Kovara Temaşe
  • Destpêk
  • Nivîsxane
  • Blog
  • SîneNûçe
  • Podcast
  • Derbarê Me
  • Kunye
Facebook Twitter Instagram
Pêşderketî
  • Hevpeyivîn bi Emîr Xulamî ra – Armanc Dayan
  • Nûnerekî Serkeftî yê Sînemaya Helbestkî: Béla Tarr – Rûmet Med
  • Mr. Smith Goes to Washington, Têkilîya Sîyasetê û Sermayeyê – Mela Mihyedîn
  • William Turner, Mike Leigh û Fîlmê Mr. Turner – Hesen Chalak
  • LI GORÎ DAHÛRANA SEMÎYOLOJIYÊ YA CHRISTIAN METZ, DI KURTEFÎLMÊ AZAD DE MEKAN – Murad Bedirxan Sadak
  • DEH FERMANÊN XWEDÊ Û DEKALOGÊN KİESLOWSKİ – Miradê Miradan
  • Hewrikên di tûrikê Jonas Mekas de… – Ardîn Dîren
  • Ji bo Pêşketina Sînemaya Kurdî Çend Peywirên Rojane-Ozkan Kûçûk
Facebook Twitter LinkedIn Pinterest RSS
Kovara Temaşe
Leaderboard Ad
  • Destpêk
  • Nivîsxane
  • Blog
  • SîneNûçe
  • Podcast
  • Derbarê Me
  • Kunye
Kovara Temaşe
Tur li vir î:Destpêk»Blog»William Turner, Mike Leigh û Fîlmê Mr. Turner – Hesen Chalak

William Turner, Mike Leigh û Fîlmê Mr. Turner – Hesen Chalak

0
Ji aliyê Hesen Chalak Di Gulan 26, 2023 Blog, Jimar 7, Kurmancî, Nivîsxane
Pervekirin
Facebook Twitter LinkedIn Pinterest Epeyam

 

Wênesazê romantîk ê Brîtanî Joseph Mallord William Turner di sala 1775an de li Covent Garden Londonê ji dayik bû. Ev zarokê ecêb -Turner-  di 14 saliya xwe de di Akademiya Hunerê ya Qraliyetê de xwend û xebata xwe ya ewil di 15 saliya xwe de pêşkêşî keyê Brîtanyayê kir. Ew li vê akademiyê  fêrî çêkirina qalibên cilsê û peykerên kevnar bû. Turner, bê west û rawest dixebitî û havînan diçû Walesê û wî wêneyên cûr bi cûr çêdikirin, nemaze jî panoramayên avê.

 Di sala 1802an de ji Fransayê û Swîsreyê dest pê dike û diçe Ewropayê û di heman salê de li Parîsê li Louvreyê dixebite. Ew gelek caran çûye Venedîkê jî.  Wî hergav ji fermanan perene baş qezenç kir pişt re di sala 1804an de galeriya xwe vekir. Di sala 1807an de jî li akademiyê bû profesorê perspektîfê û heya sala 1828an mamostetî kir. Hunermend ê bêhempa ji xebatê qet têr nedibû û ew qet nezewicî ​​lê du keçên wî -Eveline  û Georgiana- ji Sarah Danby’ê (xwediya malê) çebûn. Her çû ew mezin bû, dile wî zûtir dişikest û ew zûtir hêrs dibû. Wî taybet piştî wefata bavê xwe, guh nedaye xwe û giraniya xwe daye ser hunera xwe. Wî qet guh nedaye xwe û tenduristiya xwe lewra 76 saliya xwe de sala 1851an de li Londonê ji ber kolerayê mir û Turner li Katedrala St. Paul ya Londonê tê veşartin.

Hunera Turnerê, ji ber lêgerîna wî ya lîberal a nûbûnê, firçeya wî ya gihîştî, spektûrek kromatîkî û kûrahiyên atmosferê yên bi berfirehî têne sepandin girîng e. Turner di hunera xwe de jêhatîbû û ew bi hunera xwe hate nas kirin; rexnegirê hunerê yê Brîtanî John Ruskin dibêje: “Herî pir Turner, rewşên ruhê xwezayê li nav hev xistiye û wî ew rewş pir baş pîva ne.”. Hunermend di salên xwe yên paşîn de di berhemên wî de jî dixuyê, rengên zelal bi kar aniye. Şêwaza ew di berhemên xwe de bi kar tîne “Rain, Steam and Speed” û “The Great Western Railway” ecêb in heta mirov baş li sîluetên wî çêkirine nenihêre, sîluetên wî baş naxuyên û tiştên wî çêkirine zor têne nas kirin. Xebata Turner bandoreke mezin li hunermend û hunerhezên Fransayê kir; Impresyonîst -bi taybetî jî Claude Monet- bala xwe bire ser teknîkên xêz kirina wî û li ser teknîkên wî dest bi lêkolînê kir.

Derhênerê Brîtanî Mike Leigh ji vê çîroka Turner,  tesîrek girt û jiyana 25 salê paşîn ê Turner, anî ser perdeya sînemayê. Navê fîlmê “Mr.Turner” e û cara ewil di sala 2014an de tê nîşandan. Ji xeynî vê fîlmê, hinek fîlmên wî ji Festîvala Fîlman ya Cannesê xelat wergirtine. Fîlmên xelat wergitine ev in: “Naked, Secrets & Lies, Another Year”. Mr. Turner di kategoriya lîstikvanê herî baş yê mêr de (2014) û dîsa di heman kategoriyê de di nav Fîlmên Ewropayê de dîsa (2015) Vulcain Prize For An Artist Technician (2014) û gelek pêşbirkên navdar yên cîhanî de xelat wergirtine. 

Hema fîlmê  Mr. Turnerê dest pê dike û şûn de fîlm bala temaşevanan dibe ser xwe û heta fîlm xelas dibe jî wisa dêna temaşevanan li ser fîlmê ye. Em di vê fîlmê de hunera Turner,  bi çavê hevçaxên wî ve dibînin. Leigh, berhemê vî hunêrmendê Impresyonîst û romantik bi awayekî zelal eşkere kiriye. Em di gelek dîmenan de dibînin, Turner karê xwe dike û ji bo hunera xwe pir baş dixebite. Westa Turner dişixule û em nêzîkê wî dibin, em gelekî nêzîkê çîroka wî dibin û heta xirexira qirika wî tê me. Leigh, Sînemaya Azad a Îngilîstanê bi teknîkên şanogerîyê re kiriye yek loma meriv dibêje qey, lîstîkvan li ser dikê dileyîzin. Em ji dekorê, dîyalogan û ji hestên dide mirov, têr dibin. Em rasterast di bin  tesîra boyax, şopên firçeyê û liv û tevgerên berhemên Turner yên ji ber xwe ve çêdibin, dimînin. Çavê me ji firçeya Turnerî naqete û çavê meriv her li pey firçeya wî ye  û meriv xwe li hêviya sekansa wê ya ku dê li pey were digire.  

Mike Leigh ê hobasê (hoste) sînemayê;  Turnerî wekî kesekî qure û ji xwe razî raberî me dike û ne şaş e jî. Turner, têra xwe qure ye lê ev xweh û xeyset di gelek hûnermendên mezin de jî heye. Em ji xirexir û minemina wî ya di dîmenan de dixuyê fêm dikin ku ew merivekî bi hêrs e. Nekenin ha ev rast e. Di dîmêna ewil û heta ya dawiyê Turner awirtûj, madmikûs û qeherandî ye. Em kêm caran rastî kenîna wî tên. Gelek caran li cem bavê xwe, li cem key û li cem jinikan e. Hunermend xwedî disîplîn û rê û rêbazan in ji ber wê xwe qure jî dikin. Leigh dibêje ji ber disîplîn û rê û rêbazên ewî “Turner” bi kar dianî, civata hunemermendan de  aureyeke wî hebû, hunermendan qedrê wî digirt, rêz û hurmet nîşanî wî didan. Turner îro çi qas navdar be jî di wextê xwe da zêdetir navdar bû. Arîstokrat û dewlemendên Brîtanî mirîyên berhemên wî bûn. Hêza pêlên okyanûsan û pêlên behran, şikeft, psîkilojiya tenêbûnê mijarên berhemên wî bûn û van dîmenan carinan dilê mirov xweş dikirin carinan qedrê mirov bilind dikirin û carinan jî xezebek dikire dile mirovan de. Arîstokratan jî ji ber wê ji berhemên wî hez dikirin. 

Wênesazê Impresyonîst, xweza rasterasat nişan nedida, wî  bi hestên impresyonîst berhemên xwe dineqişandin. Turner jî pêşengekî Impresyonîzmê ye. Di kêliyeke fîlmê de pêşangeheke navdar heye û Turner jî tê de ye. Di vê pêşangehê de berhemeke Turner jî hatîye dalgalandin lê bele ew ji cihê wê ne razî ye û ji ber wê diqehire û dora avahiya pêşengeh lê ye çerx dike. Bixwe nû ji gerra xwe ya  Walesê vegerîyaye û ev wêne jî wê çaxê çêkiriye. Di wêneyê de rengê tavê rengê zerika hêkê dide û li ser behra ji ber xofê reşevedeya jî çend heb keştî hene. Wexta Turner, firçeyekê digire destê xwe û li serê firçeya wî ve boyaxa sor heye û ew hema wê kêliyê deqeke sor li tuwalê dide. Û bi paçikê di destê xwe de binê wê deqê paqij dike. Û jê pêlek diderkeve holê. Piştî wê li pişt xwe dizivire û ji xwe razî awirekê dide kesên wî temaşe dikin û ji nava  temaşevanan yek gazî dike û dibêje: “A niha xilas bû!” 

Çend dîmen di pey re Turner derdikeve rê. Leigh, têkiliya rê û hunerê bi van dimenan nîşanî me dide. Min ji şairekî bihistibû û wî digot; “dûr, welatê min e” û dîsa digot; “dûr, ‘bê welatî’ya me  ye”. Turner bixwe jî wisa jiyaye. Turner di piraniya fîlmê de bi rê de ye û li ser rê xuşîna (hawar) behrê dibihîse, heqîqeta bê deng maye diqîre û hwd. Belê, rast e. Turner bi perspektîfeke cihê li jiyane dinêrî. Ji loma tama di berhemên wî de di tişteke din de nin e.

Çavkanî ya Wêneya

https://images.app.goo.gl/K76F4oBwzJ1sj7xW6

htt

ps://images.app.goo.gl/b7kC8Q37TDfsFguC8

https://images.app.goo.gl/nBaAi4oGUVEFM3bS8

https://amp.theguardian.com/artanddesign/jonathanjonesblog/2016/jan/11/jmw-turner-dutch-boats-stay-in-britain-bridgewater-sea-piece

https://images.app.goo.gl/TWVRTYCkrKNG52Te8

https://images.app.goo.gl/bSde5yLLn7vPT6CK6

Pervekirin. Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Epeyam
Hesen Chalak

Nivîsên Dişibin

Hevpeyivîn bi Emîr Xulamî ra – Armanc Dayan

Nûnerekî Serkeftî yê Sînemaya Helbestkî: Béla Tarr – Rûmet Med

Mr. Smith Goes to Washington, Têkilîya Sîyasetê û Sermayeyê – Mela Mihyedîn

Şiroveyekê Bike Cancel Reply

Nivîsxane
Gulan 26, 2023

Hevpeyivîn bi Emîr Xulamî ra – Armanc Dayan

Gulan 26, 2023

Nûnerekî Serkeftî yê Sînemaya Helbestkî: Béla Tarr – Rûmet Med

Gulan 26, 2023

Mr. Smith Goes to Washington, Têkilîya Sîyasetê û Sermayeyê – Mela Mihyedîn

Gulan 26, 2023

William Turner, Mike Leigh û Fîlmê Mr. Turner – Hesen Chalak

Gulan 26, 2023

LI GORÎ DAHÛRANA SEMÎYOLOJIYÊ YA CHRISTIAN METZ, DI KURTEFÎLMÊ AZAD DE MEKAN – Murad Bedirxan Sadak

Gulan 25, 2023

DEH FERMANÊN XWEDÊ Û DEKALOGÊN KİESLOWSKİ – Miradê Miradan

Gulan 25, 2023

Hewrikên di tûrikê Jonas Mekas de… – Ardîn Dîren

Gulan 12, 2023

Ji bo Pêşketina Sînemaya Kurdî Çend Peywirên Rojane-Ozkan Kûçûk

Gulan 12, 2023

Di Fîlmê Kick OFFê de Rizîna Îronî û Alegoriyê-Mihemed Şarman

Gulan 12, 2023

Bahoza Salên 90î-Ramazan Kaya

Copyright © 2023 ThemeSphere. Powered by WordPress.
  • Destpêk
  • Nivîsxane
  • Blog
  • SîneNûçe
  • Podcast
  • Derbarê Me
  • Kunye

Type above and press Enter to search. Press Esc to cancel.