“Bêzarîya domdar! Ew e arîşeya te. Ew bêzarîya domdar.’’
“Li hemberî zemanê ku bi lez diherike dermanê heri baş ger û geşt e.”
Thomas Mann
Derhênerê bi nav û deng Woody Allen bi fîlmê xwe yê bi navê ‘’Vicky Cristina Barcelona‘’yê (2008) gelek xelat wergirtine. Ev fîlm di dema xwe da gelek deng vedabû û hê jî wisa ye. Aktîrîst Penélope Cruzê jî bi rola xwe ya Maria Elenayê xelata xwe ya ewil a Oscarê digire. Cruz, ji bo van sê fîlman jî bû namzeta Oscarê: Volver (2006), Nine (2009) û Madres Paralelas (2022).
Woody Allenî di filmên xwe da ruhê mekan û bajaran bi temaşevanan xweş dide hîskirin. Wek mînak; Manhattan, Barselona, Parîs û Roma. Loma jî teqez navê bajarekî di fîlmên xwe da derbas dike. Navê filman: Manhattan (1979), Vicky Cristina Barcelona (2008), Midnight in Paris (2011), To Roma with Love (2012). Her çiqas bo Allenî mijara çîroka fîlman pir girîng be jî ew her tim di fîlmên xwe da dîrok, kultur, mîmarî, estetik û hunera wî bajarî jî radixe ber çavan. Meriv bi saya fîlmên wî xwe li nava wî bajarî hîs dike û di nava sikak û caddeyên wê da derdikeve ger û geştê. Piştî fîlm diqede, meriv dixwaze wekî “flâneur/gerok” biçe wan bajaran.
Her wiha di sînematografîya Allenî da mijarên sereke; têkilîyên mirovan – yên jin û mêran, – yên jinan bi jinan ra, peywendîya bajar û mekan û însanan berbiçav in.
Erêê! Em werin ser mijara fîlmê xwe. Navê orijinal yê vî fîlmî bi spanyolî “Vicky Cristina Barcelona” ye, lê bo îngilîzî û gelek zimanên din wek “Barcelona Barcelona” hatîye wergerandin û wisa hatîye naskirin.
Fîlm bi kurtasî, behsa jin û mêrekî resam dike ku dev ji hev berdane lê dîsa jî ji ber tekilîyên xwe yên berê û ji ber hewcedarî û îlhamgirtinê nikarin ji hev biqetin.
Juan Antonio Gonzalo (Javier Bardem) û Maria Elena (Penélope Cruz) her çiqas bi eşq û hezkirineke cihêreng ji hev hez kiribin û zewicî bin jî hesûdîya hev dikin. Her du jî hunermendên xwedî kaprîs in. Ev du ruhên azad û şexsîyetên cuda bi wextê ra li hev nakin û dev ji hev berdidin. Her çiqas di heyata wan da jin û mêrên cuda hebin jî ew di her carê da vedigerin hev û di hembêza hev da hev aş dikin. Ev jî nîşan dide ku di navbera wan da sînerjîyek heye.
Ji xencî Mariayê, Antonio rastê du jinên ku hevalê hev in, tê. Ev her du jin Vicky û Cristina ne, ji Amerîkayê wek turîst hatine serdana Barcelonayê dikin. Her wisa navên xwe jî dane fîlmê.
Mottoya karektara Cristina (Scarlett Johansson) ‘’Carpe Diem e’’ yanî , ‘xem neke, li kêfa xwe binêre’. Her çiqas Cristina xwedî seksapelîteyê be û jineke azad be jî hevala wê Vicky (Rebecca Hall) jineke mihefezakar e, dergîstî ye û kesayeteke wisa ye ku bi mentiq tevdigere. Vicky, bi karaktera xwe ya exlaqî, di teorîya Freudî da ‘super ego’yê nîşanî me dide. Li alîyê din Cristina jî bi dilê xwe dijî û di teorîya Freudî da ‘ID’ê temsîl dike.
Piştre ev her du jin serdana pêşangehekê dikin, li wir bejn û bala Antonioyî bala Cristinayê dikişînê, bi vê meraqê ji hevalên xwe dipirse ka gelo ew mêrikê îşliksor kî ye? Piştî peşengehê ber evarê li kafeyekê bi tesadufî rastî wî tên û hev nas dikin. Antonio mêrikekî curetkar e û rasterast teklîfa gerê û hevşabûnê li wan dike. Kêfa Cristinayê ji vê teklîfê ra tê lê Vicky aciz dibe.
Dû ra her du jin jî teklîfa gerê qabûl dikin, bi hev ra wext derbas dikin, hev du nas dikin, Vicky jî mecburî bi wan ra diçe û tê lê ew li hemberî Antonioyî tim bi mesafe ye. Ji ber ku bi dergîstî ye naxwaze xwe nêzî Antonioyî bike lê li alîyê din jî ew tim hevalê xwe bi Antonioyî ra muqayese dike û li kêmasîyên di tekilîya xwe û dergistîyê xwe da digere. Piştî demekê Cristina nexweş dikeve. Ev jî dibe sebeb ku Antonio û Vicky bi tenê bimînin û bi hev ra li Barcelonayê digerin. Bi vî awayî di navbera Vicky û Antonioyî da dilgermîyek dest pê dike.
Barcelona çiqas bajarekî azad be Antonio jî ewqas merivekî azad e.
Antonio bi Vickyê ra derdikeve rêwîtîyê, wê dibe cem bavê xwe û bi bavê xwe dide naskirin. Em li vir hîn dibin ku bavê Antonioyî şa’irekî spanyolî ye û îngilîzî dizane lê tenê bi zimanê xwe yê spanyolî xeber dide. Li vir dêrneher balê dikşîne ser meseleya zimanî.
Antonio û Vicky bi hev ra bi îngilîzî xeber didin. Vicky bi spanyolîya xwe ya kêm bi bavê Antonioyî ra xeber dide lê ji alîyekî din jî ditirse ku ji ber heyecanê spanyolîya xwe ya kêm jî ji bîr bike..
Ev dîyalog balê dikşîne ser zimanî:
Juan ji Vickyê ra dibêje ku bavê min şa’ir e, ji xencî zimanê xwe yê spanyolî bi tu zimanî nanivîse.. Divê şa’irek zimanên dinê tevlî zimanê xwe neke û xirab neke..
Di vê navberê de, Vicky û Juan Antonio zedetir nêzî hev dibin. Lê tiştên wisa bo Antonioyî normal in. Vicky jî di vê nêzîkbûnê da xwe sûcdar hîs dike. Hîsên xwe nayne zimanî, evîna xwe vedişêre û bi dergîstîyê xwe ra dizewice.
Dem dibore, Cristîna û Antonio dîsa tên cem hev û li malekê dimînin, dest bi jîyaneke nû dikin.
Hingê jina wî ya berê Elena hewl dide ku xwe bikuje. Antonio xwe mecbûr hîs dike ku bi wê ra eleqedar bibe çimkî psîkolojîya Elenayê xerab e. Elena jî êdî li mala Antonioyê dimîne. Pişt ra dixuye ku Antonio vê jîyana bi hev ra normal dibîne lê Cristina ji wê pir aciz e. Tenê di wê kêlîkê da hemû hest û ramanên xwe ditepisîne û ji bo meraqa xwe maskeyekê dide rûyê xwe û ew jî wekî wan dijî, rola xwe dilîze.
Di fîlmî da Cristina ji zimanê Elenayê fêm nake. Antonio her gavê ji Elenayê ra dibêje spayolî neaxive. Di vir da ziman di çerçoveya Lacanî da hatîya avakirin. Ziman li vir tiştekî sembolîk e. Dema ku Elena bi zimanekî ku Cristina nikaribe fêm bike diaxive, Elena bi rastî hebûna Cristînayê red dike. Dûv ra, xwîna wan li hev dikele, Elena xwe nêzî Cristinayê dike û dest bi axaftina bi zimanê îngilizî dike, ev nûans jî nîşanê me dide ku edî Elena hebûna Cristînayê qebûl dike.
Dema ku Antonio, Cristîna û Elena bi hev ra wext derbas dikin, Cristîna hin tiştan fêr dibe û xwe kifş dike – mîsal Cristîna fotografan digire û Elena pesnê wê dide, dibêje ku tu tiştên estetîk dibînî loma tu dikarî di vî karî da bi pêş kevî.
Pişt ra Cristîna dixwaze ku hinekî tenê bimîne û li hin tiştan bifikire. Bala xwe dide qaîdeyên exlaqî û li tekîlîyên bi hev ra difikire. Cristîna her dem dibêje: Ez nizanim ka ez çi dixwazim lê ez baş dizanim ku ez çi naxwazim! Naxwaze bi vê tekîlîya sê insanên bi hev ra jîyana xwe derbas bike û diçe.
Hêrsa Elenayê wisa tê zimanî ‘’Bêzarîya domdar! Ew e arîşeya te. Ew bêzarîya domdar!’’
Di fîlmî da ji bo temaşevanan, Antonio wekî karakterekî cûda tê ber çavan. Di fîlmî da xwesteka mêrik li pêş e. Jin weke objeya vê daxwazê cih digire. Di vê çarçoveya fîlmî da hebûna mêr aktîf û ya jinan jî pasîf xuya dike. Bi gotineke din, rola karakterên jin di fîlmî da objeya karakterê Antonîoyî ye mixabin. Di çîrokê da, mêr îdealê temsîl dike. Me gotîbû Antonio azad e, mêr azad in! Woody Allen mêr e!
Karakterên fîlmî post-modernîzm e, hin mesele ruhê zemanî temsîl dikin. Em dikarin bibêjin ku tiştekî ji sedîsed rast yan jî ne rast tine/heye. Em nizanin, piştî bîst salan têkilîyên mirovan wê çawa bin, tu dizanî?
Ev film behsa reş û spîyan nake, behsa xetên gewr dike, heta hinek tişt neyên serê merivî, meriv nikare pêşhukimekî bide, yan jî mehkum bike… Çimkî jîyan kulmek bay e… Pifff bike!
Li ser muzikên fîlmî :
Muzîka spanî hem romantîk hem jî gelek dînamîk e, di sanîyeyekê da ew dengê gîtarê ji me ra dibêje ez muzîka spanyolî me, rabin flamencoyê bilîzin!
Her wiha nivîskar Borgesî tîne bîra min. Çavên min nebînin jî ev du deng bên guhê min, ez dikarim bikevim nav “Xewn û Xeyal”ekê…
Entre Dos Aguas / Paco da Lucía
Entre Olas / Juan Serrano
Paco da Lucía (1947- 2014) gîtarîst û bestekarekî spanî ye. Ew wek yek ji gîtarîstên herî girîng ê muzîka flamencoyê tê naskirin, di gîtara klasîk da pir jêhatî ye. Di heman demê da straneke bi navê “Tuana”yê ku gotinên wê ji alîyê Sezen Aksuyê va hatîne nivîsîn, ji beste ya Paco da Luciayî ye.
Juan Serrano (1934- ❤) jî gîtarîstê flamenko yê spanî ye û ji 13 salîya xwe va bi awayekî profesyonelî li gîtarê dixe. Albûma xwe ya pêşîn a Amerîkî “Ole, la mano!” di sala 1962an da derdikeve, New York Times ji bo Serranoyî wisa nivîsîye: “Deh tilîyên wî yên hêja hene ku mîna bîst dengan xuya dikin.”
Oh là là, Qedîyaa!