Jimara 7. ya eKovara Temaşeyê hate weşandin. eKovara Temaşeyê her demsal tê weşandin. Kovar ji serî heta binî li ser înternetê bi awayekî PDF tê belavkirin.
eKovar ne tenê li ser sînemaya kurdî di heman demê de li ser sînemaya navneteweyî jî dixebitê. Armanceke ekovarê jî bi nêrînên gerdunî bipêşdebirina sînemaya kurdî ye.
Hûn dikarin hêjmara nû ya Temaşeyê ji vê girêdanê dabar bikin ser komputera xwe: Temaşe 7 dabar bike
JI EDÎTORYAYE
Kolonyalîzm û dekolonyalîzm, mekan û alegorî û rewşa sînemaya kurdî her dem mijarên sereke yê sînemaya me ne. Meriv çi bike neke, nikare ji wan xelas bibe, çimkî em bi xwe ji van terman pêk hatine û di nav wan da ne. Vê hejmarê mijarên me û gotarên akedemiyê yên li ser van babetan e.
Rewşa sînemaya kurdî her daîm mijara nîqaşên me ne. Rewşa sînemayê jî mixabin bi rewşa polîtîkaya sîyasî ve girêdayî ye û dema paş da diçe, sînema jî li dû wê ye. Gelo mimkin e, em herdûyan ji hev veqetînin? Gelo dema fîlmekê ne li ser rewşa sîyasî be ma nabe fîlmekî baş? Ma em mecbûr in di her fîlmên xwe da peyamek sîyasî bidin? Ger sînemaya kurdî xwe ji bin banê polîtîkbûnê û peyamên sîyasî derxîne dê negihije cihên bilindtir?
Miraqa me ye, çima dema derhênek ava dike baldarîya wî tenê li ser mijarekî ye û mijarên din li dora wê diçin û tên. Lê dema derhênên kurd diafirînin fokus ne li ser mijarekê li ser mijaran e. Gelo ma divê em her daîm tevê derd û kulên xwe bireşînin û têxin nav fîlmekî? ! Pirmijarîya fîlmekî divê weke dewlemendîyê neyê fêmkirin lê dewlemendîya mijarekî wisa be.
Di vê hejmara me da me mijarên xwe giran kir û berê xwe da xwendineke akademîk. Hêja Engin Sustamî bi serenavê li Xaçerêya Hêmayên Dekolonyal Ssînemaya Kurdî li ser taybetmendîya antî-kolonyal ya sînemaya kurdî nivisî. Remezan Kaya bi nostaljîyekê li ser Bahoz (2007) mukir bû. Mihemed Şarman bi serenavê di Fîlmê Kick OFFê de Rizîna Îronî û Alegoriyê nivîsek têr û tije bo xwîneran kir diyarî. Ozkan Kûçûk jî pêşketîna sînemaya kurdî û rêyên wê ji xwe kirîye mijar. Ardîn Dîren jî li pey sînemaya Jonas Mekas ket. Miradê Miradan berê xwe da Dekaloga Kieslowski û analîza her deh hejmaran kir. Murad Bedirxan bi serenavê li Gorî Dahûrana Semîyolojîyê ya Christian Metz, di Kurtefîlmê Azad da Mekan analîzeke xurt li ser mijara mekanê nivisî. Hesen Chalak bi fîlmê Mr. Turner (2014) li ser wênesazî û sînemayê nivîsî. Mela Mihyedîn behsa têkîlîya sîyaset û sînemayê kir. Rûmet Med li ser Béla Tarr û sînemaya wî nivîsî. Sûprîza herî mezin a vê hejmarê jî hevpeyivîna Armanc Dayan ya bi Emîr Xulamî ra ye ku bi mijarên sereke behsa sînemaya kurdî û rewşa sînemaya Rojhilatê Kurdistanê û sînemaya Emîr Xulamî bû.
Di zazakî da Burcu Roza Allahverdî bi beşa duyem ya nivîsa xwe bi me re ye. Pinar Yildiz bi serenavê Sînoran Ser ra Ver bi Keyeyî: Sînemaya Alî Kemal Çinarî behsa sînemaya Alî Kemal Çinar kir. Welat Ramînazadî vê carê jî bi mijarek cuda bi serenavê Fîlmê Beatsî: Şiknayîşê Ezîktî û Ferdbîyayîş li pêşberî we hêjayan e.
Di soranî da Ehmed Xulamî bi fîlmê Yilmaz Güney Hêvî (1970) sînema û sîyasetê nirxand.
Temaşe spasîyeke mezin bo Armanc Dayanî dike ku vê hejmarê bû şirîkê edîtoran. Em her weha di redaksîyonê da Bayram Sezgin û Ramazan Badem jî tê da spasîya Serhed Serhedî û di soranî da jî spasîya Hîwa Taseyî dikin ku bi alîkariya wan nivîsên vê hejmarê hatin sererastkirin.
Temaşe bi hejmara xwe ya herî dirêj li ber ezîz û hêjayan e…