NIVÎSA EDÎTORYAYÊ YA JIMARA YEKEM
Silav sînemahezên delal! Di fikr û xeyalên me de, demeke dîrêj e ku me dixwest ji bo sînema û sînemeya kurdî xebateke resen û xwedî estetîk bikin. Helbet di vî warê xwedî dîrokeke nû de kêmasî dixûye û wê hebe jî lê ji bo sînemeya kurdî û sînemaya bi kurdî divê hin gav û pêngav bên avêtin. Ango geşbûna bazarê divê, berhem divê, rexne divê, nirxandin divê û naskirina dinyayê bi kadraja kamerayê divê. Daku ku em kamerayê li xwe û welatê xwe vegerînin û li kul û derdê xwe yê bêderman bigerînin. Her tim sînemahêzên kurd vê yekê di nav rexne û axaftinan de dianîn ziman. Bi hewl û xîreteke mezin lê bi gavên biçûk ji deng û dîmenên welêt û ji reng û dirûvên biyanî re belkî bibe deriyekî xêrê. Dawîya dawî, me bîryarê li ser kovareke dîjîtal danî. Di vê kovarê de heta ji destên me bê em ê van mijaran bixwînin û bibînin; sînemaya dinyayê, dîroka wê, fîlmên kult, derhênerên mezin, fîlmên mijarkurd, fîlmên kurdî, derhênerên kurd û helbet fîlm û sînemaya aktuel û populer. Zimanê kovarê bi kurdî ye û hemû zarava wê tê de cîh bigirin ku daxwaza me ev e. Helbet nivîs û gotarên balkêş, nirxandinên hûr û kur û danasînên bi kurt û kurmancî jî wê hebin. Nivîskar bi gotinên xwe dê li ber destên we bin, ji bo wê jî bi awayekî aktîf rêya têkiliyê bi xwediyê nivîsê re vekiriye; ger ku şîrove an gotinek li ser gotina nivîskar hebe. Piraniya me xort û ciwan in, xwîneke sor î zelal di canî dikele ji ber vê ger kêm û kêmasiyek hebe hûn li me negirin lê me jî hişyar bikin. Niha êdî me dest bi kovarê kir û dû demek me kar û barê xwe qedand û li pêşberî sînemahêzên kurd yên hêja û qedirbilind in.
Bi rastî kêmasîyeke me kurdan bi gelemperî di derheqê hunera heftemîn de heye, her çiqas em bi derhêner û temaşevanan bipêşbikevin jî paşdemayîna me dîyar e. Hêz û hêzdarên mezin yên cîhanê pirê caran sînemayê wek amûreke yekgirtîyê, netewbûnê û probagandayê bikaranîne. Mînakên vê di Elmanya Nazîyan de û YKSSya (Yekîtiya Komarên Sovyêt ên Sosyalîst) rûsan de tê pêşberî me. Wek antîteza Nazîyan û sosyalîzma YKSSyê di sînemaya cîhanê de îngilîz û emrîkî jî dest avêtin vê qadê. Pêşevan û afirînerên sînemayê Fransa piştî herba cîhanê ya duyem, ciyê xwe da Înglîztanê û DYAyê (Dewletê Yekbûyî yên Amerîkayê). Sînema bi wan re kete pêvajoyeka nû. Dû kişfkirina û pêşdebirina aliyê aborî yê sînemayê, sektora wê mezin bû. Serê pêşî sînema weke huner nedihate qebûlkirin paşê bi pêşketina amûr û alavên sînemayê û bi mezinbûna sektorê, bû hûnera heftemîn.
Ji aliyê din ve, ji ber meseleyên sîyasî, civakî û perçebûnê, kurd di vê qada mezin de pir li paş mane. Sed sal dû rojbûna derketina sînemayê de kurd hê nû ew nas kirin û ketin nav kurahîya wê. Hel-bet ji ber van sedeman û gelek mebestên din kurd rasterast û tevî hemû krîteran neketin nav sînemayê lê her carê piçek û hindikek li dor sînemayê çûn û hatina kurdan jî çêbû. Yan mijar kurd bû yan cih zozan û gundên kurdan bû yan karakter kurdbûn yan jî her tişt kurd û kurdî lê ziman ne ê kurdan bû. Bi dîroka nêz a sînemayê û bi vê dîroka neztir a sînemaya kurdî me jî got ka em çavekî lê bigerînin, çi bûye mal û milkê sînemaya kurdî û kurd niha bi sînemayê çi dikin û li ser çi dixebitin em him lêkolîn bikin û him jî têkevin nav pel û pêlên sînameyê. Bi efsanayê mezin Yilmaz Güney kurd dest pê kirin. Bi Nîzamettîn Ariç, Behmen Ghobadî, Hiner Salîm, Kazım Öz, Yilmaz Ozdil, Celal Jonroy, Müjde Arslan û Ali Kemal Çinar dewam dike. Ala ji Yilmaz Güney hate girtin, bi serkeftî di destê derhênerên me yên hêja de bi pêş dikeve.
Di destpêka kovarê de gelek alîkarî gihaştin me û em bawerin, ev pêngava me wê gelek kes û kesayetan li agirê sînemaya kurdî gur bike. Divê em spasîya xwe ji hevalê xwe Mihemed Akyol re bikin û Bayram Sezgîn bi keda xwe û Ridwan Xelîl bi ezmûna xwe ya kovargeriyê li me zêder kir û Amed Hesenî jî vî karî bi me re bir serî.
Kovara Temaşeyê, kêmasîyên Sînemaya Kurdî her çiqas neqedîne jî armanc ew e ku gaveke biçûk û şêrîn bavêje û hûnera heftemîn bigihîjîne sînemahêzên kurd yên hêja.
NAVEROKA JIMARA YEKEM
Derketina Sînemayê – 1
Dawid Jikevir 6
Dîroka Sînemaya Kurdî – 1
Mehmûd Beyto 10
Sînema û Edebîyat
Dr. Totawad Nagnath Ramrao
Tercume: Roşan Lezgîn 13
Ji Dvdyan Heta Netflix û Self Madeê
Berrîn Şemdîn 16
Sînema û Mîzah
Mehmet Irfan Hekimoğlu 19
Chaplin û Kapîtalîzm
Mîrxas Emer 22
Steven Spielberg
Cîhan Ulus 27
Sînemaya Nêmcetmenda: Thedoros Angelopoulos
Mutlu Can 30
Xwediyê Karakterên Serhildêr: Miloš Forman
Amed Hesen 35
Hevpeyvîn bi Alî Kemal Çinar re
Kovara Temaşe 40
Pirtûkxaneya Sînemayê: Bêwelatî, Sînor û Mirin
Cahid Başkara 48
12 Zilamên Hêrsok
Medyayî 51
و چهند خاڵێكی رهخنهیی (Bekas) فیلمی سینهمایی
نووسینی : ئوسامه ئهنوهر 54
Bi Mindhunter re Têgihiştina Alema Tawanan
Özal Sürmelî 56
Fullmetal Alchemist: Brotherhood (Simyagerê Pola: Biratî)
Mehmûd Beyto 59
Fîlmên Temaşeyê
Kovara Temaşe 64
Dibistana Sinemaye: Tevgerên Kamerayê
Hebûn Polat 68
Termên Sînemayê
Kovara Temaşe 72
6 şîrove
Em çi şîrove bikin. Xwedê we temendirêj bike. hêzeke mezin û pereyan ji we re bibexşîne da ku hun karê xwe xweştir bikin. Artîstiyan bikin haaa 🙂
Destxweş bî Kalê… Gotinên te gelek xweş in û ewqas jî lazim in…
Silav péwistî bi kovareke wiha hebú. Bi sedema ku we ev valahî tije kir gelek spas ji we re.
Eger kek im, biramak im, bihêle ez Temaşa kim!
Gotin; Sebrî Botanî.
Pîroz be ev Temaşe….
Dest xweş. Gelek bala min kişand. serkeftin
Li ser xêrê be.