Fîlmê “My Sweet Pepper Land” ji aliyê vegotinê ve, ji hêla şikandina nerîna klasîk ya li ser jinê û ji ber ku hebûneke xurt ya jinê li sînemayê zêde dike girîng e. “Sînemaya ku ewil di bin hukmê nerînek nêrane da ye tevgera femînîst nedihat dîtin; jin ji alî derhênerên mêr ve di nava karên klîşe yan jî di nava qalibên zewacî da dihatin asêkirin. Rexnegirên femînîst bi taybetî li hemberî bicihkirina Hollywoodê ya ku karakterên jin weke amûreke daxwazê yên mêran nîşan didin derketine.” (Ryan û Kellner 1997: 216-220) Ji karakterên sereke yek jê Govend (Golshifteh Farahani) jineke wisa ye ku: bêyî hebûna xwe di bin berpirsiyarên civakî da bide çewisandin xwebûna xwe diparêze, her çi bibe xwe ji bo malbatê feda nake, dizane ji bo bibin malbat wekî din jî rê hene, fahm kiriye ku evîn bi tena serê xwe rê nade jiyanê, bextewariya takekesî biçûk nabîne, bi jiyana derva ra jî bêyî meran dikare têbikoşe, di karên ku perwerdehî hewce dike da dide dû tiştên li ser wê, zayendîtiyê li derveyî malbatê li gora daxwaza xwe dijî, tundiya di nava malbatê da qebûl nake, serî radike, serbixwe û li ser lingên xwe ye.
“Ji temaşevanan ra pêşkirina jiyana rojane ya karakterên jin û temsîla jinan ya di sînemayê da ji bo teorisyenên femînist mijara nîqaşê ye. Pirsa Smelik (2008:3) ya “sînemaya ku jinê azad dike divê çawa be?” ji alî Hiner Saleem ve di roportaja rojnameya Radîkalê da tê bersivandin. “Min xwest ku tekiliya newekhev ya di navbera mer û jinan da nişan bidim û ber bi çav bikim. Heya ku hûn newekheviya jin û meran ranekin hûn nikarin demokrasiyê ava bikin. Ger jin ne azad be wê Kurdistan jî azad nebe bi ya min. Ez şerê jinên nifşên nû yê ji bo azadiyê û xeyal û fikrên wan gelekî diecibînim.” Avakirina karaktera fîlm Govend ku derhêner jê ra dibêje “jina nişfa nû,” “ temayên wek rewşa jinê ya di nava civakê de, hewldanên wê yên tevlîbûna nava civakê, mijûlbûna wê ya di nava civakê da diyarkirina ciheki, mafê hezkirina bi awayekî azad, şerê bi tena serê xwe li ser lingan mayînê…”(Kalkan,1988:42) di hemû sahneyên fîlm da tên dîtin.
Karakterê mêr Baran û ya jin Govend di fîlmê My Sweet Pepper Land da du karakter in ku di ser kodên zayenda civakî ra ne û van kodan serobin dikin. “Parvekirina kar ya di nava zayendan da di heman demê da parkevirinek otorîter e. Mêr bi saya rola xwe ya qada gelemperî; wek mezinê malê, bav û mêr li ser endamên din yê malê xwedî otorîte ye. Mêr di jiyana taybet da bi xizmetên jinan dijîn lê di heman demê da di dinyaya gelemperî da jî xwedî hukm in. Di qada gelemperî da karên ku ji bo jinan baş tên dîtin ji hêla statû û naveroka xwe berdewamiya rolên nav malî ne. Dema rolên civakî di sînemayê da tê nîşandayîn pêkan e ku jin wek hemşîre, sekreter yên li ber zarokan bên xuya kirin.”(Öztürk 2000:65).
Di fîlmê My Sweet Pepper Land da dema tevgereke sîyasî tê avakirin Baranê ku di şerê tevgerê yê rizgariyê da cih girtiye westiyayî ye û dixwaze vegere malê. Dayika wî li malê li bendê ye û dixwaze wî bizewicîne. Baran ji van hewildanên dêya xwe aciz dibe û kirasê baviksalar yê ku li mêran hatiye fesilandin qebûl nake û diçe li rex sînor li qereqolekê dest bi kar dike. Govend li heman gundî weke mamoste tê peywirdarkirin. Sedema diyarkirina rola mamostetiyê ji bo jinê ew e ku divê rejîma nû di pêşengiya jinê da be û navê jinê jî Govend e. Govend ji bo yekitiya civakê govendek e û divê serê govendê jî jin bikşînin. “Teorîsyenên femînîst, ji qebûlkirina ku rolên civakî bi awayekî çandî tên neqilkirin dane rê. Rol û qodên ku civakê li jin û mêran bar kiriye ji niqaşê ra vekirine. Nîqaşên zemîna jinan bi giştî li ser ji hev veqetandina zeyandê û zeyanda civakî kom bûne. Li gora teorîsyenên femînîst zayend, di ser dijîtiya mêr û jinan ra nişaneya cûdahiyek bîyolojîk e. Lê zayenda civakî; nişaneyek e ku nasnameya zayendî di civakê da di konteksteke çandî, olî, aborî û îdeolojîk da çawa hatiye sazkirin.” (İlbuğa 2018:295).
Teoriya femînîst dev ji rexnekirina fîlman ya îdeolojîk berdaye û berê xwe daye amûr û mekanîzmayên ku di fîlman da wateyê ava dikin. Êdî tê fikirîn ku fîlm wateyê nîşan nadin, wateyê ava dikin. Dema ku em tê da ne, şûna nosyona îdeolojiyê hinek têgehên nû girtine, bi vî awayî analîza femînîst bi saya têgehên nû tûj û xurttir bûye.(Smelik 2008: 3-4)
Di vê çarçoveyê da wê karaktera Govend bi sernivîsên bav, mêr, bira, kar, zayendîtî û zewacê ra bê analîz kirin.
BAV
Malbata Govendê li salonê kom bûye. Bavê wê Memdûh li serê palgehê serdestiyê li civînê dike. Qapûtek li ser milên wî ye û simbêlên wî ser lêvên wî girtiye. Çav giş li ser wî ne û li bendî peyva wî ne. Li hemberî daxwazên jinê îtiraza ewil ji mezinê malê, ji bav tê.
Bav: Keça min, min qebûl kir ku tu herî mektebê û zaningeha xwe biqedînî, herweha divê min qebûl bikira ku tu bixebitî jî. Lê êdî bes e. Ji ber ku bê zanîn ku jinek dûrî malbata xwe ye wê xweş neyê dîtin. Ger tu qebûl bikî bi Teqyedîn ra bizewicî pirsgirêk namîne.
Govend: Bavo ez ne jineke li gora wî me. Derdê min ew e ku tenê karibim bixebitim, ji hêla aborî serbixwe bim û tu bi min bawer bî. Te di hemû jiyana xwe da ji bo azadiya vî gelî têkoşîn da, niha em azad in û divê êdî em ji bo rizgariyê şer bikin. Yê ku min perwerde kir, bawerî da min, tu yî.
Bav: Lê tu jin î.
Bav, ger parazvanê azadiyê be jî dema mijar dibe jin ji qalibên tradîsyonel dernakeve û tiştên ku lawê wî bikira wê pê ser bilind bûya lê qîza xwe jê mehrûm dike. “Di bingeha zextiya bav ya li ser qîze û jinê da fikra namûsê heye. Bi têgihîştina tradîsyonel ra girêdayî, bav xwe mukelef dibîne namûsa jinên di bin berpirsiyariya wî da ne biparêze.” (Yürek, 2011:270) Ji bo ku ji vê mukelefiyetê xilas bibe, tenê dikare qîza xwe bide mêrekî, loma dibêje ku Govend bi Teqyedîn ra bizewice wê pirsgirêk ji holê rabe. Govend bavê xwe qaneh dike û li perekî welêt dest bi mamostetiyê dike.
MÊR – BIRA
Gelek caran ji bo jin ji mala/girtîgeha ku tê da dijî derkeve, zewac weke reçeteyekê tê pêşkêş kirin. Ji cihê ku bav û heft bira pasvan in dûrketin û qebûlkirina pasvanekî her çiqas çêtir xuya bike jî Govend vê yekê napejirîne û bi yekî bê dilê xwe ra nazewice. Ji bo nerîna mêran ya li hemberi jinê, ya ku jinê rave dike, têkiliyên wê pênase dike bê fahmkirin, divê tevî vî fîlmî, li lihevkirina fîlmên populer yên berê xwe dane temaşevanên jin bê nerîn. Ji ber ku ev fîlm, tiştên di jiyana rojane da bûne adetî, bi daxwaz an bê daxwaz hatine pejirandin digirin nava xwe. Ev lihevkirin ji bo temaşevan ewil bi cîhana sêwirî paşê bi cîhana rastî qaneh bibe girîng e. Weke ku tê dîtin, di navbera vegotinên fîlmî yên populer û cîhanê da têkîliyek xurt heye û di encamê da tiştên hatine jiyîn bi vî awayî ji nû ve tên sazkirin.” (Abisel, 1994: 140)
Govend, dema diçe gundê ku lê bixebite, rastî Baran ê ku weke komiser li heman gundi ye, tê. Pira li rêya gund hilweşiyaye loma seyare nikarin biçin gund. Baran ji bo alîkariyê, Govendê li hespê xwe siwar dike. Wexta nêzîkî gund dibin ji bo kes fesadiyê neke Govend ji hespê peya dibe û xatir dixwaze. Tevî ku Govend jineke xurt e jî naxwaze bibe mijarek di cîhana mêran da û xwe ji fesadiyê distirîne.
KAR
Ji qadên ku zayendî xwe dispêrê yek jê jî bêgûman qada kar e. Govend ji bo xweseriya aborî bi dest bixe dixwaze bixebite lê jin e û cihê ku jê ra tê veqetandin mal e. Nayê xwestin ku di qada gelemperî da cihê xwe bigire. “Di fîlm da belavbûna mekanên li gorî zayendan ku mal ji jinê re, kolan (qada gelemperî) ji mêr re, pêkan e ku weke hegemonyaya mêr were xwendin.” (Polat 2008:150) Dema Govend weke mamoste diçe gund, axayê gund Ezîz Axa Govendê naxwaze, ji ber ku jin e. Her çiqasî berpirsiyarê mektebê dibêje ku Govend mamosteyeke baş e jî ,Ezîz Axa ji bo ku Govendê bişîne her tiştî dike. Piştî ku Govend dibêje: “Li vir mamosteyek jin naxwazin.” Yekane alîgirê wê Baran wisa dipirse: “Tişta ku ew naxwazin mamoste ye an jinek bi tenê ye?” Govend li hemberî vê pirsê bêdeng dimîne. Bêdengî gelek caran qêrînek e. Ji ber ku Govend mamosteyeke ku nayê xwestin. Mamosteyek jin e ku nayê xwestin. Jineke bi tenê ye ku nayê xwestin. Statuya heyî dema ku bertekekê li hemberî cîhana ku afirandiye dibîne, her tiştî red dike. Baran hêzê dide Govend: “Tu jî welatê xwe bi pêş bixe, hişê wan veke, bi paşdemayînê ra têbikoşe.” Govend bêyî ku Baran vê bibêje, ji xwe jiyana xwe li ser vê ava kiriye.
ZAYENDÎTÎ
Axayê ku dixwaze Govend ji gund bişîne beriya her tiştî di ser zayendîtiyê ra serî li derewekê dixe. Ezîz Axa ji berpirsiyarê mektebê Zîrek ra dipirse: “Tu şahid î ku ew fihûşê dike ne wisa?” Zîrek mecbûr dimîne ku li ser vê derewê şahidiyê bike. Fesadî li gund hemî belav dibe û kes naxwaze zarokan bişîne mektebê. Ev jî têra Ezîz Axa nake, xeberekê dişîne ji malbata Govendê ra jî. Rê li ber kuştina ji bo namûsê vedike. Namûsê bi jinê ra girêdidin û namûsa jinê ji mêr tê pirsîn. Mêr jî tenê dikare namûsa xwe bi xwînê paqij bike.
Baran ji bo ku vê pergala avakirî û çelexwarî xirab bike dibêje: “Zagon ez im.” Dema di nava mêran da şerê zagonê diqewime, Govend çawa dizane wisa dijî. Di qadên gelemperî yên ku ji bo mêran in digere. Rojekê ku li qehwê ye, xwe ji xwediyê qehwê nade alî û dibêje : “Mêjiyê te gemarî ye.” Li hespê siwar tê û beyî dudilî bibe di naverasta gund ra derbas dibe. Di dawiya fîlm da nêzîkî Baran dibe û dil dikevin hev. Bi zilamê ku evîndarî wî ye, radizê. Ser vî tiştî xêz dike ku ne bi tiştê lê hatine ferz kirin, bi tişte ku ew dixwaze wê bijî.
ZEWAC
Di serê fîlm da her çiqas ji Govendê ra dibêjin ku bizewice dikare mamostetiyê bike jî, Govend vê napejirîne. Ew tenê dixwaze bi yekî ku jê hez bike û we wisa qebûl bike ra jiyana xwe bike yek. Zewac ne xeyalek e wê ye. Di nava wê û Baran da axaftinek wisa derbas dibe:
Baran: Yê te zarokên te tune ne?
Govend: Heya 26 saliya xwe min xwend û min zewacê nedixwest, niha jî êdî bo vê pîr im.
Baran: Tu çend salî yî?
Govend: Bîst û heşt. Lê tu dizanî, li van deran heya emrê min tu nezewicandî bî, wê mirov bifikirin ku pirsgirêrek di te da heye.
Govend jinek wisa ye ku ji tangoyê hez dike, hangê lê dide û hezdike xwe bi xwe wext derbas bike. Dixwaze mirovê ku jê hez bike jî mina wê taybetmendiyên wî hebin. Zanîna tangoyê ya Baran û gohdarkirina wî ya muzîkên rojavayî kêfa Govendê tîne û dike ku nêzî wî bibe.
ÇAVKANÎ
Abisel, N. (1994) Türk Sineması üzerine yazılar, Ankara, İmge Kitapevî
Kalkan, F (1998) Türk Sineması Toplumbilimi İzmir: Tümer Yayınları
Polat, N. (2008)Cinsiyet ve Mekân: Erkek Kahveleri. Toplum Bilim,
İlbuğa E U (2008) Yeşim Ustaoğlu Sinemasında Kadın Karakterlerin Özgürlük Arayışları, Selçuk Üniversitesi İletişim Fakültesi Akademik Dergisi 11,292-320.
Yürek, H. (2011) Edebiyat ve Sinema: Edebi Eserden Beyaz Perdeye. İstanbul: Hat Yayınevi
Nuyan, N. (2014). Vahşi Batı Kürdistan. İstanbul: Avesta Yayınları
Ryan M. ve Kellner D (1997) Politik Kamera Çağdaş Hollywood Sinemasının İdeolojisi ve Politikası, Elif Özsayar(çev), Ayrıntı Yayınevi, İstanbul.
Smelik A (2008) Feminist Sinema ve fîlm Teorisi: Ve Ayna Çatladı, Denîz Koç(çev), Agora Kitaplığı, İstanbul.