Hêma, tiştên veşartî yên ragihandinê ne ku ji lihevhatina civakê derketine, xwe dispêre çandê û ragihandinê hêsan dikin. Bi wateyeke hêsantir, hêma ev e; tiştê ku cihê tiştekî digre. (Erkman, 1987). Dahûrandina wateya van hêmayan bi zanista semiyolojîyê çêdibe.
Zanista Semiyolojîyê, bingeha xwe ji xebatên Charles Sanders Piere û Ferdinand Sausure girtîye ku di destpêkê de ev xebat li ser zimannasîyê hatine kirin. Pişt ra semiyolojî weke metodeke zanistî ya dahûrandinê bi pêş dikeve û kesên mîna Umberto Eco, Roland Barthes, Christian Metz û Peter Wollen xebatên giring li ser kirin. Semiyolojî weke metodeke dahûrandinê heta roja me jî hatiye û di gelek qadên hunerî yên mîna edebîyat, muzîk, mîmarî, resim û hwd. hatiye/tê bikaranîn. Nemaze jî di warê sînemayê de Semiyolojî piştî salên 1960î hatîye bikaranîn û cihê xwe girtîye.
Di sînemayê de fonksîyona semiyolojîyê di navbera derhêner û bîner de têkiliyek çêdike û semiyoloji wê radigihîne. Hêmanên semiyolojîyê peyama derhêner nîşanî temaşevan dide. Sînema ji ber derfetên xwe ên dîtbarî (berbiçav) û bihîstînî ji bo avakirina wateyê serî li gelek hêma û qodan dide. Semiyolojîya sînemayê jî li ser van hêma û qodan lêkolînan dike û ji bo têgihiştina fîlman derfetan diafirîne. Semiyolojî bi vî awayî li ser fîlman hûr dibe û peyama fîlm, zelal dike.
Di demên dawî de, bi pêşketina sektora sînemayê ra semiyolojiya sînemayê jî bûye xwedî cihekî giring. Bi vî awayî semiyolojî, piranî fîlmên cîhanî de tê bikaranîn.
Têgeha mekanê û hebûna wê, bi hebûna mirovahîyê ve girêdayîye û mirov dikare bibêje ku dîroka herduyan bi hev ra dest pê kirîye. Mekan bi hestên estetîk û hûnerî jî wateyekê di xwe de dihewîne. Pêdiviya piraniya cureyên hûnerî bi mekanan û bikaranîna mekanan ra heye. Hunera sînemayê jî bi şîroveyeke nû veguhestina çîrokên nava jîyanê ye. Ji bo vegotin û veguhestina van çîrokên jîyanê, pêdivîya sînemayê bi mekanekî ra heye. Her weha ji bo derfeta dîtbarî ya sînemayê jî mekan xwedî cihekî giring e. Zanista Semîolojîyê jî çi qas hûnerên dîtbarî û edebî hebin ji xwe ra dike mijar û li ser hêma û wateya wan lêkolînan dike. Ji bo lêkolînên semiyolojîyê qadeke giring jî sînema ye. Sînema ji ber derfetên xwe yê dîtbarî, bihîstinî û zimanî ji bo zanista Semîolojîyê qadeke berfireh e. Pêdiviya sinemayê bi -ji bo derbirîneke bibandor bike- hêmayên semîyotîk hene. Nemaze jî di demên dawî de hêma di hemû astên sînemayê hat bikaranîn û bû xwedî cihekî giring. Yanî em dikarin bibêjin, sînema ji bo semiyolojiyê muhîm e semiyolojî ji bo sînemayê muhîm e û herdu qad jî ji hev îstifade dikin, dermale dibin.
Ji bo dahûrandina danayan, kategorîyên analîza Christian Metzê ya ku em dê bikarbînin ev in;
Dîmenên Livokî: Hemû hêmanên dîtbariyê yên aîdê fîlm in. Li ser wateya fîlm bandoreke wan a giring heye.
Dengên Fonetîk(Dîalog): Di nav çîroka fîlm de axaftinên aîdê lehengan in. Ji bo vegûhestina wateya fîlm xwedî cihekî giring in.
Dengên Muzîkî: Di nava çîroka fîlm de ji bo afirandina atmosfereke nû deng dibin alîkar.
Amûrên Grafîk: Amûrên ji bo danasîna fîlm ne (afîş, jenerîk û hwd.) ji avakina wateya fîlm.
Dengên Qerebalix: Deng û efektên hawîrdorî ne û ji bo realîteya fîlm dibin alîkar.
Kurtefîlm, fîlmên kurt in, bi dirêjahîya xwe, ne xwedî krîterên fîlmekî dirêj(tekûz) in. Digel vê pênaseyê jî di lîteratûra sînemayê de li ser pênaseya kurtefîlm lihevkirineke bi giştî tune. Li ser kurtefîlman pênaseyên tên kirin jî piranî derbarê maweya wan da ne. Lê belê kurtefîlm tenê ne ew fîlmên ku maweya wan kurt e. Hinek pênaseyên derheqê şêwaz û naveroka kurtefîlman de:
Kurtefilm ji alîyê binyada xwe ve, di demeke kurt de gelek tiştan dihewîne. Hêza kurtefîlm bi dîmenên hindik, vegotina gelek tiştan e; derhêner tişta ku dixwaze bibêje kurt, zelal û eşkere dibêje, lê belê bi awayekî xurt tîne ziman (yeşilyurt, 2016). Em dikarin bibêjin ku kurtefîlm, “kurt û kurmancîya” sînematografîk e.
Eisenstein, kurtefîlman dişibîne helbestê û wiha rave dike; “her kêşana (dîmeneke) kurtefîlmekî divê weke rêzikeke helbestê serbixwe be û têra xwe bike. Dema ku ew dîmen tên temaşekirin divê gelek wateya wan di xwe de bihewîne û fambar be”(r. 73).
Her çiqas hûnera sînemayê hîmê xwe bi kurtefîlman danîbe jî halê hazir di nava civakê de kurtefîlm wek cûreyeke serbixwe nayên fahmkirin. Ji ber ku Kurtefîlm pirî caran ji alîyê kesên amator an jî ji alîyê xwendekarên sînemayê ve tên kêşandin. Ew di nav sektora sînemayê de wekî pêngava destpêkê dihê hesibandin. Lê belê ev nêrîneke ne rast e ku gelek caran derhênerên xwedî bi tecrûbe jî nikarin kurtefîlmekî serkeftî saz bikin. Ev jî nîşanî me dide ku kurtefîlm cûreyekî serbixwe û taybet e.
Sînemayê bingeha xwe ji dîtbarîyên livokî girtîye ku pêşengên vê dîtbarîyê wêne ne. Wêne jî li ser rûberekî bi hinek amûrên taybet (vîdeo camera û hwd.) tomarkirina dîtbarîyê ye. Di sala 1816an de Cara yekem Nicéphore Niépce bi saya qotîya(neynik) tarî dîtbarî li ser rûberekî tomar kirîye. Ev tomarkirina wêneyan ji sînemayê ra jî bûye bingeh.
Nasîna mirovatîyê ya sînemayê bi kurtefîlman dest pê kirîye. Ev kurtefîlmê yekem jî ji alîyê Birayên Lumiere ve di sala 1895an de bi amûrên bi navê sînematograf hatine kişandin. Ev fîlmê yekemîn bi navê “Hatina Trênê ya Garê” ye û ev jî dîmeneke ji wî fîlmê ye;
Dîmen 1. “L’arrive d’un Train (Hatina Trênê ya Garê)”
Fîlmên Birayên Lumîere çêdikirin piranî kurtefîlm bûn. Lê belê ev kurtefîlm ne tercîh bûn, ji nebûna derfetan bi neçarî kurt dihatin kişandin. Ji ber ku di wan salan de derfetên teknolojîk kêmbûn. Derfetan têrê nedikir ku ev fîlm weke fîlmên metraj-dirêj werin çêkirin. Dema derfetên sînemayê pêşketin û derfetên teknolojîk zêdebûn êdî wê fîlmên metrajdirêj bihatana kişandin. Piştî kişandina fîlmên metraj-dirêj, kurtefîlm jî weke tercîh û cureyekî serbixwe cihê xwe parast.
RÊBAZA CRISTIAN METZ YA DAHÛRANDINA SEMIYOLOJÎYÊ
Têgeha hêmayê ji xeynî xwe cihê tişteke din digire û wan tiştan bi wate dike û di nava xwe de wateyan diafirîne. Hêma, di hişê mirovan de mirovan de çêdibin û cihê hebûn an jî têgehan digirin. Bi vî awayî hêma derfeta çavekî din dide ku tiştên heyî bi awayekî din werin dîtîn û şîrovekirin. Yanî em dikarin bibêjin ku hêma, şêwaza têgihiştina cîhanî ye ku xwezaya nîşaneyê vedikole. Derbareyê hêmayê de M. Gottdiener ji Umberto Eco wiha veduhezîne; “hêma derew e, tiştek cîhê tişta din digire” (Gottdiener, 2005:5).
Semiyolojî ango semiyotîk, ji peyva Yewnaniya kevin ya bi semiyotîkê hatîye. Semiyolojî ji peyvên semiyotîkê(hêma) û logîa(teorî-gotin) pêk hatîye.
Bingeha jîyana mirovan, bi rêya şayesandina hêmayên (hebûnên, heyber û hwd.) şênber dibe û têgihiştana cîhanê ye. Her weha hewldaneke din a semiyolojîyê têgihiştina rêzehêmanê ye ku dixwaze li ser bihevrebûna hêmanan lêkolînan bike û wateyan derxe.
Ji nîveka sedsala 20an ve semiyotîk di gelek qadan de ji alîyê gelek kesan ve hatîye bikaranîn. Bi van demên dawî ra bi pêşketina zanistê û teknolojîyê ra semiyotîk jî pêş ve çû û semiyotîka modern derkete meydanê. Charles Sanders Peirce(1839-1914), Ferdinand de Saussure(1857-1913) di heman serdemê de xebatên giring li ser semiyotîkê kirin û bingeha semiyotîka modern avêtin. Hinekên li ser semiyotîka modern xebitîne ev in; Roland Barthes, Claude Levi- Strauss, Louis Trolle Hjelmslev, Umberto Eco, Charles Williams Morris, Charles Kay Ogden, Thomas Sebeok û C. Metz e. Şîroveyên van kesên li ser semiyolojiyê cûda bûn lê belê mebesta hemûyan jî watekirina hêmayan bû.
Ji xeynî Christian Metz hemû piraniya kesên din li ser semiyotîka zimanî sekinî ne. Lê belê Christian Metz li ser dîmenên livokî hûr bûye û li ser semîotîka sînemayê sekinî ye.
Bi kurtasî em dikarin bibêjin ku semiyotîk perçeyeke û wateyê dide jîyanê. Di vê mijarê de Erkman jî wiha destnîşan dike; “armanceke din ya hêmayan têgihiştina binhişê mirovan e”(1987, r. 84).
Piştî salên 1960an dema ku semiyotîk bû qadeke serbixwe, di nava vê qadê de jî li ser semiyeolojîya sînemayê jî gelek xebat hatine kirin. Bêgûman pêşengtîya van xebatên semiyolojiya sînemayê jî Christian Metz kir. Yekem xebata li ser semiyotîka sînemayê jî gotara Christian Metz ya bi navê Sînema Ziman e yan bikêrhatina ziman e.
Christian Metz nêzîtedayîna xwe ya semîotîka sînemayê ji Saussure girtîye, Saussure jî pêşengekî vê teorîyê ye. Armanca xebata Christian Metz ya sereke têgihiştina wateya fîlmê bû. Li gorî Metz têgihiştina fîlmê bi hevparîya çendek hêmanan pêk tê ku ev hêmanên têgihiştinê wiha ne; Dîmenên livokî, Xêzeyê Grafîk, Axaftinên Tomarkirî, Axaftinên Muzîkal, Efektên Deng û hwd. Metz di berhama xwe ya bi navê Ceribandinên li Ser Wateya Sînemayê de li ser van hêmanên têgihiştina sînemayê hûr bûye. Metz, ev hêman weke guhertoyên dahûrandina semiyotîk senifandiye û wisa bi nav kirine.
Dîmen 2: Guhertoyên Dahûrandina Semiyotîk ya Christian Metz
Dîmenên livokî di nava xwe de amûrên mîna; dekor, lihevanîna sahneyê, tevn, reng û hwd. dihewîne. Ev hêman hemû, her yek bi serê xwe ji bo watedarkirina fîlm bandoreke erênî çêdikin. Ziman, estetîka sînemayê bi dîmenan û vegotinên afirîner ra wataya fîlm ava dikin. Sînema bi destpêkê ra bi bêdengî dest pê kiriyê û bi salan wisa berdewam kirîye. Piştî ku hûnera sînemayê weke bi deng dest pê kir êdî deng li gel gelek efekt û şêwazên xwe li fîlman hatine bar kirin. Bi vî awayî deng jî bû hêmaneke girîng yê sînemayê.
Dengên Fonetîk(dîalog), ji peyvên yewnanî dîa û logos pêk tê. Fonksîyona Dengên Fonetîk(Dîalog) di fîlman de, bîner bi rêya wê derbarê çîrok û lehengên fîlm de agahdar dibin û bandoreke erênî li vegotina fîlm dikin. Dengên Fonetîk(dîalog) divê bi çîroka fîlm, dîtbarî û lehengan ra di hemahengîyê de be da ku di vegotina wateya fîlm de qutbûn çênebe.
Di senifandina semiyotîk ya Metz de hêmaneke din a giring muzîk e. Di fîlmekî de muzîkeke orjînal nebe jî dibe yanî ya muhîm divê muzîk bi kêrî fîlm were û wê temam bike. Divê muzîk bandoreke erênî li çîrok û dîtbarîya fîlm bike. Her weha muzîk divê li gor çîrok û wateya fîlmê, atmosfereke nû biafirîne.
Dengên Qerebalix(xirecir), hêmaneke girîng ya vegotina fîlm ye. Di fîlmekî de ji xeynî dengên fonetîk û dengên muzîkê, yên din hemû dengên qerebalix (xirecir) in. Dengên bi vî celebî (yên xwezayî) ji bo vegotina fîlm rêyeke alternatîf in. Dengên qerebalix, her weha di fîlm de ji bo afirandina atmosfereke realît tên bi kar anîn.
Amûrên grafîkî jî ji bo fîlmekî girîng in û piranî ji bo danasîn û nîşandana fîlm têne bi kar anîn. Sînema bingeha xwe ji karîgerîyên teknolojîk digire, lewma jî sînemayê her tim bi awayekî xurt sûd ji grafîkerîyê girtîye û amûrên grafîkî bûne hêmaneke giring ya fîlman.
Li gor senifandina semiyotîk ya Christian Metz ev guhertoyên navborî, ji bo têgihiştina qodên fîlm dibine alîkar. Li gorî Metz wateya fîlm bi hinek qodên dîyarkirî bo bîneran tê veguhestin. Metz, qodan bi navê çandî û mexsusî dike du beş. Ji bo têgihiştina qodên çandî kêrhatineke taybet ne pêwîste lê belê di nava wê civakê de jidayîkbûn û mezinbûn pêwîst e. Qodên mexsûsî jî tevn, optîk, ronahî, objektîf û hwd. in. Ji bo têgihiştina van qodan hewl û fêrbûyîn lazim e.
Di vê beşê de min behsa teorîya semîyolojîyê kir. Ez ê di beşeke din de ango di hejmareke din de di çarçoveya vê teorîyê de behsa kurtefîlmê Azad, bikim.
Li gorî dahûrandina Christian Metz mekan, cihekî çawa ye, giringîya vegotinê bi rêya mekan çawa tê destnîşankirin? Ez ê li gor van pirsan “Azad” binirxînim.
Hêvî dikim ev xebat têkilîya sînemayê û semîyolojîyê raxîne ber çavan û şênber bike. Ev kurtefîlm wê ji aliyê teoriya semiyotîk ve were nirxandin û wê ji sînemaya kurdî ra bibe mînakeke bingehîn.