Fîlma bi navê Heşt Çîya ji alîyê Felix Van Groeningen û Charlotte Vandermeeschê va hatîye çêkirin. Em Felix Van Groeningenî bi gelek fîlmên wî yên ku namzedên xelata Oscar û Cannesê ne, nas dikin. Bi vê fîlmê derhêner di Festîvala Fîlman a Cannesê ya 2022an de Xelata Mezin a Jurîyê wergirt. Heşt Çîya li ser serpêhatîya bav û kurekî û çîrokeke hevaltîyê ye . Fîlma ku balê dikişîne ser çîroka hevaltîya Pietro û Bruno ku li çîyayên Alpê derbas dibe, ji alîyê rexnegiran ve gelekî hat ecibandin.
Derhêner
Felix Van Groeningen, Charlotte Vandermeesch
Lîstikvan
Luca Marinelli, Alessandro Borghi
Şêwaz
Drama
Dîroka Vîzyonê
24ê Adarê