KURTE
Di vê xebata xwe de em ê li ser du pirtûkên ku li ser sînemaya kurdî hatine nivîsîn, rawestin û wan berawird bikin. Di vê xebatê da yekem pirtûka me Devletsiz Bir Ulusun Sineması ya Soner Sert e û ya duyem jî pirtûka Gemideki Hayalet ya Sebahattin Şen e. Bi gelemperî em ê şibîn û ciyawazîya du pirtûkan bînin zimên. Li ser pênaseya sînemaya kurdî çi gotine, li gorî wan sînemaya kurdî çi ye û kîjan fîlman di çarçoveya sînemaya kurdî de destnîşan kirine, em ê li gorî van pirsan du pirtûkên ku me behskirî, binirxînin. Xala pêşî em ê wan pirtûkan û nivîskarên wan bidine nasandin, ew pirtûkên han li ser çi hatine nivîsîn û armanca nivîsandina wan ya nivîskaran bikin. Helbet di vê xebata xwe de em ê pirtûkên ku li ser sînemaya kurdî hatine nivîsîn sûd wergirin.
DESTPÊK
Sînema hunereke pirdeng e. Lewra dikare tiştê ku tu dixwazî bibêjî bi deng û dîmen li her deverê dinyayê bide ragihandin. Ji ber vê amûrek pir bihêz e. Bi vê taybetiya xwe sînema ji bo derbirîna kurdan bû amûrek pir mezin. Herçiqas fîlmên yekem ji aliyê teknîkê ve nebaş bin jî ji bo derbirîna gelê kurd ji bo derveyî welêt baştir bû. Gelên din yên cihanê ziman, çand û jiyana kurdan ya asayî û li nav şer da heyî naskirin. Pêşdaraziya li hemberê kurdan bi saya wan fîlman em dikarin bibêjin ku pûç bû lewra ji aliyê dewletên ku kurd lê dijîn wekî bernameyên demdirêj bo derveyî welêt ango ji bo biyanîyan hatibû kirin. Nêrîna biyaniyan ya li hemberê kurdan bi awayekî baş hate guhertin. Lê li vir pirs derdikevin holê. Sînemaya kurdî çi ye, kîjan fîlm dikeve nav sînemaya kurdî, yekem fîlmê kurdî kîjan e? Van pirsan pêdiviya pênaseya sînemaya kurdî hewce dike. Lewra li ser pênaseya sînemaya kurdî gelekî alozî tê dîtin. Her kes li gorî xwe pênaseyek dike ji ber vê jî li ser yekem fîlmê kurdî fikreke hevray nayê dîtin. Li gorî hin kesan yekem fîlmê kurdî Zarê ya Hamo Baknazaryanî ye ku di sala 1926an da hatiye kêşan, li gorî hin kesan fîlmê Grass ya derhênerên bi navê Ernest B. Schoedsack û Merian C. Cooperê ve di sala 1925an de hatiye kêşan û li gorî hin kesan jî fîlmê pêşî Klamek ji bo Beko ye ku ji aliyê Nizamettin Arinçî ve di sala 1992an de hatiye kêşan. Ji ber ku ev alozî ji holê rabe divê pênaseyek li ser sînemaya kurdî bê kirin. Gava em lêkolînan dikin li ser vê minaqeşeyê rastî çend pirtûk û gotaran tên. Herçiqas di hin gotaran da em rastê hevsengîyek dirust neyên jî di hin pirtûk û gotaran da li ser vê meseleyê hevsengiyek hatiye kirin. Lê dîsa jî şibîn û ciyawazî di van çavkaniyan de tên dîtin. Pirtûkên wekî Kürt Sineması: Yurtsuzluk, Sınır ve Ölüm ya Mizgin Müjde Arslan, Devletsiz Bir Ulusun Sineması ya Soner Sert, Gemideki Hayalet ya Sebahattin Şen li ser destpêk û pênaseya sînemaya kurdî di heman qenaetê da ne û destpêka sînemaya kurdî ji fîlmê Klamek ji bo Beko (1992) ya Nizamettin Arinçî ve dane destpêkirin. Em jî di vê xebata xwe da li ser destpêk û pênaseya sînemaya kurdî da du pirtûkan analîz dikin. Li gorî wan nivîskaran sînemaya kurdî tê çi wateyê, yekem fîlmê kurdî kîjan e, kîjan fîlman em dikarin di çarçoveya sînemaya kurdî bi nav bikin em ê li ser van pirsan pirtûkên wekî Devletsiz Bir Ulusun Sineması ya Soner Sert û Gemideki Hayalet ya Sabahattin Şen berawird bikin.
Me li jor bi gelemperî behsa hêza sînemayê, aloziya li ser yekem fîlmê kurdî, gotar û pirtûkên li ser sînemaya kurdî kir. Di vê xebata xwe de em ê li ser van mijaran du pirtûkan berawird bikin. Di vê xebata me de çavkaniyên me pirtûkên wekî Devletsiz Bir Ulusun Sineması ya Soner Sert û Gemideki Hayalet ya Sebahattin Şen bin.
DANASÎNA PIRTÛKAN
Pirtûka Sebahattin Şenî ya Gemideki Hayalet: Türk Sinemasında Kürtlüğün Kuruluşu di sala 2019an da ji weşanxaneya Metisê derketiye. Pirtûk bi giştî ji 12 beş û 355 rûpelan pêk tê. Pirtûk bixwe teza wî ya doktorayê ye û mijara wî di sînemaya tirkî da hebûn an jî nîşandana kurdan e. Tenê di beşa “Pêvek”ê da bi awayekî kurt behsa sînemaya kurdî kiriye ku ev gotar di Weqfa İsmail Beşikçiyê da wekî semîner hatîye dayîn û piştre derbasê nivîsê kiriye. Ji ber ku xebata me li ser sînemaya kurdî ye em ê tenê li ser vê beşê bisekinin. Di vê beşê da behsa sînemaya kurdî kiriye û li ser fîlmên du derhênerên kurd yên wekî Bahman Ghobadî û Kazım Özî sekiniye û fîlmên wan analîz kirine.
Pirtûka Soner Sertî ya Devletsiz Bir Ulusun Sineması bi giştî li ser sînemaya kurdî hatiye nivîsîn. Di sala 2019an da ji weşanxaneya Dipnotê derketiye û bi giştî 192 rûpel e. Pirtûk, destpêk jî di nav da bi giştî ji 5 beşan pêk tê. Nêzî 20 rûpel destpêk hatiye nivîsîn û tê da behsa fîlmên li ser kurdan hatine kêşan kiriye û fîlmê Zerê û fîlmên Yılmaz Güneyî yên Seyyit Han, Endişe, Sürü, û Yol wekî mînak daye xwendevanan. Bi awayekî kurt behsa derhênerên kurd yên wekî Bahman Ghobadî, Hiner Saleem, Hüseyin Karabey û Kazım Özî û fîlmên wan kiriye. Li gel van behsa derhênerên ku ne kurd in lê mijara wan li ser kurdan e kiriye. Behsa endustriya sînemayê hatiye kirin. Bi awayekî dirêj behsa dîroka kurdan ya kevin û zimanê kurdî kiriye. Armanca xwe bi vê hevokê rave dike: “Armanca bibîrxistina min ya li ser dîroka kurdan û Kurdistanê ev e ku li hemberê kesên kurdan qaşo di sedsala 20em da derketine holê pêşkêş dikin.”
Di beşa yekem da li ser pêşveçûna dîrokî ya sînemayê li gel dirûv û estetîkê sekiniye û behsa bandora sîyasî ya li ser rêbazên sînemayê wekî “realîzma civakî, realîzma nû û sînemaya sêyemê kiriye. Li gel vê yekê sînemaya kurdî xistiye nav rêbaza “sînemaya sêyem”. Di beşa duyem da behsa pêvajoya çêbûna sînemaya kurdî kiriye ku em ê bi awayekî berfireh behsa vê bikin. Behsa faktora Yılmaz Güneyî û bandora wî ya li ser sînemayê hatiye kirin û bi fîlmê wî ya Yolê behsa kodên sînemaya kurdî kiriye. Di beşa sêyem da li ser kodên heyî zayîn û pêşveçûna sînemayê bi awayekî kronolojîk nivîsiye û fîlmên derhênerên kurd yên wekî Bahman Ghobadî (Dema Hespên Serxweş, Awaza Dayika Niştimam, Nîwemang), Hiner Saleem (Votka Limon, Kîlometre Zero, My Sweet Pepper Land), Şevket Emîn Korkî (Bîranînên Li Ser Kevirî), Kazım Öz (Fotograf) û Hüseyin Karabeyî (Gitmek) analîz kirine. Di beşa çarem da roportaj bi nûnerên saziyên Kolektîfa Sînemayê ya Mezopotomyayê û bi Festîvala Fîlmên Kurdî ya Londonê ra kiriye.
Nivîskar bi giştî li ser mijarên bi sînemaya kurdî ra eleqedar sekiniye. Di xebata xwe da li ser mefhûmên wekî “bêwelatî, sînor û mirin”ê sekiniye û fîlmên ku di pirtûka xwe da cih daye û behsa van kiriye bi van mefhûman analîz kirine.
BERAWIRDKIRINA PÊNASEYA SÎNEMAYA KURDÎ
Sebahattin Şenî rastiya sînemayê û rastiya kurdan bi hev re girêdaye û bi nêrîneke dij-kolonyalîst behsa sînemaya kurdî di beşa pêvekê da kiriye û vê yekê jî weha diyar dike ku; li gorî wî, sînemaya kurdî zêdeyeka (fazlalık) sînemaya tirkî ye ku lê hatiye zêdekirin. Fîlmên kurdî berdewam û pêveka sînemaya tirkî ye ku ev herdu sînema hebûneke dulibî (ikili) pêk tînin. Ew zêdeyek e ku bûye sedema sînemaya tirkî wek sînemaya Tirkiyeyê bê nivîsîn. Di heman demê da li gel sînemaya tirkî pêwendîdar e lê ev zêdeyek e ku jê mezintir e. Bi gotineke din, ji ber ku fîlmên kurdî li welatên din (Îran, İraq û Dîyaspora) ji aliyê çawanî û çendanî ve pêş dikevin sînemaya kurdî ya li Tirkiyeyê di nav sînemaya Tirkiyeyê da nayê hilhatin û veserkirin. (Şen, 2019, p. 317). Bi vî awayî fîlmên kurdî kamil dibin û ji bilî fîlmên tirkî tiştekî din vedibêjin û taybetmendiyên cuda di nav xwe da dihewînin. Ji pêveka sînemaya tirkî wêdetir dibe zêdehiya sînemaya tirkî û ji vê vediqete dibe sînemayeke xweser. Wekî ku Ömer Leventoğlu jî nêzî vê hevoka Şenî bi gotara xwe ya ku di kovara Zaremayê da derketibû diyar dike ku “sînemagerên kurd, heta dema dawî ji sînemaya tirk elimîn. Tarza wan, şêwaza wan, şixulkirina kameraya wan, dirêjiya fîlmên wan, gotin û rengên wan hemû ji sînemaya tirk xweyî bûbûn lê li dijî sînemagerên tirkan gotinên siyasî vedigotin. Çi ku heta 20 – 25 sal berê, di sînemaya tirk de lehengên kurd jixwe hebûn. Çîrokên kurd jî herweha.. lîstîkvanên kurd jixwe di wan fîlman de kar dikirin lê çav çavê tirkîtîyê bû. Vêca gava ku sînemagerên kurd derbasî pişt kamerayê bûn, heman şêwaz şopandin, heman sînema çêkirin lê tenê cudahîyek kirin nav ango li ser perdeya spî nerazîbûna kurdan anîn zimên.” (Leventoğlu, 2016, p. 137) Bi van hevokên nivîskaran em dikarin vê encamê derxînin, fîlmên ku li Tirkiyeyê hatine kêşan di bin tesîra sînemaya tirkî da mane, bes ji aliyê naverok, ziman û lîstikvanan ve ji sînemaya tirkî veqetiyane û sînemaya kurdî pêk anîne.
Gava em li ser mijara fîlmên ku yekem car hebûna kurdan ya di dîroka sînemayê da hatine dîtin disekinin, li gorî pirtûka Sebahatîn Şenî belgefîlmê Grass (1925) ya Merian C. Cooper û du hevalên wî ne ku mijar li ser kurdan û coxrafyaya wan e. Li gorî Şenî “ev fîlm yekem belgefîlm e ku kurd tê de xuya dibin û fîlmê Zerê (1926) jî yekem fîlmeke honakî ye ku mijar li ser kurdan e.” (Şen, 2019, p. 24). Sîluetên kurdan, beden û erdnîgariya wan cara yekem ji aliyê “kesên din” ve hatine qeydkirin û cara yekem ji aliyê van kesan ve hatine temaşekirin. Bi gotineke din, kurd ji aliyê fikir, raman, arezû, gotar û îdeolojiya wan kesên din ve hatine nîşandan.
Soner Sert sînemaya kurdî ji aliyê şêwe û estetîkê ve analîz dike û li gorî pirtûka wî hevnasîna kurdan ya bi sînemayê ra yekem car di sala 1925an da li bajarê kurdan, li Silêmaniyê bi nîşandana fîlmekê çêbûye. Sert di hevoka xwe ya “yekem fîlmê kurdî Zerê ye û di sala 1926an da li Ermenîstana Sovyetan hatiye kêşandin” (Sert, 2019, p. 48) da yekem fîlmê kurdî Zerê nîşan dide û hevoka xwe ya “kurd wekî kurd cara yekem di vê fîlmê da hatine temsîlkirin” (Sert, 2019, p. 49) lê zêde dike. Lê di hevoka wî ya “fîlmên ku mijarên xwe li ser kurdan ava dikin cara yekem bi fîlmê Zerê (1926) dest pê dike” (Sert, 2019, p. 9) û “piştî Zerê fîlmê Kurd-Êzidî (1932) fîlmê duyem e ku behsa kurdan hatine kirin” (Sert, 2019, p. 49) da neliheviyek tê dîtin. Di rûpela 48an da fîlmê Zerê yekem fîlmê kurdî nîşan dide lê di rûpela 49an da fîlmê Zerê yekem fîlmê ku kurdan temsîl dike nîşan dide. Nivîskar di vê mijar û agahiyên xwe da nehevgirtî ye.
Ev her du nivîskar her çiqas di dîroka sînemayê da ji bo yekem fîlmê ku behsa kurdan dike du fîlmên cuda gotibin jî “yekem fîlmên ku behsa kurdan dikin bi fîlmên ku jiyana Ermenîyan ya li Rûsyayê derbas dibe re eleqedar in. Temsîla kurdan yekem car di fîlmê “Under the Yoke of Kurds or The Tragedy of Turkish Armenia” (Di bin Nîrê Kurdan da an jî Trajediya Emenîstana Tirk)” da tê dîtin ku ji aliyê derhênerê Rûsî yê A. I. Minervinî ve di sala 1915an da hatiye çêkirin. Mijara vê fîlmê qedera keçikeka ermenî ye ku ji aliyê kurdan ve bi zordarî hatiye desteserkirin” (Bakhchinyan, 2017, p. 42). Ger em ji aliyê dîrokê ve lê binêrin ev dibe yekem fîlm ku behsa kurdan tê kirin. Bi vî awayî di vê mijarê da agahiyên wan nivîskaran nerast derdikevin.
Li gorî Sertî ji bilî Yılmaz Güneyî kurd di fîlman da heya salên 2000î ji aliyê derhênerên kurdan ve gelekî kêm hatine temsîlkirin. Piştî 2000î bi derketina derhênerê kurd Bahman Ghobadî, sînemaya kurdî hatiye axaftin û nîqaşkirin. Sert li ser fîlmê Klamek Ji Bo Beko (1992) ya Nizamettin Ariçî wek “yekem fîlmê ku bi tevahî kurdî hatiye kêşandin” destnîşan dike. (Sert, 2019, p. 51). Şenî jî dibêje “Klamek ji bo Beko ji ber ku, yekem fîlm e ku bi kurdî hatiye kêşandin girîng e.” (Şen, 2019, p. 322) Lewma her du nivîskar jî vê fîlmê yekem fîlmê ku bi kurdî hatiye kêşan bi nav dikin. Wekî yekem fîlmê kurdî bi nav nakin. Lewma li ser yekem fîlmê kurdî, em di wan pirtûkan da tiştekî şênber ku hatiye nivîsîn nabînin. Lê ji ber ku mijara fîlmê li ser kurdan e û ji aliyê derhênerekî kurd bi kurdî hatiye kêşan û lîstîkvanên kurd tê de leyistine, em dikarin wekî yekem fîlmê kurdî bi nav bikin.
Fîlmê Klamek ji bo Beko yê Nîzamettîn Ariçî ku di sala 1992an da kişandibû herdu nivîskar, wekî yekem fîlmê kurdî destnîşan dikin. Ev fîlm di hemû pirtûk û gotarên di derbarê destpêka sînemaya kurdî da hatine nivîsîn, yekem fîlmê kurdî tê destnîşankirin û ev agahiyeke giştî û derbasdar tê qebûlkirin.
Di vê beşê da em ê pirtûkên van nivîskaran li gorî pirsa “sînemaya kurdî çi ye?” berawird bikin.
Li gorî Şenî fîlmên kurdî him dewama sînemaya tirkî û him jî zêdeyeka sînemaya tirkî ye ku hatiye veserkirin. Fîlmên kurdî ew metn in ku şênberkirina arezûya nîşandanê ya kurdan û Kurdistanê ye. Sînemaya kurdî ji bilî arezûya nîşandana kurdan û Kurdistanê, xwestekeke berxwedanê jî di nav xwe da dihewîne. Lewma di fîlmên kurdî da vê yekê tesîr li ser şêwe, estetîk û mijara fîlman kiriye. Sînemaya kurdî bi xwe polîtîk e. Ji ber vê yekê jî beriya analîza wateya navxweyî, gotar û gramerên wê, divê hebûna fîlmên kurdî tê çi wateyê, bê analîzkirin.
Bi pozîsyona kurdan ya dîrokî û civakî ra eleqedar sînemaya kurdî, li nav meseleya kurdî zayîye û ji aliyê vê mijarê ve hatiye dorpêçkirin. Lewma meseleya kurdî tesîr li ser fîlmên kurdî dike. Li gel vê yekê pirsgirêka kurdî bi awayekî girîng şêwe li fîlmê, derhêner, temaşevan û rexnegirê wê dide. Sînemaya kurdî di nav têkoşîna nasnameyekê da zayîye. Sînemaya kurdî bi awayekê misoger; veguherandina polîtîk, erdnîgarî û qada çandî, bûyîna beşek û encama serweriyeka hilberîner ya celebên nû yên subjektîv û têkiliyên reftarî derketiye holê. Li gorî Şenî sînemaya kurdî ji ber ku li cihên cuda wek dewletên neteweyî û mekanên diyasporîk tê afirandin û bi mercê pêkanîna krîterên wek afirandina miletekê û bi bûyîna beşek ji berxwedana dijkolonyalîst ve sînemayeke mînor e. Di sînemaya kurdî da “tiştên siyasî” hertim têkilê hêmayê dibe. Sînemaya kurdî, ew tişt e ku, panoramaya têkoşîna mileteke ku erdnîgarî, ziman, çand, rabirdû û dahatûya wê hatiye zextkirin. Divê milet bê afirandin û gotara xwe bixwe saz bike. Divê ziman, dîrok û hestên xwe bixwe biafirîne. Li vir pirsgirêkeke şexsî dibe pirsgirêka civakî û bi polîtikayê ra girêdayîye. Di nav fîlman da ji bilî zimanê kurdî zimanên din jî tên bihîstin. Kolonîkirina zimanê kurdî li hemberê dinyaya modern hatiye qelskirin lewma lîstîkvanên fîlman di navbera van zimanan da wekî bêcîh û bêwar dixuyin.
Çawa ku me li jorê jî behs kir, li gorî Sebahattin Şenî xuyabûna silûetên kurdan di dîroka sînemayê da cara yekem di sala 1925an da bi destê kesên din ve çêbûye û ew ji aliyê kesên din ve hatine temsîlkirin. Lê bihîstina zimanê kurdî di salên 90î da çêdibe. Ji destpêka salên 90î pê ve ji aliyê ciwanan li Tirkiye, Diyaspora û Kurdistana Iraqê fîlm hatine çêkirin. Bi vî awayî qada sînematîk ya sînemaya kurdî yan jî fîlmên kurdî çêbûne. Hin sebebên piştî salên 90î zêdebûna hejmara fîlmên kurdî û behskirina sînemaya kurdî hene. Ya yekem, li hemî cihanê ciyawazbûna şertên hilberîn û belavkirina fîlm û sînemayê ye. Digel pêşveçûna teknolojiyê kêşana fîlman hêsantir bû. Di endustrîya fîlman da bi destpêkirina bikaranîna teknolojiya dîjîtal û berbelavbûna festîvalên fîlman hilberîna fîlman zêdetir bû. Ya duyem û sebeba herî girîng di erdnîgariya kurdan da bizava guherîna çandî, siyasî û civakî ye. Salên 90î di erdnîgariya kurdan da dîroka hebûna bizava şerên polîtîk û civakî ye ku di wan salan da geştir bû. Piştî Şerê Kendavê (1991) û li Kurdistana Başûr hebûna desthilata federal ya kurdî û li Tirkiyeyê di salên 90î da encama zêdebûn û girseyîbûna hereketa kurdan zexta li ser nasnameya kurdî piçek jî be kêm bû û meydaneke azad çêbû. Bi vî awayî sînema jî di nav da qadeke hunerî û çandî çêbû. Bi saya avabûna Navenda Çanda Mezopotamyayê (1990) derhênerên ku ji vir perwerdehî stendine piştî salên 90î dest bi kêşana fîlman kirine. Sebeba sêyem jî ew e ku piştî di sala 1979an da Şoreşa Îslamî ya Îranê, di sala 1980yî da bi destpêka derbeya leşkerî ya Tirkiyeyê û bi berdewama di salên 90î da şerê Iraqê qirkirina kurdan, hebûna şer, valakirina gundan, kuştinên kujernediyar û encama sergirtina siyasî, leşkerî û çandî li Ewropayê diyasporaya kurdan çêbû. Piştî çûyîna kurdan ya li diyasporayê dest bi çêkirina fîlman kirin.
Soner Sert beriya ku behsa sînemaya kurdî bike, behsa derhêner û fîlmên ku cih dane temsîliyeta kurdan, mesele/pirsgirêka kurdan, jiyan û bandora Yılmaz Güneyî li ser sînemaya kurdî û tirkî û kodên sînemaya kurdî (bêwelatî, sînor û mirin) kiriye. Wî sînemaya kurdî bi hêmayên sînemaya kurdî ra rave kiriye. Ev hêmayên sînemaya kurdî ji şêwe û estetîk, ziman, erdnîgarî û problemên fînansmanê pêk tên.
Li gorî Sertî, ji aliyê şêwe û estetîkê ve sînemaya kurdî ji ber ku tiştên rastî û çêkirî bi hev ve dide şêweya vê ya resen “docu-drama” ye. “Gelê kurd nêzî sed sal e ji aliyê netewe-dewletên emperyalîst ve li hember polîtîkaya înkar û tunekirinê maye û bi awayekî perîyodîk mafê wan hatine jibîrkirin lewma dixwazin vê yekê ji hemû dinyayê ra bêjin.” Ji ber vê sînemagerên kurd her tim di fîlmên xwe da rastiya jiyana kurdan dane nîşandan. Derhênerên kurd ji ber ku rastiyê nîşan didin, fîlmên wan wekî belgefîlm in. Mekana fîlmên wan, mekaneke rastî ye. Berahiya objektîf tesîr li fîlmên wan kirine û di vegotina çîrokê da bûye diyarker. (Sert, 2019, pp. 78 – 79)
Gelê kurd bi zaravayên kurmancî, zazakî, soranî û goranî diaxivin. Kurmancî û zazakî li Tirkiyeyê, soranî li Iraq û Îranê, goranî jî li devera sînorên Iraq û Îranê da tên axaftin. Di van netewe-dewletan da ji ber qedexebûna zimanê kurdî bikaranîna zimanê kurdî di sînemayê da derengtir çêbûye. Ji ber vê jî di sînemayê da bikaranîna zimanê kurdî heya salên 90î nayê bihîstin. Ji aliyê hêmaya zimanî ve, ger ekîba ku fîlmê çêdikin kurd bin û çîroka fîlmê li ser kurdan be, ew fîlm wekî sînemaya kurdî tê binavkirin. Herweha fîlm divê bi kurdî bê kêşan. Di heman demê da weha diyar dike, ji ber ku gelê kurd di bin desthilatdarîya çar dewletên cuda da dijîn fîlmek ger daxilê sînemaya kurdî bibe pirsa “hêmaya zimanê kurdî bi tena serê xwe têrê dike yan na?” dike û bi vî awayî fîlmên ku bi giştî tirkî hatine kêşan, wekî fîlmên Fotograf yê Kazım Öz û Gitmek ya Hüseyin Karabey di bin serenava sînemaya kurdî da analîz kirine. Vê yekê jî ji ber sedemên polîtîk, li gorî rêjeya zimanê kurdî ji bo fîlmeka sînemaya kurdî nayê gotin, rave dike. Ger fîlmek daxilê sînemaya kurdî bibe divê kurdên li herêmên cuda yên Kurdistanê dijîn temsîl bike. Ji aliyê hêmaya erdnîgariyê ve, ji ber ku sînemaya kurdî rastiyê nîşan dide, divê fîlm li mekana sirûştî/rastî bê kêşan.
Rastî, gencîneya resen ya sînemaya kurdî ye. Heya niha bêyî vê çêkirina fîlmeke kurdî pêkan nebûye. Ev rewş, hêmaya bingeh ya helwesta şêweyî ye. Gava ku derhênerên kurd dixwestin behsa çîrokên kurdan bikin, di mekana wan ya siruştî da fîlmên xwe dikişandin. Di sînemaya kurdî da hêmaya erdnîgariyê ji hêmayên wekî çiya, berf, leşker, rê û problemên fînansmanê pêk tên. Di serhildanên kurdan da “çiya” roleke diyarker bûye. Çiya, cihê dijraberên kurdan e. Çiya, hêmaya dûridestî, bilindahiyê û şiyanê ye.
Li Kurdistanê ji ber kişwera beriyî heya 6-8 mehan jî berf li erdê dimîne. Lewma berf rastiya kurdan e. Hêmaya berfê ji dema borî heya niha wek hêmayên paqijî û zelaliyê tê wesifandin.
Çiya û berf hêmayên fîzîkî yên erdnîgariya kurdan in. Lê gava em bixwazin behsa kurdan û Kurdistanê bikin divê em behsa hêmayên beşerî jî bikin. Yek ji wan hêmayan leşker an jî polîs in. Li her devera Kurdistanê û li Rojavayê yan jî li bajarên mezin, kurd her tim di bin çavderiyê da ne. Kontrolkirina nasnameyan, GBT, rêbirî, saxtîkirin rastiya jiyana kurdan e. Lewma di tevahiya fîlmên kurdî da em dikarin leşker û polîsan bibînin.
Hêmaya rêyê hem hêmaya fîzîkî û hem jî hêmaya beşerî ye. Rê di jiyana kurdan da pêkereke diyarker e. Di têkiliyên wekî siyasî, aborî, çandî û civakî da kartêkereke girîng e. Dîroka kurdan dîrokeke mişextiyê ye. Hertim mişextî bûne û koç kirine. Ji hêla sînemayê ve temsîla heyberî ya rêyê ev e ku di sînemaya kurdî da wekî vegera xwe ya kurdan tê şîrovekirin. Rê nîşaneya halê temamkirina rabirdû, geran û kêmasîyê ye.
Ji aliyê hêmaya problemên fînansmanê ve, ji bo çêkirina fîlmekê tiştê herî girîng fînansman e û bêyî vê fîlm nayê kêşandin. Ji ber sedemên polîtîk dîtina fînasmanê ji bo çêkirina fîlmeke kurdî heya avabûna saziyên subvansiyonên kurdî hertim bûye pirsgirêk. Her çiqas di salên 2000î da li Îran û Tirkiyeyê hin derhênerên kurd yên wekî Bahman Ghobadî, Kazım Öz û Hüseyin Karabeyî fonên sînemayê wergirtibin jî ji ber naveroka fîlmên xwe nekarîne carek din wergirin, heta ku ji aliyê van dewletan ve hatine sizakirin û mişextî bûne. Derhênerên kurd ji bo ku fîlman çêkin mecbûr mane ku berê xwe bidin produksiyona hevpar. Lewma ji ber nebûn an jî kêmbûna saziyeka fona sînemaya kurdî şirîkiyên cuda bûye çareserî.
Di mijara pirsa “sînemaya kurdî çi ye?” da her du nivîskar çend tiştên hevbeş û cuda gotin. Li gorî wan sînemaya kurdî bi pirsgirêka kurdî ra têkildar e lewma di fîlman da xwestekek heye, ew jî nîşandayîna jiyana kurdan ya li nav şer e. Ji ber vê jî mijara fîlman jiyana rastî ya kurdan nîşan didin û di mekanên sirûştî da tên kêşan. Bi vî awayî fîlmên kurdî taybetiya belgefîlman di nav xwe da dihewînin. Ji vî aliyê ve her du nivîskar tiştên hevbeş gotine.
Di kategorîzekirina sînemaya kurdî da du tiştên cuda gotine. Li gorî Şenî sînemaya kurdî wekî sînemayeke mînor, Sertî jî wekî sînemayeke “docu-dramayê bi nav dike. “Derhênerên ku ji ber sedemên polîtîk, siyasî û civakî terkî welat kirine sînemaya transnasyonal çêkirine. Ne tenê ji aliyê naverokê ve ji aliyê şêwe û mercê hilberandin û xeritandinê ve cureyeke nû diafirînin. Pir zimanî û lehçe, nasname, koçberî, sînor û welat bi giştî motîfên sereke yên van fîlman in. Mekan, leheng û bikaranîna ziman di van cure fîlman da unsurên bingehîn in. Piraniya van fîlman bi alîkariya produksiyonên biçûk yan jî ji fonên subvansîyonî dihatin çêkirin. Di encamê da ger em ji aliyê naverok û şêweyê ve taybetmendiyên sînemaya transnasyonal û sînemaya kurdî lê binêrin, li gorî min sînemaya kurdî nêzî cureya sînemaya transnasyonal dibe.
ÇAVKANÎ:
Sert, S. (2019). DEVLETSİZ BİR ULUSUN SİNEMASI. Ankara: Dipnot.
Şen, S. (2019). GEMİDEKİ HAYALET: Türk Sinemasında Kürtlüğün ve Türklüğün Kuruluşu. İstanbul: Metis.
Leventoğlu, Ö. (2016) Li ser Nîqaşa Sosret a “Hebûn û Nebûna Sînemaya Kurd” Tevlêbûneke Derxetî: “Çê”kirina Sînemayê û “Çêtir”kirina Jiyanê. Zarema, 8; 137