Sînema ji dema wek hunereke dîtbarî hatiye qebûlkirin, her netewe li vê hunerê, li gor xwe tiştek lê zêdekiriye. Piştî van zêdekirinan hilberînên sînemayê bûye qadeke endustrîyel, hilberînên estetîk, propagandayên polîtîk û hwd. Ji ber van pêşketinên sînemayê êdî bi navê sînemaya Hollywoodê, sînemeya avangard û paşê jî sînemaya cîhana sêyem hatiye binavkirin. Bi awayekî din sînemaya yekem, sînemaya duyem û sînemaya sêyem bi îfadekirineke cuda derketiye holê. Gelo çima ev îfade hene û cudahiya di navbera van da çi ye? Di vê nivîsê da ya ku dixwazim li ser bisekinim sînemeya sêyem û têkîliya wê ya bi sînemaya kurdî re çi ye û van îfadeyan bidim ber hev. Bi kurtasî, berî meseleyê rave bikim di serî da sînemaya yekem (Hollywood) bi maneya xwe sînemaya endustriyel, kapîtal, xwedî sîstema belavkarê fîlman û sînemaya populer tê qebulkirin. Jêderka wê Amerîka ye. Li def vê jî sînemaya duyem ango sînemaya avangard piranî sînemaya Ewropa tê qebulkirin. Sînemaya duyem bêhtir bala xwe dide ser tiştên nûjen yên estetîk, çîrokên şexsî, bi taybetî jî sînemaya avangard li hember deshilatdariya sînemaya Amerîkayê pêşketiye û xwe bi nûjeniyê daye qebulkirin. Bêhtir ji pirsgirêkên civakê yên girêdayî sîstema dewletan dûr e û sînemayeke ji bo burjuvaziyê hatiye dîtin. Ji bilî van herdu sînemayên bi hêz, bi pêşveçûnên siyasî re sînemaya sêyem (sînemaya cîhana sêyem-sînemaya şoreşgerî) derketiye holê.
Terma sînemaya sêyem di destpêkê de,di filmê La Hora da Los Hornos (Demjimêra Firinên Hêrsok, 1968) û di hejmara 13. ya ‘’Tricontinental’’ bi navê ‘’Ber bi Sînemaya Sêyem ve’’ ji aliye derhênerê Arjantînî Fernando Solanas û derhênerê Ispanyolî Octavio Getino ve hatiye bikaranîn. Ev derhêner hem bi vî fîlmê xwe û hem jî bi nivîsa xwe ku hem wek manifestoyekê tê qebulkirin hem jî bi fîlmê xwe pêşengiya sînemaya sêyem dikirin. Piştî wê Julio Garcia Espinosayê Kubayî di kovara ‘’Cine Cubano’’ da (hj.1970, r. 66/67) bi navê ‘’Ji bo Sînemayeke Lawaz’’ manîfestoyek îlan kir. Bi vê manifestoyê re êdî şoreşên ku li Amerikaya Latinî civakên paşdemayî ber bi azadiyê ve dibir û desthilatiya kapîtalîst-emperyalist têk dibir ku êdî sînema dibû qadeke şoreşê û sînemayeke polîtîk ava dibû. Her çiqas destpêk weha be jî di serî da di navbera sînemageran da navê vê hereketê hêşt ku tevliheviyek çêbibe. Gelek caran sînemaya sêyem bi maneya sînemaya cîhana sêyem ango sînemaya şoreşger dihat gotin. Ev pêngav di atmosfera salên 1960-1970yî da diqewimîn. Di van salên navborî da dinya dikete rewşeke nûjen. Mêtingerên mezin li Amerîkaya Latinî û li Afrikayê têk diçûn û li van parzemînan gelên bindest azad dibûn. Di navbera Dewleta Amerîka û Sovyetan da siyaseta cîhanê bûbû du blok. Ji bilî van, şoreşa komunîst ya Çînê û dewletên ku li Amerikaya Latînî û li Afrîkayê dest bi siyasetên nû dikirin ku ev dewletên nû di navbera xwe da tifaqên nû çêdikirin û gelên bindest polîtîze dibûn. Dagirkirina Vietnamê, şoreşa Kubayê, Hereketa 68an ya li Ewropayê, şoreşa Filîstîn, Cezayir û ji bilî van di van salan da li Şîlî, Brezîlya û Tirkiyeyê darbeyên leşkerî diqewimîn. Ev buyerên diqewimîn dihişt ku welatparêzên hunermend sînemaya xwe wek alavek polîtik, muhalîf û ji bo ku gelê xwe azad bikin bi kar dianîn. Rexneyên tûj li mêtingeran dikirin û van şoreşgeran li hember dijmin dixwestin gelê xwe şiyar bikin û bi propagandayê xwe yên nû, wan perwerde bikin. Herçiqas sînemaya sêyem li Amerîkaya Latînî derketibe jî, parzemînên din jî ji vê buyêrê mehrûm neman. Li Misirê Cinema El Jadida (Hereketa Nû ya Sînemayê – 1968), li Fasê Nourdine Sail di kovareke sînemayê da weşanên sînemaya sêyem dikir, dîsa li Misirê kovara El Tariq bi navê Sînema Al Badil (Alternatîv Sînema), 1972yan da di Festîvala Şamê da First Manifesto for ya Palestinion Cinema û li Kartacayê Second Manifesto hatin belavkirin, li Brezilya Cinema Novo, li Arjantînê Nueve Ola hatin avakirin. Ev atmosfera nûjen hêşt ku di qada polîtîka û civakê da navê Frantz Fanon, Che Guevera, Fidel Castro, Salvador Allende, Peron, Ho Chi Minh di aliyê sînema û hunerê da navê Glauber Rocha (Brezilya), Jorge Sanjines (Bolivya), Ousman Sembene (Senegal), Miguel Littin (Şîlî) û li Tirkiyeyê Yilmaz Guney were bihîstin.Van kesan bi tevgerên xwe hêşt ku gelên cîhanê bêhtir polîtik bibe û şoreşên nû çêbibin. Berî ez behsa têkilîya sînemaya sêyem û sînemaya kurdî bikim çend kodên vê sînemayê bibêjim.
Hereketa sînemaya sêyem bi xwe re sînemayeke aktîf derdixist ber me. Bi awayekî xweser, milîtarîst û rexneyî tiştên nûjen diceriband. Şêweya hilbêrînên Hollywoodî ku xwedî sîstemeke kapîtal bû, wek êşbireke gelan dihat dîtin ji aliyê derhênerê sînemaya sêyem ve. Li gor wan gel bi fîlmên kêfxweşiyê dihatin tevizandin û behtir propagandayên mêtinger, dagirker û kapîtalîst cî digirtin. Li nik vê jî her çiqas sînemaya avangard mîna reformîst, rexnegir, polîtîk didîtin jî di çerçoveyeke biçûk da diqewîmî û di herêmeke burjuva-konformîst da dihat dîtin. Derhênerên sînemaya sêyem vê şêweya xwe ya nû mîna çekeke gerîlayekî didîtin. Dixwestin kamerayên xwe mîna çekekê li hember dagirekaran, paşverûyan, deshilatdarên xedar bikarbînin û têbikoşin. Herçiqas feyza wan ji “sînemaya îtalî ya nû” be jî têra wan nedikir, dixwestin ku gel tevlî pêvajoya çêkerina fîlman bibin û dixwestin bi awayekî interaktîf pirek di navbera fîlman û gel da çêbibe. Bi taybetî hêza xwe ne ji teknîkên kamerayê yên nû, hêza xwe bêhtir ji nêrîna pevxistina çîrokan û şêweya îfadekirinê didîtin. Li gor wan ev şêweya sînemayê ne tenê li welatên bindest li welatên kapîtal ji dikarîbûn çêbibin. Ji ber ku girîngî didan rexne, mixalifbûn û hereketên pêşveçûnê.
Dema ku em van pêşveçûnan didin ber hev û em nêzî erdnîgariya xwe dibin, dewletê ku kurd lê bindest in jî para xwe ji vê sînemayê distînin. Li Tirkiyeyê jî di destpêka sînemaya sêyem da hereketên buyerî yên polîtîk geş dibûn û pêşveçûnên nû diqewimîn. Gelên Tirkiyeyê bêhtir polîtîze dibûn û siyaseta Tirkiyeyê serobino dibû. Di wan salan da çend sîmagerên Tirkiyeyê di fîlmên xwe da herçiqas rexneyê tund nekiribin jî şopên rexneya civakî dihat kirin lê jê wêdetir nediçûn pêş. Mînaka şopa “sînemaya sêyem” di fîlmê Metin Erksan ya Ji Şevan Wêdetir (Gecelerin Ötesi-1960) da dihat dîtin.
Ji bilî wê ya ku bêşik em dizanin, mînakên herî baş fîlmên Yilmaz Guney yên serbixwe ne. Yilmaz Guney hem wek lîstikvanekî Yeşîlçamê hem jî wek çêker û derhênerekî, sînemaya Tirkî xist merheleyeke din.Yilmaz Guney di van salên aloziya siyasî û pêşveçûnên azadîxwaz da fîlmên xwe çê dikir. Fîlmê wî li Tirkiyeyê, hêdî hêdî banga sînemayeke nûjen dikir. Bi fîlmê “Hêvî” (Umut, 1970) hêşt ku bala sînemageran biçe paşmayiyên civakî, pirsgirêkên ekonomîk û zilma siyasî-civakî. Ciwanên Tirkiyeyê ji sînemaya sêyem mehrûm neman û bi navên “Sînemagerên Ciwan”, “Sînematek” hereket dest pê dikirin û manifesto derdixistin. Van ciwanan êdî dixwest sînemayeke serbixwe ava bibe û manifestoya Solanas û Getino seranser qebul dikirin. Ji bo rewşa nûjen têkîliyê xwe bi gelên din re xurt dikirin û komeleyên serbixwe ava dibûn. Di vê navberê da Yilmaz Guney êdî li cîhanê dihat bihîstin û li Tirkiyeyê gelek êrîş dihatin kirin ji aliyê rejima Tirkiyeyê ve. Bêşik Yilmaz Guney, xwe wek şoreşgerekî didît û hem siyasî hem jî hunerî ji bo civakek azad tekoşîn dikir. Ji bo tekoşîna wî bibe pratîk û encam bide, filmên Hêvî (1970), Endîşe (1974), Birgün Mutlaka (1975), Heval (1975) Kerî (1979), Rê (1982), Dîwar (1983) nivîsand û ji ber ku di girtîgehê da bû ji aliyê hevalên wî ve hat kişandin. Di van fîlman da rexneya sîstemê, propagandaya şoreşa komunîstî (Endişe, Birgün Mutlaka, Heval), paşverûtiya civakî, pirsgirêkên ekonomîk dikir û ya herî li ser tê nîqaşkirin meseleya kurd û Kurdistanê ku bûbûn mijarên sînemaya Yilmaz Guney.
Ji van bûyeran û pê da em dikarin êdî têkîliya sînemaya sêyem û sînemaya kurdî bidin ber hev û şibandinekê di navbera wan da bibêjin. Di serî da rola Yilmaz Guney ku di navbera sînemaya tirkî û sînemaya kurdî da ‘pir’eke em bibêjin. Ji ber ku Yilmaz Guney çi bi sînemaya xwe çi bi kesayeta xwe hertim bûye nîqaş di siyaseta Tirkiyeyê û hereketa azadiya kurdan de. Kes nikare bibêje ku fîlmên Yilmaz Guney hem nêrînî, hem hunerî, hem teknîkî û ideolojîk hwd. têsîr li sînemaya kurdî nekiriye. Em dikarin bibêjin ku “kod”ên sînemaya kurdî di destpêkê da di filmê Yilmaz Guney da xwuya dibin. Taybetiya Yilmaz Guney ku di van salan da pir caran ji ber sedemên polîtîk dihat girtin û mecbur dima filmên xwe di girtîgehê da amede bike. Girtîgeh ji wî re bûbû qada şer, berxwedan û perwerdehiyê. Girtîgeh ji bo wî lêhûrbûneke gîring bû û nivîsên edebî û senaryoyên xwe piranî di girtîgehê da dinivîsand. Girtîgeh ji bo sînemaya Yilmaz Guney kodeke pir gîring e û ev kod bûye yek ji bingeha sînemaya kurdî. Piştî derbeya leşkerî ya 80yî hemû qadên şoreşa siyasî, qadên hunerê û hwd. hatibûn pelçiqandin. Heta salên 90î kêm fîlm hatin çêkirin û ev fîlm dûrî rexneyên polîtîk bûn.
Bi geşbûna berxwedana kurdan ya 90î re kurd êdî bi girseyî ketin rojeva Tirkiyeyê. Di van salan da ji bo kurdan alozî, sirgun, şer, penaberî, serkeftin û têkçûn tevlîhev dibû. Kurdan ji bilî meseleyên siyasî êdî bi hereketên çandî re eleqeya xwe geş dikirin û bi van buyeran re Navenda Çanda Mezopotamyayê (1991) dihat damezrandin. Nizamettîn Ariç fîlmê Kilamek ji bo Beko (1992) çê dikir. Berî van pêşveçûnan kurd ji ber bindestiya xwe di fîlmên Tirkî û dewletên din da bi destê serdestan dihatin kişandin û îfadekirin. Temsîliyeta kurdan tune bû û nêrînên dijminî û stereotîpîk li wan hebû. Çawa hatiba qeydkirin kurd yan jî tirkên çiyayî, ew weha bûn ji bilî wê ne tiştek bûn. Paşmayî, hov, xulam, biçûkxistî, feodal, mihafezekar her çi be termên neyînî heba ev term di karekterên kurd da ango tirkên çiyayî da dihat nîşandan. Pir caran di fîlmê tirkan da welatê kurdan cihekî egzotîk, wehşî û talûkeyî dihat nimayîşkirin û dive bihata zevtkirin. Tirk di fîlmê xwe da hertim rojavayî, pêşveçûyî, aqilmend bûn û bi filmên xwe paşmayiyên Tirkiyeyê dixwest perwede bike. Ev perwerde li ser kurdan ferz dikirin û bi vê nêrînê nasnameya xwe ava dikirin. Di rewşeke weha da damezrandina NÇMyê û di fîlmên kurdî yên dawiya salên 90î (Kazim Oz, Hiner Salem, Behman Qubadî) da kurd cilê bindestiyê diqetandin û êdî bi îradeya xwe fîlmên xwe çê dikirin. Ji vir şûn da kurd nasnameya xwe, netewbûna xwe bi zimanê xwe bi îradeye xwe temsiliyeteke kurdî ava kirin. Herçiqas çend sînemagerên Tirk di salên 90î û 2000î da di fîlmên wekî Hejar (Büyük Adam Küçük Aşk – Handan Îpekçî – 2001), Rêwîtiya Rojê (Yeşim Ustaoğlu – 1999) da gavên radîkal avêtibin jî berdewama wê pir dereng dihat. Di bin banê NÇMyê da çend sînemageran, bi navê “Yapim13” komek damezrand û Kazim Oz bi filmê Fotograf (2001) bala civakê keşand. Di vî fîlmî da mijar, şerê gerîla û leşkerên tirk e ku di çerçoveya doza kurdan ya Tirkiye da hat kişandin. Ji bilî van, niha yek ji rêxistinên kurdan PKKye ku li çiyayan şer dimeşînê û ji bo probagandaya xwe jî fîlman û berhemên medyayî çêdike. Halîl Uysal Dag (çend mînak: Eyna Bejnê (2002), Tîrêj (2002), Bêrîtan (2006) Jînda Baran û mîna wan çend partîzanên PKKyê fîlmên gerîlayan kişandin. Ji bo van fîlman “Dibistana Çandî-Hunerî ya Şehît Sefqan” û li kampa Mexmûrê projeyên balkêş derxistin. Dîsa bi heman rihî a niha wek berdewamiya sînemaya çiyayî, piştî şoreşa rojava û destkeftiyên kurdan li Rojavayê “Komîna Fîlm ya Rojava” hat damezrandin. Mînaka herî balkêş, filmê “Ji bo Azadiyê” (Ersîn Çelîk-2019) ye. Di vî fîlmî da gelek sehneyên şer bi çekdarên kurd yên Rojava re dihatin kişandin. Heta gelek lîstikvan bixwe di nav şerî de bûn. Mînak, lîstikvanê serekeyî yê fîlm paşê li eniya şer şehîd ket. Mekanên kişandinê di nav xerabeyên rastî da bû û alavên leşkerî yên rastî û weha hatin bikaranîn. Wekî din li Rojavayê Kurdistanê çend festîval hatin lidarxistin û akademiyên sînemayê hatin avakirin û ev çalakiyên hilberînan hîn jî berdewam in.
Ji vir şûn ve em dibînin ku rihê sînemaya kurdî, kodên wê, şêweyên wê bi dîroka mêtingerî, dagirkerî û bindestîya Kurdistanê, bi sînemagerên kurd re têkîldar e û weha ava bûye. Fîlmên tên keşandin ji aliyên taybetmendiyên xwe ve pir dişibin hev. Ji ber ku kurd bindest in li çar alîyan, çîroka kurdan hema hema eynî ye, serpêhatiya derhênerên kurd eynî ye û ev tişt jî dihelê ku têsîr li sînemaya van hunermendan bike. Derhênerên kurd di nav şer, tundî, koçberî û hwd. da dijîn. Ji bo ku ne dûrî civaka xwe ne, polîtîka jî ne dûrî wan e, bindestbûn jiyana wan ya rojana dixê çembera polîtîkbûnê û fîlmçêkerên kurd erkeke civakî li ser xwe dibînin. Ev tişt dihelê ku karekterê sînemaya kurdî bibe sînemayeke polîtîk, rexneyî, çîrokên rastîbêj. Filmên honandî rasterast dişibin serpêhatiyên derhêneran. Ji ber ku kurd û Kurdistan bindest in, fîlmên bi kurdî û ji bo sînemaya kurdî hatine çêkirin, bêşik em dikarin bêjin ku mîna sînemaya sêyem sînemayeke polîtîk e, rexneyî ye, realîst û mixalif e. Fîlmên kurdî îfadekirina kurdan, bangawaziya bindestbûna kurdan û li hember deshilatiya dewletên mêtinger bertekeke azadîxwaz, berxwedêr e. Di salên dawî da jî êdî em dikarin bi rehetî bêjin ku çi derhênerên sivîl çi li ser çiyayê Kurdistanê çi li diyasporayê fîlmên kurdî mîna manîfestoyeke nediyarkirî ye. Li gor şert û mercên xwe li gor pêvajoya dîroka kurdan weha ava bûye. Bêmanîfesto ye lê pir polîtîk e. Di vê manîfestoya nediyarkirî da sînor, sirgûn, kuştin, mirin, bindestî, girtîgeh, kujernediyarî, polîtîka, penaberî, bêdewletî û diyaspora bûyê mijarên sînemaya kurdî.
Encam
Huner hertim bêyî civakê nehatiye şîrovekirin. Her hereketa hunerî, pêşveçûnên çandî li gor şert û mercên serdema xwe şikil girtiye. Sînemayê jî ji miletan re ji kesan re weha bûye hunereke pir girîng. Derketina sînemaya sêyem ji ber sedemên min li jor gotine, derketiye û encamên mezin çêbûne. Herçiqas sînemaya kurdî sînemayeke ciwan be jî weke dîrok û çanda gelê kurd pir dewlemend e. Ji aliyê hejmarî ve biçûk e lê di aliyê kalîteyê ve pir mezin e. Di demeke kurt de, di sînemaya kurdî da gelek fîlmên balkêş derketin. Van fîlman hem ji jiyana kurdan îlham digirt hem jî hîn îlhamê dide hunermendên kurd. Weke sînemaya sêyem bi îmkanên pir kêm lê bi hişmendiyeke pir mezin hatin kişandin. Ev tişt hêşt ku sînemaya kurdî bibe xwedî karekterek taybet û bibe nasnameya sînemaya kurdan. Herweha em dikarin vê sînemayê wekî sînemaya netewî ya bêdewlet bi nav bikin.
Çavkanî
Yücel, Müslüm (2008), Türk Sinemasında Kürtler, Agora Yayınları
Arslan, Müjde (2009), Kürt Sineması-Yurtsuzluk, Sınır ve Ölüm, Agora Yayınları
Sert, Soner (2019), Devletsiz Bir Ulusun Sineması, Dipnot Yayınları
Şen, Sebahattin (2019), Gemideki Hayalet – Türk Sinemasında Kürtlüğün ve Türklüğün Kuruluşu, Metis Yayınları
Özgür, Çiçek, Kürt Sineması: Mahpusluk ve Temsiliyet, Alternatif Politika – Sinema Özel Sayısı, Mayıs 2016
Paul Willemen, (2015) Üçüncü Sinema Meselesi: Notlar ve Düşünceler Makalesi (Çeviri:Sinem Aydınlı, Damla Okay Yıldırım – Bahçeşehir Uni.Sinema ve Medya Arşt.)
internet:https://www.otekisinema.com/ucuncu-sinemada-devrimci-kimligin-sunumu-turk-sinemasindan-ornekler/
https://www.insanbu.com/onur-kesapli-Haberleri/136-ucuncu-sinemanin-aydinlanmaciligi-baglaminda-yilmaz-guney-ve-muhalif-sinema-ornegi-olarak-yolculuk
https://www.kurdarastirmalari.com/yazi-detay-k-rt-sinemas-n-n-kodlar-ve-rnek-film-ncelemesi-53