Erka bingehîn a sînemayê nevegotina çîrokan e.
Cessare Zavattini
Berî ku em bi hûrgilî behsa sînemaya îtalyanî bikin em dê hinekî qala rewşa salên şerê cîhanê yê duyemîn û di wê qonaxê da rewşa sînemaya îtalyanî bikin. Wekî gelek welatan Îtalya jî di nav şer da bû û ji alîyê aborî ve di nav rewşeke pir xirab da bû. Gelek mirov bêkar bûn û xelk di nav xizanî û feqîrîyê da dijîyan.
Di vê rewşê da sînemaya îtalyanî çawa bû? Demek pir dirêj li Îtalyayê di salonên sînemayê da fîlmên bi tarz û şêweya Hollywoodê ku ji wan ra dibêjin telefoni bianchî yanî fîlmên telefonên spî dihatin nîşandan. Di dema serokatîya Mussolini da demên peşî Mussolini zedê bala xwe nedida sînemayê lê paşî dît ku li Almanyayê fîlmên pir mezin tên çêkirin û van fîlman ji bo propagandaya xwe bi kar tînin Mussolini jî li Îtalyayê salonên gelek mezin dide çêkirin, studyoyên mezin vedike û herweha zanko û dibistanên sînemayê bi destê wî tên çêkirin. Belê studyo û salonên pir mezin hatin çêkirin lê fîlmên ku di van studyoyayan da dihatin kişandin, fîlmên çawa bûn? Dema em li van fîlman temaşe dikin em Îtalyayeke xwedî îhtişam, mirovên elît û burjuva dibînin. Wekî ku li îtalyayê şerekî mezin qet neqiwimî be.
Komek ciwan di wan salan da bi taybetî di sala 1939an da dest bi çêkirina fîlmên cewaz dikin. Teorîsyenê sînemayê Andre Bazin jî dema qala vê rebazê dike. Dibêje, belê li îtalyayê di wan studyoyan da fîlmên melodram û ji alîye hunerê ve fîlmên beredayî dihatin kişandin lê li alîyekî din jî di kolanên Îtalyayê da ceribandinên nû dest pê kiribûn. Li gorî Bazin Realîzma Nû di dema Mussolini da dest pê dike û di salên 1950î da di nav dinyayê da belav dibe. Herweha dema kovara Cahires du sinemayê (Deftera Sînemayê) li Fransayê derketibû, wê demê derhênerên fransî jî di bin tesîra Neo Realismo yani Realîzima Nû da bûn.
Hin derhênerên ku pêşengtîya Realîzma Nû dikirin; Robertto Rossellini, da Sica, Visconti, Blassetti, Mario Soldatti, Zavattini ye.
Filma Visconti Ossesion ku di sala 1942an da hat kişandin ji bo vê rebazê wekî fîlma yekem tê qebûlkirin lê ji ber ku fîlm ji alîye dewleta Îtalyayê ve hat qedexekirin û sansurkirin fîlm nehat nîşandan. Fîlma Robertto Rosselini “Roma Citta Apertta” ango Bajarê Vekirî Roma ku di sala 1944an da hatîye kişandin ji hêla hin nivîskarên sînemayê ve wekî yekem fîlma Realîzma Nû tê qebûlkirin.
Di salên 1940an da realîzm rastî pêşbînîyên nû bû. Ji alîyekî ve jî piştî şer, sînemaya realîst ji nava dû û dûxana bajarên Ewropayê derket. Îtalya piştî şer ne bi tenê di warê çêkirina fîlman da, bi kovarên wekî Bianco e Nero (Reş û Sipî), Cinema, La Rewista del Cinema Îtalîano (Kovara sînemaya ya İtalîyanî), Cinema Nouveau û Filmcritica yên sînemayê û weşanên Bibloteca Cinematografica bû meydana sînemayê.
Îtalya piştî şer nasnameya xwe ya neteweyî wenda kiribû û pêwîst didît ku bi saya sinemayê wê nasnameyê dîsa ava bike.
Bi rastî jî mijara Realîzma Nû gelek berfireh e. Lê heta ji destê min tê ez hewil didim ku bi kurt û kurmancî ji we xwîneran ra vebêjim. Berî ku xelas bikim dixwazim qala da Sica û filma wî ya Ladri di biciclette (1948) yanî Dizên Duçerxeyan bikim. Ev fîlm ji hêla hin nivîskarên sînemayê ve di nav vê rêbazê da wekî fîlma herî baş tê hesibandin.
Fîlm di sala 1949an da hatîye kişandin û senaryoya fîlmê jî derhêner û senarîstê navdar Cesare Zavattini nivîsandîye. Dema em lê temaşe dikin em yekser xwe di nav kolanên Romayê da dibînin. Zilamekî karker bi kurê xwe ra duçerxeya xwe ya ku hatiye dizîn digere. Heke nebîne dê ji kar bê avetin. Ji bo wê demê jî dîtina karekî qet ne hesan e. Milê aborî gelek xerab e û têsîra şer hîn jî berdewam dike. Axir neçar dimîne û duçerxeyeke din dikeve peşîya wî û ew jî wê duçerxeyê didize lê bes tê girtin û lii ber çavên kurê xwe dikeve rewşeke şermî. Ev fîlm piştî şer yekem fîlma komunîstî tê hesibandin. Peyama fîlmê xweş dîyar e, mirovên xizan û feqîr ji bo ku debara xwe bikin ango bikaribin bijîn ji hev û din hin tiştan didizin. Alîyekî hevpar di navbera vê fîlmê û fîlmên din yên ku bi vê rebazê hatine çêkirin da heye. Lîstikvanên ku di van fîlman da dilîzin bi piranî amator in. Her çiqas di bikaranîna teknîkê da kemasîyên wan hebin jî jîyaneke rasteqîn nîşanî me didin. ji ber ku fîlmên li ser bingeha vî ramanî tên kişandin ne li studyoyê di kolanan da tên kişandin hin hereketên kamerayê yên nû jî dikevin sînemayê.
Derhênerê fîlmê di gotûbejeke xwe da dibêje; ji ber ku min rewşa İtalyayê neçar, xizan û feqîr nîşan da demeke direj fîlmên min bala îtalyanî nedikişand an jî vê yekê ew aciz dikirin lê paşê wan qedrê van fîlman fêm kirin.
Piştî fîlmê Dizên Duçerxeyan da Sica, fîlmek bi navê “Miracalo a Milano” kişand. Di vê fîlmê da tarza xwe li gorî fîlmên din hinekî guherand. Fîlm wekî çîrok wekî helbest diherike. Ji xwe ew bi xwe jî dibêje dema ku min ev fîlm çêkir min ji helbestan gelek têsîr girtin (fiction poetique). Di fîlmê da xwestîye helbest û çîrokan bi hev û din ra girê bide. Lê belê piştî vê fîlmê careke din vegerîya tarza xwe ya berê.
Rêbaza Realîzma Nû ya Îtalyanî piştî salên 1950î hêdî hêdî têsîra xwe di fîlman da winda dike. Heke em di vê rêbaze da fîlma Rossellini Roma Citta Aperta yekem fîlm qebûl bikin, em dikarin bibêjin ku derhênerên din jî bi têsîra vê fîlmê ev rêbaz bi salan domandin.
Li gorî Visconti rêbaza nû ya îtalyanî ji du beşan pêk tê. Salên pêşî derhêner tenê ya rasteqîn qeyd dikin lê di salên dawîn da derhêner êdî bi nêrîneke rexneyî fîlmên xwe çêdikin.
Kesên wekî da Sîca, Antonioni piştî demekê dest bi çêkirina fîlmên polîtîk dikin. Şêweya Visconti û Antonioni ya polîtîk têsîra xwe li ser sînemaya Passolini û Bertolucci jî dike. Berovajî Visconti, da Sica û Antonionî, Cesare Zavattini dev ji fîlmên fiction berdide û tenê belgefîlman çêdike. Rêbaza Realîzma Nû ya Îtalyanî bi saya Fellini û Antonioni hinekî din didome lê piştî demekê hêdî hêdî tarza wan jî diguhere.