“Kî nebû ax û neçû, kê negot ax û neçû”
-Arjen Arî-
1-Dema we senaryo xwend çi bala we kişand?
Kamuran DEMİR (Derhênerê Dîmenê)
Berî senaryo werê nivîsandin heya min ji projeyê hebû û ji min re balkeş dihat. Piştî hate nivîsandin û min xwend gelekî kefa min ji zimanê wê ra hat. Yekser min destpêkir ku dê çîrok bi çi avayî kare were kişandin, îmajên çawa jê re divên?
Pinar Yıldız (Focus Puller)
Di vê projeyê da tişta min dît ji çîrokek kin ber bi senaryoyê ve peşketinek bû. Helbestên Arjen Arî û Bîraxaneya di bîra Bilal da bûn yek û bi karakterên ji jiyana Arjen Arî îlham digrin senaryoyek derxist holê. Ev pêvajo bi tevahî bala min kişand.
Armanc Dayan (Derhêneriya Hunerî)
Senaryoya di yek mekanî da min gelek ecibandibû û gava min cihê kişandinê dît ew hêst bêhtir bû. Mekaneke 15 metre kare da hate avakirin. Ev mesele bo min zehmet bû. Divîya ez wek derhênerê hunerê mînîmal bixebitîyama. Lê meseleyek hebû ku karê min gelek rehet kiribû, derhênerî her tiştek fikirîbû û fikra xwe bicih kiribû. Lê ev mesele her çiqas karê mirovî hêsan bike jî naçe xweşiya mirovî. Heke kesên tîma hunerê da dixebitin li gor feraseta xwe mekanî saz nekin dilê wan xweş nabe. Dîsa jî bawer im dê bibe fîlmeke gelek xweşik.
Wedat ERMİŞ (Asîstanê Dengî)
Diyalogan bala min gelekî kişandin. Karakterên bi Kurdî dipeyivin, pir dipeyîvin û bi tahm dipeyivin gelekî kêfa min anî bûn. Bîraxane ne cihêkî zêde berbiçav e, çiroka li cihek werê jî bala min kişand.
Rojda E. ORAL (Alîkarê Derhênerî)
Beriya ku ez senaryoyê bixwînim mamoste behsa çîrok û bîranîna xwe kiribû, hê ji wê demê da bala min li ser bû. Min senaryo ne carekê, her ku tiştek lê zêde dibû an kêm dibû min dixwend lê ew hêsta wê dabû min qet neguherî. Ew hêst jî wêrekiya senaryoyê û ya derhêner bû. Senaryo bi xwe wêrek e ku di nav Sinemaya Kurdî de wê bibe xalek nû.
2-Film di yek mekanê de hat kişandin. Ev tişt bandorek çawa li we û kêşanan kir?
Kamuran Demîr
Ji bo fikra fîlm tiştekî gelek muhîm bû ku ev fîlm di yek mekanî da û di mekanekî teng te were kişandin lê ji alîyê sînematografîyê ve zahmetîyên we pir bûn û gelek caran çavên min ditirsand. Filmekî metraj dirêj di 15 metre kareyan de bifikirin û di her sahne de 7 Lîstikvan hebû, hatibe ber çavên we, hunê derde min baştir fêm bikin J
Pinar Yildiz
Avakirina mekanê, yek bi yek biryardayîna perçeyên biçûk, gelekî bi kêf bû. Kêşana di mekaneke ku ez hemû faktorên derveyî dikarim kontrol bikim de, gelek zehmetiyan ji ber me radike. Helbet dezavantajên vê rewşê jî hene. Ji ber ku di yek mekanê de û hemû karakter rûniştî film diherikî, ji bo ku tevgerek lê bê zêdekirin me hewcedarî dît ku di deng û dîmenan de gelekî afirîner tevbigerin.
Armanc Dayan
Kêmasiyên mezin tune bûn. Heta kêmasî jî tune bûn. Tenê hinek caran derengmayînek çêdibû. Ê ew jî li gor wan şert û mercan normal bû.
Wedat Ermîş
Min ev mekan li Mêrdîn û Amedê naskiribûn. Weke gelek kesan ne ji bo vexwarinê, ji bo gohdarkirinê ez jî diçûm. Di film de jî ev tişt eceb ê; karakter xwe dixin cihê herî teng û firehiya dilê wan li wir dertê. Ji bo kêşanan ev tengbûn gelek caran zor dida me heya ku me qozîkek didît ji xwe re, lê ji alîkî jî gelekî rehetî dida me; piştî wextekî her gava bîraxanê nas bû û qozîka me diyar dibû.
Rojda E. Oral
Yek ji taybetmendiya Bîrexaneyê jî yekbûna mekan bû. Di jiyana mirovan de jî qorziyeke ku xwe tê de disitirîne, dilê xwe vedike û xwe nas dike helbet heye, ev qorziya ku yek mekana film bû jî mîna wê ye. Ji hêla kêşanê ve jî jiber ku derhêner mekan xweş tasvîr kiribû û hevalên ku di derhêneriya hûnerê de cî girtibûn bi hunera xwe mekanê ava kiribûn tu kêmasiya mekanê nîn bû. Ev jî kemasî û pirsgirêken ku derkevin ji holê rakiribû. Û ya din jî li gorî dîtina min mekanek tenê ji bo kêşanê rehetiyek bû. Jiber ku em tev ketibûn bin atmosfera mekanê, wê jî karê me sivik dikir.
3-Di demek kin de û bi komek biçûk we film qedand. Koma ku hun bi hev re xebitîn çawa bû?
Kamuran Demîr
Di serî de bejim ku ji peyva bêderfetîyê hez nakim. Derfet têne çêkirin naxwe kar dernaye. Emê jî wusa kir. Daxwaza Derhêner bu ku bi tîmeke biçûk re bixwebite. Digot em fîlmekî mînîmal çêdikin bila hemû amûrên me jî li gorî vê yeke bin. Û wusa jî kir. Jî bilî denggir hêmu kes hevalan me bûn û me hevdû baş nasdikir. Em gelekî rehet xwebitin, din av kêyfûxweşîyê de film hate çêkirin.
Pinar Yildiz
Xebata bi komek biçûk re biryara me bû. Ji ber ku demeke dirêj e em bi hev re xebitî bûn û ji projeyên cûda me hev nasdikir pêvajo gelekî bi kêf bû. Bi vî filmî me hemiyan gaveke din pi pêş de avêt.
Armanc Dayan
Komeke pir nazik û nazenîn bû. Fikreke kolektîf hebû tê da. Derhêner pir profesyonel dixebitî, enerjîya lîstikvanan xweş bû, ekîba teknîkî wekî malbatekê tevdigerîyan û hwd. Bi komeke biçûk fîlmeke mezin hat kişandin. Ez vê weke serkeftinekê dibînim.
Wedat Ermîş
Derhêner komê ji derdora xwe ya nêzîk ava kiribû û hemû kes ne wek kar, wek filmê xwe nêzîkî meselê dibûn. Kom gelekî baş amade bibû weke ku beriya film, film qedandibûn. Nêzikatiya derhêner, lîstikvan û komê û têkiliyên wan gelekî baş bûn. Van tiştan kir ku komek biçûk di demek kin de karekî baş bike.
Rojda E. Oral
Komek biçûk germahî û samîmîyetek mezin bû koma me. Her yek ji me em baş organîze bûbûn wê jî kir ku em dema xwe baş bikarbînin. Lê ez vê nebêjim nabe barê giran li ser milên lîstikvanan bû ji bo keda wan û nêzîkitiya wan ez carekedin spas dikim.
4-Film di gelek cihan de bi helbestên Arjen Arî diherike. Dema em li ser têkiliya wêje û sînemayê bifikirin, ev bandorek çawa li çîroka we û sînemaya Kurdî dike?
Kamuran Demîr
Cihê serbilindiyê ye ku filmek ji helbasta kurdî zabe û nexasim ji helbesta nemir Arjen Arî. Vê rewşê film bi xwe jî kire helbest. Ez nikarim bejim ku ez xwendevanekî baş ê edebiyata kurdî me lê vî filmî kir ku ez hemû helbestên Arî bixwenim aqubet li sere bîneran be. Bi min huner çikasî interdisiplîner be wilkasî baş e.
Pinar Yildiz
Derdora ku em lê dixebitîn hênik nedibû. Ji ber germê em gelekî westiyan.
Armanc Dayan
Gelek berhemên me hene ku hêj jî ji wan bo sînemayê lêanînek pêk nehatiye. Derhêner di vê pêvajoyê de li ber xwe da, ji xewa xwe ya helbestkî rabû û îmajên Arjen Arî li gor xwe rawe kir. Tama vî fîlmî ji helbestê tê. Mirov vê tamê di sînemaya kurdî de qewî nabîne. Ev mijar bo sînemaya kurdî girîng e û ji ber ku tişteke nû ye tesîreke cîyawaz li ser min kir.
Wedat Ermîş
Wêjeya me ji sînemayê, sînemaya me ji wêjeyê bêpar e. Di her welatî de demekê wêje ji sînemayê re bûye pişt. Hêvî dikim ku wê ev film wê piştê bi awayekî baş bi me bide hîskirin. Ku em li çîrokê binerin helbestên Arjen Arî di film de carna rê ji peyvê re vedikin carna peyvê ji kokê qut dikin. Rîtma film bi helbestê, rîtma helbestê bi film re diherike û me digerîne. Ji bo sînemaya Kurdî jî mînakên wek Bîraxane’yê ve tekiliyê xurt dikin û hevî dikim bi wê tahma xwe, rê li ber gelek filman veke.
Rojda E. Oral
Ev demeke xweş ji ser fîlmê çûye lê ez hîn jî kêmasiyekê nabînim. Ev kêmasiyek e nizanim lê hinekî din me dem bi hev re derbas bikirina wê xweştir ba.
5-Di vê projeyê de tiştên hun pê kêfxweş bûn çi bûn?
Kamuran
Me projeyeke zehmet zindî kir. Ji ber ku ez parçeyekî vê projeye bûm, gelekî keyfxweş im.
Pinar Yildiz
Bêyî ku pirsgirêkek derkeve xilaskirina filmê xweş bû. Pevajo çiqasî bi kêf be jî xilaskirin jî wisa ye.
Armanc Dayan
Yek mekanî, îmajên Arjen Arî, tevgerên lîstikvanan, sihbeta komê û helbet nêzîkbûna derhêner bo meseleyan.
Wedat Ermîş
Helbet Arjen Arî.. Diyalogên bi tahm û ji dil..Bîraxane û tiştên tê de û çîrokek : Di cihekî de sahneyek çênedibû û derhêner bo ku koma kêşanê zêdetir newestîne dev ji wê sahneyê berda lê koma kêşanê bi eks û piştî çend ceribandinên din ew sahne kişandin. Ev nazikî û ev dilsozî min gelekî kêfxweş kir.
Rojda E. Oral
Pir in lê ez ê bi dorê bêjim. Bêguman, bê pirsgirêk û kêmasî qedandina fîlm e. Zanîna mamoste Hilmi DEMİRER ku her gotinek tecrubeyek bû. Enerjiya Hussein HASSAN, dengên Rowal NAVGUNDÎ û Selam Salar ÇAKAY, henekên mamoste Kemal ULUSOY, hestiyariya mamoste Sidar û Nîko. Zarşêrînbûna mamoste Bilal KORKUT, Pınar YILDIZ, Kamuran DEMİR, Neşet Ufuk ÖZDEMİR, Wedat, Mediha, Rojin û hevalên ku min wan jî bir kiribin bila biborînin ez bi nasîn û hebûna wan pir kêfxweş bûm. Û ya din jî cî girtina min e, ez wisa difikirim ku heger min tê de cî negirta wê pir tişt di jiyana min de kêm bimana.
6-Lîstikvanên film ji cihên cûda hatine ba hev û di film de çîrokek çûyînê heye. Li ser vê ‘hatin’ û çûyînê we çi hîs kir?
Kamuran Demîr
Selim Temo: Çûyîn çikas peyveke direj e, dibeje. Meseleyeke giring ya Bîraxanê jî ev niqaş bû. Nikaşeqeme ye serekî di film de cihe xwe girtibû û kijan karakter li ser vê mesele diaxivî min heq dida wî. Peyva dawî ez dikarim dubare bikim: Kî nebû ax û neçû, kê negot ax û neçû….
Pınar Yıldız
“Çûyîn” mijarek e ku li Tirkiyê kêm zêde herkes niha li ser difikire. Ji wê hêlê de ez difikirim ku gelek kes wê têkilî vê mijarê bibin. Her çiqasî ez hest dikim ku hemî karakteran fahm dikim jî, di hîn cihan de min got ez bûma minê jî wisa bersiv bida. Hêvî dikim ku di vê mijarê de em nerînek nû bidin gelek temaşevanan.
Armanc Dayan
Ew hatin çûyîn bo sînemageran mihîm e. Sînema bixwe li ser hatin û çûyîne ava dibe. Mirov dikare bêje ew hatin û çûyîna di senaryoyê de rastiya jîyana kurdan bixwe bû. Hatina lîstikvanan û çîroka çûyîna karekteran pir mihîm e û ev tişt film di hişê me de timam dike. Fîlm kompozîsyonek e. Tiştên li derveyî kadrajê jî fîlm eleqedar dikin. Girêdayî vê pirsê dixwazim analîzên Deleuzeî pêşniyaz bikim.
Wedat ERMİŞ
Lîstikvanên film di rastiyê de jî ji deverên cûda hatibûn. Gohdarkirina devokên cûda cûda min gelekî kêfxweş dike. Hatina ba hev ya di çîrokê de jî dema wek rengek ji Arjen bê dîtin her karakterek bi sekna xwe, di rengê helbestekê de ye. Mijara çûyînê ji bo Kurdan her meseleyek giran bû lê niha ji bo hemî cihanê meseleyek giran e. Di film de ev kêliyên çûyînê jî yên mayînê jî êşekê dan min. Ev film navberek e di nava hemû berên me de. Hatin be jî çûyîn be jî, mayîn e Biraxane, mayinde be.
Rojda E. ORAL
Her lîstikvan ji deverên cûda hatibin ba hev jî çûna di jiyana wan de yek e. Çûyîn di jiyana her mirovekî de car carinan derbas bibe jî, di ya Kurdan de qet ji cihê xwe nalebite. We ku min di serî de jî got qorziyeke her yekê ji me heye, em encax karin li wir bibin “em”, fikir, raman, bendemayîn û hêstên di dilê me de hew di wê qorziyê de têne eşkere kirin. Mijara çûyînê jî wisa ye kî dikare li dereke din eşkerê bîne ziman? Ne tenê ez, an koma Bîrexaneyê kî bixwîne an, temaşe bike wê, wê mijara hatin û çûyînê ku bêhna mirov diçikîne hîs bike.