Jimara 8. ya eKovara Temaşeyê hate weşandin. eKovara Temaşeyê her demsal tê weşandin. Kovar ji serî heta binî li ser înternetê bi awayekî PDF tê belavkirin.
eKovar ne tenê li ser sînemaya kurdî di heman demê de li ser sînemaya navneteweyî jî dixebitê. Armanceke ekovarê jî bi nêrînên gerdunî bipêşdebirina sînemaya kurdî ye.
Hûn dikarin hêjmara nû ya Temaşeyê ji vê girêdanê dabar bikin ser komputera xwe: Temaşe 8 dabar bike
JI EDÎTORYAYE
Em dîsa bi hejmareke nû li ber we ne. Vê hejmarê jî dîsa çend nivîsên me yên cuda li ser sînemaya dinyayê û li ser sînemaya kurdî hene. Vê hejmarê jî wekî yên din nivîsên me yên têr û tije hene, hêvîya me ku hûn jê hez û sûd bigirin.
Li Bakur û Rojavayê Kurdistanê erdhejek mezin çêbû û gelek welatîyên me bûn qurbanîyên erdhej û planên bajêr yên xerab. Bakurê Kurdistanê wêran bû. Bi vê erdhejê, gel, mal û milkên gel û bi gel ra fikirîn, edebîyat û sînema jî derbeyek mezin xwar. Hêvîya me ew e ku qurbanîyên vê erdhejê, him edaletê bo xetayên sîstematîk yên ji aliyê hikumetê hatin kirin, bibînin û aramî û rihetî têkeve nav dil û canên qurbanîyên mayî.
Naverokên hejmara heştan: Aynûr Çîleyê bi serenavê Nêrîneke Sêyemîn li Ser Têkîlîyekê li ser fîlma The Touchê nivîsa xwe nivisî. Ayşe Saltikalp li ser fîlmên û sînemaya Abbas Kîyarûstemî rexne û analîzên xwe rêz kirîye. Canan Yalçinê li ser fîlma Mamosteya Pîyanoyê bi serenavê Lêkolîneke Psîkoanalîtîk li ser Zordarî û Kontrola Zayendî nivîseke balkêş bo xwînêrên temaşeyê amade kir. Nûser Hozanî li derhênerê efsaneyî Yilmaz Güneyî nivîseke nû û analîtîk nivisî. Mehmûd Beytoyî destpêka zîncîre ya nivîsên xwe yên bi serenavê Mînîmalîzm û Sînema kir û dê li gorî wî ev mijar dê ji 3 nivîsan pêk were. Civaknas Sebahattîn Şen li ser fîlma Lütfi İrdem Pîrebok fikr û ramanên xwe nivîsîye. Fatih Dumanî jî li ser fîlma Dengê Bavê Min bi serenavê Film a Dengê Bavê Min Yan jî ‘Kerba Me ya Em li Ber Bayê Wê Dikevin’ analîzên xwe nivîsîye.
Murad Bedirhan Sadak bi navê Li Gorî Dahûrana Semîyolojîyê ya Christian Metz Mekan di Kurtefîlmê Azad da -II- nivîsa xwe ya hejmara bere domandîye.
Welat Ramînazad jî berê xwe daye fîlma Mano Xelîl ya bi navê Cîran. Omer Jaroyî jî weka hertim fîlmên nû yên bijarte bo xwînerên Temaşeyê amade kirîye.
Di zazakî da jî Mutlu Canî li ser Robert Bresson, û awaya wî ya xudayî bi serenavê Avangardê Sînemaya Mînîmalîste û Ronayoxê Sînemayêka Orîjînale nivîsa xwe nivisî. Nivîsa Welatî jî bi serenavê Fîlmê Mal Mo E: Krîzê Ontolojîkî yo Xomendiş û Seyînanbîyayîş Kolonyalîzm de dê bê weşandin.
Hêvîya me ew e ku vê hejmarê jî bi dilê we be. Li benda Temeşeyê, bi Temeşeyê ra bin.