Her zanyarek û her sîyasetmedarek li gorî xwe wateyê dide gotina siyasetê û wê ji bo xwe pênase dike. Li gorî her îdeolojiyê, baweriyê û ramanê, wateya sîyasetê diguhere. Cîyê hûn lê disekinin, wateyê hem dide jîyana we hem jî dide têgehan.
Ji nava wan ya bêtir keyfa min ji vê re tê ev e: “Sîyaset çavkanîya xirabîyê ye.” Bi min wateya herî dirist ya sîyasetê ev e. Dema meriv li dîrokê binêre meriv dê vê yekê baştir fam bike. Sîyaset ji bilî xirabiyê, paşdamayînê, şer û pevçûnê bi kêrî tiştekî din nayê mixabin…
Siyaset peyveke erebî ye û wateya wê “terbîyekirina hespan e”. Peyva ‘seyîs’ê (kesê hespan perwerde dike) jî ji wir tê. Sîyaset terbîyeya heywanan e û dema dibe karekî beşerî dibe terbîyeya însanan. Di rastîyê de heywan û însan ji bo dewletê yek in û her du jî wekî keloşkan hene lê bi kêrî tiştekî din nayên. Her tiştek dikare bibe alavê siyasetê lewra qîmeta ti tiştekî ji bo sîyaset û sîyasetmedaran nîn in. Însanên rayên xwe didin wan jî ji bo wan bi qîmet nîn in û ha ew ha keloşkek ti ferqeke wan ji hev nîn e.
Frank Capra, dêrhenerê herî navdar yê Hollywoodê ye. Wî hem di dîroka sînemaya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (USA) de hem jî di dîroka sînemaya cîhanê de ji xwe re cîyê xwe çêkiriye. Capra meseleya sîyaseta qirêj, baş fam kiribû û li gor wî heke mirov bikeve nava wê pergalê sîyaset dê bibe destar û wê her tiştî bihêre û wê her tiştî tune bike. Her wisa Caprayê têkilîya sîyaset û çapemenîyê hîn di salên Şerê Cîhanê yê Duyem de ferq kiribû û wî li ser vê mijarê di sala 1939an de fîlmek kişand û navê fîlimê “Mr. Smith Goes to Washington” bû. Bi vê fîlmê hem Capra û hem jî James Stewart bûne du stêrk û li banê gerdûnê çilwilîn. Bi vê fîlimê her du jî gelekî derketin pêş û rexneyên gelekî erênî li herduyan hatine kirin.
Sîyaset çavkanîya xirabîyê ye! Gelo kesekî dirist bikeve nava lepê sîyasetê dê bikaribe dîsa wekî berê dirist bimîne? Dê bikaribe ji bo menfeeta gelê xwe bixebite? Dê bikaribe bê tawîz li hemberî parlementoyê derbikeve, li hemberî serok û partîya xwe derbikeve û rastîyê vebêje?
Yan ew ê mîna wan kesên çendîn sal in di parlementoyan de ne û tenê ji bo berjewendîyên xwe yan jî ji bo berjewendiyên partiya xwe û serokê xwe dixebitin tev bigere û xwe dewlemend bihesibîne? Fîlmê Capra bersiva van pirsan dide. Lê helbet hin qanûn û qaîdeyên sînemayê hene û divê dilê temeşavanan bê rehetkirin lewra Capra jî wê dike.
Helbestvanê mezin û nemir Cegerxwîn di helbesteke xwe de dibêje:
“Evên bûne rêberê me
Çi anîne serê me
Dirist nakin evînê
Bê mirês dikin civînê”
Ev helbesta Cegerxwînî ji alîyê Ciwan Haco ve jî bûye stranek nazenîn. Cegerxwîn û Capra hevçaxê hev in û fikrê herduyan jî gelekî dişibine hev: “Çi tê serê me ji mîrên ser serê me tê”.
Cegerxwîn û George Orwel bi dilekî xemgîn li sîyasetê, li sîyasetmedaran û serokan dinêrin. Helbet Capra jî wekî wan difikire lê Capra nikare derkeve derê qanûnên sînemayê. Lê bi fîlmê xwe ya dilê xwe tîne ziman û derba xwe li gotinê dide.
Li eyaleteke DYEyê kursîyê parlamenterekî vala dimîne. Bi alîkarîya Joseph Harrison Paine ji wî eyaletê Jefferson Smith (James Stewart) wekî parlamenter nîşan didin. Bi vî awayî Smith bi hevalê bavê xwe re bi rê dikeve û diçe Washingtonê. Di fîlmê de navê eyaletê derbas nabe. Smith li eyaleta xwe tê hezkirin. Navbera wî û zarokan gelek baş e û her sal bi zarokan re derdikevine derveyî bajêr û nêzî Gola Willet Creekê ji xwe ra diçine kampê. Smith li wê eyaletê koma şopajoyan ava kirîye û bi vî karî re mijûl dibe. Di nava gel de jî gelekî tê hezkirin û bi diristîya xwe bandor li gelek kesan kirîye.
Navbera Paine û Smithê gelekî baş e. Paine wî wek kurê xwe dibîne û wî tim diparêze lê ev parastin li Washingtonê diguhere û navbera wan xera dibe.
Dema têne bajêr Smith bi dilekî xweş diçe serdana peykerê Lincoln paşê dest bi karê xwe dike. Dema Smith tê rojnameger dora wî digirin, pirsan li wî dikin û Smith jî bersiva pirsên wan dide. Sibetira rojê rojname derdikevin û Smit dibîne ku wan ji ber xwe ve tiştin nivîsîne û tiştên Smit negotine di rojnameyê de par ve kirine. Smith, hêrs dibe û li pey rojnamegeran dikeve. Hinekî heyfa xwe ji wan distîne lê rojnameger wî ji xewa wî ya şêrîn hişyar dikin û dibêjinê: “Hûn sîyasetmedar hemû koleyê pereyan û sermayayê ne. Hûn tev jî pêlîstokên kapîtalîstan in.” Bi vê gotinê re hişê wî hinekî tevlîhev dibe. Ji gotinên rojnamegeran tê famkirin ku karê çapemenîyê tev derew in û însanan dixapînin û bi vê yekê jî pereyan qezenc dikin. Rojnameger û çapemenî bi rehetî dikarin dev biavêjine derewan û mirovan derewkar nîşan bidin.
Paine, naxwaze Smith ji bo wî û Taylor zehmetîyê derbixwe û dixwaze Smith li ser xeyalên xwe bixebite. Dema Smith ji sekretera (Saunders) xwe re behsa armancên xwe dike, sekreter sere pêşiyê jê bawer nake. Saunders jî sîyaseta xwe dispêre derewan û ji sîyasetmedarên bo berjewendiyên xwe dixebitin û yên derewkar aciz bûye lewra dixwaze dev ji karê xwe berde. Lê dema Smith, baş nas dike û haja wî ji xeyalên wî çêdibe hêvî dikeve dilê wî û alîkarîya wî dike.
Piştî wextekê sermiyanekî Jim Taylor çêdibe û ew xurt dibe û wisa derdikeve pêşberî temaşevanan. Taylor bi pereyan û bi kursiyan sîyasetmedaran tev dikişîne alîyê xwe û ji bo berjewendîyên xwe dilê wî çi bixwaze bi parlamentoyê dide qebûl kirin.
Tişta Taylor, Paine û Smith tîne pêşberî hev Gola Willet Creek e. Smith dixwaze ew der were kirîn û zarokên ji her çar alîyên welêt têne wir bi hev re kampê bikin daku yekîtiya wan çê bibe û ji hev hez kin. Smith qanûnekê pêşkeşî Saunders, dike. Dema haya Taylor û Paine ji vê yekê çê dibe gazî Smith dikin û dixwazin wî bikin bin kontrola xwe da qanûnê nede parlementoyê. Taylor dixwaze li wê derê bendavekê çêbike. Heger qanûna Smith pêşkeş kiriye bê qebûlkirin wê zerareke mezin bide Taylor.
Di nava axaftinên wan de Smith baş fam dike ku Taylor hakimê parlementoyê ye û siyasetmedar tev jî xizmeta wî dikin. Kesên dubare, sêbarê tên hilbijartin jî dîsa bi saya sere kesên mîna Taylor têne hilbijartin. Sîyasetmedarên ku dîsa dixwazin bikevine parlementoyê divê ji gotina patronê xwe dernekevin. Werhasil, kesên perê wan hene dikarin her tiştî bikin. Dema Simith vê yekê fam dike navbera wî û Paine xera dibe. Smith, baş fam dike ku dilê dewlemendan ji kî re bixwaze û kî derxe pêş ew têne hilbijartin. Gel sera-bera difikire, partî û kesên dewlemend kî derxine pêşiya civakê civak wan qebûl dike. Meriv baş fam dike ku di navbera xelkê û sîyasetê de pireyek nîn e û meriv di fîlmê de vê dibîne. Hema ne însanek çakêtek jî bê daleqandin, xelk wê biçe û raya xwe bide wî çakêtî. Capra hem xelkê hem jî sîyaseta qirêj rexne dike.
Taylor dema dibîne Smith bi paş de gav navêje, wî tehdît dike lê Paine nahêle ku Taylor wî bide kutan yan jî tiştekî din bîne serî wî. Taylor bi fen û fûtan û bi medyayê Smith li ber çavê xelkê dide reş kirin.
Dema Smith qanûnê pêşkeşî parlementoyê dike, Paine bi belgeyeke sexte destûra axaftinê ji parlamentoyê digire û dibêje: “Cîyê ku Smith behs dike, Gola Willet Creek milkê wî bixwe ye û dixwaze ji wî milkî pereyekî baş qezenc bike.” Di derbarê wî de nûçe û belgeyên sexte têne amadekirin û Paine wê teklîfê dide parlamentoyê daku Smith ji parlementoyê bê avêtin.
Smith pir xemgîn dibe lê bi alîkarîya Saundersê xwe zû dide hev û dîsa diçe parlementoyê. Parlamenter hemû li hemberî wî derdikevin û dixwazin ew ji wir bê avêtin. Ev daxwaz ne ya sîyasetmedaran e. Taylor çi bixwaze sîyasetmedarên din jî wê dikin û Taylor çi bibêje ew jî dubare dikin. Smith mafê axaftinê digire û dest bi axaftinê dike. Heta Smith li ciyê xwe rûnenê an jî dev ji axaftinê bernede kesek nikare mafê axaftinê jê bistîne. Têkilîya Saunders û ya rojnamegeran pir baş e û dixwazin di derbarê Smith de nûçeyên rast binivîsin û millet hişyar bikin. Lê kesê xwedî sermiyan be çapemenî û sîyasetmedar tev jê re xizmetê dikin. Di vê fîlmê de jî heman tişt heye û nûçeyên hatine amadekirin nayêne weşandin û radyo jî qet behsê nakin. Çapemenî û radyo piştgiriya Taylor dikin û hema diçin û tên şitexaliyan li Smith dikin û wî reş dikin. Di fîlmê de Taylor bi du şeklan derdikeve pêşberî temaşegeran: Taylor fermanê dixwîne û dide sîyasetmedaran yan jî fermanê (bi telefonê) ji çapemenîyê re dixwîne.
Dema Saunders dibîne di nûçeyan de parîkî behsa Smith nayê kirin ew jî radibe û telefonî eyaleta Smith dike. Li eyaletê matbayeke biçûk a şopajoyan heye û ewana bi alîkarîya Saunders, nûçeyên rast bo Smith dirist dikin û nûçeyan li her dereke belav dikin. Taylor dîsa tê ber ekranê û ji berdestiyên xwe re fermanê dixwîne û dibêje: “Zerarek li zarokan tê jî bila were, ewana ne di xema min de ne, herin û nehêlin bila ew bixebitin.” Di fîlmê de berdestên Taylor ji bo zarok nûçeyan rast belav nekin, diçin û zerarê didine zarokan.
Louis Althusser li ser alavên îdeolojîk (rojname, tv, radyo…) disekine û di berhema xwe de dibêje: “Kesên alavên îdeolojîk kontrol bike dê bikaribe civakê jî kontrol bike.” Ev rastî di nava jiyanê bixwe de jî heye. Her partî, her îdeolojî, her bawerî û her dewlet xwediyê çapemenîyekê ye. Her partî, her îdeolojî, her bawerî û her dewlet ji bo hêsîrên xwe ji destê xwe nekin çapemeniyê pirr baş bi kar tînin. Kesên hêza wan pirr zêde ne, alavên îdeolojîk digirine bin xizmeta xwe loma wan peyveke din li lîteratûrê zêde kirine û ew jî “Medyaya Alîgir” e. Medyaya Alîgir xizmeta kesekî (serok, serokkomar…) de ye, ev medya rastîyê vedişêre û xelkê dixapîne. Herçiqas mixalefetek hebe jî qeweta wan bi qasî ya medyaya alîgir nîn e û naveroka nûçeyên wan rast û dirist nîn in. Herkesek dixwaze însanan kaşî ya xwe bike lewma jî derew pir in.
Kesên di vê serdema modern de medyayê baş kontrol dikin, dikarin her kesî/her tiştî kontrol bikin. Herî dawî li DYEyê D. Trump di hilbijartinê de bi ser ket û demekê serokatîya dewletê kir. Berîya serokatîya DYEyê her kesî Trump wekî bazirgan û serokê medyayê didît. Lê Trump bi medyaya xwe her tişt kontrol dikir û bi saya medyaya xwe jî hilbijartin qezenc kir.
Niccolò Machiavelli bingeha sîyaseta modern bi berhema xwe ya bi navê “Mîrza” (Prens) danîbû. Li gorî wî, meriv ji bo kursîyekî bi dest bixe dikare her tiştî bike û yanî ji bo wê her tişt meşrû ye. Kesên carekî kursî bi dest dixin, êdî nikarin dev ji kursiyê xwe berdin û bi kursîyê xwe sermest dibin. Însanên bi vî rengî dikarin milletê xwe, dost û hevalên xwe bifroşin. Taylor jî mîna Machiavelli difikire. Kesên di ber wî de rabûna nedihatine hesibandin. Machiavelli dibêje: “Meriv bo îktîdarê biparêze û îktîdarê qewîtir bike dikare her neheqiyê û zilmê bike”. Kesên îktîdarê bi dest dixin piştî demekê neheqî û zilmê li rêhevalên xwe an jî rikeberên xwe dikin. Bi vî awayî îktîdara xwe qewîtir û zexmtir dikin.
Kunya Fîlm
Derhêner: Frank Capra
Senarîst: Lewis R. Foster
Lîstikvan: James Stewart, Jean Arthur, Claude Rains…
Sal: 1939
Wext: 2 s. 9 d.
IMDb: 8.1