Sînema di sala 1895an de ji aliyê Birayên Lumiere ve hatiye dahênan. Ji sala 1895an heta sala 1930-35î sînema bêdeng bû. Piştî salên 1930î deng kete nav sînemayê. Dema ku sînema bêdeng bû her kesî li gor têgihiştina xwe jê fêm dikir. Lê piştî ku sînema bideng bû edî sînemayên netewî an ku sînemayên dewletî derketin holê. Ji ber ku êdî dewlet û netew fikrên xwe dikaribûn ji gelê xwe re bi awayek hêsantir pêşkeş bikin. Pêşketina sînemayê piştî şerê duyemîn yê cihanê çêbû. Dewletên netewî sînemayê wek alaveke propagandayê bikaranîn. Ji bo sînema bala gelek mirovan dikşand serokên dewletan sînema ji xwe re wek alaveke bangdanê bikar înan. Almanyaya Hîtler û YKSS’ya Stalîn sînemayê bi hişyarîyek jîrane bakar anîn. Dû Kapîtalîzma dinê potansîyela sînemayê fêm kir, sînema bi pêş ket.
Kurd di dawiya sedsala 20an dest bi sînamayê kirin e ku wê demê sînema sedsal ji ser avabûna xwe derbas kiribû. Wextê ev belgefîlm ku hate weşandin kurd, di bin hukmê Osmanîyan de û Farisên Qacar de bûn ku mîrîtîyên kurdan rabûbûn, li Kurdistanê temsîliya kurdan bi awayekî sîyasî tunebû û bi vî awayî dahêna herî mezin ya sedsala 20an de kurd bêpar bûn. Di sala 1926an de li paytextê çandî yê Kurdistanê li Silêmaniyê saloneka sînemayê vebû.1 Vê buyerê bu yekemîn hevdîtina dahêna mezin ya dema modern û milletekî bindest.
Wek her miletekî din meriv kare bêje sînemaya kurdan jî heye lê divê bê qebûl kirin ev hê di destpêkê de ye. Ev têgiha “Sînemaya Kurdî” ji bo sînematografîya kurdan çêbûye û xwe ji gelên din cihê kiriye. Bi awayekî din meriv dikare bêje ku taybetmendîyên fîlmên kurdan ji yên gelên serdest hene ku sînemaya kurdan bi awayekî fireh ji yên din cuda dike. Lê weka ku tê zanin bêstatûtî bi awayekî sereke bandoreke mezin li ser sînemaya gelekî dike serxwebûna sînemaya kurdan dereng xistiye. Bi salan wek sînemayên Tirkiyê û Îranê hatine hesibandin. Meseleyeka girîng heye ku divê meriv bêje; konsepta tixûbên sînemaya kurdî, hê bi awayekî sîstematîk nehatîye avakirin û meriv hê jî nikare ji bo fîlmên di sînemayê (a kurdî ) de anagaşta xwemalîbûnekê (aîdîyet) ji bo netewa Kurdan bike. Ji ber vê rewşê meriv nizane sînemaya kurdî bi dem û mêjûya xwe kengî dest pê kirîye.
Ji bo destpêkê; fîlmê ‘Zarê’ di sala 1926an de li Ermenîstanê hatiye çêkirin. Ev fîlm duyemîn fîlmê Ermenîstanê û yekemîn fîlm e ku di dîroka sînemayê de behsa kurdan dike.2
Dîsa fîlmê duyem jî di sala 1933yan de li gundekî Ermenîstanê bi navê ‘Kurdên Êzîdî’ wek belgefîlmekî hatîye çêkirin.
Ji hin mînakên sereke nîqaşa fîlmên Derhênerê kurd yê mezin Yilmaz Gûney e. Bi fîlmên xwe wek; Seyithan (Seyidxan) 1968, Umut (Hêvî) 1970, Endişe (Endîşe) 1974 û bi taybetî fîlmên; Sürü (Kerî) 1979, Yol (Rê) 1982 ve nerasterast be jî mijar bi awayekî sosyolojîk, aborî û sîyasî kurd in û rewşa wan ya xerab e. Lê di vir de pirsgrêkek mezin heye ku zimanê fîlman bi tirkî ye û ev yek xwemalîbûna wan ji bo kurdan dûr dixîne. Fikra min ev e ku; zimanê fîlman ji bo xwemalîbûna miletekî ne bingeh e3.
Tiştê ku kare dilê sînemahezên kurdan rehet bike ev e, meriv zane ‘Kilamek ji bo Beko – A Song for Beko (1992) bi misogerî yekemîn fîlmê kurdan e. Derhêner Nîzamettîn Ariç li Elmanya û Ermenîstanê çêdike û zimanê fîlmê jî kurdî (kurdmancî) ye.
Yekem Fîlmê Kurdan, Zarê
“Ez doh li lîstikekî (fîlm) bûm. Ez nikarim bêjim çiqas ecêb bû. Dinyayek bêreng û bêdeng. Her tişt li wir e; ax, dar, mirov, av û hewa, bi rengekî gewr bû. Ev ne jiyan e, sîya wê ye. Her tişt di navbeyna bêdengîyeke sosret de diherike; dengê tekeran, dengê nigan û nesehkirina axaftinan. Senfonîya dengên her tim bi aheng di hereketên mirovan de heye, di nav wê de tune bû.4”
Fîlm di sala 1926an de li Ermenîstanê bi derhênerîya damezrînerê sînemaya Ermenan Hamo Beknezeryan5 ve hatiye çêkirin. Senarîst, Hakop Gazaryan e ku kurd, wî wek ‘Lazo’ û ‘Apo’ bi nav dikin.6 Zarê, reş û spî û bêdeng e. Dûre bi tirkî û kurdî dublaja wê hatiye çêkirin.
Fîlmekî tîpîk ji çîrokên êvînî yên kurdan e. Dibe ku bibe spoîler lê ferqeke biçûk ji çîrokên kurdan heye, ew jî ev e; çîrok bi bextewarî diqede.
Sînopsîsa çîrokê; evîna di navbeyna şivanê bi navê Seydo û keçika bi navê Zarê7 Serokê eşîrê Temûr Beg dilê xwe dixe Zarê. Lê ne malbata Zarê û ne jî Zarê ji Temûr Beg hez nake. Ji Çaritiyê bo parêzgerê Eyelata Ermenîstanê nameyek tê, divê ji nav kurdan artêşekê amade bike û bişîne şer. Parêzger fermanê dide û fermandaran dîşîne ser eşîra Temûr Beg. Temûr, zane ku Seydo û Zarê ji hev hez dikin, dixwaze Seydo bi bertîlan bişîne şer û li wir wî bikuje. Wextê bi hev re diçin eskerîyê Seydo armanca Temûr Beg hîn dibe û direve. Piştî herbê Temûr Beg bi zorê Zarê direvîne. Kekê zarê dixwaze zarê ji Temûr bistîne lê çiqas karibeTemûr birîndar bike jî bi ser nakeve û tê kuştin. Temûr Beg bertîlan dide fermandar û şêxê gund. Ji bo ku bi Zarê re bizewice qewlê dawetê danî û eşkere kir. Mirov hatin xwarina dawetê, dawiya dawetê Temûr Beg xwest ku Zarê têxe nav nivînên xwe lê Zarê qebûl nekir. Û wê wek gunehkarek di nava gel da recimandin. Seydo jî lêviya demek wusa bû. Di nav heyteholê de Temûr Beg dikuje û Zarê ji recmandinê xelas dike.
Sînema, sembolîzasyon e. Bi sembolan wate tên veşartin û ji sembolan wate dertên. Di sembolîzekirina Zarê de meriv adet, cil û berg, jiyana koçkirinê, problemên civaka kurdî û çîrokeka tîpîk ya kurdan dibîne. Jiyaneka feodalîk, bêdewletî, xizanî, nezanî û evîn heye.
Beknazaryan, di derheqê fîlm de wusa digot: “Di Zarê de ez bi mecbûrî alîkarîya mirovên bê tecrûbaya lîstikê, bûm. Ji dûrî bajar, li ser çîya wextê meriv bixwaze fîlm çêbike ne mimkin e meriv bi lîstikvanên dixwaze re bilîze. Bela ku ne mimkun bû em kêşana fîlm bisekinîn, kî dihat me wan qebûl dikir. Min jî dixwest kurd têkevin nav fîlm de û wusa jî çêbû. Heta hingê bi pêş ket, wextê Zarê li ser kerê dihat ricimandin û tûfkirin, jineka extîyar jidil tif kir û digot qey zinê kiriye. Helbet ev rewşa jixweberbûnê qiymetê dixe Zarê.”
Dû ku fîlmê zarê li YKSSyê hate weşandin, serkeftinek mezin ji bo Hamo Beknezeryan çêbû. Fîlm li Moskoyê û St. Petersburg jî hate nîşandan. Fîlmekî serkeftî ji bo dîroka sînemaya kurdî hişt. Senaryoyeka kurdî, lîstikvanên kurd, mijarên civaka kurdî jî, vî fîlmî dike fîlmek ji Sînemaya Kurdan. Fîlmê pêşîn yê Sînemaya Kurdî…
………………………..
1 – Müjde Arslan, Kürt Sineması; Yurtsuzluk, Sınır ve Ölüm. R 5.
2 – Li gorî hin gotinan(?) fîlmê yekem ku behsa kurda dike Grass: A Nation’s Battle for Life (Giya: Şerê Netewekê bo Man û Nemanê) di sala 1925an de wekî belgefîlmek li başûrê rojhilatê Kurdistanê di derbarê koça Bextîyarîyan (Eşîrek jî lûran(?)) de ye. Lê divê bête gotin kurdbûna Bextîyarîyan ne misoger e. Ji ber vê meriv nikare bi temamî bêje yekem fîlmê kurdan e.
3 – Li gorî vê yeke meriv kare pênaseya Sînemaya Kurdî bi gotina Yilmaz Özdil wusa deyne: Fîlmên kurdî bi derhêneran e, derhêner xwe çewa bifroşe, bazara xwe bike bi wî awayî fîlm, dikeve bin pênaseya Sînemya Kurdî û jê dertê.
4 – Ji gotina Maksim Gorky. Beşa bîrdoza fîlmên bêdeng. Film Theory: An Introdiction, Robert Stam, R. 34.
5 – 19 gulanê di sala1881an de li Erîwanê ji dayik bû. Pêşîya derhênerîya xwe wek lîstikvan nam da. Di sala 1925an de fîlmê xwe yê yekem (Namûs) çêkir. 1926an de jî Zarê çêkir. Ji ber xizmetên xwe Xelata Stalîn girt û di sala 1965an de çû ser dilovanîya xwe. Wek damezrînerê sînemaya Ermenan tê binav kirin.
6 – Kürtleri Anlatan İlk Film: Zarê, Kürt Sineması; Yurtsuzluk, Sınır ve Ölüm. R 35.
7 – Hinek dibêjin navê wê “Zerê” ye.