Steven Spielberg ji kesayetên bi bandor yê dîroka sînemayê ye û di 18ê Kanûna 1946an de, li bajarê Cincinati yê Emerîkayê hate dinê. Wî zaroktiya xwe û ciwaniya xwe li New Jersey, Phoenix û Arizonayê derbas kir. Dûv re ji bo xwendina zanîngehê çû Kalîforniyayê. Wî li Zanîngeha Dewletê ya Kalîforniyayê xwend lê paşê xwendina xwe nîvî hişt da ku karê xwe bidomîne. Ew niha bi aktoreke din a serkeftî Kate Capshaw re zewicandîye û xwediyê 7 zarokan e.
Steven Spielberg yekem di fîlma Trêna bi Wagon (Wagon Train, 1957) de wekî alîkarê editor hat nasîn. Fîlmên wî yên kurt Koma Herbê (Battle Squad, 1961), Nerevîn (Escape to Nowhere, 1961) û Çeka Dawîn (The Last Gun, 1959) yekem xebatên derhêneriya wî bûn. Steven Spielberg di kariyera xwe de nêzîkê
45 fîlmên metrajdirêj çêkiriye û bi fîlimên xwe serfiraziyên gişeyê yên mezin bi dest xistiye. Wî bi fîlmên xwe yê Kujerê Deryayî (Jaw, 1975), E.T. (1982) û Parka Jurassic (1983), serkeftina herî mezin ya qada navneteweyî bi dest xist. Bi taybetî bi fîlmê Jurassic Parkê, ew bi qezenckirina $1.03 mîlyarî serfiraziyek mezin bi dest xist. Fîlmên wî gelek caran xelatên Oscarê girtine. Steven Spielberg bi piranî bi Tom Hanks, Harrison Ford û Richard Dreyfuss re xebitîye. Spielberg gelek fîlmên xwe hilberand û derandiye, di heman demê de fîlmên ku senaryoya wan nivîsiye , derhêneriya wan jî kiriye. Spielberg tenê di fîlmê xwe yê bi navê Hişê Çêkirî (Artificial Intelligence, 2001) derhênerî, çêkerî û senaristî bi hev re kiriye.
Yek ji faktorên herî girîng ê serfiraziya Steven Spielberg ev e ku ew rihê demê û zimanê populer pir baş fêm dike û fîlmên xwe bi teknolojiyên herî dawî yên dema xwe pêşkêş dike. Wî modelên animatronîk xistiye nav fîlmên xwe yên bi navê Jaws û Parka Jurassicê. Bi vê rêbazê, ew dînezorên di film de zindî û realist xuyabûn. Bi vê pêşketinê kelecan û ragêşiyeke heqîqî nîşanî temaşevanan daye. Her çend CGI di teknolojiya îro de li şûna modelên animatronîkê bêne nîşandan jî CGI ne wek modelên animatronîk zindî û rasteqîn in.
Steven Spielberg ku di filmên xwe de babetên cihêreng aniye ser perdê, wî gelek karên serkeftî, bi taybetî di fîlimên gerok û pevxistina zanistî de pêşengtî kiriye. Di salên dawî de, ew balê dikişîne ser hêmanên dramatîk û li ser malbat, şer, têkilî û terorê.
Nemaze di fîlimên şer de (Împeretoriya Rojê, 1941, Lîsteya Schindler, Rizgarkirina Er Ryan) wî şerên mîna Viyetnam û İraqê ku DYE (USA) negihişt encamên baş, raçav kir û balê kişand ser Şerê Cîhanê yê Duyemîn. Di van fîlman de çîrokên dijmîlîtarîstî hilberand û li ser dîmenên civakî mijûl nebû. Ji xeynî wê, em dikarin taybetmendiyên gelemperî yên van fîlmên Spielberg di bin çar sernavan de vekolin; John Williams,
- John Williams
Dema ku em li ser fîlmên Spielberg diaxivin, bê guman, navek din tê hişê me; JohnWilliams. John Williams, bestekarê herî serkeftî yê îro, 5 Xelatên Oscar wergirtiye. John Williams bestekariya mûzîka fîlimên mîna Şerrê Stêran (Star Wars) û Harry Potter jî kiriye û ji bilî yek (Rengê Binevş), li ser hemû fîlimên Steven Spielberg xebitiye. Wî bi taybetî li ser fîlmên Indiana Jones û Sefera Dawî ya Xaçperestan, Parka Jurassicê, E.T., Berengarîya Cûna Sêyem(Close Encounters of the Third Kind, 1977) bestêyên gelek baş çêkiriye. Notayek ji muzîkên van fîlman bes e ku pir kes van fîlman nas bike. Di pîşesaziya fîlm de hevkariyek û xebatek bêhempa ava kirin.
- Pirsgirêkên Bav
Dema ku ew 19 salî bû, dê û bavê wî ji hev cihê bûn. Spielberg di bin bandora vê de ma û ev di piraniya fîlmên xwe de da xuyakirin. Di fîlmên wî de, di navbera karekter û bav de pir caran pirsgirêkan dibînin an jî mîna Elliot (Di fîlmê E.T. de) sêwîbûnê raçav dikin. Di filmên xwe de bavîtiyê ne wek pêwendiyek biyolojîk, wek tiştekî ku tê bidestxistin nîşan daye. Em dikarin vê rewşê bi zelalî bibînin ku di têkiliya Sophie û Gîgangê de; di fîlima The BFG û têkiliya ku David bi Joe re di fîlma Hişê Çêkirî de cih girtiye.
- Rûyê Spielberg (Spielberg Face)
Spielberg di filmên xwe de ji bilî li ser tiştên ku karakter dibîne bala me dikişîne li ser rûyê karakter. Heya ku derbirîna rûyê karakter zelal nebe, çu nihêrînê nîşanî temaşevanan nade. Em hema hema di hemî fîlmên wî de dikarin `rûyê spielberg` bibînin. Mînaka vê yekê dîmenê dînozor ku di fîlma Parka Jurassic de tê dîtin mirov kare bide. Bi vê rêbazê, Spielberg piştrast dike ku temaşevan hesta karakterê pir baş fêm dike û digihîje hestên ku di temaşevanan de têne afirandin jî.
3.Dîmenên Refleksê (The Reflection Shot)
Spielberg bi alîkariya hêmanên laşî yên wekî cam û pencereyan rengvedanan diafirîne. Bi saya şewqdanan ew hem karakter û hem jî tiştê ku ew dibîne di yek dîmenê de nîşan dide. Em dikarin di dawiya fîlmê Listeya Schindlerî de mînakek baş bibînin, li cihê ku Schindler di pencereya otomobîlê de Cihûyan dibîne her du dîmen bi hev re di kadrajekê de ne.
Spielberg di dîroka sînemayê de yek ji derhênerên herî serkeftî ye. Xeyal û fikrên wî di fîlmên wî de hatin ba hev. Bi van fîlman dilê gelek kesan bijandiye û li hemû cîhanê nav û deng daye. Îro ew karîyera xwe ya derhêneriyê didomîne. Di dawiyê de, wî di fîlma ‘West Side Story’ de derhênerî kir. Fîlm dê di 16ê Kanûne, 2020an de were weşandin. Guman tune ne ku Spielberg fîlmek pir baş çêkiriye.