“Sinemaya kurdî nikare li gorî pîvanên klasik yên “sinemaya neteweyî” bête pênasekirin”
Yilmaz Ozdîl di sala 1979an da li Gevera bi ser Colemêrgê ve hatiye dinyayê. Ji sala 1988an heta sala 1998an dibistana seretayî û ya amedayî li Geverê xwendiye û her du dibistan jî bi dereceya yekeminîyê xelas kiriye. Di sala 1998an da li Zanîngeha Enqereyê dest bi lîsansa rojnamegerîyê kiriye. Di sala 2002an da lîsansa xwe qedandiye û salek paşê li Zanîngeha Wanê wek lêkolîner dest bi kar kiriye. Navbeyna salên 2003yan û 2006an da fîlmên Yilmaz Erdogan “Vîzontele Tuuba” (2004) û “Organize İşler” (2005) û Hiner Selîm “Kîmotero Zero” (2005) da wek alîkarê derhênerî kar kiriye. Piştre, di sala 2006an da dev ji lêkolînerîyê berda û ji bo masterê çû Fransayê. Ozdil, wê salê li Zanîngeha Parîs 1 Panthéon Sorbonne dest bi masterê kir û teza xwe jî li ser mijara “Bikaranîna Sînorên Jeopolîtîk di Sînemaya Behmen Qubadî da” nivisî. Piştî qedandina masterê, di sala 2007 da li Zanîngeha Paris III Sorbonne Nouvellee dest bi doktorayê kir. Li wê derê teza xwe li ser babeta “Avakirina Dîtbar ya Nasnameyên Kurdî di Sînemayê da” pêşkêş kir. Ji sala 2014an heta niha jî li Zanîngeha Mêrdînê di Beşa Ziman û Çanda Kurdî da dixebite. Wek akademisyen dixebite û dersên wekî “Destpêka Sînemaya Kurdî” û “Temsîla Kurdan di Sînemaya Tirkî da” dide. Ozdil, ne tenê di qada teoriya sînemayê da, her wiha di qada pratîka sînemayê da jî tê nasîn, ku bi kurtefilma xwe ya bi navê “Barê Giran” beşdarî li gelek festîvalên nawnetewî kir û zêdetirî bîst xelatan bi dest ve anîn. Bi akademisyen û derhêner Yilmaz Ozdîl ra ji kar û barên ku heta niha di sînemayê da daye der û bi giştî jî li ser Sînemaya Kurdî nêrîn û nirxandinên wî di nav hevpeyvîna me da cî digrin.
- Mamoste em ji serî dest pê bikin, çîrok û serpêhatiya te ya li gel sînemayê çi ye, bi gotineka din çi bû wesîle ku tu sînemayê hilbijêrî?
Berî ez dest bi xwendina lîsansê bikim jî sînemayê gelek bala min dikêşa û her gava min derfet peyda dikir di salonên videoyan da min li fîlman dinêrî. Lê bi awayekî yekserî ez di dema lîsansê da ketime nav kare sînemayê. Di dema xwendina lîsansê da ez di çend projeyên sînemayî yên xwendekariyê da xebitîm û min hêz û taybetmendiya zimanê sînemayê keşif kir. Ji xwe salek piştî qedandina lîsansê jî derfeta karkirina di fîlma Vizontele TUUBA derkete pêşiya min û ez wekî alîkarê derhêner di wê fîlmê da xebitîm.
2. We di fîlmên Yilmaz Erdoğan Vizontele Tuuba û di çend filmên Hiner Selîm da alîkarîya derhênerî kir, hûn karin hindek behsa wan pêvajoyan bikin?
Piştî min di sala 2003yan da di Vizontele TUUBAya Yılmaz Erdoğan da kar kir, bi rêya BKMê nasîna min li gel Hiner Saleem çêbû. Di sala 2004an da min di kêşana Kilometre Zéro’ya Hiner Saleem da di sala 2005an da di kêşana Organize İşler ya Yılmaz Erdoğan da û di sala 2010an da di kêşana Si tu meurs je te tue (Heke tu bimirî ez dê te bikujim) ya Hiner Saleem da û herî dawî di sala 2013an da di kêşana fîlma Hiner Saleem ya bi navê My Sweet Pepper Land da cih girt. Bi rêya wan projeyan min derfet û şêwazên ciyewaz yên xebata hunera sînemayê nasîn û gelek sûd jê vergirt.
3. We li Fransayê doktora û mastera sînemayê xwend. Herweha we li zanîngeha Wanê jî lêkolînerî li ser sînemayê kir û niha jî li Zanîngeha Artûkluyê li ser sînemayê dersan didî. Di aliyê perwerdehî û akademiya sînemayê da ferqên Fransa û Tirkiyeyê çi ne?
Gelek ferq hene. Berî her tiştî di wateya fikirînê da ferqên cuda hene. Sîstema perwerdeyî ya Frensî, di warê hunerî da li ser afirandin û azadiya fikrî hatiye awakirin. Herweha, Fransa wekî yek ji welatên teoriya sînemayê tê nasîn û xebatên di wî warî da, li Fransa, di bin çavdêriya wan teorisyenan da dimeşe ku li Tirkiye pirtukên wan tên tercumekirin û di zanînengehan da tên xwendin. Ji ber wê yekê perwerdeya sînemayê li Fransayê çend pêngavan li pêşiya perwerdeya sînemayê ya Tirkiyeyê ye. Ji aliyê qad û metodên lêkolînê ve jî gelek ferq hene. Li Fransa perwerdeya sînemayê di hemî waran da gelekî pêş ve çuye û di her qadê da spesiyalizasyon çêbuye. Dîsa ji aliyê cur bi curbuna xebatên lêkolînên li ser sînemayê jî ferq heye û li wir xebatên teorik li ser mijarên ciyewaz têne kirin û di wî warî da hevrikî gelek e.
4. Birêz Yilmaz berî ku tu herî Fransayê jî xebatên we geş û gur in? Gelo çûndin û hatina Fransayê yan jî cihekî xerîb (diyaspora) çi bandor li ser te û fikra te ya derbarê sînemaya da kir?
Çuyina min bo Fransayê berî her tişt derfeta sudvergtina ji çavkaniyên frankofon da min. Yanî zanîna zimanê frensî rê li ber min vekir ku ez ji tecrube û çavkaniyên wan îstifade bikim. Herweha derfet çêbûn ku ez di projeyên fîlman da û di qadên ciyewaz yên hunerên dîtbar da bixebitim. Wan tişta asoya min berfireh kir û nêrîneke nû ya hunerî li cem min çêkir.
5. Tu wekî kesekî pirhêl derdikevî qada sînemayê; akademisyenî, senarîstî û derhênerîya we heye. Bi piranî tu xwe nêzî kîjanê dibînî?
Bi qasî mimkun be ez dixwazim hem di warê akademisyeniyê da hem di warê pratîk da bixebitim. Lê ger ez mecbur bibim ez dê pratîkê tercih bikim. Ji ber kû hinek zaruriyetên akademisyeniyê gelek berpirsyarîyê dixwazin û zêde dema mirov digirin. Ji aliye afirandin û fikirînê ve jî akademisyenî hinek caran mirov berteng dike.
6. Çîroka Barê Giran ji bo we kengî û çewa dest pê kir? Navê kurtefîlmê ji ku derê tê?
Min di dawiya sala 2016an da dest bi nivisîna çîroka Barê Giran kir. Di destpêkê da min tenê dixwest li ser penaberên Suriyeyî yên li Mêrdînê dijîn, kurte-fîlmekê çêbikim. Lê heta dawiya 2018yan ku me dest bi kêşana fîlmê kir, pêngav bo pêngav çîrok hate guherîn û gihişte halê dawî. Di guherîna fikra min da videoyeke youtubeê rolekî girîng leyîst. Di wê videoyê da çend karmendên Şaredariya Artukluyê merasîmekî teqawudbûnê ji bo hinek keran amade dikir û ew teqawut dikirin. Di eslê xwe da ew video wekî karekî marketînga turîstikî ya Bajarê Mêrdînê hatibû amade kirin lê di fîlma xwe da me ew tişt berewajî kir û seremoniya teqawudbûna keran bi çîroka malbateke penaber ve girêda.
7. Wextê dem derbas dibe fikrên derhêner jî diguherin, heta rê û rêbaz jî diguherin. Li gorî vê yekê gelek ferq di navbeyna kurtefîlmên we yên pêşî û “Barê Giran” da heye?
Karê fîlmkêşanê jî wekî hemî karen din, bi rêya tecrebeya pratik, nasîna qadê û xwendina teorîk pêş ve diçe. Fîlmê min yê yekem kurte-fîlmekî belgeyî bû. Herçiqas ji heman cureya sinematografik nebin jî, ez dikarim bibêjim ku ji aliyê narasyon û estetîkê ve gelek ferqên di navbera fîlma min ya yekem û Barê Giran da hene.
8. Di Barê Giran da, sehne li pey hev diçin û tên û ev jî rîtmek dînamîk dixe nav fîlmê. Li ser vê tu karî çi bêjî?
Min bi qasî sê salan berdewamî kare montajê kiriye û ji wê tecrubeyê gelek sûd wergirtiye. Çinku hem di dema nivîsîna senaryoyê da, hem jî di dema kêşana fîlmê û montaja wê da li gorî rîtmeke destnîşankirî kar dikim. Yanî ew rîtma di fîlmê da ne tene encama montajê ye, herweha encama senaryoyê û rêvebirina aktorane jî.
9. Em ji çîroka Barê giran fêm dikin ku karakterên me yên sereke ji Rojavayê ne –devoka wan yan dikeve bin banê devoka Berfiratî û yan jî ya Sîlîvîyan -. Lê devoka ku lîstikvan diaxivin dişibe devoka Hekarî û Badînanê. Gelo ev ji ber kêmasîya lîstikvanên kurd e yan bijartinek bihemd e?
Li gorî çîroka fîlma Barê Giran, Avdel (Adil Abdurrahman) ku yek ji du karekterên sereke ye, ji Mêrdînê ye û xwarzayê wî Salih (Saman Mustafa) ji Qamişlo ye. Axaftina wan bi devoka Duhok û Zaxo ye lê ew yek ji bo min ne pirsgirêk e. Çinku di fîlmekî sinemayê da, pêbaweriya çîroka fîlmê, piştî serkeftina zimanê fîlmê û lawiniya wê ya estetikî xala herî girîng e. Helbet axaftina lehengan bi devoka Behdînanî ji zaruriyetekê tê. Çinku mixabin mirov nikare her car li gorî herêma çîroka fîlmê lê derbaz dibe aktoran peyda bike. Ez jî wekî hunermend naxwazim di fîlmên xwe da karekteran bi devokeke teqlîdkirî bidim axaftin.
10. Di Barê Giran da meseleya sereke ajal e û ev jî fîlmê Robert Bresson, Au Hasard Baltazar (1966) anî bîra me. Ji xeynî vê sehneya dawî dişibe sehneyeka fîlmê Bêkes jî, gelo sûdgirtin ji wan heye?
Min pîştî Barê Giran kêşay fîlma Barê Giran kêşa lê berî wê min li fîlma Bêkes nêrî bu. Eger mebesta we meseleya mînê be, ji xeynî fîlma bêkes di dehan fîlmê xweyanî û biyanî da mîn xuya dikin û teqîna mîna wekî faktorekî dramatik hatiye bikaranîn. Li ne di fîlma Bêkes da ne jî di fîlmên din da ew tiştê di dawiya Barê Giran da diqevime nayê dîtin. Çinku dawiya Barê Giran balê dikşîne li ser têkiliya leheng û kere wî, ne li ser ihtimala mirana wan.
11. Em di sehneyekî da wêneyê klasîk yê Don Kîşotî dibînin. Meseleya sereke ya novela Don Kîşotî behsa valahîya romatîzmê û absurdîzmeke realîst dike. Tu di çîroka fîlm û karekterên novela Don Kîşotî da kîjanan datînî ber hev? Bi çi awayî dişibin hev?
Salih ku yek ji karakterên serekê yê kurte-fîlma Barê Giran e, mirovekî gelekî naîf e. Ji metirsî û dijwariya jiyanê û trajediyên şer bê xeber e. Ji ber ku ew bi xwe kesekî travmaborî ye û qurbaniyê şerî ye. Naîfiya Salih dişibe naîfiya Don Kîşot çinku ew di wê baweriyê da ye ku kerê wî dikare malbata wî û ya xalê wî ji hejariyê rizgar bike. Lê rastiya jiyana wan ji xeyalên Salih dijwartir e.
12. Mamoste tu oryantalîzm û self-oryantalîzma di Sînemaya Kurdî da da çewa şîrove dikî? Em zanin ku sînemagerên kurd vê yeke ji bo bazarekê yan jî dîtîna fînansmanan bikartîne, gelo ev li gorî we çiqas rast e? Di Barê Giran da tu çewa ji vê kemînê dûr ketî?
Oryantalîzim yan jî self-oryantalîzma ku di sinemaya kurdî da derdikeve pêşiya me, berî her tiştî encama pêvajoyekî dîrokî ya gelekî dirêj û aloz e. Çinku hebûna wan cure-dîskuran di fîlmên kurdî da bi awayekî yekser bi pirsgirêka polîtîk ya kurdî û encamên wê pirsgirêkê yên sosyo-polîtîk û aborî ve girêdayî ye. Lê herweha sedemekî din jî, bêparbûna sinemaya kurdî ji bazareke navxweyî û sîstemeke subvansiyonî ye. Eger sinemaya kurdî xwedî bazarekî navxweyî û sîstemeke xwe-cihî ya subvansiyonê ba vê gavê, bivê-nevê, wê derhênerên kurd di dema çêkirina fîlmên xwe da daxwaz û têbiniyên bîner û rexnegirên kurd jî li ber çav girtiba. Bes dîsanê jî, ew mesele meseleyeke gelekî dûr û dirêj e, nabe ku mirov bi şêvazeke reduktîf (indirgemeci) lê binere.
13. Beriya sînemaya Kurdî em dixwazin vê bepirsin. Kurd hema bêje sed sal berê di sînemayê da xuya dikin, gava ku ji derva ve tên nîşandan rol û nasnameyeke çewa ji bo wan hatiye dayîn? Kurdên sînemaya xelkê kî ne?
Ji destpêka sedsala bîstan heta îro kurd di gelek sinemayên biyanî da di nav konteksteke dîrokî û siyasî da hatine nişandan. Bo nimune ji sala 1915an heta salên 1960an, di gelek fîlmên ermenî da kurd wekî şêrîk û alîkarên leşkerê osmanî, bi gotineke din wekî yek ji berpirsyarên meseleya ermenî hatine temsil kirin. Herweha di sinemayên din da jî em bi awayekî yekserî rastî wî cure temsîla polîtîk tên. Piştî salên 1990an, bi taybet di sinemayên ewropî da, kurd bi rêya rûdanên siyasî yên rojhilata navîn hatine temsîl kirin. Dibe neyê ji bîrkirin ku temsîlên kurdan yên di sinemaya tirkî da û di sinemaya kurdî da jî ji vê bingeha dîrokî û polîtîk nayên veqetandin. Bi giştî ger mirov behsa wan temsîlan bike, mirov dikare bibêje para bêhtir ew ne temsîlên baş in. Çinku çîrok û dîskursa wan fîlman li gorî demê û sinemaya ku kurd tê da hatine temsîlkirin biguhere jî bi giştî em rastî sê cure dîskuran tên: Ew fîlmên behsa kurdan dikin yan behsa “mazlumiyeta wan”, yan behsa “xayinîya” wan, yan jî behsa “qehremaniya” wan dikin û ev her sê cure dîskur jî dîskurên karîkaturîzkirîne û ji rastiya kurdan dur in.
14. Ev pirs pir zêde tê pirsîn lê tu wekî akademîsyenekî sînemayê, têgeha sînemaya Kurdî çewa rave dikî? Sînemaya Kurdî çi ye? Pîvanên sînemaya Kurdî çi ne?
Sînemaya kurdî ji gelek fîlmên xwedî nasnameyên resmî yên ciyewaz pêk tê. Ji ber ku hemî derhênerên kurd di heman demê da hem xwedî nasnameya kurdî ne, hem jî xwedî nasnameyekî resmî ne. Yanî di heman demê da fîlmên wan malê sînemayeke neteweyî ne jî. Ji ber vê û gelek taybetmendiyên din mirov nikare behsa hebûna pîvanên sabît yên sinemaya kurdî bike. Herweha sinemaya kurdî sînemayeke genc e û pir zû diguhere. Lê dîsan jî mirov dikare bi hêsanî bibêje ku sinemaya kurdî nikare li gorî pîvanên klasik yên “sinemaya neteweyî” bête pênasekirin. Lazim e sinemaya kurdî li gorî tercîhên xwe yên tematîk, şêwaza xwe ya vegêranê û taybetmendiyên xwe yên estetîkî bête pênasekirin. Li ji hemiyê girîngtir, dibe di pênasekirina sinemaya kurdî da şert û mercên polîtîk, aborî û civakî yên dîroka kurdan li pêş çav bêne girtin.
15. Dinya ji ber Kovîd-19yê di pêvajoyeka dîjîtalîzasyonê da ye. Li gorî vê yekê, tu pêşeroja sînemaya çewa dibînî?
Sînema berî destpêka Coronayê jî bi lez ber bi dîjîtalîzasyonê ve diçû. Coronayê ev pêvajo bi leztir kir. Ez bawer nakim ku di dawiya vê pêvajoya dijîtalîzasyonê da salonên sînemayê wê bi temamî ji holê rabin. Lê gelekî eşkere ye ku şêwazên derhênan û marketînga fîlman wê gelek bêne guherîn. Bo nimûne, heta deh sal dî, bîner jî bi awayekî yekserî wekî figuran yan jî wekî lîstikvan dê beşdarî çîroka fîlman bibe, ez qet şaş nabim. Ji xwe ji niha ve îşaretên wê yekê hene. Çinku ne tenê sînema, hemî qadên din yên jiyanê ber bi wê dijîtalizasyonê ve diçin û êdî virtualîte buye perçeyekî jiyana me.
16. Me behsa bandora Kovîd-19yê li ser dîjîtalîzasyona sînemayê kir. Bi taybetî li ser sînemaya Kurdî tu vê dîjîtalîzasyonê çewa dibînî?
Dijîtalîzasyona sinemayê bi rêya platformên wekî Netflix, Amazon û HBOyê pêk tê. Berbelawbûna wan platforman ji aliyekê dibe sebebê monopolizasyona sînemayê, ji aliye din ew yek dibe şansek ji bo sînemayên bê bazar yên wekî sinemaya kurdî. Ji niha ve em fîlmên hinek derhênerên kurd yên wekî Hüseyin Tabak û Bahman Ghobadi li ser wan platforman dibînîn. Lê ji bo ku sînemakarên kurd bikarin hevrikiyê bikin li ser wan platforman lazim e rê û rêbazên xwe yên fîlmçêkirinê modernîze bikin û stîlên nû biceribînin.
17. Tu karî çend derhêner û fîlmên herî zêde yên ku jê hez dikî ji xwînerên me ra bêjî? Belkî vê pirsê mirov karibe weha jî bipirse, kurd karin xwe di kîjan fîlm û fîlmografiya derhênaran da bibînin?
Ez gelek ji sinemayên Sergueï Paradjanov, Yılmaz Güney, Michel Haneke û Bruno Dumont dikim. Bi min zimanê sînematografik yê Sergueï Paradjanov gelekî nêzî zimanê dengbêjan e.
18. Mamoste tu dikarî behsa plan û projeyên xwe yên siberojê bikî? Gelo niha xebatek li ber destên we heye?
Belê niha ez li ser projeya xwe ya metraj-dirêj ya bi navê Aforoz dixebitim. Ew projeya min li ber destên lêjneya wezareta çandê ye û eger her tişt baş bimeşe min niyete di destpêka 2022yan da bikşînim.