Sînema bi tevlîbûna deng ra gihîştibû gelek derfetên nû. Li gor demên berê derhêner û lîstikvanên nû bi tarzeke nû derketibûn. Ev rewş bi xwe re ji bo belavkirin û bazara temeşakirinê jî guhertinan çêkiribû. Pêşketina sînemayê ya van salan, piştî ku şerê cîhanê destpêdike li hin welatan disekine li hin welatan jî sînema tîne asta tunebûnê. Li Ewropayê dema şer didome, fîlmên ku di wê demê da têne kişandin pir reşbîn in.
Şerê Cîhanê yê Duyem li Ewropayê di sala 1939an da destpêdike. Li ser sînemayê bandora pêşîn ew e ku salonên sinemayê têne girtin. Pêşketina Almanan li Ewropayê gelek guhertinan dike. Hollywood di van salan da xwedî bazarek mezin ya sînemayê ye. Li cihê ku Alman pêşdikevin Hollywood van bazaran li Ewropa wenda dike. Sansûra Almanan ya li ser sînemayê û qedexekirina fîlmên biyanî li cihên wek Fransa, dibe sedem ku sînemayên neteweyî pêşketina xwe bidomînin. Li welatên ku rasterast di nava şer da ne rewş hinekî cudatir e. Almanya û Brîtanya sînemaya xwe li gorî rewşa şer ji nû ve saz dikin. Li yekîtiya Sovyetan û li Welatên Yekbûyî jî heman tişt didome û bayê şer li ser hemû sînemayan xuya dike. Midexaleyên van salan belgefîlm û fîlmên nûçeyî derdixe pêş û tîne rewşeke gelekî girîng. Li ser fîlmên metrajdirêj jî guhertinek balkêş çêdibe. Di dema Şerê Cîhanê yê Yekem da fîlm pirtir ji bo ku li hemberî dijmin hêrsek derkeve holê dihatin çêkirin. Lê di ya duyemîn da mijar pirtir li ser yekîtiya neteweyan e. Ev rewş li Sovyetan parastina welat, tîne pêşiya avakirina sosyalîzmê li Brîtanya dibe sedem ku welatiyên di nava şer da wekhev werin dîtin. Di destpêkê da bandora neyînî ya Almanan ya li ser Fransa, li Îtalya ji aliyê Mussolini ve tê kopî kirin û bandorê li ser Îtalya dike.
(Di dewama vê nivîsê da bandora şer ya li ser sînemaya almanî, fransî, îtalyanî û sovyetan wê bê nirxandin.)
ALMANYA
Sînemaya almanan di nava Sosyalîstên Nasyonal da cihekî girîng digire. Hitler û Wezîrê Propagandayê Goebbels hay ji karîgeriya hêza sînemayê ya li ser gel, hebûn. Sînemayê weha bikartînin ku dikin gel li gorî wan bifikirin, bijîn û hêza netewperestiyê di dile wan da cih bigire, Hitler piştî ku desthilatiyê bi dest dixe di qada sînemayê da guhertinên mayinde pêk tîne. Piştî van guhertinan ji 1500 kesî zêdetir derhênerên Cihû yên pêşketî ji Almanyayê dûr dikevin. Êdî qada sînemayê di destên kesên nêzî desthilatdariyê de ne. Goebbels di vê demê da dixwaze vê fikrê derxe pêş, jinûveavakirina sînemaya almanî. Goebbels dike ku sînema di nava rewşa siyasî da rêyek be û bigihêje kurahiya rihê almanan. NSDAP di 1933yan da dema desthilatî bi dest dixe û dest bi guhertinan dike, dixwaze fikrekê bi pêş bixe û şanî mirovan bide. Ev hewildan di sala 1935an da bi belgefîlma Leni Riefenstahl ya bi navê Trîumph des Wîllens (Serketina Îradeyê) berbiçav dibe. Serketina Îradeyê mîna amûreke propagandayê nîşan dide. Di van salên Almanyaya Nazîyan da tenê fîlmên li gel rejîmê û fîlmên ku zirarê nedin hukumetê têne weşandin. Piştî ku şer dest pê dike sînemaya Nazîyan bi gaveke serkeftî xwe dide nasîn. Gelek bazarên nû û bi milyonan temaşevan êdî di destên Nazîyan da ne. Ji sala 1940î pê ve serdestiya fîlmên Amerîkî radibe. Heta dawiya şer fîlmên komedi, mîna fîlmên derhêner Helmut Weiss Die Feurerzangenbowle (1944) yan jî, fîlmek dramatîk ku bi xwestina Goebbels hatiyê çêkirin derhênerê wê Veit Harlen e, Jud Süss (1940) destur li van fîlman û yên mîna wan tenê tê dayîn. Armanca Goebbels ew e ku hêjahiyên civakî were pejirandin û temaşevanan ji kirêtiya şer dûrbixîne da ku bi rastiya şer nehisin. Di van salan da gelek fîlmên şer tên çêkirin. Heya ku Nazî di sala 1945an da xwe dide dest ev rewş didome. Piştî 1945an li bazarên Ewropa dîsa amerîkî têne dîtin.
FRANSA
Sînemaya Fransî tevî ku ji hêla xwe yî hûnerî xurt be jî di salên 1920î da Hollywood li pêş e. Serkeftinên fîlmên Hollywoodê di sala 1926an da hejmara fîlmên fransî dadixîne bîst û pênc fîlman. Dema ku sînemaya bideng pêş dikeve, êdî di sala 1930an da hejmara fîlman zêdetir dibe. Piştî vê demê di salekê da nêzî sed û sih fîlm tên çêkirin. Sektora sînemayê û bi giştî belavkirina fîlman di deste amerîkiyan da ye lê belê fîlmên herî pir tên temaşekirin, fîlmên fransî ne. Piştî ku Almanya, Fransa dagir dike hin derhêner û lîstikvanên wek Renoir, Duvivier, Gabîn û Morgan ji Fransayê dûr dikevin. Di van salan da li Fransa hikûmeta Vichy tê avakirin. Hikumeta Vichy komîteyek ji bo sînemayê ava dike. Bi vê komîsyonê fransî derfeteke nû bi dest dixin. Tevî ku pirsgirêkên aborî hebin jî di nava şer da sînemaya fransî pêş dikeve. Li ser derhênerên wê demê, hem ji hêla almanan ve hem jî ji hikumeta Vichyyê ve rêgeza sansure tê kirin. Û ji wan di fîmên ku çekin da mijarên propagandist tên xwestin.
Li Fransayê fîlmên Hoolywoodê tên qedexekirin. Ji bilî çend fîlmên îtalyanî û almanî li her dere fîlmên fransî tên weşandin. Bandora şer û bi ewlebûna salonan, rê li ber sînemayê vedike. Temaşevanên wê deme ji her demên borî zêdetir dibin. Fîlmên wê deme komêdiyên bi tarza amerîkî û pirtir muzîkal in. Taybetmendiyek din a fîlmên wê demê têkiliya wan a bi edebiyatê re ye.
Her ji sê fîlman yek ji pirtûkan tên çêkirin. Îdeolojiya hikumetê girîngiyê dide temaşevanên malbatî û bandora şer jî rê li ber vê yeke vedike da ku netewperestiyê di dilê wan da şîn bike. Di salên Şerê Cîhanê yê Duyem da li Fransayê karakterên jin zêdetir dibin û lîstikvaniyek xurt derdikeve holê.
Pêla Nû (Nouvelle Vague)
Ji destpêka sînemayê heta roja îro Fransa bi nûjeniya xwe digihîje asteke serkeftî. Herçiqas şert û mercên şer xwedî neyîniyan be jî li Fransayê ji hêla sînemayê ekolên nû peyda dibin. Di salên 1945an da li Fransayê kovarek bi navê ’’Cahiers du Cinema’’ (Deftera Sînemayê) ji hêla rexnegirên sînemayê, ku tevî derhêner lîstikvan û bi senarîstan pêk tên tê weşandin. Ew kes;
André Bazin, Jean Luc Godard, François Truffaut, Claude Chabrol, Eric Rohmer, Jacques Rivette e. Xebat û xebatkarên vê kovarê di sînemaya Fransayê da rêgezek nû Nouvelle Vague (pêla nû) diafirînin. Ji bilî Andre Bazin endamên kovarê fîlman dikişinin. Taybetmendiya vê rêgezê ew e ku kamera êdî derdikeve derve û li pey lîstikvanan digere, derhêner seneryoya fîlmên xwe dinivîsîne, mizansen derdikeve pêş, çîrok bê sînor in, demek rasteqîn tune, di demê da diçin pêş û paş. Bi van taybetmendiyan herkes dikare rahêje kamerayê û derkeve kuçeyan. Êdî derhêner li dijî klasîkê derdikeve û di fîlmên xwe da balê dikişîne li ser bûyerên polîtîk û civakî. Ya din jî temaşevan di sehneya rêzê da qet nikarin bibin xwedî fikrekê, ev gav jî li ser temaşevan meraqekê peyda dike ku temaşevan nikarin ji bin bandora fîlm derkevin. Em dikarin bibêjin ku fîlmê Pêla Nû ya pêşîn, fîlmê Godard ya bi navê A bout da souffle (Evîndarên Eware) ye.
ÎTALYA
Mixabin ji ber ku Îtalya di bin bandora rêveberiya faşîst ya Mussolini da maye. Sînemaya îtalyanî piştî salên 1930yî xwe derdixîne pêş. Mussolini tê derdixîne ku bê çiqasî hêza sînemayê li ser mirovan xwedî bandor e, fîlman mîna amûreke propagandayê bi kar tîne. Di sala 1937an da Mussolini studyoyên bi navê “Cinecitta” bi yekdestiya dewletê ava dike û bala gel dikişîne ser fîlmên “Telefonî Biankî’’ (Telefonên Spî). Fîlmên telefonên spî; mîna ku zordestî, şer û zext li ser gel tune ye, jiyana xeyalan burjûvazî te jiyîn, bi vî rengî têne kişandin. Derhênerê wê serdemê jî Alessandro Blasetti û Marîo Camerînî bi xebatên xwe derdikevin pêş.
Rasteqîniya Nû (Neorealîzm)
Di Şerê Cîhanê yê Duyem da tekoşîna li hember faşizme tê dayîn li ser çanda Îtalya şopên girîng dihêle. Di navbera salên 1930-1940î da rêgezek nû ya bi navê Neorealîzmê (Rasteqîniya Nû) destpêdike. Lê di salên 1944-1952an da digihîje asta serkeftinê. Di bingeha rêgeza rastiya nûjen da sekna tekoşînê ya li dijî faşîzmê heye. Çawa ku studyoyên Cinecitta da fîlmên Telefonên Spî rastiya faşîzmê vedişêre, rasteqîniya nû jî bi taybetmendiya xwe, fîlmên li dijî faşîzmê çêdike. Derhêner Vittorio da Sica di sala 1942an da fîlma xwe yî I Bambînî Ci Guardano (Zarok li Me Dinêrin) mîna bersiveke ji fîlmên Telefonên Spî re be, kişandiye. Filmê Zarok li Me Dinêrin dibe destpêka rasteqîniya nû. Di vê rêgeza nû, rasteqîniya nû da derhêner temaşevanan bi bandora rastiyê dihisîne û dike ku bi çavekî heyberî li fîlman temaşe bikin. Bi van kiryaran derhêner li cihê lîstikvanên profesyonel yên amator dilîzînin.
Her wekîdin li dijî studyoyan derdikevin, kêşanên xwe li kûçeyan dikin. Ronîkirina Hollywoode jî qebûl nakin, roniya xwezayî bikartînin. Piştî Şerê Cîhanê yê Duyem fîlmên melodram cihê xwe ji fîlmên rasteqîniya nû re dihêle. Edî kamera li nav kuçeyên ku şer lê qewimiye, digere. Çawa ku kamera dîmenên herî rasteqîn qeyd dikin, lîstikvan jî jixweberî (jiberxweve) dilîzin. Di salên 1944-45an da, derhêner Rossellini di nava zehmetiyên aborî û polîtîk da filma Roma cîtta aperta ( Bajarê Vekirî Roma ) dikişîne. Bi weşana filmê Bajarê Vekirî Roma ra sînemaya îtalyanî dîsa di nava sînemaya cîhanê da xwe dide pêş. Rasteqîniya nû ne wek dibistanekê an ekoleke hunerî, zêdetir wek seknekê û nerînekê derdikeve holê. Ev rêyek e ji bo nêrîna li rastiya şer û pirsgirêkên ku ji vê rewşê derbikevin. Piştî Rossellini, derhênerên rasteqîniya nû ên binav û deng; Vittorio da Sîca bi fîlmên Scîuscîa (Zarokên Peyarê, 1946) Ladrî dî Bîcîclette (Dizên Duçerxeyê, 1948) û Visconti Nin Ossessione, Michelangelo Antonioni, Luchino Visconti, Gianni Puccini û Cesare Zavattini tên nasîn.
SOVYET
Sînemaya sovyetan heya salên 1920î jî li dinyayê gelekî di pêş da ye. Piştî hatina deng ev rewş diguhere. Pevbestîna (montaja) Rusan ya bi nav û deng, piştî hatina deng wek berê qîmet nabîne û di demeke pir kin da sînemaya sovyetan li paş dimîne. Di vê paşketinê da bi qasî hatina deng guhertinên siyasî jî bandorê dikin. Li Sovyetan li ser navê şoreşa çandî hunermend neçar dimînin ku di nava sîstemek nû da bi rêbazên nû bixebitin.
Bolşevîk wê demê ji bo peyamên xwe bigihînin gel û ji bo ku “mirovên sosyalîst yên nû” biafirînin sînemayê gelekî bikartînin.
Bi van armancan hemû xwestek û daxwazên xwe li sînemayê bar dikin. Di encama vê da jî tiştekî baş dernakeve holê. Çend mînakên vê yên baş jî ji hêla gel ve nayên ecibandin. Di salên 1920î da li Sovyetan sînema ji bo mirovên li bajaran û ji bo kêfê ye. Di salên 1930î da nû nû mirovên din jî bi sînemayê dihesin. Kolektîvîzma ku li gundan bi pêş dikeve bandora xwe li ser sînemayê jî dike. Ji 1928an heya 1940î avahiyên sînemayê 3 qat, hejmara bilêtan jî 4 qatan zêde dibin. Di cîhanê da her ku diçe fîlmên bi deng belav dibin lê li Sovyetan di Şerê Cîhanê yê Duyem da jî hêj fîlmên bêdeng têne weşandin. Sedemên vê rewşê yek jê jî paşdemayîna endustrîyê ye. Hem fîlmên biyanî qedexe ne hem jî fîlmên Sovyetan pir kêm in. Ev li ser temaşevanan jî bandorê dike ji ber ku bê tercîh in. Di salên 1920î da 120-140 film tên çêkirin. Ev hejmar di sala 1933yan da dadikeve 35an û gelekî bi vî awayî dewam dike. Sovyet di 1934an da bi awayekî fermî rasteqîniya sosyalîst qebûl dikin û komên hunerî di cihekî da kom dikin. Bi vê tevgerê re ji 1933yan heta 1940î 308 film tên çêkirin. Piraniya mijara van filman, bi awayekî dîdaktîk rexneya kapîtalîzmê û bilindkirin û nasandina komûnîzmê ne. Yen din jî bi heman şêweyî ji bo xurtkirina welatparêziyê tên kişandin. Dema şer, wek gelek welatan li Sovyetan jî kîjan fikir li pêş e mijara fîlman dibe ew.
Stalin ji dawiya salên 1930î heya 1953yan li ser fîlman xwedî bandorê. Ew van fîlman bixwe temaşe dike û sansur an jî alîkarî rasterast ji alî wî ve diyar dibe. Li gora wî girîngiya derhênaran jî tune ye. Derhêner wek teknîsyenekî erkdar e da ku tiştên di senaryoyê da cih bi cih bike. Senarîst pirtir li pêş in. Dema jimarên kuştiyên wê demê eşkere dibin senarîstên ku di şer û teqînan da mirine gelekî ji derhêneran zêdetir in. Ev jî mînakek e ji bo vê rewşê. Fîlmên di dema şer da tên çêkirin ji bo ku her kes fam bike tên çêkirin. Ceribandinên hunerî bi formalîstbûnê tên tawanbarkirin. Di van şertan da derhênerên navdar Dovzhenko û Pudovkîn e. Kuleshov dev ji çêkirina fîlman berdidin. Derhênerên wek Leonid Trauberg, Dziga Vertov û Sergei Yutkevich jî heya Stalîn sax e derfeta ku filmekî çekin nabînin. Piştî mirina Stalîn bi hin guhertinan rewş baştir bibe jî tu carî sînema nagihêje prestîja xwe ya salên 1920an.