“Ew ê berbad, kes ne li dû wî be jî direve, lê yê rast mîna şêr wêrek e.”
Tewrat, Gotînên Pêşîyan, 28:1
Gelo herb çiqas zirarê dide dinyayê; zarokan, mezinan û heywanan? Dilê çend kesan hişk dike, wan bi fîşek, bombe û xelayê dikuje? Goristana Bisbisokan li bersiva van pirsan digere. Belkî tenê dipirse jî, çîmkî bersiva her pirsî tuneye; hin pirs tenê ji bo pirsînê, hinekê din ji bo baldarbûnê û hinek ji wan jî bo hizirîn û fikirînê tên pirsîn.
Goristana Bisbisokan ji aliyê derhênerê mezin yê anîmeyan Isao Takahata ve ji novela Akiyuku Nosaka bi heman navê di 1988an da tê sînematîzekirin. Fîlm di serdema dawîyê ya Şerê Cîhanê yê Duyem da ye. Amerîka hatîye heta Japonyayê û dike ku wir jî bi dest bixe lê hê wê demê Împaratorê Japonyayê teslîm nebûye, şer didome.
Seîtsu û Setsuko
Seîtsu zarokekî bîrbir e. Setsuko xwişka wî ye, hê gelek biçûk e û tiştekî fêm nake. Di dema bombebaranê da dêya wî diçe stargehê, Seîtsu û Setsuko jî dê li piştî dêya xwe herin lê piçek dereng dimînin. Bomberan dest pê dike. Ji ber bombebaranê rêya stargehê tê girtin û mecbûr dimînin ku herin cihekî din. Dawîya dawî ji bombebaranê xilas dibin û jiyana wan ya sêwîtîyê dest pê dike. Çend roj bi şûn de dêya wan dimire û bavên wan yên ku serbaxê deryayî ye jî ne xuyaye. Em dawîyê hîn dibin ku ew jî di şer da mirîye. Heta, di serê fîlmê da meriv hîs dike ku bavê wan ji şerî bi sax û silametî dê venegere.
Bisbisok di Çand û Mîtolojîya Japonan da
Di sehneya pêşî ya fîlmê da Seitsu di îstasyonekê da ye û ji halê wî meriv kare bêje ku dike ji birçîna bimire. Piştî demek kurt jî dimire. Polêsekî li wir ji nava rê radike û datîne cihekî din lê di berîka wî da qutîyek biçûk dibîne, radike û dadike derva. Qûtîk diçe nav bexçeyekî û di wê şevê da bisbisok perê xwe lê didin û rih dikeve wê qûtîkê. Dînya bi ronahîya bisbisokan dibiriqe û çîroka me dest pê dike. Meriv fêm dike dê bisbisok cihekî mûhîm di fîlm da bilîzin lê bi çi awayî?
Bisbisok di hin çand û mîtolojîyan da maneyeka wan ya erênî tuneye lê him di çand û him jî mîtolojîya japonan da cihekî girîng digirin. Li gorî japonan ronkahîya ku ji tişteyên ecêb tê, weka rihê tiştekî yan kesekî qebûl dikin. Bisbisok jî dikevîn vê kategorîyê.
Di mîtolojiya kevnar ya Amazonî da ronahiya bisbisokê ji xwedayan dertê û hêvî û rêberî peyda dike. Di efsaneya Japonî da, du celeb bisbisok, Genji-hotaru û Heike-hotaru, bi giyanên şervanên Minamoto û şervanên Taira re têkildar in. Her sal li Japonya çend festîval di meha Hezîranê da dest pê dikin da ku gel “şerê bisbisokan” bibînin. Bisbisok, di demên kevnar da dihate bawer kirin ku dermanên gerdûnî peyda dikin, li hember jehrê biqewet in û ji xerabiyê dûr dikin.
Zarok, Herb û Xela
Piştî dêya wan di bomberanê da dimire, Seitsu û Setsuko diçin ba xatîya xwe dimînin. Lê dikin nakin ew û xatîya wan li hev nakin. Xatîya wan weka kesên biçûk wan dibîne û bela ku li mala wê dijîn, mineta xwe li wan dike. Seitsu, naxwaze ti carî xûşka xwe tenê bihêle çimkî dema herbê ye û demek piçûk jî tenê bimîne îhtîmal heye ku hema di bombearenakê da bimire. Seitsu çiqas yekî biçûk be jî, ji xûşka xwe ra dibe dê û bav. Ya herî zor jî divê biratîya wê jî bike û halê wan yê berê bidomîne. Piçek dem derbas dibe, êdî ji minetê ji mala xatîya xwe bar dikin û ji xwe ra şikefteka sunî dibînin. Êdî wê derê dikin mala xwe. Wek har daîm Setsuko rewşa xwe û birayê xwe fêm nake, konsepta şerê nizane. Belê, zane ji asîman bombe dibarin lê ferqa wê û çirayekî ji hev nake. Êdî ji mineta xelqê xilas dibin û bi tena serê xwe dimînin, kesekî wan tune ye. Tenê ew û qûtîka wan ya şekiran heye. Dema Setsuko digirî, Seitsu dilê wê bi şekiran xweş dike, êş û birçîbûna ku bi wê halê xwe dikişîne, tenê şekir û xweşgotinên birayê wê ji bîra wê dibe.
Dema herb li derekî dertê, xema gel pêşî ne ew e ku bi bombe û fîşekan bimirin. Ew ya rihet e. Ya zor û zehmet birçîbûn û xela ye. Di wê demê da, hîseka qewet ya jiyanê bi kesan ra çêdibe, pirsgirêkên xwe yên normal û nemûhîm ji bîr dikin, datînin koşeyekî dûr yê mêjîyê xwe. Lê zik wê demê di rewşa derasayî de ye û hizirîn û fikirîn tenê tê ser xwarinê. Heta ji bo zik heyat jî maneya xwe wenda dike.
Immanuel Kantî dibêje: “Wextê pirsgrikên aborî dikeve malekî, exlaq ji derîyê din dertê.” Dema herdû di şikeftê da ne, êdî xwarina wan diqede û nikarin tiştekî xwarinê bibînin. Îja Seitsu bomberana ku tenê jê ra xerabî, mirin, û xelayê anî, dike firset ji bo xwe. Dema bombe dibarin xelq diçe stargehê, wê demê mala xwe vala dihêlin û direvin. Îja Seitsu jî vê fersendê îstîfade dike û dikeve malan dizîya xwarinê, cilan û pereyan dike. Hema çi bibîne wê radijê pê xwarin û birincê dikire. Di dema xelayê da zarokekî baş mecbûr dimîne biguhere, dizîyê bike, zikê xwe û xwişka xwe têr bike. Kêfxweşîya wî ya dema bombebaranê ne nîşaneya kêfexweşîya bombeyan e helbet, kêfxweşîya xwarinê ye.
Îronî ye bombeyên ku xelayê tînin êdî dibin fersenda xwarinê. Belê, herb wisa ye, xwezaya her tiştî diguherîne, êdî meriv nikare xwe nas bike.
Setsuko ji birçîna hêdî hêdî ji qewet dikeve, bêhal û bêzar dimîne. Tiştek ji destê Seitsu nayê ku bike. Lê dawiyê hin eşyayên dizîyê peyda dike û bi xwarin wan difiroşe. Dema tê malê Setsuko li ber xewê ye. Ji birayê xwe ra dibêje ka ez piçekî razêm weka ku dixwaze ji zorîya vê heyata ku fêm nake xelas bibe. Eisa jî dibe herb, bisbisok û xela wê dibe ber xewê û careke din şîyar nabe.
Bisbisok bi Maneya Bombeyan
Di destpêka fîlmê da bisbisok li gorî çand û mîtolojîya japonan vejîn û giyanên mirovan temsîl dikin. Meriv wê demê dibîne ku bisbisok perê xwe lê didin, ronkahîyê diafirînin, çîroka me dest pê dike, hê herb negijhîtîye ba wan, kêf û şahî ye. Lê piştî ku herb digihîje ba wan dîsa xwezaya peyvan, kirin, pênase û maneya tiştan diguhere. Wê demê bisbisokên ku maneya vejînê didin, êdî dibin bombe ji jor ve wek ronahî digihîjin erdê, derdorê ronî dikin. Lê ne bi armanca vejînê lê bi armanca kuştinê. Pirsa herî girîng ya Goristana Bisbisokan ew e, dipirse: Gelo dema herb çêdibe çi weka xwe dimîne? Meriv kare pir bersivan jê ra bibîne, bêje ti tişt weka xwe namîne ne mirov ne jî mirovahî. Lê divê bersiva hin pirsan neyê dîtin çimkî pirs ji bo her di hişê me da bimîne heye, ji bo her tim em li bersivekî, çareserîyekî bigerin heye.
Qedera Neteweyên Bindest yên bi Bisbisokan Tên Kuştin
Hin fîlm hene hene hin gel xweştir fêm dikin, hin fîlm hene kesê ji wî gelî bi paşxaneya xwe wî fîlmî heta şaneyên xwe hîs dikin. Di ser fîlmekî da 33 sal çûbe jî kesê ku ji wî gelê xusûsî ye dema sêr dike, weka ku di wî fîlmî da ye, weka ku wan rojan dijî, temaşe dike. Di heman salê de ev fîlm tê kişandin ku cenosîda Helepçeyê çêdibe. Bisbisok li ser vî gelê ku vî fîlmî baş fêm dike, dibarin. Bisbisokên bombeyî.
Dema gelê din êşên xwe dicebirînin, êşên me yên nû çêdibin. Divê em jî pirsên ku ev fîlm dipirse ji xwe bipirsin bo ku dîrok dubare neke. Bo ku em xwe û mirovahîya xwe wenda nekin. Bo ku careke din em mecbûr nemînin van pirsan bi mecbûrî li xwe bikin.