Agirê sînemaya Kurdî ya ku bi belgefîlma Grass: A Nation Battle’s for Life (1925) dest pê kir, bi fîlma Zarê (1925) û bi belgefîlma Kurd-Êzîdî (Yezidi-Kurds 1932–3)(1) dewam kir, vemirî. Demeke zêde dirêj, kurd di sînemayê da veşartî man, weka di dinê da jî her tim dihatin veşartin. Heta ku sînemaya Kurdî gihîşte Yilmaz Güney wextekî zêde di ser da çûbû û ew dem di hawireke sîyasî ya qels da bihurîbû. Di vî wextî da kurd bi jenosîd û kuştin, talan û surgunkirina hatibûn hişkirin. Heta li her çar perçeyên Kurdistanê çirayak sîyasî derket û ber bi belavbûnê ve çû wê demê Yilmaz Güney derket û Sînemaya Kurdî bi wî bi pêş ket.
Mesela xwemalîbûna fîlmekî yan kesekî ji bo sînemaya Kurdî mesleyek dûvdirêj e. Ev nîqaş li ser Yilmaz Güney jî heye. Meriv kare bêje nîqaşa herî zêde ya li ser vê meselê jixwe Yilmaz Güney û malîbûna wî ya Sînemaya Kurdî ye. Em bi misogerî zanin Yilmaz Güney kurd e û dû ku ji hepsê revîya çû Ewropayê doza kurd û Kurdistanê dikir. Bi gotinê wî “Em ne zarokê welatekî ji çar alî ve hatiye dagirkirin in. Em dixwazin bibin gelê dewleteka serbixwe, yekbûyî û azad ya kurdî, ya Kurdistanê… Her bijî Kurdîstana serbixwe, yekbûyî û demokratîk!” Lê wextê meriv li fîlmê wî dinêre tev bi tirkî ne, heta fîlmê ku li Fransayê kişandîye, Dîwar (1983) jî bi tirkî bû. Meriv nizane dê çewa vê meselê xwe safî bike. Belkî jî em vê safî nekin û her tim li serê bipeyivin. Ma her daîm divê encamek li ser her nîqaşî hebe? (2)
Bi kurtasî ez ê li ser her sê fîlmên hêja Yilmaz Güney Hêvî (1970), Kerî (1979) û Rê (1982) hûr û kur bibim. Jixwe ev her sê fîlm bingeha Sînemaya Yılmaz Güney in.
Umut, Hêvî (1970), yek ji baştirîn fîlmê Yilmaz Guney e. Cabar jî feqîrekî arabeskî yê li Edenê ye, ji civaka burjuvazî ya wê dewrê dûr ketiye û dixwaze ew jî weka wan kesên ku di nav jiyaneke baş da ne, bijî. Li gorî vê yekê çareserîya wî tenê pîyango ye. Di nav civakeka modern da Cabar bi parxêlekî jiyana xwe didomîne helbet di vir da sehneye yekem pir biqîmet e. Ji ber ku Cabar bi parxêl e û li ber wî jî trên heye. Dijberîyên endûstrîya dema hemdem bi awayekî xweş nîşan dike.
Di qezayekê da hespê Cabar dimire û bêhêvîtîyek bêhempa pêra çêdibe. Hertim Cabar dixwaze ji halê debara xwe ya bi zor û zehmet xelas bibe lê dike nake, nikare bi dest bixe. Helbet ji hin hevalên xwe deyn distîne lê wê ji nikare bide. Dûre dixwaze hespekî din bikire û ji bo pereyekî rihet qezenç bike, dikeve nav planeke şêlandinê lê bi ser nakeve. Dîsa ji bo pereyekî rihet dikeve dû gencîneyekê. Le çi dike û nake bi ser nakeve.
Wextê meriv li lîstikvanîya Yilmaz Güney ya berê û ya di karakterê Cabar da dinêre, ferqeke mezin di aliyê erînîyê ve dibîne. Bi vê yekê ve, êdî ne qehremanêkî biqewet e, nikare bi çeka xwe her tiştî di carekê da çareser bike. Peşîya filmê Hevî, Yilmaz Güney salek û şeş meh di zindanê da dimîne. Di sînemaya wî da û di lîstikvanîya wî da guherîn çêdibin. Bi gotinên xwe wusa dibêje:
“Lê ez wan deman teqez nizanimbûm Komûnîzm çi ye. …Di aliyê zanîstî da min tiştekî nexwendibû. Cezayê min û zindankirina min ya pêşîn bi êşên bêhempa ve ji min ra bû dibistana seretayî. Wextê ez ketim zindanê, min ji xwe ra ev got: tê di vir da salek û nîv bimînî, şeş meh jî sirgûna te heye. Ji xwe ra bernameyekê çêbike, pêşî novelek binivîse. Dû wê ra tu ji xwe ra dibêjî sosyalîst û te li ser vê ceza xwar. Qet nebe vê yekê hîn bike. Wextê tu derketî tê bi sînemayê ra meşxûl bibî, li ser aramancên xwe bihizire û wan eşkere bike.”(3)
Sürü, Kerî (1979) di demek zor û zehmet da hate kişandin. Di 1971an da rewşa sîyasî gelek xirab bû, her kes li benda derbeyeke leşkerî bû. Di sala 1973an da rewşa sîyasî bi aliyê başîyê ve diçû û bi wî awayî Yilmaz Güney hate berdan. Lê ji ber tawanbarkirinek li dijî wî di sala 1974an da dîsa hate girtin. Di zindanê da dîsa dev ji sînemayê berneda û di 1979an da senaryoya Kerî nivisand û Zekî Ökten jî derhênerîya wê kir.
Fîlm bi gotina Yilmaz Güney çîroka malbat û eşîra dêya wî ye.(4)Kerî di derheqê bazirganên heywan da ye û ji Kurdistanê ber bi Enqereyê ve diçin ji bo ku kerîyê xwe bifroşin. Ew rêya zor û zehmetî ya ku di nav Enqere û Kurdistanê da ye bi heman awayî kirasê meseleya kurdî ye. Ji civak, çand, huner û aborîyeke baş hatine mehrûmkirin. Kerî, bi nîşaneyeka aşîtiyê di navbeyna di eşîrên kurdan da dest pê dike. Dû vê ra jin, şîr didoşin, nanê tenûrê lê didin û ji newalê êzingan kom dikin ku ev jî bêyî ku were romantîzekirin tê nîşandan. Jin û mêr bi cil û bergên cuda cuda her yek ji hev xweştir tê nîşandan. Her wisa xwezaya Kurdistanê ya kûvî tê sînematîzekirin.
Ev fîlm dibe yekemîn fîlmê Yilmaz Güney ku bi awayekî eşkere behsa jiyana kurdan û pirsgirêka hebûna kurdan ya Bakurê Kurdistanê dike.
Jina Hemo, Bêrîvan ji eşîra Xelîlxanîyan e û dû ku bi Hemo ra zewicîye zarokên wê çênabin. Jixwe Hemo ji Xelîlxanîyan hez nake û jina wî ya Xelîlxanî jî nikare zarokekî bidê. Ji ber vê xwe weka kesekî bi aliyê jinê hatiye binpêkirin, hîs dike. Bi vê hêrsa xwe êrîşî derdora xwe dike. Ev nîşaneya kêşeyan yên çanda kurda ne ku bingeha wê, digihîje pergala bavkanîyê. Cehalata ku kurd tê da hatine hiştin bi awayekî sîyasî jî bi van mînakan tên nîşandan.
Piştî sehneyên pêşî şivan dikevin ser rêya bajêr. Di rê da memûrên dewletê yên bertîlxur û çavnebar wan peza dixin vagonên pîs û xerabe. Her carê frênan digirin da ku nigên pezan bişkê û hin jî ji gemarîya vagonê dimirin. Her wusa di rê da diz jî hin pezan ji şîvanên reben didizin. Bi vê yekê, em karin bêjin ev kerîyên bi awayekî wehşîyane xistine nava vagonan bi xwe kurd in û memûrên ku pêl frênê dikin jî sembola pêşgirtina kurdan e. Dizên bi awayekî resen tên pez didizin jî bi eşkere bêstatuya kurdan temsîl dike. Kerî, li Enqerê bi nîşandana çend sembolên hêza dewletê ve diqede.
Kerî diqede, Yilmaz Güney hê di zindanê da ye û di sala 1981an da ji zindanê direve. Ev reva wî ji me ra fîlmên wî yên aksîyonî disêwirîne.
Yol Rê (1982), ew dem li Tirkiyê derbe çêbûye û pêşî li Bakurê Kurdistanê dû wê ra li tevahîya Tirkiyê dema zordarîyê dest pê dike. Her çiqas ev fîlm di demeke wisa da hatibe çêkirin jî ji aliyê kişandinê va pir pirsgrêk nehatiye kişandin.
Fîlm bi betlaneya îdê ya ji bo 5 girtîyên di zindanên bajarekî Tirkiyê da dest pê dike. Em bi misogerî zanin ku ev 5 girtî jî kurd in û vê yekê tîne ber çavê me ku ew dem bajarên rojavayê Tirkiyê ji bo kurdan weka zindanê ne yan jî bi xwe zindan in. Rê, li ser pir mijarên civakî, derûnî û sîyasî disekine. Her wiha bi awayekî tund li dijî fikra bavkanîyê jî disekine.
Her 5 girtiyên me ji bo destûra cejnê hefteyek azad dibin. Lê ev xuya dibe ku yek ji wan kesan jî ne azad e. Ji zindana fîzikî dertên dikevin zindana otorîter ya dewlet û civakê. Bi pirsgrikên ku di rê da dibînin bi awayekî sînematîk vê yekê nîşanî temaşevanan dide. Hemîd Naficy ji vê têgehê ra dibêje: “Sînematîka Kontrolkirî ya Rejîmê”(5) ev yek bi vagonên trênan, bi odeyên biçûk yên klostrofobîkî ve tê şayesandin. Girtîyên me, di van ciyên teng û biçûk da bi pistepist diaxivin da ku kes wan seh neke. Elamet û nîşaneyên zindanê her tim li ser serên wan e.
Yek ji girtiyên pêşî Ûsiv ji ber ku belgeyên xwe yên destûrdayîne winda dike, polês wî digirin. Ûsiv demek kurt tê nîşandayîn û di sehneya wî ya dawî mîna çivîkeka ketiye nav qefesekê ye û ew jî li derva li çivîkeke azad dinêre. Meriv dizane ku dê careke din azad nebe.
Mewlûd diçe rihayê ji bo destgirtîya xwe bibîne. Lê malbata keçikê tim û daîm li ser serê keçikê û li ser serê Mewlûd e. Ev jî metaforeka ji bo hepseke din ya dewlet û civakê ye. Ji xeynî vêna bi awayekî neyînî Yilmaz Güney li ser çanda kurdan ya bavkanîyê disekine. Ev yek di axaftinên di navbeyna Mewlûd û destgirtîya wî da jî dîyar dibin. Destgirtîya wî, wî bi gotinên xwe biçuk dixe û Mewlûd jî weka nîşaneya cezakirinê, destgirtîya xwe û azadîbûna xwe berê xwe dide kerxaneyê. Mewlûd dibêje careke din ez ê qet nekevim zindanê lê ew di zindana ku ji xwe ra avakiriye da dijî.
Mihemed jî ji bo kir û kiryarên xwe yên berê poşman e û xwe weka mesûlê kuştina bûrayê xwe dibîne. Dike nake nikare xwe bi xezûrê xwe û bi malbata wî bide efûkirin. Her wisa jina wî Emîne wî efû dike û direvin diçin. Lê serhildana Mihemed û ya jina wî Emîna ya ku bi revînê dest pê dike di trêne da diqede. Birayê Emîna tê, herdûyan li ser navê namûsê dikuje.
Seyîd wextê ji zindane dertê hîn dibe ku jina wî Zînê ew xapandiye û namûsa wî bin pê kiriye. Seyîd ji ber ku ji jina xwe hez dike, nikare wê bikuje û nikare dev ji wê jî berde. Radibe, wê dibe serê çiyayên sar û berfî û li wir datîne ber mirinê. Wê hildigire (ev sehne di Hevîyê da jî heye ku Şivan Bêrîvan hildigire) dibe ser çîya. Wextê dibe ser çîya, Zînê jê ra wek barekî giran xwuya dike. Mirina Zînê ji Seyîd ra dibe barekî ew qas giran ku dilê wî di bin vê giranîya wijdanî da dieciqe. Zînê ji bavkanîyê ra serî rakirîye lê dawîya wê bûye mirin. Ji ber ku Seyîd newêrek e ji kevneşopîyên berê ra serê xwe ranake û weka girtiyekî dîsa bi trênê, vedigere zindana xwe. Zindana civakê ji wî ra ji zindana çardîwarî zortir tê.
Karakterê me yê dawî Emer jî bi rihekî azad, tije ye. Gava ku di zindanê da ye xewnan li ser Ebûzer dibîne. Ebûzer di nav bax û bostanên Kurdistanê da azad e. Emer diçe ber bi aliyê Entabê ve û lewheyek mezin dibîne û li serê “Kurdistan” dinivîse. Wextê Emer tê Kurdistanê bi her awayî, xwe diguhere, êdî azad e û nîyeta wî tune vegere zindanê. Xwezaya Kurdistanê tê nîşandan di van sehneyên dirêj da. Di çavê Emer da hertişt azad e; çivîk, kûçik û bizinên derdorê. Rewşa sehneyên tê da azadî jê difûre, dû wê ra dengê demançeyekê tê û her tişt diguhere û zindaneka din dest pê dike. Paşê birayê wî Ebûzer tê kuştin û li gorî edetên kurdan divê Emer li jin û zarokên birayê xwe xwedî derkeve. Bi vî awayî zindaneke din jî dest pê dike. Lê di nav van pênc kesan da Emer tenê çarenûsa xwe qebûl nake û di sehneya wî ya dawî da ber bi çiya va diçe. Bi gotina marksîstan Emer digihîje “hişmendîya sîyasî”.
Bi fîlmê xwe yê Rê, Yilmaz Güney Tirkiyê wek zindanek mezin nîşan dide. Helbet ev dewlet ji bo vê yekê veşêre yan jî ji bo yên ku vê nîşan didin, zindanên asayî ava kirîye. Ji cehalet, nezanî û bêperwerdehîya ku kurd tê da hatine hiştin, kurdan ji bo xwe jî zindanên di nav zindanan da ava kirine.
Yilmaz Güney berhemên xwe yên paşî da li ser meselya kurdan di sînemayê da bi awayên estetîk û serkeftî disekine. Helbet fîlmên Yilmaz Güney û şexsîyeta wî çiqas bi kifşkirina kurdbûna xwe ve be jî, di fîlmên wî da em netewperwerîyek zêde nabînin. Di Kerî û Rê da em sembola kurdan çiyayê Kurdistanê bi atmosferek erênî dibînin lê fîlmên wî bi her awayî realîst in û rewşa bêdewletbûn û bêperwerdebûna gelekî bindest nîşan didin.
Çi gotinek rast e, ew gotina Mihemed Aktaşî: “Berî ku Sînemaya Kurdî ava bibe, qehremanê xwe afirand.
- 1 — Derhêner: Amasi Martirosyan. Kürt Sineması: Yurtsuzluk, Sınır ve Ölüm r. 51. Û Rediscovering Kurdistan’s Culture And Identeties: The Call of Cricket, Joanna Bochenska. r. 267. Û Gotara Mustafa Gündoğduyî, Film Festivals and the Diaspora: Impetues to the Development of Kurdish Cinema.
- 2 — Di vê meseleyê da fikra min: Divê her fîlm li gorî şert û mercên dema xwe werin pênase kirin. Ji xeynî vê ger derhênerê fîlmê (xwediyê fîlmî) xwe weka kurdekî dide nasîn û fîlma xwe jî di vê hişmendîyê belav bike. Bi min ew ji Sînemaya Kurdî ye. Di vê meseleyê da ziman, cîh, prodûksîyon û sînematografî pir ne biqiymet e. Divê em weka netewekî bindest yê welatekî wî yî bêsînor, bêdewlet û statû, ji xwe ra sînoran çênekin. Ji we ra jî weka îronî nayê, em gelekî bêsînor in û di hûnereka weka sînemayê ya navneteweyî û bêhidûd da ji xwe ra sînoran ava dikin? Ger xwedîyê fîlm ew kir malê kurdan divê bibe malê Sînemaya Kurdî…
- 3 — Yilmaz Guney, İnsan, Militan ve Sanatçı (Mirov, Milîtan û Hunermend) 1981, R. 18.
- 4 — Ji hevpeyvîna bi Yilmaz Güney ra. Bnr. Kürt Sineması: Yurtsuzluk, sınır ve ölüm. Weşanên Agorayê, 2009
- 5 — Hamid Naficy (2001). An Accented Cinema: Exilic and Diasporic Filmmaking. R. 182.