“Mijara jîyanê nîn e, ma ji bo çi ya fîlman hebe?”
Nivîsandina hin tiştan sedem divê. Qet nebe hûn ji min bipirsin, ez ê tu caran nebêjim min bêsedem nivîsand an jî ez dişêm bêsedem binivîsînim. Heger sedema vê nivîsê jî bê pirsin, bersiv dê teqez ev be: Ez di serî da ji Jim Jarmuschî hez dikim. Piştre jî ez wisa bawer dikim heger ez bişêm çend tiştan di derheqê sinemaya wî da bibêjim hûn ê jî bizanin ka ji bo çi ez li ser Jim Jarmuschî disekinim.
Jim Jarmusch, li Ohioyê Xwedê da û li wê derê mezin bû. Bi daxwaza ku bibe helbestvan, li Zanîngeha Columbiayê Ziman û Wêjeya Emerîkî xwend. Hêj dema ku zanîngeh xelas nekiribû ji bo hin lêkolînên di derheqê wêjeya Frensî da çû Parîsê. Wextê xwe yê li Parîsê, piranî bi temaşekirina fîlman derbas kir. Piştî serpêhatîya xwe ya Parîsê biryara xwe ya xwendina sînemayê da. Derbasî Emerîkayê bû, li Zanîngeha New Yorkê dest bi xwendina sînemayê kir. Fîlma xwe ya yekem Betlaneya Daîmî (Permanent Vacation, 1980) wek projeya xelaskirina zanîngehê kişand lê ji ber deynên xwe yên zanîngehê neşîya zanîngehê biqedîne. Bi xelatgirtina ji Festîvala Fîlman a Mannheim-Heidelbergê şîya deynê xwe bide û zanîngehê biqedîne.
Piştî fîlma xwe ya ewil, xwe bi fîlma Ji Bihuştê Ecêbtir (Stranger than Paradise, 1984) da nasîn ku ev fîlm bi hin taybetmendîyên xwe, di sînemayê da cihekî girîng digire. Kamera hema hema qet nalîze, fîlm ji 67 çarçoveyên fîlmê pêk tê. 40 deqîqeyên vê fîlmê yên pêşîyê bi bermayîyên fîlma Wim Wendersê hatin kişandin, deqîqeyên din ên fîlmê bi peydakirina 120 hezar dolarî temam dike. Vê fîlmê di Festîvala Cannesê da Xelata Kameraya Zerîn hilgirt û Jim Jarmusch tenê li Emerîkayê bi temaşekirina milyonek kesî 2 milyon qezenc kirin.
Hunera mînîmalîst di nîveka salên 60î da li Emerîkayê belav bû, wek têgeh cara ewil ji alîyê rewşenbîr Richard Wollhermî va di wateya “ya ku naveroka wê li hindikahîyê vegerandine” da, di Kovara Hunerê (Art Magazine) da hat nivîsandin. Di sînemayê da mînîmalîzm, têkildarê mînîmalîzma di resmê da ye. Ji bo fîlmên sînematîka wan (pevbestîn, tevgerên kamerayê) vegerandine li hindikahîyê hatîye bikaranîn. Jim Jarmusch jî ji wan kesan e ku sînemaya xwe bi awayekî mînîmalîst dorpêç kirîye. Wextê dest bi sînemayê kirîye ji ber sedemên aborîyê vebêja xwe ya sînemayê wek mînîmal hilbijartîye. Di nav derhênerên serbixwe da bi şêweyeke resen a mînîmal cih girtîye. Di her fîlmên xwe da bi lehengên xwerû, war û dîmenên sînorkirî, guftûgoyên sanahî û teknîkên bikaranîna kamerayê şêweya mînîmalîst bi kar tîne. Ligel mînîmalîstbûnê, alîyê xwe yê serbixwe jî, di her karê xwe da wek tiştekî girîng dibîne. Xebata di stûdyoyê da naxwaze, karên ku ji alîyê Hollywoodê va tên pêşkêşkirin qebûl nake. Di karê xwe da naxwaze kes xwe tev lî karê wî bike, her tim ew xwedî gotina xwe ye. Lehengên fîlmên xwe ji mirovên ku nas dike yên ji derdora xwe, ji hevalên xwe hildibijêre. Belkî ji ber nêzîkbûna lehengên wî ne, ew ji çîroka fîlmê zêdetir li ser lehengan radiweste… Ji ber wê ye, piştî temaşekirina fîlmên wî di hişê mirovî da ji bûyerên fîlman zêdetir lehengên wî dimînin. Peywendîya wî ya ligel muzîkê bi lehengên wî yên muzîkjen ên wekî Tom Waits, John Lurie, Neil Young, RZA, Iggy Pop û hin documentarîyên wî yên di derheqê muzîkê da, ji alîyekî din va peywendîya wî ya helbestê bi dîyalogên lîrîk xwe bi me dide zanîn. Jim Jarmusch ji bo sînemayê wiha dibêje: “Ez derbarê fîlman da herî zêde ji wî tiştî hez dikim ku formên dî jî di nav xwe da dihewînin. Muzîk, dem, ziman… Bi kurtasî her tiştî dihewînin. Cihê ku mirov ji bo xeyalkirinê herî zêde nêzîkê bûye ew der e.”
Mirov dema li fîlmên Jim Jarmuschî dinêre, hin mijarên di her fîlmên wî da dibîne: Rêwîtî, lihevrasthatin û bîyanîbûn.
Rêwîtî:
Di fîlmên Jim Jarmuschî da rêwîtîya lehengan her tim heye, ji serê fîlmê heta dawîyê her berdewam e. Di dawîya fîlmê da mirov dixwaze bibîne leheng digihêjin cihekî lê Jim Jarmusch rêyê dirêj dike û fîlm xilas bibe jî ew hesta rêwîtîya li wê rêyê wekî ku rê hê jî berdewam be, dide hîskirin. Lehengê fîlma Mêrikê Mirî (Dead Man, 1995) William Blake ku ew navê helbestvan û wênesazê Ingilîz bi xwe ye jî, ji bo karekî diçe bajarokeke Emerîkayê. Haya wê jê nîn e lê ew di rêwîtîya mirinê da ye. Fîlm wek cûreyekî westernê be jî ji ber hin îronîyên fîlmê ji fîlmên westernê yên ku em dizanin cudatir e. Di rastîyê da jîyana helbestvan William Blake wekî ku qet ji bajarê Londonê derneketîye tê zanîn. Jim Jarmusch bi derxistina rêyê ya lehengê xwe William Blake, dixwaze bi me bide zanîn ku rêwîtî di nav mêjîyê me da, di nav ruhê me da jî heye. Tê zanîn ku William Blake (1757-1827) li gorî wê dema xwe, her çiqas neçûbe bajarekî cûda, dîsa jî mirovekî afirîner bûye. Rêwîtîyên lehengan hemû caran ne çûyîna bajarek/warekî dî yan jî daxwaza rêwîtîyeke bi vî şiklî ye. Lehengên wî hin caran wek di fîlma Seyê Xeyalet (Ghost Dog: The Way of the Samurai) da di rêwîtîya têgehekê da ne jî. Wekî tê zanîn yên Samuray, têgeha “Buşido”yê dipejirînin. Buşido tê maneya “Rêya Şervan”. Lehengê di vê fîlmê da ku navê wî bi xwe jî Ghost Dog e, li gorî Samurayan di jîyana xwe da di nav rêwîtîyekê da ye.
Lihevrasthatin:
Kodeke dî ya ku em gelekî di fîlmên Jim Jarmuschî da rastê tên “lihevrasthatin”a mirovan e. Ev lihevrasthatin, hin caran bi bûyerên çend rojan dewam dike û dirêj dibe, hin caran jî bi qasê kurtedemekê dikêşe. Lehengê fîlma Betlaneya Daîmî (Permanent Vacation, 1980) Allie, xwe her tim ji bo çûyina derekê amade dike û her tim fikra çûyînekê di hişê wî da heye. Di dawîya fîlmê da ew li ser rêya çûyînê rastî yêkî tê, wisa hizir dike ku ew kes jî rêwîyê wê rêyê ye jê dipirse: Tu jî dê li keştîyê siwar bibî? Ew kes dibêje: Nexêr, ez nû hatim. Allie dîsa bi tena sere xwe û wek bîyanîyekî derdikeve rêya xwe. Derhêner ji bo kelîyekê jî naxwaze lehengên wî biguherin. Jim Jarmusch, ji bo van lihevrasthatinan wiha dibêje: “Ketoberî, bext yan jî rasthatinî… Yên ku jîyana me beralî dikin ev tişt in. Hûn çend planan bikin dîsa jî tiştên herî xweş û yên herî kûr yên di jîyana we da ew in ku we planên wan nekirine.”
Bîyanîbûn:
Tişta dî ya ku em di hemû lehengên Jim Jarmuschî da dibînin ev e: Bîyanîbûn. Ev ne bîyanîbûneke ji ber cudabûna ziman, cudabûna neteweyî ye. Lehengên Jim Jarmuschî, her tim li dûv lêgerînekê ne. Leheng ji cîyê ku lê dijîn nerazî ne. Jim Jarmusch, bi nîşandayîna vê bîyanîbûnê dixwaze hinekî jî jîyana Emerîkayê ya wan deman rexne bike. Di fîlma wî ya Ji Bihuştê Ecêbtir da lehengê wî Willie li New Yorkê dijî. Di sahneyên ewil da, em wî di odeya wî ya biçûk da, li hemberê televîzyonê û bi xwarinên wê demê yên bi tesîra civaka serfkarîyê gelêr bûne, dibînin. Dotmama wî Eva bêyî ku haya Willie jê hebe ji Mecaristanê tê û bêyî daxwaza Willieyî dibe mêvanê wî. Em wek bîner li hêvîyê ne ku dema Eva tê û tevli jîyana Willieyî dibe, jîyana wî ya ku em pê nerehet in biguherîne. Lê ne Willie ji jîyana xwe aciz e ne jî Eva dixwaze jîyana Willie biguherîne. Ew tenê bi hevalekî Willie re yê bi navê Eddie bi hêvîya dîtina hin tiştên nû diçe Chevelandê. Dema tên Chevelandê Eddie dibêje: “Tu dizanî ecêb e, tu tê cihekî nû û her tişt heman dîyar dike.” Ew her sê leheng, nedîtina tiştekî ya li Chevalandê bi taybetmendîyên vî cihî va girê didin û vê carê berê xwe didin Floridayê. Lê li Floridayê jî tiştekî cûda nabînin. Em di dawîya fîlmê da pê bawer dibin ew biçin ku derê jî ji ber taybetmendîya her sê lehengan a ‘yeknesak’ ew dê tiştekî nû nebînin û her sê leheng ji ber sedemên cûda cûda dê xwe ji bo her derê bîyanî hîs bikin.