SEÎDÎ: WARÊ KEN Û KENANDINÊ HATIBÛ PIŞTGUHKIRIN
Derhênerê ezmûnger Îbrahîm Seîdî yê ji Mehabadê ku bi fîlmên xwe yên bi navê ‘Mandû’ û ‘Hemû Dayikên Min’ tê naskirin, zêdetirî 35-40 sal e karê sînemayê dike û di warên cûr bi cûr ên wek derhênerî, senaryonivîsî, edît û wênegirîyê da cî girtîye. Seîdî dîyar dike ku bi naskirina Yılmaz Guneyî sînema ji bo wî wekî erkekî cidî hatîye xuyakirin û piştî temaşekirina fîlma “Rê”yê (Yol,1982) rêbaz û pencereyeke nû li pêşîya wî vebûye. Seîdî balê dikişîne ser rewşa zehmet a sînemayê ya li Îranê û dibêje: “Heger fîlm bi doza kurdî ra eleqedar be, ew destûrê nadin û bi awayekî giştî, çêkirina fîlman li Rojhilatê Kurdistanê dijwar e.”
Di serî da cenabê te û derhênerên din ên li Rojhilatî, di pêvajoya kişandina fîlman da rastî çi astengî û zehmetîyan tên û rewşa sînemaya kurdî li Rojhilatî çawa ye?
Rojhilatê Kurdistanê di sîstema Îranê da û di nava pergala sînemaya Îranê da wek beşeke serbixwe nayê hesibandin. Ji ber vê yekê heger tu bixwazî li rojhilatê di fîlmekê da kar bikî ku li Îranê weke fîlmekî îranî bê wergirtin û hesibandin; di dîroka Îranê da cihekî bigire, bi rastî meseleya zimanî ku bi temaşevanan ra elaqedar e, roleke gelek taybet dibîne. Yanî heger tu fîlmekî bi zimanê kurdî çêbikî, di destpêkê da ew fîlm eleqeya temaşevanên nekurd nakişîne, kêm tê temaşekirin û belavkirin. Dema tu wek derhênerekî kurd bêyî ku tu bi berhemhênerekî (producer) ra kar bikî, hewil bidî sînemayê bikî ku ev kar gelekî pere û dirav dixwaze, ev pere li tu cihekî venagere ku tu bikaribî careke din fîlmekî din çêbikî. Ji alîyê din va destûra çêkirina fîlmên kurdî di sîstema sînemaya Îranê da bêtir li ser zimanê farisî hatîye damezirandin, yanî ew fîlmên ku bi kurdî têne çêkirin gelek kêm tên hesibandin weke fîlmeke sereke di sînemaya Îranê da. Tenê gava ew fîlm bala sîstem û temaşevanên nekurd dikşîne wê çaxê, ku mixabin heya niha min di sînemaya kurdî da tiştekî wisa nedîtîye, her ji ber vê sedemê di dema çêkirina wan fîlman da heger ew fîlm qala mijarên kurdan bikin wekî neteweyî bi tu awayî sîstem destûrê nade. Yanî mijara destûrdanê, rastî ne gelekî hêsan e, lê ji bo fîlmên kurt hêsan e, lewra bi qasî ku girîngîyê didin fîlmên dirêj didin nadin fîlmên kurt. Bi bawerîya min wekî welatên din derhênerên kurd jî ji ber ku kêmtir pere lê diçe bêtir fîlmên kurt çêdikin. Heger tu li ser fîlmeke kurdî bixebitî, tu kes bi awayekî aşkere û zelal nabêje çima li ser wê dixebitî lê heger ew fîlm bi doza kurdî ra eleqedar be, ew ê destûrê nedin. Yanî bi awayekî giştî çêkirina fîlman li Rojhilatê Kurdistanê dijwar e.
Tê gotin: “Mumkin e ku senaryoyeke baş bibe fîlmeke xirab lê hema bêje ne mumkin e ku ji senaryoyeke xirab fîlmeke baş derkeve.” Li ser vê yekê çi difikirî?
Bo çêkirina her filmeke sînemayê senaryoyek hewce ye, wek çawa ew ên bînayekê çêdikin, divê berahîyê da bo wê bînayê xerîteyek were çêkirin û karker û mihendis û mîmar li gor wê xerîteyê karê xwe bikin heya ku ew bîna çêbibe. Yanî hemû tiştên ji bo kesên li ser bînayê kar dikin, ji wê xerîteyê tên dîyarkirin. Eger xerîte durist be, hemû tişt wê durist be û wê li gor ew ê xerîteya ji bo bînayê hatî çêkirin, hemû tişt bi qeyde/endaze û li gor pêwîstîya heyî were tetbîqkirin. Bo sînemayê jî heman tişt derbasdar e, yanî eger qerar were dayîn ku fîlmek fiction were çêkirin, gelek zehmet e bêyî senaryoyeke baş, tu bikaribî fîlmeke baş û serkeftî çêbikî. Yanî em ê demekê alxayin bin ku em filmeke serkeftî çêbikin da berî ji destpêkirina şûtîn û wênegirtinê, em bizanibin ew senaryo û çîroka wê çi ye û çawa hatîye darêtin? Aya şêwazê vegotina çîrokê çawa ye? Gelo ew ê formê çi strasereke ji bo senaryoyê darêtîye? Aya karekter wê bikaribin temamîya bûyeran bînin ber çavan û raxînin, yan na? Di mêjûyê sînemayê da mimkin e em hin kesan bibînin ku bêyî senaryo fîlmên serkeftî çêkiribin lê ew kes pir kêm û degme ne. Zêdeyî 95 ji 100ê sînemakarên dinyayê, teqezî li ser vê yekê dikin û dibêjin, bêyî senaryoyeke baş, mimkin nîne fîlmeke baş were çêkirin.
Ya rast ew e ku heger senaryoya fîlmê baş be, wekî fundasyona xerîteya bînayê, wê îşê xwe baş bike û hemû tişt durist e. Di dawîyê da eger tu derhênarekî xirab bî, bo çi îş bikî? Tu dikarî fîlmeke bi wê cureyê ku dixwazî bidî qebûlkirin, çêbikî. Yan senaryoyeke ewqas girîng heye lê te çiqas karîye bi başî kar li ser bikî. Taybetmendîya vegotina çîrokê di wir da ye ku temaşevan jê têbigihê û heta radeyekê bala wan here nav ruhê ew ê çîroka ku belav dikî.
Hûn qet difikirin eger senaryo ne baş be û ew senaryo bo derhênanê bi derhênerekî herî baş jî were spartin wê bikare çi bike? Heqîqet ev e ku karekî wisa di dawîyê da wê dîsa karekî seqet derbiçe û ne qabilê qebûl e. Bêguman pir sext û dijwar e em bikarin bibêjin karekî wisa dikare serkeftî be. Eger bikarî senaryoyeke wisa berhem bînî, dîsa jî bi sedema ku çîrok bi başî nehatîye darêtin, ew yek sedem e ku tu derhênerek nikare karekterîya ew ê senaryoyê bi başî bike, ji ber ku vegotina wê çîrokê bi şêwazeke durist zehmet e. Lê eger senaryo durist be, bes derhêner xirab be, dîsa heta radeyekê tu dikarî hêvîdar bî û bêjî fîlmeke wiha derbê ku bêjin hemû temaşevan wê ji çîrokê têbigihên, heta eger karê derhênêr gelek baş jî nebe. Lê eger senaryo baş be û bikeve destê derhênerekî baş, bê şik wê karekî serkeftî be û dikarî çavnihêrê vê yekê bî ku were gotin ew fîlm bi cureyekî baş û serkeftî bûye berhemeke sînemayê.
Gelo peywendîyên we ligel derhênerên perçeyên din ên Kurdistanê hene, hûn difikirin ku bi hev ra projeyên hevbeş û hevpar pêk bînin?
Pêywendîya min bi gelek kesan ra heye ku em heman karî dikin, bi taybetî peywendîya min li ser biwarê editê (pevxistin) heye. Piştî sala 2004an peywendîya min bi kesên li başurê Kurdistanê ra çêbûye û min bi sînemakarên li wê derê ra kar kirîye. Bi taybetî digel kak Şewket Amîn [Korkî], kak Hisên Hesen ango digel kak Azad Kerkûkî û bi gelek ji sînemakarên başûr ra peywendîyên min hene. Ji bakurê Kurdistanê jî gelek ji sînemakaran nas dikim û dostanîya min bi wan ra heye. A niha em mijûl in ku nêzîk bi hev ra kar bikin, taybet ev du salên dawîn alîkarî di navbera me da zêdetir bûne, ku hêvîya me ye em bikaribin alîkarîya hevdu bikin ji bo rêveçûn û berhemanîna pirojeyên hevpar. Li Derveyê welêt, li Ewropayê, sînemakarên me yên gelek baş hene, ez bawer im heger haya me ji hevdu çêbe, yan peywendîyek hebe ku em bikaribin ji jêhatîyên hevdu mifa werbigirin, bêguman sînemaya me gelek bêtir dikare pêş va biçe û dikare di warê nasandina kultûr û babetên din yên kurdî da di sînemaya cîhanê da cihekî bilindtir ji bo xwe bi dest bixe. Ez bawer im ji bo hevbîrî, alîkarîya karkirinê gavên mezin hatine avêtin. Heta heger ew bi cudayî jî karîne berhemên baş berhem bînin ku wan bi welatên derva bidin nasîn.
‘WARÊ KEN Û KENANDINÊ HATIBÛ PIŞTGUHKIRIN’
Dema em berê xwe didin sinemaya kurdî, em dibînin piranîya fîlman yekreng in ango dram in/dramatîk in. Bi ya te çima sînemakar berê xwe nadin vebijarkên alternatîf ên wekî science fiction(honak zanistî) yan jî teknolojîya komputerê û hwd. Bi dîtina te çima sînemaya me ne curbicur e û vebijarkên temaşevanan kêm in?
Heger bi taybetî em li dîroka kurdî ya berî 15 salan binêrin, fîlmên ku dihatin berhemanîn li ser doza kurdan bûn, li ser pirsgirêkên kurdan ku kurd ji ber wan esîr bûne; mijarên sînor, mîn (elxam) gelek giring bûn yan bajar, çîya, berf, zozan û astengîyên kurdan. Hunermendên kurd bi taybetî sînemakarên kurd ew amûr nû nas kirine, mîna zimanekî nû hatîye dîtin yanî wan ew amûr peyda kirîye da ku pê ra bipeyivin û gelek asayî bû heta berî îro ku heger kesek zimanekî nas bike, tevahîya xebatên wî/ê ev e ku wî zimanî di karê xwe yê yekemîn da bi kar bîne, her ji ber vê piranîya berhemên ku di van salan da hatine berhemanîn, bo nimûne karên yekem û duyem û heta sêyemîn jî her li ser mijarên navneteweyî bûne. Lê rastî ev e dema ku li cîhanê qala sînemayê tê kirin, babetên sînemayî bi mijarekê nehatine sînordarkirin, yanî ne pêwist e ku sînema bi van mijaran ra sînordar bimîne.
Heger em li destpêka avabûna sînemayê binêrin, em dibînim ku sînema ji bo xweşî û kêfê hatîye avakirin, ku xelk pê bikene û tehm û çêjê jê wergire. Mixabin di salên borî da di sinemaya me da ew astengî hebû, warê ken û kenandinê hatibû piştguhkirin, ji ber ku em sînemayê gelek cidî dibînin ku babetên dijwar û zehmet tê da hene. Bi bawerîya min gelek girîng bû ku di wan salan da sînemakar bixebitin. Lê a niha ew serdem nemaye ku sînemakarên me şîyan peyda kirine û wan xwe pêş xistîye û zimanê sînemayê baş hîn bûne. Ez bi xwe wiha bawer dikim ku sînemaya kurdî serdema berê qedandîye û serdemeke nû daye destpêkirin. Yanî sînemakarên kurd bêhtir li ser mijarên civakî dixebitin, pirsgirêkên civakî bêhtir bûne jêderê wan. Di salên borî da gelek ji sînemakarên me yên wekî kak Hiner Selîm, kak Şewket Amîn, Mano Xelîl û gelekên din li ser mijarên civakî dixebitin û jîyana rojane hêdî hêdî û bi awayekî asayî dibe mijara sînemayê, ez gelek pê kêfxweş im ku aniha babetên sînemakarên kurd tenê li ser mijarên sîyasî û neteweyî namînin, belkî gelek babet ango janrên (cûre) sînemayê ku li cîhanê hene hêdî hêdî em dikarin wan bibînin û ev yek gelek kêfxweşîyê dide, ku di salên bê da gelek ji şêwazên din ên dinê ku hatine ceribandin di sînemaya me ya kurdî da jî bêne ceribandin ku sînemakarên me bikaribin berhemên gelek serkeftî biafrînin. Her wek em îsal dibînin berhemên kesekî mîna kak Şiwan ku mijara wî derbarê jîyana xelkê ye.
‘SÎNEMAKARÊN NÛ JI ALÎYÊ KARKIRINÊ BÊHTIR BALA XWE DIDIN CÛREYÊ, JI BER VÊ DERÎYÊN NÛ LI SÎNEMAYA KURDÎ HATINE VEKIRIN’
Sînemakarên me mijûlî ezmûnkirinê ne, yanî mijûl in bi hînbûna zimanê sînemayê, yanî ew yên ku yek, du, sê, çar çêkirine û yên wekî Huner Selîm û Behmen Qubadî ku ku pênc şeş fîlm çêkiribin gelek kêm in. Ji ber vê dema em bi nifşê niha û yên berê bidin berhev, nifşê nû bêhtir kompîtûrê bi kar tînin, nifşê nû ne mîna nifşê berê li ser fîlman kar dikin, hizir û nêrîna wan cuda ye. Heta temaşevan jî, temaşevanên niha ji temaşevanên beriya 15-20 salan gelek cuda ne. Heger te beriya 15-20 salan fîlmek çêkira, temaşevan ji ber çêkirina fîlmeke bi kurdî bi rêzdarî li te dinêrî, çimkî 20 sal berê fîlmeke bi kurdî tunebû. Niha bi rastî tenê karkirin li ser fîlmê kurdî ne gelekî biha ye, ji ber ku sînemakar û berhemên me zêde bûne. Êdî di sînemaya kurdî da nirxandin (hilsengandin) heye, temaşevanên kurd bi her fîlmê razî nabin. A niha babetek derketîye holê ku ew jî fîlmen baş û xerab ên kurdî ye. Tevî ku çêkirina fîlmên kurdî wekî xizmeteke zimanî û çanda kurdî bête dîtin jî, eger fîlm baş nebe temaşevan pesnê wê nadin. Her ji ber vê meselê ez bawer im Sînemakarên nû ji alîyê karkirinê bêhtir bala xwe didin cûreyê, ji ber vê derîyên nû li sînemaya kurdî hatine vekirin. Yanî gelek ji sînemakarên me a niha bi babetên wekî kurdbûnê razî nabin yanî wisa difikirin ku bes mijarên kurdbûnê têra wan nakin û ew dixwazin li ser babetên berfirehtir yên bi jîyana rojane re eleqedar bixebitin û fîlmên ji bo kêfxweşîyê yanî yên wek science fiction (honaka zanistî)yê çêbikin, bêguman em ê wan di nav sînemaya kurdî da bibînin, ez bawer im nîsbetî sînemaya me ya îro wê şêwaz û rengê fîlman berfirehtir bibe.
Ji edebîyata kurdî berhemek heye ku tu dixwazî wekî fîlm bikêşî?
Ez bi xwe gelek ji çîrok û romanan hez dikim. Yanî min gelek pê xweş e ku sînemakarên kurd awirekê bidine edebîyatê. Niha rast e ku mebesta me ya neteweyî û jîyana me ya kurdewarî bi şêweyekî gelek rasteqîne di fîlman da hatîye parastin. Em dibînin derhênerek bi şêwazeke xweser, ew serpêhatî nivîsîye û wan dike fîlm. Lê ez wisa dizanim edebîyat wekî xezîneyekê ye ku gelek babet û atmosfer û çîrok û serpêhatî tê da hene û ew hemû babet dikarin bibin haveynê fîlmeke serkeftî. Bi şêweyekî taybetî eger derhênerek bi fikr û raman be, wê bikaribe ji şêwaz û taybetîyên xwe mifayê werbigre û ew ê çîrokê bide vegotin. Yanî hemû tişt ev nîne ku tu tenê xwe bi çîrokekê va girê bidî û xwe bi çîrokekê biwestinî û wek derhênerekê tu bandoreke te li şêwaza vegotina çîrokê nebe. Ji ber wê yekê eger sînemaya îro bixwaze serkeftî be, pêdivî bi wê ye ku bi cureyekê şêwaz û forma axaftina modern ji bo vegotina çîrokên xwe bi kar bîne. Ez li ser vê bawerîyê me ku heger qirar be di edebîyatê da kar were kirin û edebîyat bikeve nav çîrokekê, hingê ew babetên kurdî wê wekî fîlm werin çêkirin. Ew şêwaza derhênan û form û karakterîya fîlmê, li gor nerîna min gelek pêwist e ku derhêner bertekeke cidî pê bidet da ku bi şêwazeke sînemayî wan çîrokan vegêre. Lê ya rast eger bi hezkirin û ogirîyê be, di nav romanên Kurdî da bi rastî romaneke Bextîyar Elî heye ku dema min xwend, ez gelek ecêbmayî mam. Çi ji alîyê çîrokê va û çi jî ji alîyê form û strukturê va şêwaza vegotina vê çîrokê berevajî wan çîrokên din e ku heta niha min xwendibûn. Lewma min hest pê kir ew metoda han di edebîyata Kurdî da gelek cuda ye û ez pir hestyar kirim. Ew î karî eyan kir ku tu dikarî bi şêwazê wegêrana çîrokê û riwayeta çîrokan karekî serkeftî bikî. Heger tu bikarî bi şêwazeke wisa û bi zimanê sînemayê yê sedsala 21ê, bo sînemaya Kurdî cîpêyekê wekî sînemayeke pêşrew a îroyîn dîyar bike. Ez bawer im ev roman jî romana Bextîyar Elî “Hinara Dawîya Dinyayê” ye. Bi rastî dibêjim cihekî taybet li xwe girtîye. Di dema xwendina du caran a wê romanê da, serpêhatî û atmosfera çirokê heta radeyekê ewqas balkêş bû ku min hest dikir eger ew roman bi awayê fîlmê were çêkirin, wê tam û lezeteke taybet a sînemayî hebe. Ji ber wê jî heya niha ez her tim ji wê romanê hez dikim. Ev zêdetirî du salan e min ev roman xwendîye lê niha jî tam û lezeta wê ya taybet di dilê min da ye. Niha ez li ser difikirim eger ji bo wê projeyê derfeteke piştgirîyê hebe, em ê weke berhemeke sînemayî lê bifikirin û em ê li ser karekî bikin.
Gelo kîjan bûyer û pêşhat bûne sebeb ku te fîlma Mandû kişand? Tu dikarî ji me ra hinekî behsa fîlma xwe ya bi navê Mandû bikî?
Ji bo karkirina li ser filma Manduyê di sala 2005-06an da ez li Başûrê Kurdistanê beşdarî projeyeke fîlman bûm, wê demê yan jî nêzîkî dema 2003yan bû ku li Kurdistanê rejîma Be‘es têk çû. Bi navê ‘Ordîgeha Altaş’ê ordîgehek hebû, ev ordîgeh li kampê bû. Di wê kampê da penaberên kurdên ji Îranê hebûn. Bi malbatî koç kiribûn, çûbûn Îraqê. Kampeke pir mezin bû, lê derdora 40 hezar penaber hebûn. Ji ber sebebên sîyasî hatibûn Îraqê. Li Îraqê niştecih bûbûn. Sedamî destûr neda wan ku li Kurdîstanê bijîn û têkilî Kurdên başûr bibin. Her ji bo wê armancê li kampa bi navê Altaşê taibûn bi cî kirin. Ew dewr dewraneke zehmet bû, sext bû. Sedamî dixwest ew di şerê di navbera Îran û Îraqe da alîkarîya wan bikin. Lê piranîya wan daxilî şerê Îraq û Îranê nebûn. Her ji ber vê Sedamî rik ji wan girtibû û li navçeyekê dor li wan girtibû, ji bo pêwistîyên xwe jî wan tenê dikarî bi saetan destûrê bigirin. Bo nimûne eger bîyanî biçûyana divê piştî nîvro vegerîyana. Yanî li vê kapmê bi destûrê hatin û çûyîn mimkin bû. Piştî têkçûna Sedamî ev kamp azad bû lê di nav erebên mutesîbê Îraqî û El-qaîdeyê da ma, yan jî li ba Be‘esîyan ma. Destê van terorîstan gelekî giran bûbû ku tiştekî mezin bînin serê van kurdan. Ev penaber birin ser sînorên Urdinê û demeke dirêj li wir li ser sînor man. Derfeta wan a vegerê tune bû. Li Kurdistanê xeber belav bû ku ew di nav şert û mercên gelek dijwar da dijîn û ez jî pê hesîyam. Em pê hesîyan ku hikûmeta Herêma Kurdistanê dixwaze wan bîne Kurdistanê. Biryar dabûn ku him kesên li kampa Altaşê û him jî yên li mintiqeya Urdinê bînin Kurdistanê. Li Kurdistanê 2-3 kamp amade kirin. Êdî ji min ra derfetek çêbû ku ez biçim wan kampan û wan bibînim, bi hin kesan ra rû bi rû rûnim; çîrok û serpêhatîyên wan qeyd bikim. Piştî ku ez pênc şeş caran hatim Kurdîstanê, êdî pasaporta min nebû ez ku bi rahetî biçim û bêm. Di seferekê da ez rastî şêwaza hatina qaçax a ji bo Başûr hatim ku gelek wisa dihatin Başûr. Bi wî awayî di serê min da rûnişt da ez çîroka kesekî çêkim ku bi salan di wan kampan da maye û niha derfetek hatîye pêşîya wî ku vegere nava bav û bapîrên xwe yên li rojhilatê Kurdistanê. Bi vî awayî min senaryo nivîsî. Teqrîben heya min ev senaryo nivîsî du sal derbas bûn. Piştî du salan bi yarmetîya Herêma Kurdistanê ku proje wergirt mesrefê çêkirina fîlmeke li Kurdistanê dîyar bû. Bi rastî ez dikarim bibêjim heke ev alîkarî nedaba, ev fîlm çênedibû. Me di 2009an da dest bi qeydkirina vê fîlmê kir. Di 2010-11an da ev film belav bû.
‘BERHEM Û SÎNEMAKARÊN SÎNEMAYÊ LI ROJHILATÎ DI BIN BANDORA SÎNEMAYA ÎRANÊ DA NE’
Cenabê te perwerdehîya sinemaya Îranê dîtîye, sînemaya Îranê û ya Kurdî dinase, lewma dixwazim bipirsim… Xalên cuda û hevpar yên sînemaya Îranê û sînemaya Kurdî çi ne, tu dikarî ji me ra behs bikî?
Ez dikarim bibêjim ku sînemaya kurdî yan jî ew berhemên ku li rojhilatê Kurdistanê pêk hatine, berhem û sînemakarên ku li ser sînemaya kurdî tên hesibandin, hem ji hêla kultûrî va hem jî ji hêla perwerdehîyê va di bin bandora sînemaya Îranê da ne. Ez jî di nava wê perwerdehîyê da fêrî sînemaya Îranê û ya cîhanê bûm û ew taybetmendî ji bo fêrbûna me bûne kargehek. Lê tiştekî ku sînemakarên kurd li rojhilatî cîyawaz dike ew e ku ew hewl didin; îradeya kurdî, neteweya kurd di berhem û karên xwe da bi kar bînin û bidin nasîn. Her wisa dixebitin ku karên wan wekî sînemaya kurdî bên nasîn û rengê sînemaya kurdî li wan hebe.
Di salên dawîyê da piranîya sînemakarên kurd -ne tenê yên ku li rojhilat in belkî yên her çar parçeyên Kurdistanê û yên ku li dîyasporayê û derveyî welêt dijîn jî tê da- bi berhemên xwe li zimanekî taybet digerin ku bikaribin faktor û nîşaneyên nasandina netewe yan jî çanda kurdî di sînemaya wan da dîyar bibe û bê nasîn. yanî ew karên ku wek sînemaya kurdî tê hesibandin li pey bikaranîna faktorên wisa ne ku bi cûreyekê bikarin cihekî ji bo sînemaya netewî ya kurd dîyar bikin. Li rojhilatî jî rewşeke bi vî rengî heye. Ez li rojhilatê Kurdistanê pir xweşbîn im ku ew faktorên sînemaya kurdî yên wekî rengê neteweyî, kultûrî û serbixwebûnî li wan dîyar e.
Ez pir xweşbîn im bi wê û hesta min ew e ku her çiqas kêm be jî bi her halî ew hewl û têkoşîn heye, bi taybetî di sînemaya kurdî ya li rojhilatî da. Ji ber ku çêkirina fîlmên dirêj û bilind li vir gelek sext û zehmet e sînemakarên li vir bi sextî dikarin fîlmên dirêj çêbikin. Lê di sînemaya kurdî da hewlên berbiçav xuya ne û kar û berhemên wisa pir in û dikarin xwe wekî berhem û sînemaya kurdî bidin nasîn û li Îranê jî bi nav û deng bibin.
‘ME HEWL DA KU BI FÎLMÊN “MANDÛ” Û “HEMÛ DAYIKÊN MIN” GOTINEKE ME YA TAYBET A SÎNEMAYÊ HEBE’
Li Festîvala Fîlmên Kurdî ya Londonê fîlmeke te (Mandû) û belgefîlmeke te (Hemû Dayikên Min) hatin pêşandan. Piştî festîvalê ji rexnegir û temaşevanan bertek û feedbackên çawa hatin? Tu ji van bertekan kêfxweş î?
Ev her du fîlm; çi fîlma “Mandû”yê wek filmeke fiction û filmeke dirêj û bi çîroka xwe va, çi filma hemû “Dayikên min” wek belgefîlmekê bi rastî berhemên zêdetirî bi dehan salan in. Lewma di dirêjîya wan deh salan da ev her du fîlm di piranîya festivalan da hatine pêşandan û heta radeyekê feedbackên wan fîlman di festîvalên curbicur da ku piranîya wan jî ne festîvalên kurdan bûn, yanî bîner ne kurd bûn, bi awayekî ku çi li hizûra min bi xwe, yan jî di dema dîtina wan fîlman da, xuya dibû ku nerîn û kardanewa wan a derheqê feedback û fictiona fîlman da çawa bûye. Lewma ew yek dibû cihê dilxweşîya min û ez dikarim bêjim di piranîya fîlman da ew çavdêrîya ku me ji bo fîlman dikir, di her du warên dokumentar û fictionê da heta qasekê bo me jî cihê baldanê bû. Hewl hatîye dayin ku di her du fîlman da, çi di fîlma “Mandû”yê da û çi jî di fîlma “Hemû Dayikên min” da mijara esas kir ku tu sedemek pêşiyê li baldayîna sereke ya bîneran negire. Me ji bo ku fîlm balê bikişînin gelek hewl da ku di her du fîlman da çi ji alîyê form û struktura fîlmê va, çi wek hunera sinemayê, çi ji alîyê fictionê va û çi jî li alîyê belgefîlmê va, her yek ji wan fîlman, bibin xwedîyê gotineke taybet a sînemayê, yanî zimanekî wan ê sînemayê hebe, da ku ji bilî kurdan bînerên bîyanî jî wan fîlman dibînin û ew fîlm bala wan jî bikişîne. Yanî çîroka fîlman a ku doza neteweyekî dike ku tawana enfalê li wan hatîye kirin, neteweyekî ku kêşeya koçberî û derbederbûnê lê qewimîye û di dawîyê da xem û hesret kêşaye, ji bo dûrbûna ji welatê xwe, her wisa ji bo wê yekê ku bîner heta dawîyê bes bi dîtina wan mijaran newestin û bîner bikaribin bi baldarî heta dawîyê li ber fîlmê temaşe bikin, lewma di her du fîlman da ya ku ji bo me cihê baldayînê bû, ew bû ku bînerên me wê çawa fîlmê wek berhemeke hunerî ya sînemayê temaşe bikin. Di heman demê da ji ber ku ew fîlm bi zimanekî sînemayî hatibûn darêtin bo bîneran bû cihê baldayînê. Lê her du babet jî xwedî naverokeke pir giring ya wî neteweyî û wî miletî bûn. Loma ez dibêjim di dirêjîya deh salên bihorî da ew fîlm li gelek cihan hatin pêşandan û bûn cihê baldayîna bîneran. Li Festîvala Londonê jî heqîqet her bi wî rengî bû, yanî her du film di beşekê da beşdar bûn ku ez dikarim bêjim ew beşa klasîk bû. Eger ez ne şaş bim komek ji wan fîlmên ku di salên borî da, bi taybetî di 20 û çend salên derbasbûyî da, di sinemaya kurdî da hatibûn çêkirin, heta qasekê filmên serkeftî bûn. Yanî tu dikarî bêjî her du fîlm ji bo bîneran bûne balkêşanê û karîne bandor û pêgeha xwe dîyar bikin. Her wiha bi qasî ku ez haydar bûm û cihê dilxweşîyê ye, di Festîvala Londonê da jî, bînerên baş ên wan fîlman hebûn. Nexasim fîlma “Dayika Min” di festîvalê de bûye sêyemîn fîlma hilbijartî ya bîneran. Ew yek him ji bo min him jî ji bo kak Zehawî ku wek derhênerê hevpar ê fîlmê ye cihê dilxweşîyê bû ku belgefîlmekê karîye evqas were pêşwazîkirin, cihê baldayîna bîneran be û wek yek ji fîlmên bijare bibe xwedî pêgeha xwe.
Cenabê te li ser şêwaza ‘di nava fîlmê da fîlmeke din’ çi difikire ?
Eger min pirsa te rast fêm kiribe, em dikarin di du bîyavan da behsa mijara teknîkê bikin. Dema em bixwazin fîlmekê çêbikin, em bi amûrên sînemayê wê çîrokê vedibêjin, çîrokeke sînemayî bo bîneran diafirînin, ev yek jî bi sûdwergirtina ji teknîkê cîbicî dibe. Yanî di bîyavekî da kamera heye, deng heye, stafek (personel) heye, hemû kesên şareza hene û ew kes bi bawerîya min serkeftîtir e ku bikare her yek ji van pisporîyan û her yek ji van bîyavan wek deng û wênegirtin û nîşandan ûhwd. bi kar bîne, û ger taybetmendî û teknîkek heye, ew kes serkeftîtir e ku van teknîkan baş nas bike û wiha di karê xwe da bi kar bîne ku bîner bi başî ji te tê bigihîje ku vê çîroka ku tu vedigêrî tê çi wateyekê. Bi rastî ev jî şêwazake karî ye û li dinyayê nimûneyên serkeftî yên vê şêwazê hene. Wek nimûne dikarim behsa karekî Şewket Emî bikim. Wek ezmûn be jî, karê berê yê Şewket Emîn bi navê “Bîrewerîyên Serberz”, ku her bi vê teknîkê hatibû wergirtin, bi min têra xwe karekî serkeftî bû. Ez wekî monter beşdarî vî karî bûm û me hewl da ku ev kar bibe yek ji şêwazên form û straktura fîlmê.
Wate dema ku em jîyana asayî ya wan kesên ku sînemakar in di fîlmê da nîşan didin, hemû tiştek asayî ye wek her fîlmê ku tê çêkirin û em dibînin, wate jîyan jîyana rojane ye û hewla rojane ya karakteran e, lê dema ku di nav fîlmê da mijûl in fîlmek din çêdikin, em dibînin ku pêkhate û form û şêwaza derhênana kar û nîşandana vê fîlmê û montaja van beşan digel beşên din bi hev ra tewaw cuda ye, wate divê ku ferqek bê nîşandan ku em fêm bikin ku ewa hûn di fîlman da dibînin ya kîjan fîlmî ye, a vê fîlmê ye ku niha bo me hatîye çêkirin û em dibînin, yan jî ew fîlm e ku di nav fîlmê da mijûl in çêdikin, wate form û şêwaz û teknîka nîşandana van fîlman dibe hokar ku em tê bigihîjin ku ev fîlmane du formên bi tewahî cuda ne, ku yek çîroka sereke ya fîlma me ye, û ya din jî beşek ji vê fîlmê ye ku me çêkirîye, wate di çîroka çêkirina fîlmekê di nav fîlmê da ye ku em behs dikin,
Kesekî wekî Kîyarostemî şêwaza karê wî di warê derhênanê da digel hindek sînemakarên din cuda ye, lê mijarên wî jî mijarên cuda ne, wate ger tu wan mijarên Kîyarostemî lê binêrî, renge em bêjin ger bi awayekî din kar kiriba, ew qas serkeftî nedibû, jiber ku niha wî karîye felsefeya hebûnê a jîyanê di karên xwe da nîşan bide. Bi min wisa tê ku, mebesta te ji teknîkê zêdetir ew struktura û şêwaza derhênanê ye di karên derhêneran de.
Derbarê pêşeroja Sînemaya Kurdî da çi difikirî û niha bi çi ra mijûl î ?
Çend sal in ku berhemên kurdî bi hewl û tekoşîna sînemakarên kurd û gelek alîyên dîtir, karîne ji xeynî başûr li perçeyên din, li dîyaspora û li her cihekî dinyayê berhem bînin. Ji ber ku li Başûr di rastîyê da berevajîyê hemû parçeyên din desthilateke ku sînemayê nas dike heye û wek erkê xwe dizane ku divê alîkarîya sînemayê bike. Lewra beşa Wezareta Rewşenbîrîyê ya Hikûmeta Herêmê ji bo sînemakar bikaribin xebatên xwe bikin ji wan ra bûye alîkar. Her wisa hikûmetê hevkarîya wan sînemakaran kirîye ku ji parçeyên din çûne wir. Ji bo me cihê dilxweşîyê ye ku sînemakarên me yên kurd hebin û fîlmên sînemayî werin çêkirin. Lê em dibînin li parçeyên din hikûmetek tune ye ku palpiştîya sînemaya kurdî bike. Em dibînin ku li sê parçeyên din rewş bi awayekî din e û desthilatek nîne ku palpişt be. Dema karek hebe yan jî xebatek were kirin ev hewl û xîreta takekesî ya sînemakarên kurd e yanî sînemakar wek erkekî ser milê xwe fîlman çêdikin û ji bo pêşketina sînemaya kurdî gelekî dixebitin.
Li dîyasporayê jî sînemakarên me yên baş hene ku li welatên curbicur dijîn, li wan welatan di beşên sînemayê da xwendine û ew beş pisporîyên wan in. Loma mirov dikare ji wan hêvîdar be ku di siberojê da berhemên baş hilberînin. Lê li gorî bawerîya min li pêşîya sînemaya kurdî rêyeke dijwar heye, yanî ji bo sînemaya kurdî berheman hilberîne palpişteke wê ya bihêz nîne. Heta li hindek welatan ji bo ku hestên neteweyî yên xelkê dilivlivîne pêşîyê li berhemanîna fîlmên kurdî digirin. Ez hêvî dikim hewl û tekoşîna sînemakaran berdewam be, lê çênabe ku em ji bîr bikin beşeka sînemayê ya girîng pere ye û palpişta madî ye. Bînerên fîlmên me yên kurdî tune ne, pêwendîya sînemakarên me ya bi berdengan ra tune ye loma em neçar in çavên me li wê yekê be da fîlmên me di festîvalan da bên wergirtin û bînerên wan hebin. Lê ji bo fîlmeke wiha mirov çawa dikare vî pereyî bi dest bixe û piştre çawa bikare bi nîşandana vê fîlmê vî pereyî cardin bi dest bixe, ev yek nayê dîtin û xweşbînî zehmet e. Ji bo ku tu serkeftîbî, tu neçar î li gorî wê sînemaya ku li wî welatî hakim û berbelav e bixebitî û kar bikî. Her yek ji wan welatên me jî sîstemeke zal e ku ji sînemaya kurdî ya serbixwe hez nake, lewra hêvîyên ku hene jî takekesî ne ku ew tak bêyî rawestîn û west kar dikin ku di festîvalan da pêgehekê bo sînemaya kurdî bibînî, û wiha bikî ku ew bikevin bin bandora fîlma te de.
Min jê va ye ku palpiştî girîng e, îsal yekem car an li Swêdê yan jî li Almanyayê bû ku foneke taybet dan fîlma kurdî. Ji bo fîlmên kurdî yên ku nîvco mane. Her çend hevkarîyeke piçûk e jî gelekî bi qîmet e. Lewra bo berhemên sînemayê pereyekî zor hewce ye.
Derheqê min bi xwe da jî ku ez tenê derhênerîyê nakim û karê êdîtkirina fîlman jî dikim, çi yên kurt çi yên dirêj û bi vî rengî ye ku bijîwa jîyana xwe pê bi dest tînim. Lê niha du kar li ber destên min hene ku yek dokument e ku 4-5 sal in mijûlî wan im û li ser gola Urmîyê ye, û bi çavekî mirovî û civakî min li jîngehê û hişikbûna wê nihêrîye, ku qonaxên dawîyê mane, hêvî dikim piştî mehek yan meh û nîveke din ez ê temam bikim, her wiha fîlmeke fiction jî li ber destê min e ku du sal bûn min kar li ser dikir ku ew jî di nav planê da ye, hêvî dikim ku em piştî dokumentê wê jî amada bikin.
‘SANSÛR BÛ SEDEM KU SÎNEMAKARÊN ÎRANÊ DI WARÊ BIKARANÎNA ZIMANÊ SÎNEMAYÊ DA PÊŞKETÎ BIN’
Gelo tu li ser sansûra li Îranê çi difikirî, bandorê li xebatên we dike yan ne?
Bi rastî mesela sansûra li Îranê piştî şoreşê her hebûye, lê tiştekî ku balê dikişîne ew e li Îranê sînema serbarê sansûrê û serbarê vê ku wek şêwaza cîhanî nebû, û te nedikarî ser vê bingehê kar bikî, lê di rastîyê da cihê herîmanê ye, û ez wek tecrubeyekê behs dikim, mirov dikare wê rewşê wiha bi kar bîne, ku bikare xwe pê pêş bixe, piştî şoreşa gelên Îranê, gelek ji sînemkaran dev ji kar berdan û hikûmetê nehêla kar bikin yan li ser hindek babetan kar nekirin û bi taybetî li ser pêwendîya jin û mêr û sêksê fîlm qedexe kirin, lewra ew yek bû sedem sînemakarên Îranê li rêyeke din bigerin ku rastî kêşeyan neyên, ew yek bû sedem ku sînemakar şêwazeke taybetî bi kar bînin. Mijar bûne mijarên pêwendîyên mirovî û zimanê sînemayê, ev a ku derhêner hem axaftina xwe bike û hem tûşî kêşeyan nebe, lewra ji nîşaneyan û îsti‘areyan sûd hate wergrtin, û bîner bi nîşane û bi kinayeyan ji mijaran halî bûn, û zimanê sînemayê dewlemend bû. Ew yek li rex mijarên mirovî, wek karekî serkeftî hate dîtin. Lewra sansûr bû sedem ku sînemakarên Îranê di warê bikaranîna zimanê sînemayê, watedayîna bi zimanê sînemayê û bi wêneyên sînemayê da bi pêş kevin. Em dikarin ji wan sûdê wergirin û kar bikin bêyî ku tûşî kêşeyan bên. Sansûr di zimanê sînemakarên kurd da, eva jî mijarek e ku ger sînema bixwaze kurd wek neteweyek serbixwe nîşan bide nikare cîbicî be, ji ber ku desthilatdar vê yekê qebûl nakin û dê sansûrê bikin, lê wek fîlmên folklorî û ayînî û civakî, ew yek hestîyarîyeke zêde çênake, meger bîrokeyên te yên sîyasî û nîşaneya neteweyeke serbixwe bin.
Min jê va ye ku gelek sînemakarên din jî behsê kirine, eva rastîyek e û ew jî dizanin ku heye. Di her rewşê de ew beşên ku ez hay jê heme min behsa wan kiriye, lê zîrekîya sînemakarên Îranî ye ku bîrokeyeke wan hebûye û karîne rîyekê bo vê yekê peyda bikin û eva bo sînemakarên kurdî jî derseke baş e, ku bikarin ji van astengan derbas bin û fîlmên xwe jî saz bikin, lê wiha be jî ku desthilat nekare pêşîyê ji wan bigre û nehêle berdewam bin li ser duristkirina fîlmên xwe.
Gelek spasîya te dikim bo vê derfetê. Hêvî dikim ku sînemakarên me jî ewqas bi ezmûn bin ku wek sînemakarên din ên dunyayê hesabê li ser wan bikin, lê mixabin em wek neteweyekê, ku seqamgîr be û desthilatek hebe em wisa nînin, lê sînemakarên me bi ezmûna çend salên borî nîşan dane ku dikarin bi zimanê sînemayê û bi hunera sînemayê pêgehekê ji neteweya xwe ra di nav neteweyên dinyayê da peyda bikin. Her wekî ku îsal me dît li herêma Karlovy Varyê bo yekem car fîlmeke li bin siya alaya Kurdistanê da hate nîşandan, yanî bi awayekî ev yek nîşan da ku neteweya kurd heye û xwedîyê jîyanekê ye. Yanî bi awayekî nîşana ji me re got kurd wek neteweyekî hene û sînemaya xwe jî heye û ew yek cihê dilxweşîyê ye. Sînemaya ku dikare wek ziman digel her neteweyekê û erdnîgarîyekê û li pişt her sînorekî pêwendîyan digel bîner pêk bîne, em jî dikarin wek her neteweyekî din sînemayê bi kar bînin bona ku di gotûbêja digel neteweyan da beşdar bin û ew guhdarîya me bikin. Her wisa em çawa tamê ji çîrokên wan dibînin, ew jî hem êş û azarên me bibînin hem jî tamê ji wan çîrokên ku mirovî ne, wergrin. Spas bo vê derfetê ku we da min û hûn her serkeftî bin.