DANEZAN
Jimara pêncan a eKovara Temaşeyê hate weşandin. eKovara Temaşeyê her demsal tê weşandin. Kovar ji serî heta binî li ser înternetê bi awayekî PDF tê belavkirin.
eKovar ne tenê li ser sînemaya kurdî di heman demê de li ser sînemaya navneteweyî jî dixebitê. Armanceke ekovarê jî bi nêrînên gerdunî bipêşdebirina sînemaya kurdî ye.
Di vê hejmarê da jî me mijarên xwe guherand û mijarên nû li naveroka xwe zêde kir. Hevpeyivîna me ya vê carê bi sînemagera hêje Soleen Yusef ra ye ku li ser jiyana wê, fîlma wê ya mala bêbanî, şîrove û projeyên wê yên pêşerojê bû mijar.
Nivîsa pêşîn ya Benazîr Ozmenê ye ku li ser kitêba Devletsiz Bir Ulusun Sineması ya Soner Sertî û Gemideki Hayalet ya Sebahattin Şenî kirîye. Berawirdinek têr tije di navbeyna herdû kitêban kirîye. Bîlal Korkutî jî di vê nîvîsa xwe da bala xwe daye nêrîneke femînîst ya fîlmê Hiner Selîmî yê bi navê Welatê Min ê Tehl û Şêrîn. Nurullah Akcanî bi serenavê Henaseyek Nû: Sînema li Rojavayê Kurdistanê nivîsek li ser meseleyê nivisî. Rojen Hêvî bi serenavê Sînema û Mîtolojîyê eleqeya avabûna senaryoyê û çîroka mîtosan şîrove kirîye. Mela Mihyedîn li ser rêzefîlmê Modern Loveê şîroveyek kurt û kurmancî kirîye. Omer Bextîyarî fîlma derhênerî mezin Theodoros Angelopoulosî Bêdawîtî û Rojek analîzên xwe ji bo hezkirîyên sînemaya wî nivisîye. Burcu Roza Allahverdi Di vê nivîsa xwe da jî li ser sînemaya Tarkoskyî bi serenavê Awirvedanek li Sînemaya Tarkovskyî mûkir bûye. Rûmet Medî li ser François Truffautî û Mehmûd Beytoyî jî weka hertim li ser xêzefîlmekî nivîsên xwe nivîsîne.
Mijarên me yên vê hejmarê jî curbecur in. Berhemên hunera heftemîn me bi nivîsên nivîskarên hêja vê hejmara derengmayî anî ber we. Hêvî û ûmîda me ye ku hûn jê sûd bigirin.
Di ekovarê de ji pêşniyaza filman heta ferhenga sînemayê beşên curbicûr cih digirin.
Ji bo hejmara pêncan a kovarê hûn dikarin li vir bitikînin:
JI EDÎTORYAYE
Koma Temaşeyê bi hejmareke nû li ber hezkirîyên sînemayê ye. Hêvîya me, hertim sax û silametîya welatê me û xwînerên me ye. Ji bo derengmayîna vê hejmara me em lêborîna xwe ji xwînerên xwe yên li benda me ne dixwazin. Daxwaza me ew e ku naveroka me ya derengmayî li gorî dilê we be.
Sînemaya ku di ti demekê da nedisekinî di vê pêvajoya koronayê da kêşanên xwe sekinandin. Dema ev pêvajo qedîya û piştî demeke dirêj êdî salonên sînemayê vebûn. Fîlmên ji ber nexweşînê hatibûn taloqkirin, kêşana xwe qedandin û ketin vîzyonê. Fîlmên nû, materyalên nû, rê û rêgezên nû yên post-koronayê jî hêdî hêdî dertên. Em ê di salên bê da guherînên mezin û bi van guherînan jî rêbazên nû yên sînemayê bibînin. Hêsanbûna kêşana fîlman, lawazbûna sînemaya Hollywoodê û sînemayên dewletên mezin yê dinyayê dê bibe sedemê guherînan di cîhana sînemayê da.
Di vê hejmarê da jî me mijarên xwe guherand û mijarên nû li naveroka xwe zêde kir. Hevpeyivîna me ya vê carê bi sînemagera hêje Soleen Yusef ra ye ku li ser jiyana wê, fîlma wê ya mala bêbanî, şîrove û projeyên wê yên pêşerojê bû mijar.
Nivîsa pêşîn ya Benazîr Ozmenê ye ku li ser kitêba Devletsiz Bir Ulusun Sineması ya Soner Sertî û Gemideki Hayalet ya Sebahattin Şenî kirîye. Berawirdinek têr tije di navbeyna herdû kitêban kirîye. Bîlal Korkutî jî di vê nîvîsa xwe da bala xwe daye nêrîneke femînîst ya fîlmê Hiner Selîmî yê bi navê Welatê Min ê Tehl û Şêrîn. Nurullah Akcanî bi serenavê Henaseyek Nû: Sînema li Rojavayê Kurdistanê nivîsek li ser meseleyê nivisî. Rojen Hêvî bi serenavê Sînema û Mîtolojîyê eleqeya avabûna senaryoyê û çîroka mîtosan şîrove kirîye. Mela Mihyedîn li ser rêzefîlmê Modern Loveê şîroveyek kurt û kurmancî kirîye. Omer Bextîyarî fîlma derhênerî mezin Theodoros Angelopoulosî Bêdawîtî û Rojek analîzên xwe ji bo hezkirîyên sînemaya wî nivisîye. Burcu Roza Allahverdi Di vê nivîsa xwe da jî li ser sînemaya Tarkoskyî bi serenavê Awirvedanek li Sînemaya Tarkovskyî mûkir bûye. Rûmet Medî li ser François Truffautî û Mehmûd Beytoyî jî weka hertim li ser xêzefîlmekî nivîsên xwe nivîsîne.
Di zazakî da nîvîsa me ya pêşîn bi nivîskarê me yê hêja Mutlu Canî bi serenavê Têkîlîya Pîy û Lajan Sînema de: Hîrê Fîlmê Nimûneyî dest pê dike. Ramînazad jî li ser rêzêfîlmê bi nav deng û deng analîzek xweş û baş kirîye. Pinar Yildiz jî vê carê têkîlaya sînema û edebîyatê kirîya mijara nivîsa xwe.
Di soranî da vê carê mijar derhênê hêja Satyajit Ray e. Derhên bi vegotina Taha Kerîmî ye hatîye şîrovekirin. Abhijit Sen tesîra oryantazlîzmê li ser Satyajit Ray nivîsîye û Çêner Bederî jî ji îngîlîzî wergara wê kirîye. Nivîsa dawî ji Mihemed Erîqat bi wergera Reşîd Mehmûd bi serenavê Em Hemî di Fîlmên Satyajit Ray da Xerîb in, li ber me ye
Mijarên me yên vê hejmarê jî curbecur in. Berhemên hunera heftemîn me bi nivîsên nivîskarên hêja vê hejmara derengmayî anî ber we. Hêvî û ûmîda me ye ku hûn jê sûd bigirin.