“FÎLMÊ KU EZ ÇÊDIKIM POLÎTÎK IN LÊ EV NE TERCÎHA MIN E, EV RASTÎYA JIYANA MIN E.”
Kurteya Kazim Ozî
Dema em behsa sînemaya kurdî dikin, Kazim Oz yek ji derhênerên herî mezin yê sînemaya kurdî tê binavkirin. Kazim Oz di sala 1973an da li Bakurê Kurdistanê, li bajarê Dêrsimê hate dinyayê. 1992an da di Teatra Jiyana Nû da lîstikvanîyê kir û di wê demê da jî bi fîlman ra eleqedar dibû. Di 1996an da başdarî Navenda Çanda Mezopotamyayê bû û li wir di beşa sînemayê da xebitî. Di 1999an da fîlma wî ya pêşî Ax derket û ji aliyê Wezareta Çand û Turîzmê ve hate sansûr kirin. Ji wan salan bi vir da Kazim Oz di sînemaya kurdî da derhênerî û çêkerî kirîye.
Hin fîlm û belgegîlmên Kazim Ozî;
Ax, 1999.
Fotograf, 2001.
Dûr, 2005.
Bahoz, 2008.
Son Mevsim: Şavaklar, 2010
Hebû Tune Bû, 2014.
Çinara Spî, 2016.
Zer, 2017.
- Jiyan û prosesa daxilbûna Kazim Oz bi sînemayê çawa çêbû? Tu karî piçek behsa serpêhatîya xwe bikî?
Min dema ku li unîversîteyê mihendîsî dixwend hunerê nas kir. Di 1991an da Navenda Çanda Mezopotamyayê hatibû damezirandin. Em çend hevalên hev yên xwendekar ji bo ku ji aliyê civakî ve xwe pêş ve bibin tevli NÇMê bûn. NÇM wê demê bir rastî jî weke unîversîteyeke hunerê bû. Pêşî min dest bi şanoyê kir. Min û çend hevalê xwe bi navê Teatra Jiyana Nû şanoyek kurdî damezirand. Nêzikî 5 salan min şano çêkir. Paşê ez tevlî perwerdeya sînemayê bûm li eynî saziyê. Hêdî hêdî ku min sînemayê nas kir, min fehm kir ku ez gerek tenê sînemayê çêbikim. Min hemû tişt berda û dest bi sînemayê kir.
- Di fîlmên te da em hertim rêwîtîyek dibînin; hinek hertim li dû tiştekî ne, li dû nasnameya xwe, li dû kok û qurmên xwe, li dû welat û perwerdeyê ne. Em vê yekê di fîlmên Yilmaz Guney da jî bi awayekî eşkere dibînin. Gelo Yilmaz Güney û sînemaya wî, bandoreke çawa li te û sînemaya te kir?
Rast e, bondora Yılmaz Guney li ser min û li ser sinemagerên kurd gelek mezin e. Lê bandora ku Yılmaz Guney di bin da maye jî “rastiya kurd” e. Rastiya jiyana gelê kurd e. Em hemû hunermendên kurd ji vê rastiyê sûdê digirin. Sînor, rê, rêwitî, war, jiyana koçber, evînên belavbûyî, çiya û temayên sînemaya kurdî ne. Ev jî rastiya me Kurdan e. Heger sînemayek ji rastiya gelê xwe dûr bikeve dê lawaz bibe. Yılmaz Guney mirovekî şoreşger bû. Sîyaseta dinyayê, ya Tirkiyeyê û ya Kurdistanê baş dişopand. Mirovekî çepgir bû. Baweriya wî ya şoreşê hebû. Ji ber ku dizanî ku rastiya gelê kurd tenê bi şoreşek dê biguhere. Sînemaya xwe jî dixwest bixe xizmeta şoreşê.
- Kurtefîlma te Ax, (1999), (bi rastî fîlm e, ne kurtefîlm e) di dîroka sînemaya kurdî da ciyekî wî yî girîng heye, çîroka wê jî gelek balkêş e. Tu karî çîroka Axê ji perspektîfa xwe ji me ra bêjî?
Ax (1999) ji bo min jî berhemek taybet e. Çawa ku ji bo malbateke, zarokê yekem tiştekî din be ji bo min jî Ax (1999) tişteki din e. Rast e, fîlmekî kurt e lê çîroka wê çîrokek dirêj e. Tesîra wê tesîrek dirêj bû. Ez gelek bextewarim ku fîlm li dijî salan, li hember zemanê jîya û hê jî dijî. Ax dema ku derket li Tirkiyeyê hat qedexekirin. Lê gel bi her awayî ev fîlm seyr kirin. Li dinyayê di sedan festivalan da fîlm hat nîşandan.
- Di belgefîlma we ya bi navê Çinara Sipî da em leqayî bîranînên berê tên û dema Zeynelê Kal sazê radihêje destên xwe, bîranînên (ku bi êşa alzheimerê ketîye) wî yên berê tên bîra wî (ji wê belgefîlmê pir hez dikim). Gelo bîranîn ji bo te çi ye?
Bi rastî min ev belgefîlm ji bo vê sahneyê çêkir. Gelek sal bûn min dixwest, ev belgefîlm çêbikim lê nedibû. Êdî min dev jê berdabû. Rojekê min bihîst ku Zeynelê Kal nexweş bûye. Min xwest ez wî, ziyaret bikim. Ez çûm serdana wî lê wî ez nas nekirim. Lê dema ku saz girte destê xwe, melodî hatin bîra wî. Ev dem ji bo min maneyek gelek mezin bû. Ev sahne rastiya me kurda jî derdixe holê. Em weke nexweşên alzheimerê dijîn. Me hemû dîroka xwe wenda kiriye. Belkî jî em ê bi hunerê, ev tiştê ku windabuyî carek din bibînin. Belkî jî em ê bi huner, mêjiyê xwe nû bikin. Belkî jî amûrên herî baş ê ku me bîne ser xwe huner e.
- Di fîlma Zer (2017) da rewîtîyek di navbeyna Rojava û Rojhilat da heye. Em tê da dibînin ku te di vir da li dijî oryantalîzmê nêrînek ava kirîye. Ji dêvla rengînbûna New Yorkê, te sehneyên tarî û reş bikaranîye lê dema tê Kurdistanê fîlm rengîn dibe û dîmen jî bi çoş dibin. Li gorî te oryantalîzm û self-oryantalîzm di sînemaya kurdî da cî digire?
Di çîroka filma Zer (2017) de xeta tenik ev mesele bû. Dema ku min hêja senaryo dinivîsî, min fehm kiribû ku heger ez vê çîrokê ji oryantalîzmê dûr bixim, dê fîlm biserkeve. Ez hêvî dikim wusa bû. Weke ku te jî şîrove kir li dijî oryantalizmê nêrînek din di fîlm de derket. Temasa Jan a ku em di rêya ber bi Kurdistan û dîrokê da temaşe dikin, ne sexte ye. Rast e di sînemaya kurdî de nexweşiya oryantalîzmê heye. Hinek mijar, reng û çanda kevin bi nêrînek oryantal tên ser perdeyê. Nêrînek ji jor heye.
- Sînemaya kurdî di nava rewşeke polîtikbûnê da ava bûye û sînemayê ji bo avakirina nasnameyên xwe yên neteweyî bikar anîye (bi piranî di gelên din yên dinyayê da ne wisa ye). Lê di van demên dawî derhênerên kurd yên giranîya xwe datînin ser estetîkê peyda bûne û dibin. Tu xwe û sînemaya xwe polîtik dibînî? Li ser derhênerên nû yên giranîya wan li ser estetîkê ye, karî çi bêjî?
Huner bê estetîk tiştekî pûç e. Heger hûn karê hunerê dikin jixwe bêguman hûn gerek merheleyek estetîkê bi dest bixin. Berhemek dîrokî hêza xwe ji estetîkê digire. Em dema ku karê sînemayê dikin, gerek em berê her tiştî bi helwestek estetîk hereket bikin. Gorî min form ji cewherê negirîngtir nîne. Di navbera form û cewherê de tekiliyek sîmbîyotîk heye. Tekilî gerek ahengek zanist be. Ez keda xwe ne tenê didim “çi gotine”. Belkî jî zêdetir didim “çawa gotine”. Rast e, fîlmê ku ez çêdikim polîtîk in, lê ev ne tercîha min e, ev rastîya jiyana min e. Jiyana min ku çiqas polîtîk e, hunera min jî ewqas polîtîk e.
- Sînemaya te pi gelemperî li gundan derbas dibe yan ji gundan diçin ciyekî yan jî ji bajaran tên gundan. Di vê sedsala dawî da sosyolojîya kurdan (bi gelemperî kurdên Bakurê Kurdistanê) guherî û êdî kurd li bajaran dijîn û dixwazin di bajarvanîyê da sosyolojîyek nû ya neteweyî ava bikin. Gelo sînema vê çiqas kare pêk bîne? Û fîlmên te yên li gundan derbas dibin meriv kare bêje bi awayekî dîrokî ne ku behsa jiyana kurdan ya berê dikin?
Gundîtî û bajartî temayek sereke ya çend sedsalên dawî ye. Em li edebiyata ku di vê pêvajoyê de hatiye afirandin binêrin, em ê nakokiya gundîtî û bajartiyê bibînin. Em dikarin vê weke “pirsgirêka modernîzmê” jî bînin zimên. Li dinyayê gelê ku derengtir tevlî modernîzme bûne jî em kurd in. Rast e, kurd ev çend dehsalên dawî ji gundan koçê bajaran kirin lê bi eslî guhertinek kûr û radikal hêja çênebûye. Bi fîzîkî kurd hatin bajaran lê ruhê wan hêja gundî ye. Bajarên mezin ji bo kurdan weke gundên mezin in. Ev ji aliyekî weke tiştek negatîf dixuye lê belkî jî tiştekî pozîtîf e. Hunera me gerek li ser vê meselê bisekine.
- Weke yekî pêşengê sînemaya kurdî tu karî pênaseyek li sînemaya kurdî bikî? Li gorî te taybetmendîyên sînemaya kurdî çi ne?
Sînemaya kurdî gerek sînemayek serbixwe be. Sînemaya kurdî gerek sînemayek şoreşger be. Sînemaya kurdî gerek sînemayek pirzimanî be. Erdnîgariya sînemaya kurdî gerek hemû dinya be. Temaşevanên sînemaya kurdî gerek temaşevanên hemu dinyayê bin.
- Sînemaya kurdî li Bakurê Kurdistanê ji ber şer û rewşa sîyasî, ketîye bin xetereyek mezin û li dîasporayê jî sînemaya kurdî paralelê rewşa li Bakurê Kurdistanê zêde û geş dibe. Gelo êdî dê sînemaya me bibe sînemayake dîasporîk?
Ev rastiyeke lê gerek em vê rastiyê biguherînin. Karê huner gerek ne girêdayî karê sîyasî be. Heger ku li cihekê afirandina hunerê bi giştî gorî rewşa siyasî biguhere, ev tê wê manê ku li wê derê karekî hunerî yê rast tune ye. Em hunermendên afirînêr, gerek gorî xwezaya hunerê tevbigerin. Rast e, huner carcaran bi siyasetê ve weke xwişk û bira ne lê car caran jî weke dijminê hev in. Mesele ne meseleya diasporîk an jî ne diasporîk e. Mesele fîlmên rast an nerast e. Rastîya me, em ku biçin kuderê jî eynî ye. Kurdek dikare li Zambiayê filmek kurdî bikişîne. Le pirsgirêk hişmendiya nav filmê, çîrok, nêzikbûna estetîkê ye.
- Derhênerên kurd li kîjan welatê cihanê berheman biafirinîn bi nasnameya wî welatî tên binavkirin. Her derhênerê kurd ji bilî kurdbûna xwe, xwedî nasnameyeke din ya fermî ye jî. Ev li diasporayê jî weha ye. Gelo “du nasnamebûn” ji bo derhênerê kurd çiqas baş e, çiqas xerab e?
Ev tiştê ku te anî zimên rastiyek e. Û rewşa me Kurdan a sîyasî tîne ber çavan. Perçebûna me, bêmafbûna me, bêsîstembûna me işaret dike. Lê em hunermend gerek vê dezavantajê vegerînin avantajê. Em gerek ji nasnameya xwe veneqetin lê gerek em firsendên ku li welatên din hene jî bikar bînin. Heger em xwe di nav sîstemên din de biparêzin lê ji nasnameyên xwe dûr nekevin û biafirînin ev ê bibe hêzek mezin. Ji alîyê sîyasî ve jî ev ê bibe rolek girîng.
- Bi te rewşa sînemaya parçeyên din ên Kurdistanê çawa ye? Helbet rewşa dîasporayê jî?
Berî her tiştî em gerek Başûr û Rojava binirxînin. Başûr gelek sal e ji aliyê siyasî ve bi serê xwe ye. Lê di kare hunerê de zêde pêşvebûn çênebû. Dîsa li Rojava jî gelek sal bûn rewşek taybet heye. Lê ji aliyê hunerê ve di wir de jî tevgerek hunerî derneket. Gelo çima? Gerek siyasetmedar jî, hunermend jî vê pirsê bipirsin û niqaşek çêbikin. Gelo têkiliya huner û siyasetê rast çênekirin? Gelo perwerdeyek rast nîne? Gelo ji aliyê hunerê ve meselaya demokrasiyê heye? Parçeyên Bakur û Rojhilat jî li hev çuyîne. Ev her du perçe, li gorî perçeyên din afirandin û kurkbûyin zêde ye. Lê ev herdu sînema jî weke ku di hepsa tirkan û farisan de xuya dikin. Gelek xebat, xebatkar, berhem hene. Lê bi serê xwe nikarin hereket bikin.
- Dema filmekî te der diçe berî hemû tiştî -li Tirkiyê helbet- bi sansurê jî tê rojevê. Ez dixwazim tu hinekî wê meselaya sansurê ji me re zelal bikî û tu bixwe sansurê li xwe dikî, weke otosansûrê?
Rast e, hemû fîlmên ku min çê kir, rastî sansûrê hatin. Ya sansûra fermî ya jî sansûra bi dizî hate serê fîlmên min. Li pêşiya fîlmên min sansûr astengiyek gelek mezin e. Em bi alikariya bîneran dikarin vê astengîyê derbas bikin. Li vir jî peywir li ser milê bînera ne jî. Di qada teknîk da şoreşek heye. Gerek em vê şoreşê bikar bînin û fîlmên xwe bi rêya firsenda teknîkê, bigîhêjînin gel. Sinemaya kurdî bi temaşevanan ve tenê dikare hebe. Otosansûr li cem min tune ye.
- Ji bo sînemaya me salonên sînemayê tune ne mixabin. Di vê rewşa pandemîyê da dinya jî mîna me bê salonên sînemayê mane an mala hemû kesî bûye salonên sînemayê. Ev rewş ji bo te çawa bû?
Ev rewş ji bo me ji aliyekê ve avantaj e. Jixwe salonên me tune bûn niha jî tune ne. Lê niha derfetek nû derket êdî her mal, heta her telefon salonek e. Desthilatdar weke berê dê nekaribin tekiliya me û bîneran bişkînin. Filmên min rast e, dema ku derket hema nagihêje bîneran lê dem bi dem bîner dibîhizin û xwe bi xwe digihêjin fîlmê min. Minak Bahoz hêca her roj ji aliyê bi sedan kes ve tê temaşekirin. Ez her roj mesaja bîneran li ser Bahoz û fîlmên min yên kevin digirim. Ev tiştekî pir pîroz e û ji bo çêkirina fîlmên nû min çiv dike. Li hesabê min ê Youtubeê hejmara temaşevanên Bahoz ji mîlyonekê derbas bû. Ev ji bo sînemaya kurdî mînakek girîng e. Xuya dike ku bi mîlyonan kes li benda fîlmên me ne. Gerek em bersiv bidin.
- Bi pêşengîya Festîvala Londonê gelek sazî û dezgehên kurdan ji bo festîvaleke global xebitîn û karêkî zor ciwan derkete holê. Ev cara yekem e, em ji sedî zêdetir fîlmên kurdan bi hesanî karin temaşe bikin. Tu jî bi fîlmên xwe di nav vî karî de yî, ez tecrubeya te ya vê festîvala taybet miraq dikim?
Festîvala Londonê bi rastî jî xebatek gelek girîng e. Ev hevalê ku festivalê çêdikin karekî gelek pîroz dikin. Bîst sal in bênavber vê festîvalê çêdikin. Îro pirsgirêka xebatên hunerê ya kurdan berdewam kirine. Gelek festîval di nav bîst salên dawî de hatin çêkirin lê zêdetirê wan xelas bûn. Berdewam nekirin. Ev gereke bê rexnekirin. Heger em dest bi xebatekê dikin gerek em vê xebatê heta serkeftinê berdewam bikin. Gelek saziyên wîsa jî hene. Hêja rola xwe nelîstine, disekinin, tasfîye dibin an jî wînda dibin. Festîvala Londonê îsal online hate çêkirin. Ev jî rêbazek ji bo kurdan pir hewce ye. Em gerek bi sedan festîval li Dinyayê çêbikin. Û êdî gerek perçeyek wan festivalan jî online be.
- Tu karî behsa projeyên xwe yên pêşerojê bikî?
Ez niha li ser fîlma ‘Emrê Teneyek Berfê‘ dixebitim. Niha karê post-prodûksiyonê dewam dike. Di demek nêz de ez ê bi fîlmek nû derkevim hemberî bîneran. Ez dizanim ku gelek kes jî li benda vê filmê ne. Hêvî dikim di demek nêz da fîlmek bi hêz dê bê.