Însan, civak û netew ji du bingehan pêk tên. Bingehek jê jin e û yê din jî mêr e. Ev her ling ango bingeh avakarê her tiştî ne. Hem avakarê başîyê û hem jî avakarê nebaşîyê ne, hem avakarê herbê û hem jî avakerê sulhê ne, hem avakarê xirabîyê û hem jî avakarê xweşîyê ne. Her tişt û her tov bi destên her duyan tên çandin û bi destên her duyan tên mezinkirin.
Jin û zilamên pêşketî her tim başî, sulh û xweşîyê ava dikin. Bi saya wan însan, civak û netew bi pêş dikevin. Lê heger jin û zilam nezan û paşmayîbin wê demê nebaşî, herb û nexweşîyê ava dikin. Ji ber wan jî însan, civak û netew bi paş dikevin.
Serxweşîya azadîyê însanan timî ji rê derdixe û piranî berê wan dide alîyekî xirab. Çi mêr be û çi jî jin kesên azadî bidestxistî bi serxweşîyê nizanin dê çawa tevbigerin û gelek caran berê xwe didin rêyên şaş. Ev şaşî û xirabî mixabin dawîya însanan tîne û kesên bi wan ra jî bi heman awayî tune dibin an jî bi benê hevalên xwe ra ew jî noqî binê tarîderyayê dibin.
Heta niha tim li ser zilaman hatîye seknandin û timî xirabîyan ku zilam dikin bûye mijara nûçeyan, bûye mijara axaftinê, bûye mijara şano û sînemayê. Lê li ser jinan kêm sekinîne. Meseleya jinê ji yên zilaman travmatîktir in. Ne rewşenbîr û ne jî civak bi rehetî nikarin li ser meseleyên (meseleyên xirabî) jinan bisekinin. Meseleyên jinan hema bêje di her qadê da xetên sor in û ev xetên sor kêm caran hatine derbaskirin. Li ser şaşî û xirabîyên jinan kêm berhem hatine nivîsin lê li ser yên zilaman bi hezaran hene.
Di nava însanan da helbet zilam li gorî jinan azadtir û rehettir in. Zilam meseleyên xwe yên nebaş û xirab wekî serfirazî di nava hevalan û di nava civakê bi rehetî tînin zimanî û civak jî bi qasî wan bi rehetî behsa meseleyên wan yên xirab dikin. Ev wêrektî derbasî rewşenbîran jî dibe û rewşenbîr van meseleyên di berhemên xwe da bi rehetî tînin wicûdê.
Di nava însanan da mixabin jin li gorî zilaman rehet û azad nîn in. Lê bi qasî xirabîya ku zilam dikin bi heman awayî jî jin jî xirabîyan dikin. Lê jin ji bo ne azad in û ji bo xwe biparêzin meseleyên xwe veşartî dihêlin û newêrin di nava hevalên xwe da û di nava civakê da behsa meseleyên xwe bikin. Civak jî bi heman awayî van meseleyan vedişêre û kêm caran qala wan dike. Ev newêrekî derbasî rewşenbîran jî dibe û ew jî pir newêrin bikevin nava vê mijarê.
Gustave Flaubert û Lev Tolstoy du nivîskarên jêhatî û wêrek in. Li gorî dewra xwe pir pêşketî ne û meseleyên civakî bi zimanekî fesîh derbasî nivîsên xwe kirine. Gustave Flaubertî bi “Madame Bovary” û Lev Tolstoyî jî bi “Anna Karanîna” li ser meseleyên jinan sekinîne. Falubert li welatê Fransayê û Tolstoy jî ji welatê Rûsê ye. Her du jî ji alîyê çand, ziman û erdnîgarîyê va çiqasî ji hev dûr bin jî heman mesele kirine mijara berhema xwe. Însan li ku derê be û di çi rewşê da be di meseleyan da heman bertekê nîşan didin û daxwaz û meseleyên wan wek hev in.
Berhema Gustave Falubertî gelek caran ji bo senaryoyê hatîye adaptekirin û jê fîlm derxistine. Lê em ê tenê li ser sê fîlmên baş bisekinin. Madame Bovary cara pêşî ji alîyê Vîncente Mînnellî va di sala 1949an da hatîye kişandin. Fîlmê duduyan ji alîyê Claude Chabrolî va di sala 1991ê da hatîye kişandin. Fîlmê sêyan jî ji alîyê Sophîe Barthesê va di sala 2014an da hatîye kişandin.
Kunya Fîlman
Derhêner: | Vincente Minnelli | Claude Chabrol | Sophie Barthes |
Senaryo: | Gustave Flaubert û Robert Ardrey | Gustave Flaubert û Claude Chabrol | Gustave Flaubert û Sophîe Barthes |
Wext: | 114 deqîqe | 143 deqîqe | 118 deqîqe |
Lîstikvan | Jennifer Jones, James Mason, Van Heflin… | Isabelle Huppert, Jean-François Balmer, Christophe Malavoy… | Mia Wasikowska, Rhys Ifans, Ezra Miller |
IMDb: | 7.0 | 6.6 | 5.7 |
Sal: | 1949 | 1991 | 2014 |
Hûn kîjan fîlmî temaşe bikin jî hûn ê tamek xweş ji wan bistînin. Hemû jî serkeftî ne lê dîsa jî fîlmê herî kevin (Vîncente Mînnellî) di nava wan da li gorî yên din ji alîyê lîstikvanî û adaptekirina berhemê va baştir e. Heger hûn bixwazin bi çavên jinekê li berhema zilamekî binêrin fîlmê Sophîe Barthesê dê bala we bikşîne, Sophîe Barthes di adaptekirina berhemê da jî ked daye û wekî senarîst di fîlmê xwe da xebitîye.
Emma jineke keyîfperest û xeyalperest e. Gelekî di bin bandora çîrokên evînê da dimîne û her tim evîneke wisa dixwaze. Emma bi Charles Bovaryî ra dizewice û dibe Madame Bovary. Lê ji vê zewacê kêfxweş nabe û berê xwe dide jîyanek debdebeyî (wurşe, şetafat) û ji Leheureuxî bi deyn gelek tiştan dikire. Lê dîsa jî tiştên biha keyfa Emmayê naînin û ew xwe li pey bayê evînê berdide.
Emma rastî arîstokratekî tê, navê wî Rudolphe Boulanger. Rudolphe bi gotinên xweş Emmayê ji rê derdixe û wê dike metresa xwe, ya rast Emma, Rudolpheyî dike metresê xwe. Piştî demekê Emma û Rudolphe ji hev aciz dibin. Emma vê carê di hembêza Leon Dupuîsî da li evînê digere. Leon evîndarê Emmayê yê berê ye lê dema Leon bi wê ra wextên xweş derbas dike ji bo ku ev têkilîya wan zirarê nede kar û statûya wî dev ji Emmayê berdide.
Emma ji alîyê her du evîndarên xwe va li meydanê tê hiştin. Bi ser da jî deyndar tê deynê xwe dixwaze. Ji bo pêşnîyarên Emmayê rewş û prestîja bijîşk Charles Bovaryî xirabtir dibe. Emma ji bo deyn bibîne diçe cem evîndarên xwe (Leon û Rudolphe) lê ji cem wan destvala vedigere malê. Emma ji ber kirin û emelên xwe fedî dike û xwe dikuje. Mêrê wê jî demekê şûn da leqayî nameyên evîndarên jina xwe tê û ew jî ji qehra dimire.
Çîroka Emmayê di sala di 1857an da hatîye nivîsîn. 165 sal di ser vê berhemê ra derbas bûne. Di jîyana modern da jî pirsgirêkên Emmayê dişibin pirsgirêkên jîyana îroyîn. Cihê însan lê be pirsgirêkên wan wekî hev in. Daxwaz, pêdivî û xeyalên wan mîna hev in. Ji hev cuda nîn in. Jinên niha jî ji medyaya civakî (Instagram, Twitter, Facebook..) û ji televîzyon û platformên dijîtal (Netflix, Amazon Prîme, Rêzefîlm, Fîlm…) gelekî îstifade dikin. Bandora wan li ser jina pir e. Jinên niha jî berê xwe didin jîyana xeyalî. Di xeyalên xwe da li pey evînên hezar û yek şevê digerin. Di xeyalên xwe da di qonax û bircên qesran da dijîn lê mixabin rastîya jîyanê ne wisa ye. Dema jin berê xwe didin evînê leqayî van daxwazên xwe nabin û ji bo di dilê wan da kêmasî dimîne berê xwe didin evînên din û ev rê û evînên nû ji wan ra û ji derdoran wan ra dibin tofan û wan tarûmar dikin.
Jinên leqayî manevîyatê (evîn) tên kêmasîya madîyatê (pere) dikşînin. Jinên leqayî madîyatê tên kêmasîya manevîyatê dikşînin. Ev kêmasî tu carî nayên çareserkirin û ew jî timî berê xwe ji alîyekî didin alîyê din. Dema ji alîyê evîndarîyê va kêfxweş in jî ev kêfxweşî zêde dewan nake û li pey evîneke nû dikevin. Ev rewş bi rêya medyaya civakî û platformên dijîtal, bi rêya fîlm û rêzefîlman wekî tiştekî normal tê pêşkêşkirin. Jinên ku van tiştan dişopînin, dixwînin an jî temaşe dikin jî li pey jîyaneke wisa dikevin. Lê mixabin tu carî jî nagihên armanca xwe.
Berhema din a ku hatîye adaptekirin û bûye fîlm Anna Karenîna ye. Ji berhema Lev Tolstoy gelek caran fîlm hatine çêkirin. Lê em ê behsa sê fîlmên baş bikin. Fîlmê pêşî ji alîyê Julîen Duvîvîerî va di sala 1948an da hatîye kişandin. Fîlmê duyem ji alîyê Bernard Roseyî va di sala 1997an da hatîye kişandin. Fîlmê din jî ji alîyê Joe Wrîghtî va di sala 2012an da hatîye kişandin.
Kunya Fîlman
Derhêner: | Julîen Duvîvîer | Bernard Rose | Joe Wrîght |
Senaryo: | Lev Tolstoy û Julîen Duvîvîer | Lev Tolstoy û Bernard Rose | Lev Tolstoy û Tom Stoppard |
Wext: | 139 deqîqe | 108 deqîqe | 129 deqîqe |
Lîstikvan | Vivien Leigh, Ralph Richardson, Kieron Moore… | Sophie Marceau, Sean Bean, Alfred Molina… | Keira Knightley, Jude Law, Aaron Taylor-Johnson… |
IMDb: | 6.6 | 6.3 | 6.6 |
Sal: | 1948 | 1997 | 2012 |
Fîlmê ku herî dawî hatî kişandin ji alîyê dîmen, muzîk û lîstikvanîyê va fîlmên din li paş xwe dihêle. Lê dîsa jî divê meriv her fîlmî li gorî dewra wan rexne bike. Li gorî dewra xwe derhênerîya fîlman baş e.
Anna bi Aleksî Karenînayî ra zewicî ye û rewşa wan ya madî pir baş e. Rojekê Anna ji bo bira û jinbiraya xwe li hev bîne diçe Moskovayê. Di gara Moskovayê da leqayî Vronskî tê. Di navbera Anna û Vronskî da evîneke dijwar diqewime. Dema Anna vedigere Petersbûrgê Vronskî jî pê ra tê û evîna wan her duyan xurttir dibe. Anna ne dev ji mêrê xwe berdide û ne jî dev ji Vronskî. Di talîyê da ji têkilîya cinsî ya Anna û Vronskî keçikek çêdibe. Anna kurê xwe û mêrê xwe li paş xwe dihêle û bi Vronskî û keça xwe ra berê xwe dide bajarekî din. Lê Anna poşman dibe û dixwaze kurê xwe bibîne û vedigere Petersburgê.
Vronskî ji Annayê dixwaze ku dev ji Aleksî berde lê Anna bi gotina Vronskî nake. Vronskî di dawîyê da ji emelên xwe poşman dibe lê ev yek fêdeyê nake. Anna di navbera keç û kurê xwe da, di navbera Aleksî û Vronskî da dimîne û roj bi roj dêrûnîya wê xira dibe.
Rojekê dîsa berê Anna bi îstasyona garê dikeve û xwe diavêje ber trênekê û dimire.
Lev Tolstoy di sala 1878an da ev berhem nivîsîye. Di ser vê berhemê ra 144 sal derbas bûne lê mixabin ev rewşên trajîk hîn jî di jîyanê da diqewimin. Meseleyeke dijwar û sosret e. Ji bo kêlîyeke xweş an jî ji bo kêlîyên xweş em mirov dikarin jîyana xwe bişewitînin. Lê di encamê da ya dişewite tenê jîyana me nîne em jîyana derdora xwe jî dikin dojeh û agir bi her derî dixin.
Em hemû mirov ne ji xwe ne ji yên din û ne jî ji dewra xwe qayîl in. Loma pêşengê me gotine “Sal bi sal xwezî bi par”. Lê yên par, yên pêrar, yên niha û yên bê eynî ne û wek hev in. Pirsgirêkên me, daxwazên me, xewn û xeyalên me tim yek in. Ji bo bostek azadî, ji bo kêlîyek xweş û ji bo qurtek evîn em bi rehetî xwe diavêjin narê dojehê. Em pêşeroja xwe û yên derdora xwe qet nafikirin.
Di her du çîrok û fîlman da mijar eynî ye. Mijara me û pirsgirêka me têrnebûn û daxwaza zêde ye. Wekî ecûc û mecûcan têrbûn çi ye em nizanin. Timî çavên me li tiştekî/e û kesekî/e din digere.
Hem Emma û hem jî Anna ne ji manevîyatê têr bûn ne jî ji madîyatê. Manewîyat û madîyatê bi dest dixin lê ev yek têra wan nake û zêdetir dixwazin. Dixwazin bi madîyatê xwe nîşanî mirovên din bidin, bi evînên nû jî dixwazin ji alîyê manevîyatê va xwe tetmîn bikin. Di serî da ev serxweşîya tetmînbûna hestan bêhtir wan gêj dike û wan derdixe cihên bilind lê ev yek îlûzyon e û jin vê îlûzyonê nabînin. Di dawîyê da îlûzyon diqede û bi carekê ve xwe li erdê dibînin. Dema ji ezmanan bi carekê ve li erdê dikevin hest û mejîyê wan dibe perçe perçe û careke din nikarin werin ser hemdê xwe.
Têrnebûn û daxwaza zêde me ji halê însanetîyê derdixe. Ev daxwaz me dike narsîst û egoîst. Kesên bi narsîstî tevdigerin ne dikarin fêdeyê bidin xwe û ne jî bidin derdora xwe. Di dawîyê da zirar li her kesî dikeve. Lê dîsa jî kesên menfîetperest bi rehetî dikarin ji vê yekê îstifade bikin û bê zirar ji vê yekî xilas bibin. Rudolpheyî bi hesanî bi hestên Emmayê lîst û ji alîyê cinsî va jê îstifade kir û qet zirar jî nedît.
Ne Emma û ne jî Anna ji qencî û statûya mêrên xwe qayîl dibin. Mêrên wan ne zilm û ne jî neheqî li wan kiribûn. Lê dîsa jî ne Emma û ne jî Anna ji rewşên xwe qayîl nebûn. Hem bi mêrên xwe ra zewicî man û hem jî ji zilamên din jî îstifade kirin. Nexwestin xwe ji dewlemendî û statûya mêrên xwe bikin lê di ber ra jî ji xwe ra metres (zilam) çêkirin û bi wan ra hestên xwe yên cinsî û yên evînî tetmîn kirin.
Di jîyana modern da jî dîsa heman tişt diqewimin û dîsa heman çîrok tê lîstin lê tenê navê karekteran, navê bajaran û navê pîşeyan diguhere. Her roj dîsa eynî lîstik li ser rûyê dinê dilîze û em ji vê yekê jî dersekê nagirin. Ji bo qurtek evîn, ji bo kêlîyek xweş û ji bo madîyatê hem em dikarin jîyana xwe biherimînin û hem jî ya derdora xwe.