“Divê mirov tenê ji ber ew kar bi zimanê dayikê hatibe çêkirin mezin neke. Em tiştekî baş çêkin, em karibin bi rastî pê serfiraz bin. Mirov karekî baş bike, neyarên me bin jî wê rêzdarî bo me bigrin. Bo min çîrok, sînematografî ji zimanî girîngtir e. Tu nikarî bi fîlmekî xirab derbasî festîvalên mezin û derbasî dîroka sînemayê bibî. Helbet karekî baş bi kurdî be hîn baştir e.”
Çend sal berê min dest bi temaşekirina fîlmên Aki Kaurismaki kiribûn. Dora fîlmê “The Other Side of Hope”ê hatibû. Wek fîlmên wî yên din vî fîlmî jî tesîrek gelek xweş li min kiribû, lê ji wê pê ve lîstikvaniya serlîstikvanê fîlm ya serkeftî kir ku ez biçim lê binêrim ka ew kî ye. Navê derket pêşayîka min Şêrvan Hacî bû. Piştî çend salan, min li ser platforma zoomê li gel wî hinek axift û hin pirs lê kirin. Dixwazim axaftina me bigihînim we jî.
- Şêrvan Hacî kî ye?
Pirsa herî zehmet e ev. Tiştê ku ez dizanim navê min Şêrvan e. Ez li bajarê Dêrîka Rojavayê ji dayîk bûme.
- Hindê ez dizanim tu ji 2010an ve ye li Fînlandayê dijî û ji wê demê ve ye tu di sînemayê da aktîv î. Gelo bêriya wê, têkiliya te li gel sînemayê çêbibû, tu dikarî behsa çîroka xwe ya sînemayê bo me bikî?
Ji bo jiyana xwe berdewam bikim, xwendina xwe bikim, di 2009-2010an de, ez ji Suriyê (Şamê) derketim. Min digot, ez yê vegerim ji ber ku min kar dikir wî çaxê. Min di 2008-2009an da Akademiya Şanoyê ya Suriyê piştî 4-5 sal xwendinê xilas kiribû. Lê min xwest ez derkevim tiştekî din jî bibînim, ji xwe ra bêhtir fêr bibim, min xwest piçekî ez dûrtir jî herim. Ez çûm Fînlandiyayê min di cî da dest bi hînbûna ziman kir û ez diçûm Brîtanyayê min dersên sînemayê distendin. Piştî şer dest pê kir min zanî êdi çû, vegera min nema. Wekî gotin, min barê xwe danî, min zanî veger niha tune ye. Min dest bi kar kir, xwendina xwe bêhtir bi ciddiyet kir.
Wextê mirov bîranînên xwe tîne pêşiya xwe gelek versiyonên wê, deh çîrokên wê hene, tenê formateke wê nîn e. Ya îro ez pê bawer im ew e, heta pola 12an min nexistibû serê xwe ez yê sinema yan jî şanoyê bixwînim. Min di biçûkaniyê da sahneyek dît, ez nizanim derhêner jî kî bû. Ne ji wan fîlmên me di zaroktiyê da temaşe dikirin, tiştekî cûda bû. Tenê sekansek bû, nêrina min a sînemayê guhert. Wextê kesan digotin sînema, ne ew formata Hollywoodê ne jî ya Bollywoodê, ew sahne dihat li ber çavê min. Piştî min dibistan xilas kir wî wextê bo min zelal bû, min got ez naxwazim tiştekî dî bixwînim ez yê di beşeke hunerê da bixwînim. Piştî min şano xilas kir, ez çûm Fînlandayê. Min zanîbû kare min yê aktoriyê ewqas hêsan nabe. Porê min reş e, zimanê min tune ye. Lê min tu car ew wek dîwar çênedikir bo xwe. Di sala 2012an da ez çûm Londonê, min dersên derhêneriyê hilgirt û ez hatim min hêdî hêdî kurte-fîlm çêkirin. Min şirketek jî avakir, pir zehmet bû lê ez pir jê fêr bûm. Di sala 2012-2016an da min li Brîtanyayê mastera fîlm û produksiyonê xilas kir.
- Te behsa şanoyê kir, tu xebatên şanoyê berdewam dikî?
Wextê ez hêj li enstîtuyê bûm, min biryara xwe dabû ku ez yê wek lîstikvan di aliyê sînemayê da kar bikim. Ez îro jî di şanoyê da wek mamoste kar dikim. Di Academy of Moving People and Imagesê(AMPI) da ez li gel Erol Mintaş, karên produksiyonê dikim û mamostetiya lîstikvaniyê dikim.
- Tu serlehengê fîlmê Aki Kaurismaki ya The Other Side of Hope bûyî ku wî fîlmî gelek xelatên wek The Silver Bear hilgirtin. Têkiliya te ligel Aki Kaurismaki çawa çêbû, te çawa di wî fîlmî da rol girt?
Ez di 2016an da ji bo xwendinê li Brîtanyayê bûm. E-maîlek hat bo min, min dît şîrketeke Fînlandiyayê bangewaziya lêgerîna lîstikvanekî belav kiribû. Daxwaziyên wan ew bûn ku ew lîstikvan ji Suriyê be, Erebî baş bizanibe, Îngliziya wî hebe û heger Fînlandî jî zanibe wê baş be. Û şerteke wan a dawî jî ew bû ku ji henekan fêm bike. Heta wê demê min karê lîstikvaniyê wek mamostetî kiribû lê min di rolekê da nelîstibû, lê bo min ne xem bû. Min serî lê da, lê hêviyên min ne ew çend bilind bûn, min digot qey roleke biçûk e. Piştî mehekê li min vegeriyan, gotin pîroz be rol ya te ye û Aki Kaurismaki dixwaze te bibîne. Ew nav bo min gelek girîng bû, hêj beriya ez biçim Fînlandayê min ew nas dikir û haya min ji sînemaya wî hebû. Me hev dît, behsa rola karakterê ku lê digeriya kir. Rahişt çenteyê xwe senaryo jê derxist û da destê min. Baş li min nêrî û got: Bila biryara ta ‘erê’ be. Û min jî hema di cî da got: Erê. Ligel xwe çend fîlmên xwe jî anîbûn, got ez dixwazim van diyariyê te bikim, wextê te hebe li van fîlman temaşe bike. Danûstandina me hema ew bû.
- Tu xwe wek sînemagerekî kurd-fînî dibînî?
Xwedîtin tiştekî pir zehmet e bo min. Ez kurd im lê li gorî jiyana min, kaxizên min ez Fînî me jî. Hin senaryo hene ez li ser kar dikim yek ji wan bi tevahî Fînî ye. Ez tu problemê di vê pênaseyê da nabînim. Ji aktoran bigire heta çîroka wî, zimanê wî, min bi mantiqa Fînî nivîsiye. Projeyeke min a din tevî bi mêjiyê kurdekî ye. Nasnameya çîrokê heye, ya mirov jî heye. Min yek ji wan ji dayikê stendiye, ya din min bi biryarî hilbijartiye. Ew nayê mehneya ku ez yê biçim nasnameya xwe ya kurdî veşêrim. Ji bo min a girîng jixwe ew e lê belkî ez di aliye xwe yê din da xwe zêdetir bibînim. Ev bûye çend sal neçûme Rojava, belkî ez biçim ez wê derê fêm nekim. Ez yê bi karê xwe, xwe bidim nas kirin. Min tu carî xwe neveşartiye.
- Navbera te li gel sînemaya kurdî çawa ye? Tu karên kîjan sînemagerên kurd diecibînî?
Sînema ne karê kesekî ye, karê miletekî ye. Divê akademî hebe, endustrî bê avakirin heta mirov bikare bibêje sînemaya kurdî. Sînemaya me hêj di bin çengê sînemayên din da ye. Ev rêkeke dirêj e, kesek tenê nikare bibe serî. Ev karê miletekî yê salan e. Nifşa nû ya bê, bi ew serpehatiyên hatine ser hev belkî bikare tiştekî bike. Farisek fîlmekî çêke referansek bo heye, Mala Maxbalbaf, Ebbas Kiyarustemî, Mecîd Mêcîdî heye. Tirkek dikare Nuri Bilge Ceylan mînak hilgire, endustriyek heye. Sînemaya me jî hêj zar e, divê em şîr bidinê, em mezin bikin û fêr bikin.
Behmen Qubadî, wek Sînemaya Îranê tê zanîn. Ji karên Şewket Emîn Korkî hez dikim, ew biçe Xelata Oscarê hilgire divê Iraq wî rêke. Rojekê min ji Aki Kaurismaki pirsî: Ji sînemayê hêviya te çî ye, bînerên te kî ne? Got: Hêviya min a herî sereke ew e, Kal an pîrek, li gundekî Çînê ku nizanibe bixwîne-binivîsîne li sûretê min binêre û fêm bike ka ez çi dixwazim bêjim.
Bêriya her tiştî divê çîroka fîlm baş be, bi rengekî profesyonel bê çêkirin ji bo ew fîlm bigihe hin ciyan tu bikarî bibêjî ev sînema ye. Wextê em zarok bûn digotin sînema, me digot Yilmaz Güney, berî em fîlmên wî bibînin. Pir ji çîrokên wî hez dikim. Çîrokên Behmen Qubadî û yên Hiner Saleem jî xweş in.
- Zimanê ku pê sînema tê kirin gelo ji bo te girîng e?
Cihê serfiraziyê ye bo min wextê ez dibînim tiştekî bi zimanê kurdî tê çêkirin, pir keyfa min tê. Lê ez tu caran nabêjim ewa tenê qaydeya sînemayê ye. Ez ditirsim em bikevin wê warê, em zû bi zû tiştan mezin bikin. Ev tişt pir talûke ye, em yê nema karibin ji wê tiştê bi serkeftî derkevin. Wextê hin kes, hin karên wek sînema, nivîsandin û muzîkê dikin divê em rêzê bigirin, wan biçûk nexin, wan bidin xûya kirin. Bes divê mirov tenê ji ber ew kar bi zimanê dayikê hatibe çêkirin mezin neke. Em tiştekî baş çêkin ku em karibin bi rastî pê serfiraz bin. Mirovên ku karên baş bikin, neyarên me bin jî wê rêzdarî bo bigrin. Bo min çîrok, sînematografî ji ziman girîngtir e. Tu nikarî bi fîlmekî xirab derbasî festîvalên mezin û derbasî dîroka sînemayê bibî. Helbet karekî baş bi kurdî be hin baştir e. Ez dixwazim çîroka xwe bi kurdî bêjim lê zehmetiyan dibînim. Projeyeke Fînlandî be ez bi hêsanî dikarim kar bikim.
- Tu di karên xwe da zehmetiyan dibînî ?
Erê, ji ber karê sînemayê karekî polîtîk e. Wek mînak ji bo ku ez li Elmanya fîlmek çekim divê elementekê Elmanî tê da hebe. Bixwazim nexwazim ez yê herim tiştekî bixim nav fîlmê ku bikaribim piştgirî hilgirim. Dewletekê me nîn e ku ez biçim piştgirî jê bixwazim. Gava bixwazim li welatê xwe, li Rojava an li Başûr fîlmekî çekim vê carê divê hin tiştan veşêrim ku bikaribim bi rê bixim vî karî. Zehmetiyên din jî hene ez dibînim. Wek mînak ez niha dixwazim fîlmekî li parçeyekê Kurdistanê çêkim bi taybetî li Rojava. Ez belkî komekê lîstikvanên ji zarokan, ji ciwanan û ji yên bi emir ku bikaribin vî karî bikin û bikaribin zimanê baş biaxivin bi zehmetî bibînim. Li cem me ev çand çênebûye ku milet karê sînemayê bike yan jî yê şanoyê bike. Hene belkî li Başûr, Bakûr an jî Rojhilat lê belkî ez bixwazim bi dîyalekta Rojava çîroka xwe bêjim, ev jî zehmetiyek e. Lê niha planeke min heye, ez dixwazim li ser kar bikim belkî ez vî tiştî çareser bikim. Berê ez fîlmê xwe bikêşim wek kargehekê ez yê çêkim û aktorên xwe fêr bikim bo vî karî.
- Heta van salên dawî jî binavkirineke wek ‘Sînemaya Rojavayê Kurdistanê’ tune bû. Bi te niha rewş çawa ye, em êdi dikarin bibêjin Sînemaya Rojava?
Niha li Rojava gelek hunermend û derhênerên ku ez ew nas dikim hene, karên gelekî baş dikin. Hêviyên min mezin in, tiştên xweş çêdibin hêdî hêdî lê wext jê ra divê. Ez zanim dema herim wê derê, ez yê ne tenê bim. Ez li wê derê fîlmekî bikşînim, ez yê zanibim li wê derê kesên bi rengekî cûda jî difikirin hene.
- Piştî şerê Rojava, gelek derhênerên Kurd an jî yên cîhanê, bi armanca Şerê Rojava nîşanî cîhanê bidin fîlm çêkirin. Bi te vê rewşê tiştek li Sînemaya Rojava zêde kir?
Sînema jî wekî zarokekî ye. Heta ew zarok çêbe divê sebebên wê hebin. Sebeb peyda bibin jî, birêxistin û perwerdekirina wan zehmet e. Sînemayê her wextê rihê xwe ji trajedyayê stendiye. Lê em nikarin bibêjin bi wê Sînemaya Kurdî çêbû. ew belkî parçek e, ji jiyana Rojava. Ez vî tiştê nebaş nabînim bes jiyana Rojavayê ne bes şer e. Lê hin çîrokên din hene ku karin bên gotin. Ji aliye başiyê ve wextê mirov lê dinêre, alemê belkî Kurd nas kiribin. Bes ev naskirin jî carna dikare tadeyî li mirov bike, çawa mirov hatiye nas kirin? Di şerê da diktor jî hene, belkî ez dikarim di çîroka wî da tiştekî xweştir bibînim ji çîroka şervanekî. Karê herkese pîroz e lê sinema jiyanê dide xûya kirin. Wextê tu perçeyekê tenê ji vê jiyanê bidî xûya kirin dibe tiştekî pir tevlihev. Ez dixwazim rojekê zarokê min mezin bibe û bibîne tiştekî din heye, ne bes hema dîroka kurdan tev şer e. Gelek tişt hene di dîroka kurdan da, divê kesek hebe wan tiştan jî bide xûya kirin. Tiştekî pir mezin e mirov bo miletekî kar bike. Ez yê karê xwe bikim ji bo zarokên xwe, bila ew jî kurdî fêr bibin û bi dîroka bav û bapîrê xwe serfiraz bin bila kesek nekaribe bibêje dîroka we nebaş e. Wextê serfiraz bin ew jî wê tiştên baş bikin.
- Projeyên te yên di rê da hene?
Di rolekê sereke de, ez yê di rêze-fîlmekê dramatîk da Kurdekî Ewropayî bilîzim û her wiha sererastkirina senaryoya wê jî dikim. Li gel derhênereke Ewropî ku nav û deng e wek aktor dixebitim. Fîlmekê min yê 120 deqîqe heye ku fîlma min a dirêj a yekemîn e. Ez niha li ser senaryoya wê dixebitim, derhêneriya wê ez dikim û wê bi zimanê Kurdî be. Ez bi vê fîlmê salekê çûm Asia Pasific Screen Lab (APSLAB) 2019 min senaryoya xwe li gorî wê bi rê xist. Ez dixwazim wext bidim nivîsandinê, ez karibim bigihim bernivîsekê ji wê senaryoyê, ez bêjim êdi temam ez dikarim tiştekî/sûretekî li ser wan çîrokan ava bikim. Hêviya min ew e, li ciyên Kurd lê dijîn êdî şer nebe ku pêşiyê em jiyana xwe bijîn, pişt ra ji wê jiyanê çîrokên baştir çêbikin.