Hunera heftemîn Sînema, sala 1895an de li Fransayê, bi destê birayên Lumière derdikeve. Li gor hin nivîskaran jî dîrok paşdatir diçe.
Mînak, James Mooney û Nancy Bauer dibêjin, derketina Sînemayê, di dema antîk Yûnanê da dest pê dike. Ev fikir jî digihînin îstîareya şikeftê ya Platon. Platon di pirtûka xwe ya bi navê “Dewlet”ê de behsa şikeftekê dike. Di Şikeftê de, ev mirovên ku ji zaroktîya xwe ve tê de girêdayî hene. Li hemberî wan dîwar, li pişt wan ronahî û li pêşîya ronahîyê jî mirovên ku diçin û tên hene. Gava ku ronahîya wan dide dîwêr, sîya mirovan û tiştên din li diwêr tê xuyakirin û mirovên di şikeftê de girêdayî temaşe dikin. Bi vê yekê ew mirovên girêdayî bes karin siya tiştan bibînin û vê siyê weke hiqîqetê fam dikin.
Belê pir kes derketina Sînemayê heta heyamên berê dibin lê belê ez di vê nivîsê de ji 1832an heta dawîya Sînemaya Bêdeng bikim mijara vê nivîsê.
Di navbera salên 1832-1892an de pir kes ji bo dîmenên lebatî qeyd bikin, mekanîzmayan îcat dikin.
Wek mînak: fizîkzanê Belçîkayî, Joseph Plateau sala 1832yan de Fenakistiskopê îcad dike. Ev amûr, li ser dîskeke gilover, ji resmên li gor rêzekê hatine xêzkirin, pêk tê. Gava ku ev dîsk tê gerandin ew resm tu dibêjî hereket dikin çimkî resmê din yê li dû tê dewama tevgereka resmê beriya xwe ye. Bi vî awayî ji wan resmên ku li pey hev tên, rêzeresmêke bi hereket derdikeve.
Sala 1878an de wênekêşê Îngîlîz Eadweard Muybridge ji bo lebatên hespekî ji hev veqetîne gelek kamerayan li cihekî saz dike û dû hev diwazdeh wêneyên hespekî digire.
Di sala 1891an de Thomas Edîson mekanîzmaya bi navê Kinetoscope îcad dike. Mixabin mekanîzmaya Kinetoscope, dîmen nedida dîwar an jî perdeyê. Encex kesek dikaribû çavê xwe bikuta qulika mekanîzmayê û dîmen temaşe bikira.
Di sala 1895an de birayê Lumière (Auguste û Louis) mekanîzmaya bi navê cinématographe icat dikin. Cinématographe hem dîmen hildida mekanîzmayê hem jî dida ser perdeyê.
Salên Ewilîn yên Sînemaya Bêdeng
Salên ewil, fîlm li derve dihatin kişandin. Ne fîlmname ne jî kesên fîlman birêvebibe hebûn. Fîlm, belgefîlm bûn. Jîyan çawa be, wisa dihat kişandin. Wek mînak: Lumiere: L’arrivée d’un tr en gare de La Ciotat (1896), Tables Turned on the Gardener (1895), la sortie de l`usine Lumière à lyon (1895).
Birayên Lumière 28ê Berfanbara 1895an de li Parîsê, cafeya Grandê nîşandana fîlmên xwe ji bo gel dikin. Ev nîşandan di cîhanê de yekemîn e.
Di nava gel de George Mélièsê ku serkêşê Pevxistina Zanistî ye jî heye. Méliès pir di bin bandora fîlman de dimîne û dibîne ku ji bo dahatû û bazirganîyê karekî pir baş e. Dû re bixwe jî makîneyekê îcat dike û pê fîlman çêdike. Méliès, di studyoyeke biçûk de, fîlmên kurt dikişîne. Tişta kû balkêş e Méliès bixwe jî mirovekî sihêrbaz e. Ji bo wê ye ku teknîka stopmotion bikar tîne. Metayek an jî mirovek di hûndirê dîmenê de be, Melies Kamerayê disekinîne, dû re ew tiştê ku di hundirê dîmenê de ye, derdixîne berdewam dike. Bi vê teknîkê temaşevanan wisa matmayî dihêle, weke ku ew tişt him hebe him jî tunebe. Méliès fîlima ku bi navê “Le voyage dans la lune”, di sala 1902 de çêkirîye û ev fîlm yekem mînaka fîlmên pevxistina zanistî ye. Çend fîlimên kû Méliès çêkirîye ev in: Le manoir du diable (1896), Le deshabillage Impossible (1900), L`homme à la tête en caoutchouc (1901).
Di van salan de eleqeyeke mezin ji bo temaşekirina fîlman çêdibe . Her ku diçe bala gel dikişîne û li cîhanê berbelav dibe. Salonên sînemayê, şîrket û studyoyên ku ji bo çêkirina fîlman tên avakirin zehf dibin. Di van salên pêşî ên sînemayê de pêşketinên mezin çêdibin. Lêbelê di mijaran de kêmasî çêdibin. Ev kêmasî jî bi şanonameyan tên çareserkirin. Lîstikên şanoyê li gorî formata sînemayê tên kişandin.
Şerê Yekemîn yê Cîhanê û Sînema
Di nava şer de, çêkirina fîlman zehmettir dibe û gelek welatên cîhanê ji ber aborîyê an jî şer stûdyoyên xwe digirin. Ji bilî hin derhênerên zîrek gelek şirket û derhêner xwe ji piyaseyê vedikişînin. Fîlmên metrajdirêj an jî kurtefîlm nayên çêkirin.
Li Amerîkayê rewşa fîlmçêkirinê cuda ye. Bandora şer li ser Amerîkayê zêde çênabe û ji bo çêkirina fîlman hewldanek mezin tê dîtin. Hin sînemagerên zîrek yên wekî David Wark Griffith, Thomas Harper Ince û Mack Sennett komeke bi navê “Serxwebûn”ê ava dikin û li Los Angelesê, 20 km dûrî Hollywoodê dest bi avakirina studyo û kişandina fîliman dikin. Ev sê kesên zîrek çêkerî, fîlmname him jî derhênerî dikirin. Di van salan de ne tenê derhêner û çêkerên herî baş, lîstikvan û mijarên herî baş jî dihatin hilbijartin. Mijar zêdetirîn, western (kovboyî,keleşî), laqirdî û şer bûn.
Koma Serxwebûnê, teknîkên Sînemaya Ewrupayê jî di fîlimên xwe de bi awayekî baş bi cî dikin û fîlimên serkeftî çêdikin.
Zêdetir fîlimên metrajdirêj û dekorî tên çêkirin. Di demeke pir kurt de li Amerîkayê fîlmên Hollywoodê belav dibe û deng vedide. Di van salan de ji ber ku li welatên din fîlm zêde nedihatin çêkirin. Bi avakirina şîrketên mezin dest bi derfirotina fîlman jî tê kirin. Şirket, ji bo kara xwe zêde bike, danasîna fîlman dike, produksîyonan mezin dike, avakira malên sînemayê zêde dike.
Di van salan de Charlie Chaplin bi Mack Sennett re hevdîtinekî pêk tîne him ji bo çêkirina fîlman him jî ji bo lîstikvanîyê. Sennett bi hevdîtinê pir şanaz dibe û bersiveke erênî dide Chaplin. Dîsa di van salan de Chaplin lehengê xwe yê navdar Şarlo derdixe. Kurtefîlmên laqirdîyê yên wekî “The Star Boarder(1914), His Favourite Pastime(1918), A Dog`s life(1918) ji bilî van gelek kurtefîlman dikşîne. Griffith jî fîlimên wek, The birth of a Nation (1915), Intolerance (1916), Broken Blossoms (1919) û zêdetirîn fîlm çêdike. Thomas Harper Ince jî Civilization (1915) çêdike û di gellek fîlman de jî çêkerîyê dike.
Navbera salên 1919-29
Piştî şêrê yeke mîn ê cîhanê, sînema ji gelek aliyan ve guherînan bi xwere tîne. Ev guherîn, mijar, vegotin, dekor, ronahî û lîstikvanîyê de çêdibe. Nivîskar û teorîsyen ji bo ku hunera sînemayê baştir bikin şîroveya fîlman, pêşniyara fîlm û mijaran û tevî van yekan piştgiriyeke piralî li dora sînemayê çêdibe. Di van salan de mijarên hez, tirs, derûn, polîtîka hwd. di sînemayê de tên vegotin. Ev guherînên ku di vê demê de çêdibin, sînemayê dike cîhekî taybet û hûnerî.
Li Fransayê Louis Delluc, pêşengiya dibistana empresyonizmê ya sînemayê dike. Armanca rêbazê ew e ku sînemayê hêjatir bike û têxe nav hunerê. Rêbaz ji bo ku rewşa lehengên fîlman baş bidin nîşandan, dîmen, dekor, cil û berg li gorî wan tê sererastkirin û herwiha ronahî û montaj jî. Delluc, taybetîyê dide xebitîna alavên Sînematografîyê. Alav çiqas baş werin bikaranîn, derhêner wê fîlmên xwe ewqas baş çêbikin. Herwiha di fîliman de an zêdetirîn hest û hîs li pêş e an jî zanebûn û mêjî. Çend fîlimên kû di bin sîwana rêbaza empresyonîzmê de hatine çêkirin: Louis Delluc: Fièvre (1921), Jacques De Baroncelli: Le Père Goriot (1921), Jean Epstein: Coeur Fidèle (1923), Germaine Dulac: La Souriante Mme Beu det(1923), Abel Gance: Napolèon (1927).
Di van salan de, li Amanyayê jî rêbaza ekspresyonîzmê derdikeve. Rêbaz ji şanoya Max Reinhardt îlham hildide. Rêbaza Ekspresyonîzmê, razberkirî, sembolîk û şêweperest e. Mijarên rêbazê: derûnî, binhişî, rastederî ye. Ji bo ku rewşa qehremanan di nav de ye, tirs, xof û tengezarî bi dîmenî baş were vegotin, lîstikvanî, dekor, mekyaj zêdetir li ber çavan e. Herwiha ronahî jî contreour, clairobscurs, contreplonge tê bikar anîn. Çend fîlmên ku di bin sîwana rêbazê de hatine çêkirin: Robert Wiene: The Cabinet of Dr. Caligari (1920), Fritz Lang: Dr. Mabuse The Gambler (1922), Henrich Galeen: The Golem (1915), Paul Leni: Waxworks(1924).
Li Amerîkayê jî her wiha ji bo çêkirina fîlman gavên mezin tên avêtin. Di van salan de Charlie Chaplin, D. W. Griffith, Mary Pickford û hin derhênerên din ji Hollywoodê diqetin û şîrketa sînemayê a bi navê United Artists Corporation ava dikin. Armanca şîrketa nû ji bo sînemayê avêtina gavên hunerî ye. Li Hollywoodê jî ji bo çêkirina fîlman terazûn û produksiyonên mezin tên danîn. Bi gelemperî mijarên şer, western û laqirdî di vê demê de jî sereke ne serkeftîtir tên çêkirin. Herwiha ji bo ku di cîhanê de li pêş bimînin gelek derhênerên cîhanê ên bi nav û deng tînin ba xwe. Çend fîlmên ku van salan de hatine çêkirin: Charlie Chaplin: The Gold Rush (1925), The Circus (1928), City Lights (1931), John Ford: The Iron Horse (1924), Three Bad Men (1926), F. W. Murnau: Sunrise (1927), King Vidor: The Crowd (1927).
Li Rusyayê jî ji bo sînemayê ceribandînên nû tên kirin. Lev Kuleşov, Sergey Ayzenştayn, Dzîga Vertov, di van salan de serkêşîya sînemaya Rusî dikin. Aliyê derhênerî, montaj û vegotina mijaran de tiştên nû dikin.
Dzîga Vertov, teorîya “sîne-ma-rast” an jî “sîne-çav” derdixe û taybetîya sereke dide rastîya jiyanê. Herwiha dibêje, buyer û montaj ji bo çêkirina fîlman bes e. Armanca Vertov ew e ku, naverokên fîlman ji şano, çîrok û romanan, fîlman ji fîlmname, lîstikvan û dekoran xilas bike. Vertov hemî rastîya jiyanê bi kameraya xwe digire û van dîmenan bi awayekî baş montaj dike û fîlmên xwe çêdike. Fîlmên ku di van salan de çêkirîye: Sînemarast Киноправда(1925), Bimeşe, Sovyet! Шагай, Совет! (1926), Mirovekî bi Kamerayê Человек с киноаппаратом (1929)
Lev Kuloşov jî ji bo montaj û pevxistina fîlman laboratiwara ezmûnî vedike. Armanca Kuloşov ew e ku hêza montajê nîşan bide û afirînerîya sînemavanan zêde bike.
Sergei Eisenstein derhênerekî zîrek û jêhatî jî di vê serdemê de fîlmên ku bi navê Grev Стачка (1924) û Keştîya Şer Броненосец (1925) çêdike. Tevlîkirina teknîkên nû, montaja bi lez ya ji bo dramatîzekirina sahneyan, vegotina naverok û mijarê, fîlmên wî dixin cîhekî taybet. Bi van fîlman nav û dengê wî li cîhanê belav dibe.
Nîşe: Di vê bêşe de min kurtasî qala çend welatên sereke û rêbazên sînemayê kir lê di heman demê de li cîhanê gelek derhêner fîlman çêdikin û gelek welatên cîhanê jî sînema berbelav e.