“Di fîlm da karakterê xerab çiqas serkeftî be, fîlm ewqas dê bi ser keve. Ev qanûneke bingehîn e.” Alfred Hitchcock
“Tenê min xwest dengê Xweda bi muzîka xwe derxim. Ev daxwaz da dilê min lê paşê ez ker û lal kirim. Çima?”
Ev gotin ji devê karakterê xerab yê fîlmê Amadeus dertên. Li ber karakterê xerab Antonio Salierî, keşe heye û keşe li bendêye ku Salierî gunehên xwe bibêje, li xwe mikur were û paşê bi hev ra ji Xwedê ra dia bikin û jê bexşandinê bixwazin. Salierî li vir serî radike lewra di zaroktiya xwe da weke ku di nav xwe û Xweda da peymanekê danîbe, hereket dike. Ger Xweda îlham û şiyana muzîkê bidê, ew ê bibe mirovekî bawermend û xêrxwaz. Li ser vî şertî dibe mirovekî bawermend û Xwedênas. Heta ku Mozart tê, her tişt li gora dilê wî ye. Salierî dibe maestroyê qesra Viyanayê û bi Împerator ra radibe û rûdinê. Gel jê hez dike û di nav arîstokrasiyê da cihekî bilind bi dest dixe. Gava Mozart li Viyanayê bi cih dibe, Salîerî jê diheside. Lê Salîerî xwe li ber muzîka Mozart nagire û dibe heyranê wî. Salîerî dema qabiliyeta Mozart dibîne hiş û aqil ji serê wî diçe û li hember Xweda serî radike. Antonio Salierî çavên xwe sor dike û êdî Salierî ne ew mirovê çê û bawermend e. Şûrê xezeba hesûdiya xwe li Mozart dikşîne… Çîroka fîlm dûr î dirêj e û em jî berê xwe bidin heyama 18em ya fîlm. Fîlm bi detay û hûrgiliyan hatiye dorpêçkirin û rasterast meriv dikeve nava fîlm, şert û mercên heyamê, derûnî û hest û hîsên karakteran.
Muzîka Klasîk bi Rê û Resmên Mezin li nav Arîstokratan Tê Guhdarîkirin
Li Ewropa di sedasala 18an da, eleqeya li ser muzîka klasîk di nav gel da zêde dibe. Ger ji heyama Ronensansê heta heyama Barokê, derketin û belavbûna muzîka klasîk be, serdema Klasîk û Romantîk jî dibe dema geşbûnê, heta ku digihîje roja me û heyama Modern. Di serdema klasîk da jî qedr û qîmeteke mezin pê didin û şahiya koşk û qesran jî bi muzîka klasîk çêdibe. Di wê serdemê da împaratorê Awisturyayê Josephê II-yem e û pêşwaziyeke xweş li Mozart dike. Her wiha arîstokrasî jî ji muzîka Klasîk hez dike. Di vir da mijara me rasterast tê ser patronajê. Çimkî kesek bi tena serê xwe nikare muzîka klasîk îcra bike, ji ber ku karekî kompleks û kolevktîv e, gelek amûr û mûzîkjen divên heta ku di operayê da tenor û soprano divên tevî lîstikvanan. Her wiha ji bo wê îcrayê sehne divê, temaşevan divê û organîzasyoneke dewletî divê. Ji ber van sedeman divê meriv gotinê bîne ser patronaja di muzîkê da û bi vî çavê lê binihêre bê çîn û hiyerarşiyeke çewa tê da heye.
Patronaja Muzîkê Zorê Dide Muzîkjenên Serbixwe
Her muzisyenek divê xwedî hîmaye be, lewra bi vî awayî karin debara xwe bikin. Muzisyenên qesrê û muzisyenê lord û arîstokratan. Antonio Salierî li qesrê di xizmeta Împerator Josephê 2yem da ye. Mozart wê demê li Salzburgê di bin dest û desteka Sermetran Prens Colloredo da ye. Ev ji bo Mozart biryareke gelekî girîng e çimkî êdî Mozart dev ji xizmeta Sermetran berdide. Piştî wê jî, heyama Viyanayê dest pê dike. Perê ku dikeve destê Mozart, têra wî nake. Ji vir û pê da jî Mozart gelek caran dikeve pey debara xwe. Ev rewş di nameyên wî da jî eşkere ne. Wê heyamê her çiqas arîstokrasî û gelê Vîyanayê ji Mozart hez bikin û operayên wî gelek bêne temaşekirin jî dîsa Mozart di nav derdê debara xwe da dimîne. Xelasî ne ji desthilatdaran û sansurên wan ne jî ji bêderfetîyê heye. Xwediyê muzîk û muzisyenan dewlemend in, bêyî piştgirî û xwestekên wan, em dibînin ku yekî wekî Mozart jî derbeyeke giran ji patronajê dixwe. Mozart tenê bi hunera xwe ya muzîkê karibû debara mal û malbata xwe bike. Di fîlm da li ser vê meseleyê replîkek bala mirov dikşîne. Mozart ji arîstokratekî ra dibêje; “Ez qabiliyeta xwe belavî mirovahiyê dikim lê pere di destên we da ne, divê tu jî pereyên ku di destên xwe da, bi hunermendan ra parve bikî.” Bi heman maneyê û belkî jê kûrtir xwediyê Mem û Zînê Ehmedê Xanî jî hema bêje sed sal beriya wî, bi vê risteyê, me kiriye şahidê rewşa patronaja heyamê.
“Şûrê hûnera me bête danîn
Qedrê qelema me bête zanîn
…
Ger dê hebuwa me serferazek
Sa’hibkeremek suxennewazek
Neqdê me dibûye sikkemeskûk
Ned’ma wehe bê rewac û meşkûk”
Ji vê beşa navdar ya ku Ahmedê Xanî wekî kesekî netewperwer xuya dike û bi gelemperî li nav akademiyê jî tê qebûlkirin ku daw û doza welatê kurdan dike. Ji pergala heyî yan jî ji feleka dinê bi gilî û gazinc e. Van yekan Doç. Dr. Ayhan Geverî ne bi çavên nijadperestiyê, xwedandewletbûnê lê bi çavên “sîstema patrimonyal” dinirxîne. Ango dibêje armanca sereke ya Ahmedê Xanî ji van gotinan “hamî” û “hîmaye” ye, patronaj e. ¹ Heta dem û dewrana me, ev meseleya sereke ya huner û desthilatdarîyê an jî dewlemendan, wê her û her mijareke li rojevê be. Piştî rewşa Mozart û patronajê em berê xwe bidin bingeha fîlmê.
Forman Dixwaze Şanoyê Bîne Ser Perdeya Sînemayê
Amadeus fîlmekî biyografîk e. Di 1984an da ji aliyê derhênerê navdar Miloš Forman ve tê kişandin û xwediyê seneryoyê, Peter Shaffer e. Beriya ku ez behsa Miloš Forman û fîlmê wî Amadeus bikim divê çend gotinan li ser şanonûs û xwediyê seneryoyê Peter Shaffer bêjim. Peter Shaffer Amadeusê weke şanonameyê dinivsîne, paşê şanonameyê dike senaryo. Li ser vê hêj jî niqaş heye lê ya balkêş ew e ku him şanoname him jî fîlm her çiqas ji destê heman senarîstî derkeve jî cudahî di navê da hene; nexasim di nav rastî, şanoname û senaryoyê de. Bo mînak bavê Mozart Leopold di nav fîlm da heye lê di şanoyê da tune. Ya girîng ew e ku him şanoname him jî fîlm di warê xwe da gelek serkeftî ne. Peter Shaffer beriya lîstika Amadeusê jixwe bi lîstika xwe ya bi navê Hespên Kihêl (Equus, 1973) navdar e. Çîroka Hespên Kihêl bi kurtî wiha ye; rojekê xortekî 17 salî, çavên şeş hespên kihêl bi darikekî hesin kor dike. Piştî vê bûyerê, lîstik li ser vî xortî û tedawiya psîkiyatrîst disekine. Şanoya Amadeus di 1981î da li Amerîkayê li ser Dika Broadwayê tê nîşandan û wekî şanoya Hespên Kihêl careke din xelata Tonyê distîne.
Fîlm Ewqas deng vedide ku Wê Salê Gelek Xelatan Berhev Dike
Derhêner Milos Forman dema ku şanoyê temaşe dike, biryara xwe li ser kişandina fîlmê Amadeus dide. Fîlm hema bêje li hemû cîhanê bi şox û şeng tê pêşwazîkirin, ji şanoyê bêhtir eleqeyê dibîne. Tenê ji Xelatên Akademiyê rakir 8 xelatan û di 3 beşên din da jî bû namzedê Oscarê. Di dîroka Oscarê da ev serfirazî kêm xuya dibe. Dîsa di Xelatên Goldên Globê da 4 heb, di xelatên BAFTAyê da jî dibe xwediyê 4 xelatan. Forman di xelatên Oscarê da beriya fîlmê Amadeus 5 xelatan bi xwe ra dibe û di 4 beşên din da jî namzediyê qezenç dike, ew jî berhema wî ya navdar Ji Qefesê Çûkek Firiya (One Flew Over the Cuckoo’s Nest, 1975) ye. Piştî Amadeusê jî 1996 bi fîlmê xwe yê bi navê Gel û Larry Flynt (The People vs. Larry Flynt, 1996) ji bo 2 Xelatên Oscarê dibe namzed. Bêguman derhêner Milos Forman ji bilî Xelatên Akademiyê hunermendekî mezin e lewra him dema ku li Pragê ye him jî dema ku tê Amerîkayê, bêsekn di sînemayê da ceribandinên nû dike. F. Murray Abraham bi rola Salieriyî, Tom Hulce bi rola Mozartî, Elizabeth Berridge jî bi rola Costanzeya jina Mozart dilîzin. Ji wan F. Murray Abraham Xelata Oscarê radikê.
Bi du xalan ez karim bêjim ku hemû delîv û fersendên endusturiya sînemayê ji bo fîlmî seferber kiriye. Yek bi çêkerî, produksiyon û butçeyê ta ku digihîje piyasekirinê û xelatdayînê jî. Çimkî mezinbûna fîlm ji mezinbûna vê endustriyê tê û li gor pêdivî û xwestekên sînemayê, ev çîroka populer tê revîzekirin. Hin rastîyên jiyana karakteran neketiye nava fîlm û hin cih jî li gor fîlmnameyê lê hatiye zêdekirin. Jixwe ev mijara çîrokên heyamî û rastî her car mijareke aloz e bo sînemayê ango edebiyatê. Ya doyan jî ew e ku zimanê fîlm bi îngilîzî ye. Salieriyê îtalyayî û Mozartê Elmanî di fîlm da, li Viyenayê bi îngilîzî diaxivin. Îtalî û îngilîzî jî di vir da bûye qurbana sektora sînemayê. Fîlm, tevî vê rewşê li Îtalyayê û welatên Ewropî xelatan distîne. Ji bo zimanê xwe gelo em ê kengî bi çavên endustriyê li fîlman binêrin? Yan jî gelo ew berbest û astengên ku li pêşiya zimanê kurdî hene di endusturiya sînemayê da çiqas çend qat girantir in?
Opera, Semfonî û Konçerto
Şefê Orkestrayê Neville Marriner bi ekîb û kadroyeke mezin muzîkên fîlm ji nû ve lê dixin ku meriv çiqas ji mûzîka klasîk dûr be, kelecaneke xweş dixe nav guhên me. Jixwe yên ku muzîka klasîk hez bikin ev fîlma muzîkal ji bo wan dibe coş û xuroşeke niwaze. Ji berhemên Mozart temsîlên biçûk jî tê de hene. Zewaca Fîgaro, Don Giovanni, Axur, Bilûra Bisêhr, semfonî û konçertoyên Mozartî bi hemû rê û resmên li ser dikê, deng û rengekî xweş didin fîlmê.
Her çiqas Mozart li gor demê zor û zehmetiyên aborî kişandibe jî bi muzîka xwe her car di nav qesr û qonaxan da bû. Helbet ji bo gel jî gelek konsertan dide. Li vir fîlm bêhtir cil û bergên serdema 18em û bi wan qesr û qonaxên heyamê bi serkeftî nîşanî me dide. Jixwe atmosfera fîlmê, bi tempo û rîtma xwe bi jiyana hella mella ya arîstokrasiyê ra di nav hemahengiyê da ye.
Şano û Fîlm Çiqas li Gora Rastiyê Hatiye Çêkirin?
Li ser fîlmnameya ku ji aliyê Peter Shaffer ve hatiye nivisandin gelek niqaş û nerazîbûn hene. Lê ev niqaşa ku hatiye û ketiye nava fîlm û fîlmnameyê, bixwe jî hema bêje piştî mirina Mozart dest pê dike. Di rastiyê da di navbera Mozart û Salierî da reqabet heye lê li ser jehrîkirinê tu delîl û piştrastkirinek tune. Ev jî ew angaşta jehrîkirina Mozart pûç dike. Li gor dema xwe, li Salierî cihekî baş û bilind e lê Mozart ewqas ne bi nav û deng e. Mozart piştî ku dimire li ber çavên her kesî mezin dibe. Di hunerê da ev bûye çarenûsa gelek kesan ku dema sax in, qedrê wan nehatiye girtin. Vincent Van Gogh û Franz Kafka di nav gurme gurma wextê xwe da nehatin dîtin û famkirin. Mozart jî di 35 saliya xwe da dimire, sal 1791 e. Piştî mirina wî bi çend salan gotegotên jehrîkirinê belav dibin. Kompozîtor (bestekar) Antonio Salierî jehrîyê daye Mozart û ew kuştiye. Cara yekem ev ji devê jina Mozart Constanzeyê dertê û di sala 1798an da Friedrich Rochlitz û Franz Niemetschek weke jiyannameya Mozart dinivsînin û di heman salê da di rojnameyeka Almanî da behsa jehrîbûnê tê kirin lê kî kiriye ne diyar e. Di qeyd û belgeyan da navê Antonio Salierî carekê derbas dibe, ew jî piştî ku Beethoven ker dibe, kesên ku tên serdana wî bi “kaxizên suhbetê” pê ra diaxivin, di wan kaxizan da behsa jehrîkirina bi destê Salierî tê kirin. Lê xwendekarekî Beethoven di rojnivîskên xwe da berovajiyê vê dibêje û vê angaştê red dike. Ji bilî van angaştan dîroknasên muzîkê piştî lêkolînên dûr û dirêj çend gotinên din jî li ser mirina Mozart derdixin ku ew jî bêbinyad in. Ya pêşî ev e, mêrê xwendekarekî Mozart ew jehrî dike, yeka din wisa ye; nexweşîna Mozart gava lê giran dibe bijîşk dermanên şaş didinê, ya dawî jî jehrîkirina Farmasona ye ku Mozart bixwe jî endamê wan e. Di sala 1991î da di sempozyumeke tibê da mirina Mozart wiha tê niqaşkirin; gurçik an jî kela laş. Lê di şano an jî di fîlm da em ji bilî rastiyê senaryoya Peter Shaffer dibînin. Lê bi awayekî edebî cara yekem ne Peter Shaffer hêj di sala 1830yî da Alexander Pushkin di pirtûka xwe Tragedyayên Biçûk da lîstika Mozart û Salierî dinivsîne, jehrîkirinê dixe stuyê Salierî û hema bêje temaya şanoyê jî wekî fîlm e; yanî hesûdî ye. Yekem car Mozart bi jiyana xwe û Salierî jî bi dijminiya Mozart dikevin nav pelên edebiyatê. Jê pê ve nav û dengê herdû muzisyenên mezin derdikeve; yek bi zîrekî û yê din bi xebatê, yek bi kêf û şahiyê yê din bi disîplînê, yek bi safîtîyê yê din bi fen û fûtan, yek bi emrekî kin yê din bi emrekî dirêj, yek bi xwedêdayînê yê din jî bi xwedêjêstendinê… Helbet ev taybetiyên karakteran ji jiyana rastîn bêhtir bûne taybetiyên karakterên hunerê.
Zarokê Mûcîzeyan, li Nav Mûzîka Ewropayê Belav Dibe
Bi qasî mirina Mozart zaroktiya wî ji bo muzîka Klasîk gelekî girîng e, hêj di 5 saliya xwe da bi nav û deng dibe. Bavê wî Leopold Mozart, xwe dide ser qabiliyet û pêşveçûna kurê xwe. Leopold Mozart bixwe jî muzisyen e. Mozartê biçûk di gelek enstrumanên muzîkê da jîr û jêhatî ye. Tenê ne ev e hunera wî, her muzîka ku guhdar dike, di derbekê jiber dike û paşê dijene. Êdî di 5 saliya xwe da bi alîkariya bavê xwe, besteyan çêdike. Êdî li qes û qonaxên Salzburgê, hunera xwe nîşan dide. Mozart di sala 1761î da li tevahiya Ewropayê digere, konseran ji bo vî zarokê biçûk li dar dixin û jê soloyan enstrumanan dixwazin. Ew di gelek ensturmanan da gihaştiye asta vîrtuoziyê. Jixwe êdî li ber çavên muzisyenên mezin besteyên xwe jî lê dixe. Êdî dinyaya muzîkê, jê ra dibêje “Zarokê Behremend”. Mozart xwedî guhekî “Perfect Pitch” an jî “Absolute Pitch”ê ye ku dengê dibihîze tafilê kare li ser ensturmanê heman dengî derxe. Ev jî bi perwerdahiya bavê wî ra digihîje asteke gelekî bilind. Lewra qabiliyet û xwedêdayîn rastî hev tên. Ev zarokê jîr û jêhatî hêj di 12 saliya xwe da dibe servîrtiozê kemanê yê Orkestraya Qesrê yê Salzburgê. Sala 1981 e, ev ji bo Mozart dibe serpêhatiyeke nû, çimkî êdî dixwaze bi tevahî were bajarê Viyanayê û li navenda muzîka Ewropayê bijî. Jixwe çîroka fîlm bi esasî ji vir dest pê dike. Mozart li bajarê Viyanayê heval û mamosteyekî baş û qenc dibîne, ew jî bêguman Franz Joseph Haydn e. Haydn li ser Mozart wiha diaxive: “Xwedê şahidê min e, Mozart him bi kesayeta xwe him jî bi zîrekiya xwe ya muzîkê, bestekarê herî mezin e”. Di fîlm da meriv kêmasiya vê dikşîne, kesekî mîna Mozart çewa bê heval û hogir be! Lê divê ku ev jî di bîra me da be ku fîlm bi çavê Antonio Salieriyîyî li Mozart dinêre.
Kovid-19 Kir ku Xanîyên Me Bibin Dik û Perdeyên Sînemayê
Şano dibe hêcet bo kişanda fîlmê Amadeusê ji ber wê jî min gelek meraq dikir ku gelo ez ê çewa şanoya Amadeusê karibim temaşe bikim. Lê diyar e ku em di dem û dewraneke wiha da derbas dibin ku şano ji nava National Teatre (Şanoya Netewî ya Îngilistanê) rabû hat heta mala min û li ser Youtubê min bala xwe dayê. Derhênerê şanoyê Michael Longhurst e, serlîstikvanê wê jî Adam Gillen û Lucian Msamati ne, lîstik di sala 2018an da hatiye ser dike lê bi xêra Kovid-19yê, îsal min sêr kir. Lê li ba dilê min, fîlm ji gelek aliyan ve bêhtir di hiş û mejiyê min da ma. Li vir divê meriv heqê şanoyê jî bidê ku şano encex meriv li ser dikê bibîne, wê demê dibe şano. Ne ku meriv li ser Youtubeê bibîne û bibêje bi qasî fîlm nexweşbû. Ez bixwe jî xwe ji temaşekirina şanoyê dûr nahêlim. Îja bi taybet fîlm li ser min bandoreke gelekî mezin hêşt. Him di şanoyê da him jî di fîlm da ku her du jî ji destên Peter Shaffer derketine çîrokeke serkeftinê nîne çîroka; xwedêdayîn û xwedêjêstendinê ye.
Xêrnexwazê Mozart Dest bi Çîrokê Dike
Kêliya pêşî ya fîlmê bi dengekî bilind yê orkestrayê, Semfoniya 25em lê dixe û paşê ji qirikeke kelegirî, nalînên bexşandinê tê bihîstin û Salieriyî kêrê li gewriyê dixe. Ev sekans heta mala dînan (timarxanê) dajo. Jê û pê ve çîrokê em ji devê Salieriyî dibihîzin, bi çavên Salieriyî em li Mozart dinêrin. Honandina çîroka fîlm bi paşvegerkan tê kirin, dem bi dem temaşevan li nav serpêhatiyên karakteran digere. Salieriyî gava muzîka Mozartî guhdar dike, dikeve nav haletên çewa, çima vê muzîkê wekî “dengê xwedayî” dibîne û li ber vê qabiliyeta “xwedêdayî” him şaş û metel dimîne him jî xweziya xwe pê tîne, di ser da jî dibe heyranê wê muzîkê. Jiyana Mozart meriv ji devê wî bihîstiba, wê demê honakeke din me yê bidîtana. Kes nabêje: “Mozart hat dinê, mezin bû, dengveda û mir.” Belê, Mozart di temenekî ciwan da dimire lê ji vê bêhtir tiştên ku Wolfgang Amadeus Mozart dike kesayeteke seyr, mirina wî an jî kuştina wî ye. Li aliyekî vê handîkapê Salieriyîyê gunehkar û hesûd heye. Dijber, reqîb û xêrnexwazê Mozart, jiyana wî ji me ra dike hîkayet.
Salieriyî bi hemû dilsoziya xwe lawe û diayan dike da ku rêyên girtî yên li pêşiya muzîka wî vebin, ji ber ku bavê wî li pêşiya xewn û xeyala muzîka wî asteng e, mirina bavê xwe weke muciziyeke ji bal Xwedê rave dike. Temaşevan li vir dikare çavekî li xwe vegerîne û mihasebeya xwe ji bo xwestek û berdêla wan xwestekan bike. Nifir an jî dia yên di dilê mirov da kengî, çewa yan li ku derê dê bibin rastiyên jiyanê? Ne dûr ne nêz, ev bi qasî raz û sira herî kûr ya mirovî ye. Meriv hewl bide bibêje yan rave bike dîsa wê negihîje veguhezî yan neqleke bê şaşî û kêmasî çimkî rêya nav dil û ziman gelekî dirêj e.
Xurufandina Salieriyî
Gava Sermetran tê Viyenayê, Mozartê di bin himaya xwe da jî tîne ku li hafa wî muzîka xwe pêşkeş bike. Wê demê cara yekem bi awayekî zindî Salierî, guh dide Mozart û pir ji muzîkê hez dike. Ev hevdîtin di nav fîlm dibe rasthatina Salierî û Mozartî. Bu guhdariya serenadê hiş û aqil ji serê Antonio Salieriyîyî diçe ku êdî li bal wî ev dibe muzîkeke bêhemta. Karakterê sist û lawaz yê Mozart û mûzîka Mozart datîne ber hev matmayî dimîne. Dike nake ji nava vê nakokiya xwe dernakeve. Salieriyî ji bo ku bigihîje dengê Xwedê, rîtma hebûnê, tempoya kosmosê xwe hûr û mûr dike, soz û peymanên mezin dide xwe lêbelê êdî fam dike û careke din şaş û metel dimîne ku ev qudret û şiyan di kesayeta xortekî şûm î serserî da aşîkar bûye. Li ser van fikr û ramanan Salieriyî dev ji baweriya xwe ango dev ji dîn û îman berdide… Tenê bi vê jî namîne û kûrtir diçe, lewra hemû dia û laweyên ku kirine li ber çavên wî nehatine qebûlkirin. Xwedê terka wî kiriye, êdî ji Salieriyî hez nake; dengê xwe, mûzîka xwe daye Mozart. Salieriyî di nav hest û hîsên kelogirî da berê tîrên xezaba xwe dide Xweda ango dengê wî Mozartî. Çimkî hesed û hesûdî êdî kontrolê ji destê Salieriyî derxistiye. Ya trajîk ew e ku serê pêşî Salierî xweziya xwe bi Mozartî tîne lê paşê ev hîs têra wî nake, çiqas diçe Salieriyî bi hest û hîsên xwe, bi hebûn û nebûna xwe hema bêje bi her tiştên xwe dixwaze ku ji serî heta binî bibe Mozart, bibe hiş û mêjiyekî wiha ku hemû deng û rengên Xwedayî bi muzîka xwe bide stirandin. Ew muzîkê weke muzîka Mozartî nabîne wekî wehiya Xwedê dibîne.
Wekî kesekî maqûl û ji bo civakê bi feyde, li gor asta xwe behremend û li nav derdora xwe zana tê hesibandin. Ango alimê dewra û hunermendê dema xwe ye. Kesekî wisa çewa dixurife? Wekî har û dînan li pey mal û milkên dinyayê neçûye, xwe ji heramiyê dûr kiriye û li dû nefsa xwe neçûye. Lê gava mesele dibe muzîka herî xweş ya Îlahî Salieriyî dixurife. Wekî Şêxê Sen’an ku hatiye 70 û 80 saliya xwe, li pey jî gelek murîd û zahid hene, di rêya hecê da, dil dikeve keça keşeyê ermenî. Lê ji bo Şêxê Sen’an du fikrên cuda hene yek jê dibêje; ew nûra Xwedê dîtiye di rûyê wê keçikê da, yek jî dibêje ew xurufiye û ji dîn derketiye.² Li pey Salieriyî ev hurdu gotin dimînin jixwe; xurifî û mozart kuşt, ya din jî tê gotin ku tenê xweziya xwe bi Mozartî dianî.
Tiştên ne di destên mirov da hene ku ji ber xwe ve meriv xweziya xwe bi tiştan tîne lê gava ev di nav hunermendan da çêdibê û şida wê zêde be navê “Kompleksa Salieriyî” lê dikin. Ji xwezîpêanînê zêdetir êdî dibe çavnebarî. Çîrokên wiha di nav edebiyatê de pir in lê nav li ser Antonio Salieriyî maye.
Ji Heft Gunehên Mirinê yên Mezin; Hesûdî
Ev çîrokeke ji çanda Ewropayê ye û li gor xêr û gunehên Mesîhîyê ji heft gunehên mezin e, bi latînî Invidia (hesûdî), ev gunehkariya Salieriyî ye. Mozart bi quretiya xwe û Salieriyî dîsa bi xwestina navdarbûnê, bi latînî Superbia (quretî) dikin. Lê wekî ku tê dîtin fîlm li ser gunehê hesûdiyê hatiye avakirin. Heft Gunehên Mirinê yên Mezin ji bo dînê Mesîh di cihekî pir muhîm da ye. Lewra yên ku van gunehan bike her gav rêya kuştin û mirinê li pêşiya wan e.Di roportajeke xwe da Milos Forman hesûdiya nava fîlm bi hesûdiya Habîl û Qabîl ve jî girêdide. Ji çîrokên hatine serê mirovan meriv kare ji xwe re îbretan derxe, dersan jê derxe yan jî weke xebroşkekê guhdar bike. Piştî ku her tişt hat ber çavan êdî em û ûjdanê xwe ne.
Careke din meriv dikare ji bo fînala fîlmî, cudahiyekê têxe navbera fîlm û şanoyê çimkî jehrîkirin her çiqas di fîlm da bi gotin hebe jî bi deng û dîmen nayê piştrastkirin ango meriv vê eşkere nabîne. Lê di şanoyê da kujerê Mozart li xwe mikur tê, heta vê poşmaniya xwe bi hest û hezeyanên giran vedibêje. Sedema wê jî tevî şik û şibhê ku hene rasterast Xwedê sûcdar dike. Salieriyî qesta Xwedê dike û dibêje: “Nehişt ku yekî ji rêzê hişmet û şiyana wî pê ra bimîne, ji lewra tiştekî ji canê xwe tune kir. Wî Mozart kuşt.”
Çavkanî:
¹ Ayhan Geverî, Li Dor Behsa Patronajê Mem Û Zîna Ehmedê Xanî, Mukaddime, Sayı 3, 2010
² Rojen Barnas, Şêxê Sen’anî û Formulasyona Feqiyê Teyran, Nûbihar, Jimar: 125, Sal: 2013