinivîse ku ji ber nexweşînê miriye. Ji ber ku kevneşopiyeke nivîskî ya Vîkîngan nîne mirov nikare bi esehî dîrok û çanda wan hîn bibe.