CineKurdî, fîlmên ku di derbarê Kurdan da hatine çêkirin temaşe dike, dixwîne, dinirxîne û şîrove dike. Ne wekî komele ne jî wekî saziyekê ye, platformek e, ku ji hefteyê carekê dicive. Hewl dide ku di gel sînemavan û sînemahezên kurd sînemaya Kurdî binirxîne. Dixwaze hewla xwe ya sînemayê him di medyaya civakî da him jî di kovaran da bêhtir bîne ziman. Armanc ew e ku sînemaya Kurdî bêhtir bê pêşçav.
Endamên CineKurdî’yê yên ku li vir nêrînên xwe anîne zimên hemû jî (derhêner, nivîskar, lîstikvan, podcastvan, xwandekar) bi sînemayê ra eleqedar in.
Selîm: Ev sih sal e kurd ketîne nav sînemayê da. Dîroka sînemaya Kurdî ciwan e. Yilmez Guney beriya wan sih salan da sînema kir û gelekî bandor li ser sînemagerên kurd kir. Lê bes sînemaya wî, sînemaya Tirkî ye. Ziman Tirkî ye. Tiştên gelek xweş kişandiye, di qada sinemayê da pir pêş ve çû ye lê bes ez nikarim bêjim sînemaya Kurdî çêkiriye.
Armanc: Mamoste Selîm bi te Yilmez Guney di nav sînemaya Tirkan da yan di nav sînemaya Tirkiyeyê da cih digire?
Selîm: Ya Tirkiyeyê. Heta demekî mirov bi fikir û raman ve tê guhertin. Di hemû beşan da jî wisa ye. Yanî heta demekî Yilmaz Guney nav sînemaya Tirkan da bû. Guhertinek çêbû ye. Em berê xwe bidin fîlma wî ya yekem û ya dawî, di vê navberê da gelek tişt hatîne guhertin. Di demên dawî da di nav sînemaya Tirkiyeyê da cih girtiye. Bixwe jî dibêje, ez sînemaya Tirkiyeyê çêdikim. Di Tirkiyeyê da kê dijî fîlmên wî jî wan hemûyan temsîl dike.
Fatoş: Bi min sînemaya Tirkiyeyê tune. Sînema bi neteweyê ve tê binavkirin. Dema ku Yilmez Guney di nav Yeşilçamê da bû, sînemaya Tirkan, piştî fîlmên Kerî (1978), Rê (1981) û Endîşe (1974) sînamaya Kurdan çêkiri ye. Çima sînemaya Tirkiyeyê qebûl nakim? Dema ku em di cîhanê da jî bi nav dikin em navên netewan qal dikin mînak, sînemaya fransîyan, îtalîyan… Ew peyva Tirkiyeyê ji hêla sînemayê ve ji bo min sempatîk nayê.
Selîm: Ez bixwe di festîval û panelan da dibêjim: ‘Ez sînemaya Kurdan çêdikim, hûn ya Tirkan çêdikin.’ Li gor min jî wekî te (Fatoş) gotiye lê bes camêrî (Yilmez Guney) bixwe wilo gotiye. Dîsa di wextê xwe da peyvên baş rêz kiriye. Welatê wî bindest e lê nabêje sînemaya Tirkan. Di vir da tişta ku gotîye rast yan ne rast, xweş e. Xwezî sînemaya Kurdan çêkiriba.
Ferat: Sînemaya Kurdî û meseleya Yilmez Guney tevlîhev e. Ji bo ku fîlm xwe bispêre neteweyekî dive bi zimanê wî neteweyî be. Ziman mohra fîlman e. Mixabin fîlmên Guney ji aliye ziman ve xwe naspêrin Kurdan. Em dikarin Yilmez Guney wekî pêşengê sînemaya Kurdî bi lêv bikin. Lê temametî sînemaya wî ya Kurdî nîne û bi min nifşên nû, li gor Yilmaz Guney bêhtirî ji Bahman Qubadî bandor girtîne.
Mehmud: Lazim e ku Yilmez Guney bikeve nav sînemaya Kurdî. Di demên dawî da min vîdeyoyek axaftina wî temaşe kir, digot: ‘Ne di dewletên dagirker da, di Kurdîstaneke azad da dixwazim bijîm.’ Heger ew netewek azad bixwaze çawan dibe enternasyonalîst? Ji ber vê ez dibêjim Yilmez Guney nav sînemaya Kurdî da ye. Ya din gelo derhênerek xwe çawan difiroşe? Heger yek xwe wekî Kurdekî nîşan bide di reklaman da wî çaxî ew dikeve nav sînemaya Kurdî. Guney di fîlmên xwe da ji polîtîkê bêhtir di aliyê civakê da li Kurdîstanê dinêre. Ji ber ku di sosyalîzmê da civak muhîm e. Mamoste Ferat got: ‘Duvar (Dîwar, 1983) li Fransayê hatîbe çêkirin jî dîsa Kurdî nîne.’ Bi min hêla bazarê jî muhîm e. Wî çaxî bazara Kurdan tune bû, li Kurdîstanê sînema jî tune bû. Ji ber tunebûna bazarê, fîlm bi Tirkî çêkiriye bi min. Li cihekî bazar û pere tune be, ew der û ew tişt tu carî bi ser nakeve. Yekî sosyalîst yê mîna Yilmaz Gûney jî vêna zane haa. Ne bazar tenê meriv kare bêje lîstikvan jî tunebûn û hwd.
Ferat: Di dema Ehmedê Xanî da jî bazara Kurdî nebû lê bes Xanî Kurdî bijart. Dîwar (1983) bi alîkariya Enstîtuya Kurdî ya Parîsê ve hatiye çêkirin. Ev sedema ku qalkirî wisa nîne. Hê jî bazara sînemaya Kurdî tune ye. Yanî çêkirina Dîwar ya bi tirkî tercîhek e. Ew atmosfera ku Guney tê da dijî. Yanî pirtuk û helbestên wî jî bi tirkî ne. Li gor min mesele ne bazara kurdî ye. Îro jî bazara kurdî nîne lê bes gelek derhênerên hêja yên Kurd fîlmên xwe bi kurdî çêdikin û di bazara navneteweyî da tên xelat kirin.
Selîm: Sê belgefîlmên min hene û zimanê wan jî Kurdî ye. Ez li ser bazara sînemayê tiştek bêjim. Wekî Cannes festîvalên mezin li gor ziman naçe. Yanî ‘ziman kurdî be em qebûl nakin’ tiştek wisa tune. Sînematografî bazarê vedike. Bazara sînemaya Kurdan ne Tirkiye ye, hemû cîhan e. Heger derhêner baş be jixwe di cîhanê da xwe wekî kurdekî difiroşe. Heger tu xwe bi kurdewarî bifiroşî dê te wisa qebûl bikin. Mesele, başnîşandayîna çîrok e.
Bîlal: Ez di meseleya kurdbûna sînemaya Yilmez Guney da pragmatîst im. Sînemaya Guney kurdî be çi li me zêde dike, tirkî be çi li me kêm dike? Di sînemaya Guney da zimanek bixwe heye ku zimanê axaftinê dixîne plana duyem. Ziman girîng e lê bi min neçêkirina fîlmên kurdî tercîhek Guney nebû û ev rewş cuda bû. Aliyê din ve jî erê Bahman bandor li me kiriye lê Yilmez jî li wî kiri ye. Dawî da ez dikarim bêjim Yilmaz Guney derhênerekî sînemaya kurdan e. Meseleya bazarê (marketing) da jî lazim e em cuda cuda lê mêzenîn. Fîlm baş be bazar vedibe. Ez nizanim Bela Tarr ji kû ye lê bazara xwe di hemû cîhanê da bixwe vedike.
Fatoş: Bi min neteweyên derhêneran muhîm e. Mîsal dema ku ez Godard temaşe dikim fransız, dema ku Fellînî û Rossellînî temaşe dikim dibêjim ew îtalyan in. Pêşî îtalyan û fransiyan dûra sînematografiya giştî nas dikim.
Bîlal: Ew kesên tu dibêjî pêlek û rêbazek nû avakirin e. Fikrek danîne holê. Em dereng mane di vê meselê de. Modernîzma direngmayînê mîsal.
Fatoş: Direngmayîn û hin tiştên nû çêdibin rast e lê em û nifşên ku li pişt me tên em xwe Kurd bidin nasîn. Daku îdolek ji bo nifşên tên hebe. Ji ber vê pêwîst e ku em netew muhîm bibînin û xwe kurd bidin nasîn.
Bîlal: Ez bo nifşên nû bêjim niha bazarek tune ye ku fîlmekî bi îdolekî ve temaşe bikin. Li Kurdîstanê rêya wê girtiye. Belê netew muhîm e lê em çend kes in ku wilo difikirin û fîlmên kurdî temaşe dikin?
Fatoş: Ev bêdewletiyê ve eleqedar e. Festîvalên me kêm in. Sazî û komîteyên sînemaya kurdan kêm in. Hê nû nû zêde dibe. Em behsa dîrokek bîst salî dikin. Lê hêdî hêdî pêş ve diçe. Tiştên onlîne çêdibe. Bawerim nasîna sînemaya Kurdî û cîhanê wê zêde be di demeke nêz de.
Bîlal: Em mecbûrî torek wisa nebin. Em niha hêviya çend fîlmên baş bin. Cîhan me nas bike baş e lê ne bi torek mezin ji ber ku em hê ne di wê astê da ne.
Ferat: Ji bo bazarê tiştekî zelal bikim ez. Dema ku tu fîlmekî li Fransayê çêbikî tenê ji aliyê teknîkî ve midaxele tê kirin. Çîrok û ziman her serbixwe ye. Meseleya derhênerî û çêkerî hema bêje hemû Ewropayê da wisa ye. Çima ziman girîng e? 1895an heya 1923an deng di sînemayê da tune bû. Lumière û Chaplîn her netewên xwe temsîl dikin. Festîvalan da jî tê pirsîn ka tu girêdayî kîjan netewî yî. Dema me got em kurd in pirsgirêk radibe. Xwebazarkirina derhêneran biryara wî/ê ye. Çîroka me evînî be, erotîk be çi be bila bibe ziman kurdî be hingî dibe sînemayeke Kurdî. Dema ku tu gel almaniyekî zimanê wî neaxivî bersiv nade te. Em çima ewqas ji ziman dûr in!? Ziman neteweyekî ava dike. Mesele li ser ziman diçe. Çêker û tiştên din paşê tên.
Armanc: We niqaşên xweş kirin lê ez ê derbasî jiyan û fîlmên Yilmez Guney bibim. Guney, 1937an heta 1984an da, bûye şahîdê dîroka ku tê da jiyaye û fîlmên xwe jî bi vê hişmendiyê ve kişandiye. Li Edenê dibistana xwe qedandiye û 21 saliya xwe heta 33 saliya xwe di nav sînemaya tirkan qasî 66 fîlman da cih girtiye. Bûye aktorek Yeşîlçamê wekî ‘Kralê Kirêt’ 1968an da bi fîlma ‘Seyîtxan’ ve dest bi derhêneriyê kiriye û ev hêz û heza heta 1983an (Dîwar) jî domiyaye. Fîlmên wî him ji aliyê civak û polîtîkayê ve him jî ji aliyê sînematografiyê ve pêşve çû ye û gelek hatiye ecibandin. Daxwaza wî ‘sînematografî û tekoşînî’ bê cem hev. Gelek kes wî wekî şoreşgerekî hesibandiye. Ji ber fikir û ramanên xwe gelek caran ketiye zindanê û mehkemeyan ve hatiye binçav kirin. Piştî demekî diçe Swêdê û ji wir tê Fransayê. Tevlî ‘Enstîtuya Kurdî ya Parîsê’ dibe. Gelekî piştgiriyê dide partiyên komunîstan. Gelek fîlmên girîng çêkirîne. Di sala 1984an da, meha cotmehê diçe ser dilovaniya xwe. Ez dixwazim berê xwe bidim fîlmografiya wî ‘Hêvî’ (1970) wekî Dizên Pisqilêt’an(1948-Vittorio De Sica) dida. ‘Lorî’ (1971) da kaçaxçîtiyek hebû. ‘Heval’ (1975) li ser poşmaniya çepgirekî bû. ‘Endîşe’ (1974) meseleya axê, axa gundiyan tînê berçav. ‘Belangaz’ (1975) bêhêviyek du kesên ku êdî arasteya wan suçdarî ye tîna pêşçav. ‘Teqez Rojekî’ (1975) li ser çepgirtî û dewletê bû. ‘Kerî’ (1979) eşîrên koçber nîşan dida. ‘Rê’ (1982) ii ser pênç kesên Kurd bû. ‘Dîwar’ (1983) zarokên cezaxwarî û zindanên bêadil rexne dikir. Ji ber ku em li ser Rê axivin çend tiştan bêjim û gotinê bidim hevalan. Piştî gelek fîlman fîlma Rê dibe meseleyeke din. Êdî mesele dibe meseleya netewekî. Em derbasî Kurdîstanê dibin. Rastî tên pêşçav. Çîrok, çîroka Kurdan e. Bi Rê ve Yilmez Guney xwe marjînaliyê ve vediqetîne. Ji bo bazarê jî dikarim vê bêjim, ziman çi be wê bazar hebe. Bazara sînemaya Kurdan bi Tirkiye, Suriye, Îran û Îraqê ve girêdayî nîne. Mesele, sînematografî ye.
Bîlal: Rê fîlmeke ku dilê min li ser sînemayê kelandiye. Lê ez dixwazim tiştekî zelal bikim. Di fîlma Rê da em dê Şerîf Goren deynin ku derê? Kî li sahayê be fîlm zêdetir ya wî ye. Çîrok, senaryo û dîmenên fîlmê gelekî baş in.
Mehmud: Meseleya derhêneriyê hişên min da jî hebû. Wê demê li Tirkiyê darbe çêdibe û sansur jî heye. Çîrok li ser mehkumên ku di eydê da biçin mala xwe ne. Heçku ev girtî di nava du zîndanan da ne. Hepsa rastî ya civakê hepsa polîtîk ya dewletê ye. Dema ku em senaryo û derhêneriyê dinêrin senaryo bêhtir dikeve pêş. Ji ber vê mirov dikare bêje xwediyê fîlmê Yilmaz Guney e. Û pêwîst e ku em Yilmez Guney bikin ayidê sînemaya Kurdî.
Fatoş: Festîvalên ku li Edene tê çêkirin, Yilmaz Guney dikin ayidê xwe, xelat li ser navê wî didin, wî wekî ‘derhênerê mezin yê Tirk(Yeşîlçamê)’ tê qalkirin. Ez wekî Kurdekî gelek aciz dibim. Ji ber wê em wî bikin ayidê xwe tiştek xerab nabe. Vê meseleyê da ez tevlî te (Mehmud) dibim.
Selîm: Fîlmek ku bibe ya neteweyekî sedî sed ziman muhîm be baş e cil û berg, baş e mijar û reng?
Mêrikek fransî rûpela xwe ya yekem da dibêje: ’Peyv xwedê ye’ paşê ya duyem da dibêje: ’Na, min xeletî got peyv xwedê bû lê beriya dîmen. Dîmen xwedê ye.’ Fîlma Rê da jî ziman Tirkî ye lê çîrok, cil û berg, reng kurdî ye. Jin û mêr, zarok, dê û bav kurd in. Bajar û bajarok, çem û çiya Kurdîstan e. Gelek bi zehmetî ve hatiye kêşan û şansek jî heye di fîlmê de; senaryoyê da leşker tune lê em dibînin. Leşker ji bo çalakiyek din li wir in. Ev rastiyekî tîne pêş çav. Herçiqas piranî tişt kurdewarî be jî ziman Tirkî ye. Fîlm bi çîrok ve ya me ye bi ziman ve ya me nîne.
Fatoş: Fîlm di demeka zor û zordariyê da hatiye kêşan. Bi min em ji bo fîlma Rê ziman tolare bikin xerab nabe.
Bîlal: Niha çîrokek kurdan bi Tirkî bê kişan ez bixwe encax heşt saniye tehemul dikim. Lê ez Rê her tim heta dawiyê temaşe dikim. Pêwîst e ku ziman bê tolarekirin.
Selîm: Derfet, şert û mercên wê demê belkî wisa be, bes pêwîst e ku em çîrokên Kurdîstanê bi rêya sînemayê ve bi kurdî nîşanî cîhanê bidin. Çima her tiştek fîlmên wê nebe Kurdî , çi ji me kêm e li gor wan? Bila fîlm ji serî heta binî kurdî be. Di sînemayê da berpirsiyarî karek mezin û zehmet e. Xwezî kurdî çêkiriba lê dîsa em rêz digirin ji bo Yilmez Guneyî.
Fatoş: Derhênerek hebû ku ewil fîlmek bi kurdî kişand xweş bû. Pişt ra çîrokek Kurdan bi Tirkî kişand û min tiştek hîs nekir. Kurdek fîlmên xwe ji bo festîvalên tirkan bikêşe tiştekî xelet dike. Festîvalên Tirkan heya yê Ewropî dixwazin ku êşek hebe nav fîlmên Kurdan de. Lê Guney tiştek din e.
Selîm: Ez dîsa qal bikim vê berpirsiyariya mezin ya derhêneriyê. Mînak çîroka min çîroka neteweyekî ye û mezin e. Heger ku derhêner ez bim dîyalog, dîmen çi hebe berpirsiyarî li gor min tê rêzkirin. Ji ber ku saniyek bîst û çar wêne ye, muhîm e. Pêwîst e ku her tişt di destên min da be ne bi destê rêxistinekî, saziyekî an jî keseki da be. Derhênerên Kurd bi hev ra lazim e ku qada sînemaya Kurdî bilind bikin.
Ferat: Wek derhênerî xwediyê fîlmê Şerîf Goren e. Lê bi her awayî xwediyê fîlm, wekî supervîzor Yilmaz Guney e. Fîlma Rê wekî fîlmeke cejnê hatiye amade kirin bi yanzdeh karakteran ve. Piştî têkiliya Yilmaz Guney û Şerîf Goren hejmar ketiye û bûne pênç kes. Seyid Elî (ji hêla Çewligê ye), Mewlûd (nêzîkî Entabê ye), Omer (Kurdîstanî ye), Mihemed Salih (ji hêla Amedê ye) û Ûsiv (bi dever ve karakterek winda ye). ‘Du heps hene, ya zindan û ya derve.’ Jiyan bixwe heps e li Tirkiyê. Lazim e ku em tenê li ser Seyîd Elî rûniştinekî bikin. Berf çawa reş û hişk dibe ku ka Seyîd dê Zînê di vê berfê da bikûje an nakûje? Karakterek muhîm e Elî. Yanî nakokiya Seyîd Elî xwedî şîroveyek din e. Omer, karakterekî kurd e. Ûsiv, karakterê fîlm yê herî eceb e. Di Dîmenekî fîlm da ku şeş-heft çûk li ser têla ceyranê ne, hemû difirin tenê yek dimîne. Ew rewş rewşa Ûsiv nîşan dide. Guney tenêtî û bêçaretiya Ûsiv baş şîrove kiriye. M. Salih qerekterekî tirsok e. Ev bê wêrektiya wî bûye sedema kuştina birakê wî. Dema ku M. Salih bixwe ra rûbirû dimîne û digihîje katarsîsê wê demê jî di trêne da tê kuştin. Seyid Elî di navbera evîn û namûse da diçe û tê lê kevneşopî rihê wî teslîm girtiye. Ji bo ku sedema mirina Zînê bike berf bere wê dide çiyayan. Bele berf Zînê dikuje lê barê kuştina Zîne heta hetayê li ser pişta Seyid Elî dimîne.
Selîm, Bîlal, Mehmud û Armanc:
Gelek spas, şev xweş.
Fatoş: Ez jî spasdarim û wekî moderator, civînê digirim. Bimînin di xweşiyê de. Şev xweş.
Nîşe: Ev nivîs di civîna duyem ya CineKurdî da hatiye hilbijartin. Moderatora civînê Fatoş Stêrk bû.
Amadekar: Armanc Dayan