Eşq tenê li dora me nazîvire û agirê wê me tenê naşewitîne. Eros ji nava hemû kaînatê tenê tîrên evînê bernade dilê me. Eşq ji bo her kesî ye, her kes di narê eşqê da dişewite. Hinek di nav narê eşqê da dibirijin û hinek jî dibin xwelî. Eros tîrê xwe diavêje dilê hemû zindîyan.
Di van demên dawî da di Amazon Primê da xebata herî hêja rêzêfîlmê Modern Love dixwîye. Kurdîya wê Eşqa Modern ango meriv dikare bêje Evîna Modern e. Modern Love, hemû cureyên evînê derdixe pêşberî me temaşevanan.
Dema bayê eşqê bi me digire meriv dîn û har dibe. Li ber wî bayî geh bi wir da û geh jî bi vir da diçe û tên. Li gorî bayê tê em xwe û planên/rotaya xwe diguherînin. Qet û qet li dawîya encamê nafikirin û xwe diavêjin nav wî agirê har û dijwar.
Modern Love bi sed şeklî, agirê eşqê nîşanî temaşevanên xwe dide.
Meriv bi saya rêzefîlm hînî gelek şewatên eşqê dibe.
Meriv bi empatîyê xwe dixe şûna lehengên wê.
Bi wan ra meriv carek din û ji nû ve li ber bayê eşqê dikeve.
Meriv bi wan ra leqayî êş û tofanên nû tê.
Meriv bi wan ra hînî gelek lezetên eşqê dibe.
Tişta nehatî serê me, tişta me di jîyana xwe da tam nekirî bi saya vê xebatê, meriv fêr dibe û tam dike.
Ev xebat heta niha du sezon hatîye kişandin. Her sezon ji 8 beşan pêk tê. Her beş 30-35 deqe didome. Her beş bi tena serê xwe çîrokek e û ti eleqeya wê bi beşên din ra nîne (sezon:1, beş:8 îstîsna û surprîzek xweş dike). Di her beşê da çîrok û lîstikvan diguherin. Çîrok ji çavkanîya jîyanê bi xwe hatîye girtin, çîrokên hatine qalkirin tev ji alîyê mirovan ve hatîye jiyîn.
Ev xebata zêrîn pirsgirêkên eşqê bi awayekî objektîfî derdixe pêşberî însanan. Tiştên ku qet nehatin fikra meriv û wê neyên bîra meriv, meriv bi saya wan fêr dibe. Eşq çiqasî armanca însanan be jî her carî rêya wê timî bi strî ye û ew strî laşê me dikin xwîn û ezabek mezin didin merivan. Lê dîsa jî her tişt hem bi nexweşîya xwe û hem jî bi xweşîya xwe xweş e. Dema meriv yekê ji wan ji hundirê jîyanê derxe, wateya ya din namîne û hertişt tamsar dibe. Di rêzefîlmê Modern Love û di jîyanê bi xwe da jî meriv dibîne gava însan leqayî strîyên/zehmetîyên eşqê tên, gavek şûn ve diçin û terka hevala/ê xwe dikin. Însanên modern sed mixabin tirsonek in. Wekî di gotina pêşîyan da jî hatîye gotin; dilê tirsonek sînga gewr nabîne. Heger tirsonekî hebe eşq naçe serî.
Kesê di agirê eşqê da neşewite nikare bigihîje encamekê. Ya rastî hin caran dildar/aşiq tenê bi şewata xwe dimîne an jî dibe xwelî û nagihîje encamê. Lê dîsa jî eşq ne cihê tirsoneka ye. Eşq cihê wêreka ye û kesê wêrek dereng an jî zû be wê bigihîjin meqseda xwe.
Divê neyê jibîrkirin; eşq, ne tenê ji bo me ye. Ji bo me hemûya ye. Bayê eşqê an jî tîrên Eros me di ciwanîyê û di extîyarîyê da jî digire. Bayê eşqê an jî tîrên Eros li kesên LGBTÎyan jî dide, ew jî dibin evîndar û agirê eşqê çawa me bişewitînê, me ji şiklekî bixe şiklê din, heman tiştî tînê serê wan jî. Meriv nikare çarçoveya eşqê teng bike û eşq ti carî nayê sînordarkirin. Gava we sînor xistin hundirê eşqê, ew dibe rewşek totalîter û eşq terka we dike.
Eşq û naskirina însanên nû hertim perspektîfên nû li jîyana me zêde dike. Jîyan mîna Bexçeyê Babîlê qat bi qat e. Meriv bi saya eşqên nû, bi saya insanên nû ji cihê xwe derbasî qatên bilind dibe. Li wan cihên nû perspektîfa me û fikra me hêdî hêdî tê guhertin. Dema bexçe û qata me ya jîyanê guherî ya diguhere tenê qata bexçe ye, em xweşîyên nû û hem jî nexweşîyên nû fêr dibin. Jîyana me tev diguhere.
Wekî perperîkê gerek meriv xwe biavêje nava agir. Perperîk bi zanabûn li dor agir difire. Her dema difire û tûrekê di ber agir da diavêje laşê wê, perên wê hêdî hêdî dişewitin. Ew şewat wisa li xweşîya wê diçe û gera xwe didomîne heta per lê namînin û ji ezman dikeve nava agirê har û bi agir ra dibe yekwicûd. Eşq mantiqê qebûl nake û gava mantiq dikeve dewrê eşq bê watê dimîne û însan xwe ji eşqê vedikşînin.
Kesên aşiq dema eşqa xwe wenda dike, wekî Mecnûn meczûb dibin. Nizanin wê çi bikin, hemû derîyan bi destên xwe li ser xwe digirin. Lê ev rastîya jîyanê ye: “Tiştê dest pê bike teqez wê biqede”. Bi xweşî an jî bi nexweşî be her tişt diqede, tiştekî ebedî li jîyanî nîne. Lewma niha dora me ye û divê em dora xwe baş bikin.
Divê kesê aşiq tu carî dev ji eşqê bernede. Dibe ku eşq biguhere, kesê/a li hemberî me biguhere, ev yek tiştek pir normal e. Dema meriv yara/ê xwe wenda kir, meriv bi wê/wî ra eşqa xwe wenda nake. Eşq ebedî ye lê partnerê/a hemberî me beşerî ye.
Bi kin û kurtasî Modern Love me li çar hêlên eşqê digerîne. Di her beşê da hînî eşqên nû dike. Meriv di her beşê da hînî eşên/kêfxweşîyên nû tê. Bi saya wê meriv perspektîfên nû li jîyana xwe û li eşqa xwe zêde dike.