“Rihê miravî dişibe kanîyekê /Başî û nebaşîyê bi hev ra diherikîne /Hez û nefret ji heman çavkaniyê xwedî dibin /Ji kesên ku tî bûne ra her du jî şirîn tên.” (Zanyarên Erîdû)
Sînema qadeka hunerê ya herî berfireh e. Hemû qadên hunerê; muzîk, wêje, peyker, nîgar, reqs (dans) û avahîsazî bi awayekî zindî di nava hunera sînemayê da dikarin bên komkirin. Ji ber vê sînema bi hêsanî weke hunera heftem hatîye pênasekirin. Sînema hunerên din bi rengekî wisa di nava xwe da bi cîh dike ku vediguhere hunereka ahengsaz. Hunereka bi evqasî bi berfireh û piralî ne pêkan e ku ji heqîqet û rastîya mirovî, rastîya civak û neteweyan bêpar bimîne. Ji ber vê jî mîna qadên hunerê yên din sînemayê jî bi vegotina çîroka rasteqînîya mirovî dest bi rêwîtiya xwe kirîye. Îro jî di cewherê xwe da hemû huner, nemaze sînema bi çîrokên xwe rewş û ehwalên mirovî vedibêje. Ji bo vê rastîyê çend pirs tên hişê mirov: çîroka mirovî çawa, çi wext û bi çi rengî destpêkir? Lêgerîna xwe, nasîn û fêhmkirina hemû hebûnê ya mirovî; li bersiva pirsa qedîm ya ‘ez kî/ê me, hebûn û afirînerî çi ye? Bûye destpêk û bingeha çîroka mirovî.
Mirov cara pêşîn bi maneyê, bi lêgerîna wateyê dest bi çîroka xwe kirîye. Ev çîrok wekî bûyerên mîtolojîk gihîştine roja me. Di destpêkê da bi devkî, pişt ra jî bi nivîskî çîrokên mîtolojîk cihê xwe di cîhana “modern” da girtine. Lêbelê divê neyê ji bîr kirin ku di her serdem û çaxên dîrokî da qewimîn û bûyerên mîtolojîk ji hêla mirovan ve hatine peydakirin. Mirov ti carî bê mîtolojî nemaye. Bi nirxandina Campbell; mîtolojî çi heyînên ku bi çalakîya laş û hişê mirovî ra derketine, ji hemûyan ra bûye çavkanîya îlhamê. Huner, felsefe, ol-bawerî, xeyal û vedîtinên mezin hemû şopa mîtolojiyê digirin ser xwe (Campbell, 2013:13). Mîtolojî di cewherê xwe da hilberînên binehişîya civakî ne; hest, tirs, qebûlkirin-neqebûlkirinên deh hezar salan, bi kurtasî di her alî û wateyê da cerebeyên mirov û civakî ifade dikin. Mîtolojî çawa ku çand û civakan bi bandor dikin; bi heman rengî ji çand û civaka ku di navê da derdikevin jî bi bandor dibin. Mîtolojî şopên civakên xwe hildigirin ser xwe. Ji ber vê zindî ne, timî xwe nûjen dikin û digihîjin nifşên nû. Mirov timî li kok û rehên xwe digere, dixwaze xwe û hebûna xwe, hemû jîndarî û afirînerîyê fêhm bike. Ji ber vê mirov li dû şopa çîrokên xwe yên serdemên mîtolojîk û antîk in. Heger derdê sînemayê mirov be, hemû gerdûn, hebûn û afirînerî be, arezû-azwerî û meraqa bêdawî ya mirovî be teqez dê ji mîtolojiyê sûd bigire, mîtosên nû biafirîne.
Mîtolojî bi qasî ku tê zanîn zêde xwedî bandor e lewra mîtolojî qadên têvel yên wekî dîn, felsefe, psîkolojî, etnografî, antropolojî, huner û hwd bandor dike û ji hêla van ve jî tê bikaranîn. Ev rewşa bibandor ya mîtolojiyê pênaskirina wê jî zehmet dike. Ji ber vê M. Elîade ji bo pênaseya mîtosê wiha dibêje: Pênaseyaka mîtosê ya ku hemû zanyar li ser hev bikin û kesên ku di vê mijarê da ne pispor in jê fêhm bikin, dê zihmet bibe (M. Elîade, 2016:16). Bo vê şûna ku em rasterast behsa pênaseya mît/mîtosê bikin, bi mijarê re jî girêdayî em dikarin hin taybetiyên karakterîstîk yên mîtosan vebêjin.
Taybetmendîyên karakterîstîk yên mîtosan:
Di serdemên berîya dîrokê de bi çîrok, efsane, afirandina Xwedê û Xwedawendan mirovî hewil daye heqîqeta serdema xwe rave bike. Lewma jî di her mîtolojiyê de di serî da afirandin heye. Hemû xweza û afirînerî tiştekî zindî û çalak e. Bi vê rêwîtiya afirînerêya mirovî dest pê dike. Di hemû pirtûkên olan û miqedes da ev heye. Ji ber vê di mîtosan da tiştekî bêgîyan, pasîf û bêrist tune ye. Her tişt li gorî rista xwe, her hebûn li gorî wateya xwe di nava ahengekê da cihê xwe digire. Ev rastî bi sembol, metafor û motîfan wisa tê xemilandin ku mirov jîyana heyî pir cudatir daxilê jîyaneka nû dibe. Ji ber vê mîtolojî ji şîroveyên ra vekirîne. Cîhana mîtolojîk cîhaneka nêzî azadîyê ye. Lewra di mîtosan da tu sînor, astengiyê dernaxin û tên derbaskirin, lehengê/a mîtosê di rêwîtiya xwe da hemû tixûb û qedexeyan bin pê dike, di dawîyê da yan serfiraz dibe yan jî nagihîje armanca xwe bi awayekî trajîk di vê rêwîtiyê de têk diçe û dimire. Ji ber vê mîtos çîrokên lehengan e. Em di çîrokên van lehengan jî di lehengan da çîrokên rastî û xerebîya xwe dibînin. Di encamê da leheng yan me dilşad dike yan me xemgîn dike yan jî ji holê wenda dibe, encamê ji me ra dihêle. Li gorî vê dema em avakirin û çêkirina çîrokeke fîlmekê, rastîya sînemayê bînin ber çavên xwe, em ê bibînin ku sînema çiqasî dişibe mîtolojîyê. Tecimer, fîlman; wekî rêya modern ya vegotina çîrokan, şêweyê hemdemî yê çêkirina mîtosan dibîne û destnîşan dike ku rêwîtiya lehengên mîtolojîk û rêwîtiya lehengên (karakter) fîlman di heman merhaleyê da derbas dibe (Tecimer, 2006). Bi vê pênaseyê jî em dibînin ku zimanê çîrokvegotinê zimanekî gerdûnî ye.
- Mîtolojî teqez bi dîrokê ra eleqedar in. Her bûyera dîrokî li gorî rastîya dem û dewrana xwe, li gorî cih û erdnîgariya mîtolojîyek afirandîye. Ji destanên lehengan bigire heyanî tofan û bobelatên xwezayî hemû ji vê hêlê ve bûne mijara mîtolojîyan.
- Mîtolojî ji alîyê zanistên cuda û têvel ve tê nirxandin û têkilîya wê hema bêje bi hemû zanistan ra heye. Ji ber vê mîtos rewşa seretayî ya civak û neteweyekê tînin ziman. Afirandin û pêşketina neteweyekê; pêkhatina civakekê bi awayekî mîtîk û bi sîmge-motîf û sembolan tê bilêvkirin. Dema behsa vê rêwîtîyê tê kirin, afirandina çandek û miletekî ya serdemên qedîm tê ziman.
- Di mîtolojiyan da arezû û azwerîyên mirov yên veşartî û yên ku hatine çewisandin tên ziman. Bi îfadeya Jung mîtos derhişîya kolektîfî (Jung, 2020:93), fikirên kolektîf yên civakekê îfade dikin. Mîtolojî arezû û xwestekên kolektîf ji vê bêhtir yên veşartî û guneh vedibêjin. Bi xemilandina motîf û sembolan bêtatmînîya arezû û xwestekên mirovî yên veşartî û kolektîf tên ravekirin. Ji vê hêlê ve xewn û mîtos pir dişibin hev. Arezûyên nepen yên ku mirov di binehişîya xwe da dijî, di xewnan da zindî dibin û jîyanek û cahaneka alegorîk tê afirandin. Ji bo milet û civakan ev wekî mîtosê xwe dide der û mirov dikeve nava jîyan û cîhana alegorîk û fantastîk ya mîtolojîyan. Hezkirina Xwedê-Xwedawend, gunehê ku ji hêla lehengên mîtosan ve tê kirin vê rastîyê vedibêjin. Mirov û civaka wî dema ku xwestek, azwerî û arezûyên xwe bi hêsanî neanîye ziman bi awayekî mîtîk vegotiye. Lewma jî di mîtosan da gelek tebeqe û şêweyên cuda yên jînê hene. Hinek tişt aşkere li ber çavan e, hinek jî bi sembol û motîfan hatine honandin, wekî razên veşartîne. Ji bo vê sirûşt wekî karakterekî mirovî tê nirxandin, xweza bi daxwaz, xeyal û tirsên mirovî re tê karakterîze kirin. Afirandina Xwedê û Xwedawendên pir mezin ji her tiştî ra û ji bo her tiştî afirînerek çêkirin; ev bi sembolên xwezayî pênasekirin vê dide nîşandan. Ji ber vê cîhan, jîyan û rastîya mîtosan alegorîk e, metaforîk û sîmgesel e.
- Ji hêla naverokê ve mît/Mîtos ji hev cuda dibin, li gorî çanda ku ji navê derketine teşe digirin. Li gel vê di hemû mîtosan da hin motîf-sîmge û sembolên mişterek, arketîp(Jung, 1980:3-5) û kilîşe wekî hev in, ev di hemû mîtosan da mevcûd in. Vegotina mîtosan li ser van teşe digire. Di vê wateyê da tiştê ku mîtosê karakterîze dike lêgerîna leheng ya mikemelîyetê ye, ya vegera kok û cewhera xwe ye. Rêwîtîyeka fantastîk ya ku hemû qanûnên fizîkî yên dem, serdem û mekan îhlal dike jî dibe karakterekî mîtosê. Di vê rêwîtîyê da têkoşîna leheng ya li ser hîmê dijberîya başî û nebaşiyê, cerebe û çalakiyên wî derdikevin holê. Ev rêwîtî hem rastî û karakterê leheng , hem taybetmendîya karakterîstîk ya bûyera mîtîk hem jî alîyê mîtosê yê çandî, civaknasî û bîrdozî çawa pêk tê û fonksiyona wê çi ye nîşanê me dide. Zîra bi lehengê/a mîtosê ra xweanîna li gel hev, ew ji xwe ra esas girtin, bingehê avakirina mîtosê ye. Lewra di rastîya dîrokî ya mirovatîyê da hin motîf, rîtuel biguherin jî xwe timî didomînin. Di heman demê da lehengê/a mîtîk li mikemelîyet û ahengê, jîyaneka xweş, bêpirsgirêk û ahengsaz digere; arezû û xwestekên mirovî, bêmiriniyê digere. Ji ber vê ew heyîneka/î sersirûştî ye (M.Elîade, 2016:17).
- Ji alîyê ontolojîk ve mîtolojî ji meram û pirseke mirov ra bûye bersiv, bi rista ku êş, azar, elem û trajediyên mirovî bigire li ser xwe rabûye. Wate daye dinyayê, dinya manedar kirîye û xistiye dergûşa jîyanê.
Bi cewherî mîtosan derd, azar, daxwaz, arezû û azwerî, serfirazî û têkçûn, gihîştina rastî û heqîqetê, hebûn û afirandin anîne ziman. Mîtolojîyê însan, hebûna wî û hemû afirînerî ji xwe ra kirîye derd. Her tiştên jîyanê bûne mijara mîtosan.
Têkiliya sînema û mîtolojîyê
Di sînemayê de bi gelemperî mîtolojî bi du şiklî hatîye destgirtin; di fîlman da yan rasterast fîlmê çîroka mîtolojîk hatîye kişandin yan jî çîrokeke mîtolojîk tevlî pevbestina fîlmê hatîye kirin. Herçiqas mîtolojî bi serdema berîya dîrokê re bê têkîldarkirin jî di roja me da ji gelek aliyan ve kavilên mîtolojiyê di serdema “modern” da jî hikim dikin. Nîşaneyên li ser al û flamayan, sîmgeyên miqedes û pîroz, motîfên ku tên bikaranîn hemû bingehên xwe ji mîtolojîyê digirin. Lewra mîtolojî hîmê hemû afirînerêyên mirovî ne. Di vê wateyê da ji hêla tecrûbeya temaşekirina fîlmê ve sînema wekî mîteka modern, şêweyekê domdarîya mîtîk ya modern nirxandin mimkun e (Elîade, 2020:36). Heta di vê hêlê da Tecimer sînemayê wekî ‘mîtolojîya modern’ dibîne û vê nirxandinên dike: Sînema tenê bi bûyîna mîtolojîk ya modern ra nemaye, koka xwe jî di mîtolojiyê de dîtîye. (…) Sînema bi demê re bûye navenda serdema modern ya ku tê da çîrokên mîtolojîk tên hînkirin. Di serdemên seretayî da peywira şaman an jî zanyaran ya înasyonê, bi demê ra cihê xwe ji derhêner ra hîştîye. Derhênerên fîlman bûne afirîner û vegotkarê mîtosan. Bandora sînemayê ya wekî mîtosan heye ku mirovan bi bandor dike, diguherîne û vediguherîne (Tecimer, 2006:112)
Bi vê nirxandinê re girêdayî, di serî da têkilîya sînema û mîtolojî ji alîyê avahî, form û naverokê ve, ji hêla tecrûbeya temaşekirina fîlmê ve dikare bê çêkirin. Taybetmendîyên karakterîstîk yên mîtolojîyê ku me li jor anîn ziman ji bo sînemayê jî derbasdar in. Di vê wateyê da şopa têkilîya sînema û mîtolojîyê bi marîfet û qabîlîyeta taybetîyên karakterêstîk, motîf, metafor û sîmgeyên hevpar, arketîp û kilîşeyan domandin gengaz e. Freud jî ji hêlekê ve wekî Platon fikirîna dîtbarîyê wekî formeka kêm ya destpêka fikirînê diwesifîne û forma fikirîna dîtbarîyê ji alîyê pêvajoya derhişî ve destnîşan dike û forma fikirîna dîtbarîyê li gorî bêjeyên bêhtir nêzî derhişîyê (Freûd, 2020:89) dinirxîne. Bi vê pênaseyê jî mirov dikare sînemayê wekî huner û formeka fikirîna dîtbarîyê bigire, binirxîne û têkiliya wê bi mîtolojiyê re deyne.
- Lewra sînema jî wekî mîtosan bi pêvajoyên serhişkî ra eleqedar e. Bi vê rastîya xwe ra hemû kêmasîyên fikirîn, arezû û xwestekên çewisandî, daxwaz û xwestekên veşartî yên mirovî û mirovatîyê di her astê da bi awayekî zindî dibîne li ser perdeya sînemayê û wan azad dike, bi sembol, metafor û sîmgeyan bangawaziya wan dike. Bi gotineke din; di vê serdema “modern” da hunera herî ciwan û modern sînema mîna mîtosan her çewisandin û xwestekên mirovî, rastîya wî bo rengekî kolektîf îfade dike. Tu dibêjî qey, bîranînên mirovî yên zarokatiyê ji nû ve zindî dike, dinirxîne, di demeka sinorkirî da risteka terapiyê digire ser xwe û mirov ji cîhana heyî derdixe dibe nava cîhaneke sînematîk.
- Wekî mîtos û xewnan sînema jî bi dem û mekanekî ra sînorkirî nîn e, hemû qanûnên fizîkî yên wext û mekan bi her awayî îhlal dike, mekan û wextekî sînematîk diafirîne. Di vî dem û mekanî de leheng bi îfadeya sînematîk serkarakter-karakter/tîpolojî rêwîtîyeka fantastîk pêktîne.. Serpêhatî û cerebeyên karakter di encama vê rêwîtîyê da derdikevin. Heman rengî karakter fîgûrekî/a mîtîk e. Rêwîtîya fîgûrê/a mîtîk, cerebe û serpêhatiyên wî/ê peyamekê, meselekê di nava xwe da dihewîne û rê li ber vedike ku temaşevan bi karakter re xwestekên xwe, rastîya xwe, cerebe û serpêhatiyên nû bibîne, bîra xwe û di navbera xwe û karakter da eleqeyekê çêbike, wekî model bi karakter (lehengê/a mîstîk) ra yekbûnekê ava bike. Ev di roja me da tenê bi karakter ra nayê temsîl kirin, bi pergala star/stêrk ra bi roleke çandî, civakî, civaknasî û bîrdozî digire ser xwe. Di serdema me da karakterê/a sînematîk adeta bi rista lehengê/a mîtîk tîne cih û belavî nava çand û civakê dibe. Bi temsîlkirina bîrdozî û neteweyî tev digere.
- Sînema herçiqas weke hunereka derhênerî bête zanîn û fîlm li gorî fikir, nêrîn, felsefe/bîrdozî û paradîgmaya derhêner bên li ser perdeyê û derkevin pêşberî temaşevanan jî fîlm karakterekî/a kolektîf û girseyî di nava xwe da dihewîne. Ji ber vê sînema hem ji hêla dramatîk ve hem jî di hêla form, naverok û vegotinê da bi motîf û metaforên hevpar û gerdûnî, arketîpên ku di hemû çand û civakan de mişterek in û hene, bi kilîşeyên ku her kes jê heman wateyê derdixe, teşe digire. Bi qabîlîyeta karakterê/a girseyî û kolektîf kodên sînematîk, gerdûneke sîmgeyî û metaforîk ya sînematîk, zimanekî sîmgesel yê sînematîk derdikeve holê. Her çiqasî ev ji hêla çand û neteweyan ve cuda bibe, her civak derdê xwe vebêje jî bi cîhana sînemayê ev rastî vediguhere karakterekî/a mîtîk yê sînemayê, sînema adeta dibe mîtolojîyeka gerdûnî.
Encam:
Sînema hêza xeyal, xeyalkirin û fantezîyê ya serdema me ye, hêza cîhaneka fantastîk, ûtopîk û dîstopîk e. Heger dê sînema di roja me ya îroyîn da wekî mîtolojîyê; dinyayê, jîn û jîyanê watedar bike, bi fikirîneka ditbarî me ji zeman û mekanê heyî derxe û ber bi rastîyê ve bibe divê ji rastîya mirovî qut nebe. Sînema me dibe dem û cihekî sînematîk, çawa ku di çaxên qedîm da di mabedan de li dora agir mirovî kom dibûn û rîtûelek pêk dianîn, îroj vê sînema dike. Lewra bi temaşekirina fîlmekê re hemû temaşevan rîtûelekê pêk diînin.
Çîroka mirovî dibe ku ji roja destpêkê û vir ve neguherî be û mirov timî li heman tiştî digere. Bi zimanê mîtolojîyê em bibêjin; roja ku Adem û Hewa gotina Xwedê guhdar nekirin, fêkîya qedexe xwarin, guneh kirin û ji xwe hesiyan û ji bihuştê hatin derxistin û vir ve, çîroka mirovî didome û dawîya wê nehatîye. Ji ber vê mirovatîyê mîtosên li ser hebûnê, destanên lehengîyê, têkçûnên trajîk, rêwîtî û lêgerînên dûvedirêj û bêdawî; têkiliyên civakî û zayendî, rewşa aborî û çînî, xerabî û dexesîya mirovî; safîtî, paqijî û bêdewîya mirov û jîyanê û hwd hemû tiştên derheqê mirov, jîyan û xwezayê da bûne mijarê mîtosan. Di roja me da wekî mîtolojîya modern sînema jî dikare her tiştî, hemû mijarên derheqê hebûna mirov, jîyan û xwezayê da ji xwe ra bike mijar û çîrokên nû û xweş ji bo mirovatî û hemû gerdûnê biafirîne û bihone. Di mabetên hemdemîn da van çîrokên xwe ji mirovan ra vebêje û pêşkeş bike.
ÇAVKANÎ
Eliade,M.(2016), Taybetmendîyên Mîtan, weş. Alfa
Jung,C.G.(2020), Xewn, weş. Pînhan
Campbell,J.(2013), Rêwîtîya Bêdawî ya Leheng, weş. Kabalaci
Tecimer,Ö.(2006), Mîtolojîya Modern Sînema, weş. PlanB
Eliade,M.(2020), Mît, Xewn û Raz, weş. Rojhilat Rojava
Freud,S.(2020), Ji Rêgeza Hazê Wêdetir Ez û Îd, weş. Metîs