Awirek li fîlma “Zilamê Mezin Evîna Biçûk” (Büyük Adam Küçük Aşk)
“Zilamê Mezin Evîna Biçûk” (Büyük Adam Küçük Aşk) (2001)
Derhêner&Senarîst: Handan İpekçi
Ji alîyê naverokê va hêja ye ku mirov bi çavekî Kurdî berê xwe bide fîlma bi navê “Zilamê Mezin Evîna Biçûk” (Büyük Adam Küçük Aşk)ê. Lewra ev fîlm di hin çavkanîyên li ser sinemaya Kurdî da wek “fîlmeke Sînemaya Kurdî” tê tesnîfkirin.
Berîya vê fîlmê di sinemaya Tirkî da derhênerên wek Reis Çelik, Yeşim Ustaoğlu, hewl dane ku meseleya Kurdî an jî Kurdan û atmosfera şerî ya li Tirkîyê –ku encameke vê meseleyê ye- problematîze bikin. Lê mirov dikare bêje ku fîlma “Büyük Adam Küçük Aşk”ê li gorî fîlmên din ên derhênerên Tirk ên ku heta wê demê li ser vê meselê sekinîne, bêhtir rasteqîn li ser meseleyê hûr bûye.
Kadroya lîstikvanan a fîlmê ne pir mezin e û ji lîstikvanên navdar ên sînemaya Tirkî yên wek Şükran Güngör –Rifat-, Yıldız Kenter –Müzeyyen-, Füsun Demirel – Sakîne- pêk tê. Zimanê fîlmê bi Tirkî ye lê tê da dîyalogên Kurdî jî hene. Bi qasî ku em ji jenerîka dawî ya fîlmê fêm dikin, lîstikvanan berîya fîlmê ji Murat Batgî, Nursel Doğan, Kazim Oz û Yildiz Gultekînê dersên Kurdî wergirtine. Dîsa jî di fîlmê de, nexasim di telafuzan da qisûrên berbiçav hene.
Hêjar, keçeke biçûk a Kurd e. Ji gundekî Licêya Dîyarbekirê ye. Dê û bavê wê hatine kuştin. Ji ber şerê di navbera PKK û dewletê da, malbata wê ji gundê xwe koç kirîye û hatîye li Stenbolê, li taxeke der-bajêr bi cih bûye. Apê wê Evdo, ji ber ku nikare lê binêre, bi neçarî wê tîne cem dotmameke wê û dibêje bila li ba te be ku hevalên dotmama wê yên şoreşger jî li wê malê dimînin. Vê tesadufê Hêjar û Rifatî bi hev da naskirin. Rifat cîranê dotmama wê ye. Hakimekî teqawid e. Jina wî mirîye û tenê dijî. Hêj roja ewil ku apê Hêjarê wê teslîmî dotmama wê dike, polîs davêjin ser mala wan. Pevçûn derdikeve. Hêjara biçûk bi tesadufî ji pevçûnê xelas dibe û tê mala cîranê xwe, mala Rifatî.
Ji vir pê va hevnasînek dest pê dike. Lê ev ne hevnasîneke klasîk e. Dema mirov bi nezereke kûr lê dinêre ev hevnasîna Kurd û Tirkekî ye. Bi nezereke hê kûrtir; ev hevnasîna Kurd û Tirkan e.
Derhêner İpekçi, bi karakterên Rifat û Hêjarê meseleya Kurdî problematîze dike. Yanî bi meneya herî berfireh; Rifat Tirk e; Hêjar jî Kurd û li malekê (li heman dewletê) dijîn. Îca divê, dîyalog û sahneyên fîlmê li ser vê temsîlê bên dîtin.
Hêjar tê, Rifat jê çend tiştan dipirse; cewabê nade. Navmalîyeke Rifatî heye; paqijî û alîkarîya wî dike. Navê wê Sakîne ye. Ew jî Kurd e, bi Hêjarê ra bi Kurmancî dipeyve. Rifat nû fêm dike ku navmalîya wî jî Kurd e. Jixwe di dawîya fîlmê da jî “li xwe mukir tê” ku navê wê yê “rastîn” Rojbîn e. Rifat dibêje “ez nebînim ku tu careke din bi Kurdî biştexilî!”
Keçikeke biçûk a Kurd bi Tirkî nizane, mexrûzî Tirkî dibe. Cewabê nade pirsên Tirkî. Navmalîyeke ku nasnameya xwe vedişêre heye. Li ser temsîlan gava em bala xwe didinê, derhênerê li gor xwe xwestîye rewş, sedem û atmosfera ku meseleya Kurdî afirandîye, destnîşan bike.
Hêjar tu carî dilê Rifatî rehet nake. Bi zimanê wî napeyive. Rifat bi hisîyateke serdest nêzîkî wê dibe. “Israr”a zaroka biçûk a li ser zimanê wê, wî zehf hêrs dike. Lê bi demê ra di navbera wan da germahîyek jî çêdibe, bi hev ra nanî dixwin, wextê derbas dikin. Her tişt xweş e heta ku mesele tê ser ziman û axaftinê. Hêjar bi zimanê wî napeyive. Rifat dixwaze wê fêrî Tirkî bike lê na, keçik qebûl nake. Di vir da derhêner berê me dide israra Kurdan a li ser zimanê wan û helwesta Tirkekî ya li hemberî vê.
Bi demê ra Rifat, vê rewşê qebûl dike û lê rûdinê. Yanî qebûl dike ku ew Kurd e û zimanê wê Kurdî ye. Keçika biçûk jî reaksîyona xwe ya li hember Tirkî nermtir dike. Ji hev bêhtir hez dikin. Keçik hînî peyvên Tirkî dibe lê di heman demê da Rifat jî hino hino Kurdî dielime. Dibin hevxemên hev keçik û zilam. Zilam bi Kurdî jê ra dibêje “Negrî”, Keçik bi Tirkî jê ra dibêje; Ağlama. Yanî derhêner İpekçi, li gor xwe “çareserîya” kêşeya Kurdî tîne zimanî.
Rifat bi tesîra tenêtîya xwe jî dixwaze Hêjar êdî tim li cem wî be. Lewma dixwaze wê bîne ser nifûsa xwe, yanî wê wek resmî bike keça xwe. Lê ev daxwaza wî naçe serî û keçik herî dawî ligel apê xwe diçe. Ev jî dîsa lazim e li ser problematîzekirina kêşeya Kurdî ya derhênerê bê şîrovekirin.
Çawa ku di edebîyatê da, di bin metnê da metneke “veşartî” heye, di sînemayê da jî dîmenên ku weke teferuat dixuyîn gelek caran ji me ra tiştekî dibêjin. Di “Büyük Adam Küçük Aşk”ê da jî hin dîmen an jî sehne hene ku karakter û muhtewaya fîlmê temam dikin. Bo nimûne em ji rojnameya ku Rifat dixwîne fêm dikin ku ew kemalîstek e û divê em bi vê huvîyeta wî, wî şîrove bikin. Wekî din; di hin cihên fîlmê da nûçeyên li ser şerî yên ku di televizyonê da xuya dibin jî lazim e wekî “metneke veşartî” bên dîtin.
Bi kurtasî em dikarin bêjin ku Handan İpekçîyê tevî hemû qisûrên xwe; li gor dema xwe bi awayekî realîst berê xwe daye vê problema mezin. Xwestîye bergeha nêrîna Tirkan a li ser meseleya Kurdî berfirehtir bike.