Em bi piranî dema li fîlmekê, li kitêbekê yan li xêzefîlmekê dinêrin; sêr dikin û dixwînin, em dibînin ku fikreke wî tiştî heye ku ew berhem hatiye afirandin. Ew berhem ji ber hizrekê yan îdeolîjiyekî ava bûye û di binê sehne, wêne û peyvan da nîşaneyên wî hizrî hene. Dema em tên li xêzefefîlmê Rick and Morty temaşe dikin tiştekî wisa nabînin. Felsefe û fikreke wê ya bingehîn tune ye. Heta belkî felsefeya wê ne-fikirîn bixwe û bêfelsefebûn be. Helbet bêfelsefebûn jî bi serê xwe dibe felsefeyek.
Bi vê xêzefîlmê ez ê li ser çend fîlozafan û fikrên wan yên girîng bisekinim ku em karibin felsefeya bingehîn ya di bin komedîya Rick û Morty da veşartîye, derxin holê.
Xêzefîlm ji aliyê Justin Roiland û Dan Harmon ku herdû çêkerîyê ji bo wê dikin, hate afirandin. Di sala 2013an di platforma Adultswim da jî weşana pêşî derket. Heta niha 4 sezonên wê derketine û ez bi xwe jî bi kelecanî li benda sezona pencem im.
Sînopsîsa Xêzefîlmê
Lîstikvanê sereke Rick pîrekî kal û li ser xwe ye. Yekî pir jîr e û di xêzefîlm da çend caran tê zikirkirin ku kesê/afirindeyê herî biaqil yê li dinê û tevê galaksîyan e. Rick hatiye mala keça xwe ya zewicandî û li xeraja mala keça xwe dimîne. Herweha kesekî alkolîk û xwehez e. Keça wî Beth yeka biaqil û hestiyar e û bi Jerryê bêker û kêmaqil ra zewicîye. Morty karekterê duyem yê xêzefîlmê ye û hertim bi bapîrê xwe ra dikeve nav serpêhatîyên dûv û dirêj, ecêb û bi zor û zehmet jê difilitin. Carinan jî nafilitin. Çawa Beth li bavê xwe çûbe û biaqil be Morty jî li bavê xwe çûye û ewqas jî gêj e lê helbet ji bavê xwe çêtir e. Keçeka Beth û Jerry bi navê Summer jî heye ku em karin bêjin yeka xama û normal e. Di nav vê malbatê da Rick û Morty li her derê gerdûnê digerin û serpêhatîyên wan komîk û ecêb û balkêş in. Rick xwedîyê çekeka portalê ye û kengî bixwaze xwe ji ciyekî kare teleporte bike. Portala Rick merivan ditirsîne ji ber ku kare kesekî bibe her derê ku li rastîya jiyanê da dinyayên bêser û bêbin nîşan dide. Dinyayên alternatîv yên bêdawî û fezayeke bêsînor heye û kengî Rick çeka xwe bikartîne, kesên temaşe dikin vê yekê hîs dikin.
Helbet motîvasyona xêzefîlmê komedî ye û hertişt li derdora komedîyê diçe û tê. Meriv bi rihetî absurdîzma Kafka û Albert Camus jî tê da dibîne. Mesela wê ew e ku divê em bi halê me yê girînê negirîn lê belê bikenin. Weka Arthur Schopenhauer dibêje: Jiyana her takekesî, bi tevahî û bi gelemperî û dema ku tenê taybetmendiyên wî yên herî girîng têne kontrolkirin, birastî trajediyek e. Lê dema bi hurgilî, yeko yeko meriv lê binêre karekterekî komedîyê dertê holê. Rick û Morty jî xwe bi komedîya wê trajedîyê digire.
Meriv kare felsefeya bingehîn ya bêfelsebûna xêzefîlmê wisa rave bike û li bersiva çend pirsan bigere: Gelo em weka mirovên ku paresanîya xwe 300.000 sal berê timam kirine, di nav van galaksîyên bêser û bêbin da çiqas cih digirin? Qiymeta me di nav van sîstemên galaksîyan da çiqas e?
Felsefeya Bingehîn ya Rick û Morty ya li ser Bêfelsefebûn û Nîhîlîzmê
Bingeha vê bi tiştekî biçûk dest pê dike û dibêje di nav temamê galaksîyan da em ne tenê ne û divê em vê yekê qebûl bikin. Meriv vê yekê di nav gotinên Rick da dibîne:
“Morty, di vê hebûnê da rastiyên alternatîv yên bêdawî û bêsînor hene…”
Em di tevahîya olan û îdeolojîyan da dibînin ku mirovahî navenda hertiştî ye. Heta bela mirovahî navenda hertiştî ye; digotin ku navenda Pergala Rojê, Dinya bi xwe ye ku vê yekê Galileo, Keppler û Kopernik bi awayekî zanistî pûç kirin. Niha em zanin Roj navenda Pergala Rojê ye ku ew jî ne di nav navenda sîtemekê da ye û zereyeka biçûk e di nav fezayê da. Lê Rick û Morty nabêje, bela em bêqiymet in, em bitirsin bi bêqitmetbûna xwe. Dixwaze bêje ku bi bêqiymetbûna xwe bikenin. Tenê wê demê meriv kare xwe û bêqiymetbûna xwe bizane. Morty vê weha rave dike, dibêje:
“…Armanca hebûna mirovan tune ye. Tu kes ne aîdî tu deverî ye û dê her kes bimire. Were Summer em televîzyonê sêr bikin!”
Vê yekê em hema bêje di tevê beşên xêzefîlmê da dibînin. Ji ber vê jî meriv kare bêje peyama pêşîn ya xêzefîlmê ev e.
Helbet di vir da jî şaşîyek heye divê bê gotin ji bo em bizanin em bêqiymet in, divê qiymeteka mezin hebe ku em li berê xwe biçûk hîs bikin. Di rastîya jiyana me da hêj tiştekî weha nehatibe kişfkirin jî xêzefîlm ji bo ji vê paradoksê xelas bibe, qiymeteka mezin ya inter-galaksîk ava dike.
Gelo dema meriv fêm bike ku rastiyên alternatîv yên bêdawî hene ku aqilê me vê yekê nagire, qiymetên me yên mirovî jî giranbûna xwe hûnda dikin û em dikevin paradoksa nihîlîzmê. Di beşekî da Rick ji bo erebeya xwe bişuxlîne gerdûnek nû di nav qutîkekê da diafirîne ku kesên di nav wê gerdûnê da ceyranê bo erebeya Rick temîn bikin. Ewên ku Rick wan afirandîye ji xwe ra gerdûneka nû ava dikin ji bo ew kesên wê gerdûnê ji wan ra ceyranê temîn bikin. Yê din jî gerdûneka din ava dikin û ev çerx wisa dewam dike. Divê meriv ji bîr neke ku dibe ku gerdûna me jî wisa be. Belkî ne ji bo şixulandina erebeyê lê belê ji bo şarja telefonekê em hebin…
Meseleyeke din ya xêzefîlmê jî hebûnîtî ye. Ger em ji bo şarja telefonekî nehatibin afirandin em çima hene? Em zanin weka me rastîyên alternatîv û gerdûnên bêhejmar hene. Dema Morty ji bapîrê xwe Rick dipirse, em çima hene û em biçin rastîyeka alternatîv û Hîtler bikujin. Rick dibêje di alternatîveke din da Hîtler dermanê kanserê dibîne û tenê dibêje nefikire!
Li aliyekî bêqiymetbûna kozmîk ya mirovahîyê heye û li aliyekî din taybetmendîya takekesî ya mirovan heye ku humanîzm li ser vê yekê ava bûye. Her mirov xwemalî û taybet e lê ew taybetbûyîn jî dema meriv li aliyê kozmîk û gerdûnî binêre bêqiymet e. Hebûnîtî ji bo hebûnê armancekê dibîne ku ew jî azadî ye ku pêşevanê vê fikrê jî Soren Kierkegaard e. Ew jî qebûl dike ku jiyan bêqiymet e lê dibêje, bijîn. Bo gotina wî ya bi nav û deng: “Jiyan ne problemek e ku bê çareserkirin, lêbelê rastîyek e ku divê bê jiyîn.” Lê meriv ji gotina bi nav û deng ya Rick û Meeseeksan fêm dike ku jiyan ji xeynî kesên hebûnîtîyê diparêzin, êş e, buyîn tenê êş e. Meeseeks ji bo armancekê ji qutîkekê tên çêkirin û piştî armanca xwe temam dikin, wenda dibin. Lê dema Jerryê bêkêr nikare tiştekî ji Meeseeksa dixwaze û nikare bîne cih Meeseeks ji hebûnê wisa aciz dibin dixwazin Jerry bikujin ji bo wenda bibin. Weha dibêjin:
“Jerry! Meeseeks ewqas nikarin li dinê bimînin. Hebûn êş e. Divê hebûna me ne dirêj be. Û tu jî divê daxwaza xwe bi serkeftin bînî cih. Yan em ê te bikujin.”
Di nav karekterên xêzefîlmê da du kesên dijberî hev hene yek Rick e ku fam kiriye çiqas kesek bêqiymet e di nav gerdûnan da û haya wî ji kêmbûn û bêqitmetbûna wî heye. Ev karakter li gorî felsefeya pesîmîzm a kozmîk tevdigere. Rick wextê bi keça xwe ra diaxive û behsa bêqiymetbûna fikir, tevger û pirsgirêkên wê dike; tu di nav dinya û galaksîyên bêdawî da ne tiştek î, xwe bi pirsgirêkên xwe ra mezin hîs neke çimkî ew jî bêqiymet in. Keça wî jî lê zêde dike; ez jî xwe carinan weha hîs dikim, ma ez bêkêr im? Rick dewam dike, dibêje: Na, jê xerabtir, tu jî weka min biaqil î. Dema mirov biçûktîya xwe zanibe û qebûl bike, gerdûn dibe ya meriv û meriv dikeve nav êşan, vê qebûl bike û hare ji xwe ra bigere!
Di motîvasyona olan û îdeolojiyên hûmanîst da her dem mirov di pêşî da ye û bi vê yekê mirovahî dibe navenda gerdûnê. Ji ber vê jî mirovî xwe biqîmet hîs dikin û aramanceka wan ya li ser ruyê erdê heye. Dema Nietzsche dibêje: “Xwedê mir” jî qesta wî nîhîlîzm û bê armancbûna mirovahîyê ye. Li gorî wî, mirov xwedayan ava kirin ji bo ku mirovahî bi wan pêş bikeve û xwe bigihîne astekê. Piştî mirovahî gihîşte astekê ku êdî karibe xwe bê xwedayan îdare bikin, êdî divê xwedayan terk bikin û bêqiymetbûna xwe fam bikin. Encax wê demê mirov karin dev ji paşxaneyên xwe berdin û li pêş xwe û pêşeroja xwe binêrin.
Em vê yekê di fîlm û rêzefîlmên din da nabînin weka Star Wars, Star Trek û The Matrix. Di wan da dîsa kozmos pir mezin û bêdawî be jî navend mirovahî ye. Lê Rick û Morty vê qebûl nake û rastîya jiyanê nîşanî me dike. Weka Rick dibêje:
“Morty, Summer! Hûn bêqiymet in. Tu feydeya we li gerdûnê tune ye, vê fêm bikin û li pêş xwe binêrin. Bijîn…”
Dema vê yekê fêm dike Rick dikeve nav êşan û bi gotina xwe ya meşhûr xwe îfade dike, dibêje:
“Wuba lubba dub dub”
Li aliyekî din zavayê Rick, Jerry heye ku kesekî bêaqil e û haya wî ji bêqiymetbûna wî tune ye. Fam nake ku jiyana lê dijî sîmîlasyon e û di sîmîlasyona ku jê ra ava kirine dijî, di wir da dilşad û bextewar e. Yekî gelek gêj e, fam nake jiyan vala û bê armanc e. Di beşa sîmîlasyonê da Jerry, rastîya jiyanê û rastîya sîmîlasyonê nizane. Di wir da her çiqas sîmîlasyon eşkere be jî fêm nake yan jî naxwaze fêm bike çimkî ya rihet ew e.
Zanist di her derê da ji bo mirovahîyê bûye armancek ku ji xwe ra qiymetek ava bike û bûyerên di nav takekesan da rave bike lê di dawiyê da zanist jî dikeve xefkê û bêqiymetbûna mirovahîyê îsbat dike. Mînak, dema zanist evînê rave dike, dibêje ku reaksîyonek kîmyewî ye di nav bedenê mirovan da dertê ku Rick jî wisa behsa wê dike û referansê li Arthur Schopenhauer dike, dibêje:
“Morty, ew tiştê ku mirov jê ra dibêjin evîn, reaksîyonek kîmyewî ye ku miravan dehfî zêdebûnê dike. Çerxê xera bike û xwe bide zanistê!”
Absûrdîzma Mirovahîyê û Rick û Morty
Mirovahî di navbeyna bêqiymetbûnê û lêgerîna qiymetekî diçe û tê. Weka Albert Camus di pirtûka xwe ya Xerîb da encam dike; nakokîya di navbera mirovan ya ji bo dîtina armanca jiyanê û bêwatebûna gerdûnê, absurdîzmekê diwelidîne. Helbet meriv nikare qiymeta tiştekî bêqiymet bibîne û dîsa Camus di kitêba xwe ya Mîta Sîsîphus (Sisyphus) da jî bi awayekî veşartî dîyar dike çawa Sîsîphus zinarê mezin her daîm dibe ser çiya ji bo dîsa bikeve, divê li gorî vê jî mirovahî herçiqas hebûna wan bêqiymet be li qiymetekî bigere. Meriv vê felsefeya Camus di nav serpêhatîyên Rick û Morty da jî bi rihetî dibîne. Belê absurd e lê xweş e, divê meriv bijî û pê bikene. Morty ji bo vê absurdîzmê weka li jorê jî min diyar kir çareyek jê ra peyda dike û ji xuşka xwe Summer ra dibêje:
“…Were Summer, em televîzyonê sêr bikin!”
Rick û Morty yek ji baştirîn xêzefîlmê cîhanê ye. Meriv ber bi rastiyekê ve dibe û bi wê rastiyê jî dikenîne. Bêqiymetbûna me ti carî nade jibîrkirin. Divê meriv jibîr neke û bikene…
Bîblîyografya
Cosmic Pessimism, Eugene Thacker, 2015. Univocal Publishing.
Metaphysics of Love, Arthur Schopenhauer. Dover Publication, NYC.
Either/Or, Søren Kierkegaard.
The Myth of Sisyphus, Albert Camus.
The Stranger, Albert Camus.