Sînema di sala 1895an da ji hêla birayên Lumiere ve dihê dîtin. Birayên Lumiere nîşandana xwe ya yekemîn jî li Parîsê dikin. Li gorî gelek rexnegir û nivîskarên sînemayê dîroka sînemayê ji Lumire jî kevintir e, lê niha em Lumiere Brothers wekî destpêkê qebûl dikin. Heya salên 1925an sînema bêdeng bû paşê deng jî dikeve nav sînemayê. Ji roja derketina sînemayê vir ve sînema gelek caran guherîye û bi pêş ketiye. Car caran wekî amureke kêfxweşîyê dihê bikaranîn carinan dibe alaveke propagandayê û carinan jî dibe mutercimê hestên mirovan. Dema îro em lê dinihêrin, em dibînin ku sînema di cîhanê da wekî hunera heftemîn dihê qebûlkirin.
Sînema jî wekî hemû huneran di bin bandora civakê da dimîne. Li gorî welat, çand, şer, polîtîka û aborîyê diguhere. Rêbazên nû û ji hev cuda jî ji ber van sedaman diderkevin holê. Dema em peyva rêbazê pênase dikin, em dikarin bibêjin ku di polîtîkayê da, di hunerê da, di nav civakê da ceribandinek û ceyraneke fikir û ramanên nû ye. Sînema jî ji ber ku girêdayî civak û gelan e li gorî rêbazan rengê xwe gelek caran li her welatî diguherîne. Rêbazên ku di nav hunerê û di nav sînemayê da xwe nîşan didin pêwîstîyeke veguherînê di xwe da dibînin. Ev veguherîn carinan di nîgarê da, carinan di hunerên din da derdikeve holê lê huner qet di cihê xwe da nasekine. Ji ber ku huner ne bi tena serê xwe ye, ew bi civakê ra her tim tekîldar e.
Rêbazên hunerê cara ewil kengî ket nav jîyana me û bi kîjan beşa hunerê xwe nîşan da, em ji sedî sed vê yekê nizanin lê gelek nivîskar dibêjin di nîgar û avahîsazîyê da xwe nîşan daye. Her wiha sînema û hunerên din jî di bin tesîra wan rêbazan da maye.
Ez dixwazim di vê nivîsê da bi kurtasî qala rêbaza ekspresyonîzm û qala rêbaza Azadîyê ya Brîtanyayê bikim. Di hejmarên din da ez dê van rêbazên din jî bi berfirehî vebêjim.
Ekspresyonîzm (Derbirînerî)
Rêbaza ekspresyonîzmê (Derbirînerî) di salên 1900î da li Norwec, Fransa, Rûsya, Swêd û Amerîkayê xwe nîşan dide. Li Elmanyayê pêşî di cureyên hunerên din ên wekî; peyker, nîgar û avahîsazîyê da dihê dîtin ber bi çavan dikeve û hino hino bandora xwe li ser sînemayê jî dike.
Dema em ekspresyonîzmê bi nav dikin; em dikarin wilo bibêjin: Tiştên ku di bin hişê me da cih digirin, em bi rêya hunera xwe wan derdixin holê. Wekî mînak Picasso hunermendekî ekspresyonîst e. Her wiha ev rêbaz ne tenê rêbazeke hunerê ye di heman demê da wekî serhildaneke sedsala 20em e. Kesên ku endamên vê rêbazê ne li hemberî rewşa wê demê serî radikin û dîyar dikin ku ew dê van tiştên ku diqewimin qebûl nekin. Li dijî naturalîzm (siruştîparêzî) û empresyonîzmê derdikevin. Dibêjin; teqlîtkirina xwazeyê bi tena serê xwe ne bes e, divê di nav hunera mirovî da fikir û ramanên mirovî jî hebin.
Dîroka ekspresyonîzmê ji du beşan pêk dihê. Ya yekemîn weha dest pê dike:
Di sala 1905an da li bajarê Dresdenê komeke xwandekarên avahîsazîyê dihên li gel hev û li wir manîfestoya xwe dinivîsin û vê rêbazê didin destpêkirin. Her wiha bangewazîyê li hunermendên din jî dikin ku ew jî tevlî wan bibin.
Beşek ji manîfestoya wan jî bi vî şiklî ye;
“Ji ber ku bawerîya me bi nifşeke hişyar û afirîner heye em banga hevgirtinê li ciwanan dikin.
Em wan ciwanên paşerojê ava dikin, beramber hêzên binecih daxwaza jiyan û xebateke azad dikin. Bi awayekî yekser, herkesê bêyî dûrûtiyekê hêza afrîner di dilê xwe da hîs dike dikare beşdarî me bibe”
Wekî ku ji manîfestoyê jî dîyar dibe ciwanên wê demê êdî ji bo huner û civakê veguherîneke nû dixwazin. Kevneşopîyê red dikin û dibêjin; divê hunermend ji nû ve xwe biafirînin.
Me gotibû; dîroka ekspresyonîzmê ji du beşan pêk dihê. Ya duyemîn jî di sala 1911an da li bajarê Munîhê bi pêşengtîya nîgarkêşê navdar Kandisky dest pê dike. Kandisky û komek hunermend dihên li gel hev û piştre hin wênesazên Fransiz ên wek Franz Marc û Augst Mack jî tevlî wan dibin. Armanca wan ew e ku di nîgar û hunerên din da reformên xurttir pêk bînin. Rê û qaîdeyên xwe bi rêya hin kovaran bi civatê ra parve dikin. Heya sala 1914an di kovarên wekî Der Aktîon (Çalakî) û Der Sturm (Bahoz) da guhertinên nû nivîsandine. Lê belê, dema Şerê Cîhanê yê Yekemîn dest pê dike hêdî hêdî hunermend ji kovar û rêbazan vediqetin û ev rêbaz jî bandora xwe di nîgar û peykerê da winda dike.
Rêbaza ekspresyonîzmê di dema şer da jî di sînemayê da bandora xwe winda nekir. Xelk di nav xizanî û feqîrîyekê da bûn û derhênên wê deme jî dixwestin ku vê rewşê nîşan bidin. Jixwe qaîdeya herî mezin di vê rêbazê da ew e ku; tiştên ku diqewimin û tesîrî mirovan dikin bi rêya hunerê werin nîşandan. Li gorî wan; huner ne tiştekî wiha ye ku mirov tenê bûyerên xweş pêşkêşî mirovan bike û tiştên din veşêre. Heke şer hebe, heke xizanî hebe divê ev bihên nîşandan.
Di sala 1919an da bi fîlma “Muaynexaneya Dr. Caligarî” ku ji hêla Rober Weinerî ve hatiye kişandin ve sînemaya ekspresyonîst dest pê dike. Senaryoya vê fîlmê ji hêla Carl Mayer û Hans Jonewitzî ve hatîye nivîsandin. Fîlm ji gelek alîyan ve fîlmeke cûda û balkêş e. Çiroka filmê; binhişê nexweşeke psikîyatrîyê ye. Heya fîlm xelas dibe em fêm nakin bê tiştên ku diqewmin tenê bûyerên binhiş û xewnên kesekî ne, an na. Dema ji alîye teknîkî ve em li fîlmê dinihêrin; yekem şiklên geometrîk li ber çavên me dikevin. Derhên ev şikl gelekî bi kar anîye û bikaranîna kamerayê jî li gorî wan şiklan dîzayn kirîye. Gelek caran kamera û ev xêzên geometrîk temaşavanan aciz dike lê jixwe mebest jî ew e ku; dema xelk temaşe bikin aciz bibin. Ev şêwe ne tenê di sînamagerên ekspresyonîst da heye, herweha di nîgar û peykerê da jî em vê acizîyê hîs dikin.
Ji bilî van xalan di fîlmê da kostum û dekor jî pir ber bi çavan dikeve. Bi bikaranîna ronahîyê ra ev kostum û dekor tirsekê dixe dilê mirovan. Piştî fîlma “Muaynexaneya Dr Caligarî “ Robert Weiner di sala 1920an da fîlmeke bi navê “Heqîqî” dikişîne û di sala 1923an da ji romana Dostoyevskî sûdê werdigire û fîlmeke bi navê “Raskolnîkov” dikişîne. Lê hem fîlma herî serkeftî û hem jî nîşaneya ekspresyonîzmê, fîlma “Muaynexaneya dr Calîgarî” pir dihê temaşekirin û ji alîye rexnegirên Fransiz ve jî pir dihê ecibandin. Heta li Fransayê ji bo fîlmên wilo termeke nû peyda dikin û dibêjin; “Caligarism”.
Rêbaza ekspresyonîzmê di sînemaya Elmanyayê da her çiqas di dawîya salên 1920an da hêdî hêdî xelas bibe jî, fîlmên ku di bin bandora naturalîzîmê da ne û fîlmên “kammerspiel” dihên çêkirin. Ev nav jî ji şanoya Reinhardtê dihê. Taybetmendîya van fîlman ew e ku bi karakterên kêm, bi dekorên xwerû û bi çîrokên hêsan dihên çekirin. Senarîstê herî navdar ê rêbaza ekspresyonîzmê Karl Mayer jî piştî demekê terza xwe diguherîne û dev ji karakterên xeyalet û tîran berdide, lehengên rasteqîn di fîlmên xwe da bi cih dike û dekora xwe jî xwerûtir dike.
Ekspresyonîzm ji bo sedsala 19an li hemû cîhanê deng veda lê herî zêde di sînemaya Elmanyayê da hat naskirin. Ev jî bêguman ji ber rewşa xelkê Elmanyayê bû. Di demên şer da xelk bi her awayî di nav atmosfereke xerab da bûn û wan dixwest bi rêya hunerê dengê wan li seranserê dinyayê belav bibe.
Rêbaza Azadîyê ya Brîtanyayê
Ev rêbaz di sala 1950an da xwe nîşan dide. Lindsay Anderson, Karel Reisz û Tony Richardson pêşengtîya vê rêbazê dikin. Ev derhênên navdar di sala 1951an da di kovara Dîmen û Deng (Image and Sound) da bi nivîsên xwe dîyar dikin ku êdî guherînekê ji bo sînemaya Brîtanyayê pewîst e û her wiha êrîş û rexneyên tund li ser fîlmên ingilîzan ên kevin dikin. Piştî demekê ji bilî nivîs û rexneyan dest bi çêkirina fîlman jî dikin û di sala 1956an da manîfestoyekê belav dikin û Rêbaza Azadîyê didin destpêkirin. Di heman salê da bi navê sînemaya azad nîşandana xwe ya yekem jî dikin. Fîlmên Lindsay Anderson ên bi navê Thursday childiren (1954) û O Dreamland (1953) û belgefîlma Tony Richardson û Karel Reisz ya bi navê Momma Don´t Allow (1955) li London National Film Theatreyê (Şanofîlma Neteweyî ya Londonê) da yekem car dihê nîşandan.
Ev koma ku ji xwe ra dibêjin sînemagerên azad heya sala 1959an pênc bernameyên din jî çêdikin. Heya salên 1960an mijarên civakî û arîşeyên çînî beloq dikin. Piştî salên 60an ji ber têsîra rêbaza nû ya fransayê mijarên fîlman hêdî hêdî diguherin. Dîsa meseleyên civakî cih digirin lêbelê çîrokên nû jî di sînemaya wan da xwe nîşan didin. Ji alîyê hin rexnegir û teorîsyenên Brîtanyayê ve ev koma sînemaya azad û manîfestoya wan wekî Rebaza Nû ya Brîtanyayê bi nav dikin.
Bi pêşengîya Lindsay Andersonî kovara Sekans heya sala 1952an weşana xwe didomîne. Piştî kovara Dîmen û Deng rê û qaîdeyên xwe êdî di vê kovarê da dinivîsin. Anderson di sala 1953an da bi zarokên ker û bêziman ra belgefîlmekê dikişîne. Bi vê fîlma xwe xelatê werdigire. Dîsa di heman salê da belgefîlmeke bi navê “O Dreamland” dikişîne. Ev fîlm ji bo rêbaza Azadîyê wekî fîlma yekem dihê qebûlkirin. Mijara vê fîlme jî pevçûn û arîşeyên çînî ne. Her wiha di belgefîlma Tony Richardson û Karel Reiszî da ya bi navê Momma Don’t Allow da jî heman mijar heye.
Her çiqas ingilîz di salên 1930an da dest bi kişandina belgefîlman kiribin jî fîlmên ku bi vê rêbazê hatine kişandin ji wan cudatir in. Belgefîlmên ku di wan salan da dihatin kişandin, rastîyê nişan didan û armanca wan ne vegotina çîrokekê bû lê koma sînemaya azad di belgefîlmên xwe da tenê tiştên rasteqîn nîşan nedidan. Lêpirsînekê li ser bingeha vê rastîyê jî dikirin û her çiqas alîkarîyê ji dewletê bistînin jî di fîlmên xwe da bi dilê xwe û bi awayekî azad tevdigerîyan.
Piştî fîlma Tony Richardsonî ya bi navê “Look back in Anger 1959 yanî “Bihêrs Binêre” hêdî hêdî rengê sînemaya wan ber bi guherandinê ve diçe. Derhên dîsa di fîlmên xwe da heman mijar bi kar dianîn bes mijarên nû jî dikevin sînemaya wan. Her wiha di sînemaya xwe da hêrsbûna xwe ya ji pergalê nîşan didan û heta ji bo wê demê jî gelek derhên dibêjin serdema “Sînemaya Hêrsê”. Bi fîlma Karel Reîszî ya bi navê “Saturday Night and Sunday Morning”1960 êdî em dikarin bibêjin ku di sînemaya wan da serdema hêrsê dest pê kirîye. Kamerayên xwe wekî bertekeke li dijî pergalê bi kar dianîn û arîşeyên sosyopolîtîk di fîlmên wan da cihê xwe hertim digirtin.
Dema sal dibe 1968, bi wê demê û şûn ve fîlm bi tevahî nebe jî veguherîneke din derbas dike. Berê di fîlman da derhên bi giştî civaka çînîyan an jî civakên ku ji hêla aborîyê ve rewşa wan ne baş in, nîşan didan. Le piştî salên 68an ev bûyer bi tenê ji ser lehengekî ve hat meşandin. Wekî nimûne lehengekî ku serî li dijî pergalê radike derxist pêş û ev kes di fîlman da wekî qehreman hat nîşandan.
Fîlma Tony Richardsonî Look in Anger nûjenîyeke din di sînemaya Brîtanyayê da bi xwe ra anî. Ji ber ku ev fîlm berî bihê kişandin lîstikeke theatra (şanoyî) bû û ji alîyê John Osborneyî ve hatibû nivîsandin. Pîştî ku Richardsonî ev lîstik wekî fîlm nîşan da û gelekî balê kişand, hin derhênên din jî lîstikên theatra ji bo sînemayê amade kirin.
Piştî fîlma Lindsay Andersonî ya bi navê “if”1968 yanî “Heke” êdî em dikarin bibêjin ku di sînemaya azad da dema hêrsê xelas dibe. Ev fîlma dawî ye ku hin nîşaneyên serdema hêrsê tê da cihê xwe digire. Ji alîyê hin rexnegiran ve jî fîlma Karel Reiszî ya bi navê Morgan dihê qebûlkirin ku ev fîlm ji bo wê demê fîlma dawî ye.
Di dawîya salên 1960î li hemû dinyayê atmosfereke sîyasî heye û sînema jî ji ber vê atmosferê dihê guherandin. Fîlmên ciyawaztir dihên çekirin. Di nav koma free cînema yanî sînemaya azad da tenê Lindsay Anderson sekina xwe ya polîtîk naguherîne. Wekî din derhênên din Tony Richardosn û Karel Reisz berê xwe didin Hollywoodê li wir jîyana xwe ya sînemayê didomînin.