DANEZAN
Kovara Temaşeyê li ser malpera xwe ya fermî hate weşandin. Kovar ji serî heta binî li ser înternetê ye, bi awayekî PDF tê daxistin.
Bi hejmara 4an Temaşe sala xwe diqedîne û bi vê jî şanaz û serbilind e. Temaşe bo yeksaliya xwe sûprîzek bi xwe ra tîne. Sûprîza me dosyayek e, li ser Festîvala Fîlmên Kurdî ya Global bi edîtorîya Fatoş Stêrk û Armanc Dayan weka fasîkûl hatîye amadekirin. Sînemahez karin bi hejmara çaran ra wê jî daxin.
Armanca mezin a kovarê ew e ku pêşî famkirin û rexneya sînemaya cîhanê paşê jî sînemaya kurdî, sermiyana kurd û kurdewariyê; ax, ziman û çanda kurdan bi nêrîn û rexneyan derxin ber sînemahezan.
Ji destpêka sînemayê heta sînemaya ewil ya Amerîkayê, sînemaya Hollywoodê, rêbazên sînemayê, sînemayên netewî û her wekî din sînemaya serbixwe û ya aktuel jî tê de cîh digire. Bi van sernavan Kovara Temaşeyê dikeve bin barekî mezin î giran û bi saya serê sînemahezan ev bar wê gelekî sivik û şêrîn bibe.
Ji bo destpêkê hejmara çaran bi mijarên curbecur yên nû ve tije ye. Kodên Sînemaya Kurdî, veganîzm û jinên di fîlmên Yilmaz Güney bi awayeke xweş tê da bi cih kirîye.
Ji aliyê din ve derhênerên mezin Andrej Wajda, Yilmaz Güney, Tony Gatlîf, Ingmar Bergman û Proustî bi fîlm û mijarên xwe hatine nivisandin.
Derhênerê kurd yê navdar Kazim Ozî roportajeke têr û tije daye kovarê û him fîlmê xwe him jî rewşa sînemayê diaxive.
Ji bilî van dîroka sînemaya dinyayê û ya kurdî û hin term û mijarên li ser sînemaya kurdî tê da cih digirin.
Rêzefîlma Vîkîng bi mijar û dîroka xwe ve hatine lêkolan. Herweha xêzefîlma navdar ya bi navê Rick û Morty ji aliyê felsefeya xwe ve hatiye nirxandin.
Ji bo fîlm amûra sereke kamera jî bi tevger û hereketên sereke hatiye nasandin.
Kovara Temaşeyê fîlmên ro û rojeva me jî daye nasandin û bi navê termên sînemayê ferhengokek amade kiriye. Her hejmar peyvên nû lê zêde dibin.
Kovara Temaşeyê bi sermiyaniya kurdî û kurdewarî berê xwe daye sînemaya cîhanê û ji wir dîsa vedigere mala kurdan û sînemaya kurdî dide temaşekirin.

NIVÎSA EDÎTORYAYÊ YA KOVARÊ
Em dîsa bi hejmareke têr û tije li gel we sînemahezên delal in. Bi hêvîya başî, xweşî û tendurîstîyê. Bi vaksîna koronayê û tesîra meha havînê, jiyan hêdî hêdî weke berê dibe. Helbet bendewrîya herî mezin vekirina salonên sînemayê ne ji bo me. Festîval jî êdî weke berê tên çêkirin û qada festîvalan jî geş dibe. Rihê sînemayê bi salonan û bi festîvalan dîsa dê têkeve dile me û çiraya sînemayê bi me geş bike.
Suprîzeka me ya bo borîna salekê ya Temaşeyê heye. Her kesê ku ji sînemaya kurdî û festîvalên wê haydar e, zane ku Festîvala Fîlmên Kurdî ya Global festîvaleke xarîqulade, vê salê ji bo sînemahezan li dar xist. Me jî bi alîkarîya sînemager û kesên xwedî eleqeyê bi sînemaya kurdî re fasîkûlek li ser festîvalê, bi edîtorîya Armanc Dayan û Fatoş Yildiz pêk anî. Bi Temaşeyê hûn karin wê jî bixwînin.
Nivîsên me yên kurmancî ji mijarên cuda û balkêş pêk tên. Me bi birêz Kazim Ozî ra li ser sînemaya wî û bi gelemperî li ser sînemaya kurdî hevpeyivînek kurt û kurmancî çêkir. Rojda Ezgî Oralê nivîsên me yên zîncîre yê li ser dîroka sînemaya dinyayê didomîne. Nurullah Akcanî bi navê “Sînemaya Sêyem û Kodên Sînemaya Kurdî” li ser sînemayên nû wek sînemaya kurdî nivîsî. Mehmûd Beytoyî nivîsên xwe yê zîncîre yên li ser dîroka sînemaya kurdî dewam kir, vê hejmarê jî li ser Klamek ji bo Beko nivisî. Nivîsa wî ya din li ser xêzefîlma Rick û Morty ye û felsefeya bingehîn ya xêzefîlmê şîrove kirîye. Burcu Roza Allahverdî bi analîzeke balkêş li ser demê di fîlmên Bergman û Proustî de lêkola. Rûmet Medî derhênerê mezin Andrej Wajda kirîye mijara xwe. Pinar Yildiz vê carê bi nivîseke kurmancî li ser derhênerîya Aram Dîldar hûr bûye. Fatoş Yildiz nivîsên xwe yên zîncîre didomîne û vê hejmarê jî Realîzma Nû ya Îtalyanî kirîye babet. Özal Sürmeli vê hajmarê jî li ser rêzefîlma Vîkîngê nivisand. Ferat Kevirî û Jaro jî nivîsên xwe yên zîncîre dewam kirin û mijarên Temaşeyê geş kirin. Em spasdarê Eyyûb Serdar Fîdancîyî ne ku di aliyê wergerê da alîkarî da me.
Nivîsên zazakî jî curbecur in. Hêja Mutlu Canî nivîsa xwe ya vê hejmarê, li ser derhênerê mezin Tony Gatlif nivisî. Elîda Zerrî, fîlm û belgefîlmên veganîzmê bi serenavê “Pêlê Vaganîzmî Sînema de” şîrove kir. Welat Ramînazadî bi analîzeke balkêş nêrînên xwe li ser fîlma Dovlatov anî ziman.
Nîvîskarên me yên soranînûs xwediyê sê nivîsan e ku du heb ji wan li ser Yılmaz Güney’in û nivîsek jî bi destê Jiyar Homer ji Spanyolî hatiye wergerkirin ku diyalogên balkêş yên Gabriel García Márquez û Akira Kurosawa ne. Besîr Elaqebend li ser stêrkên Yılmaz Güney kûr bûye, Karzan Kardozî jî bi giştî li ser karakterên jin yên Yılmaz Güney rawestiyaye.

NIVÎSA EDÎTORYAYÊ YA DOSYAYÊ
Silav xwînerên ezîz,
Ji bo mirov ya xwe bibêje rêya herî maqul û bi hêz bêguman huner e. Hinek caran mirov hezar gotinan dike ji bo derbibire lê çênabe, wê çaxê xwe davêjî bextê hunerê ji bo ya dilê xwe bi alikariya wê bibêjî.
Bo mînak carinan bi firçeya xwe, carina bi çêkirina peykerekê û hwd. Hunera heftemîn sînema, dinyayeke efsûnî ye û di nava xwe da hemû rengan dihewîne û bûye rêyeke gelekî xurt bo derbirîna wan rengên di wê dinyayê da hene. Herweha sînema, rêyên qet heya kesî jê tune peyda dike û berê me dide wan rêyan. Rêyên me û rêyên çandên din di festîvalên fîlman da rastî hevdu tên. Ev festîval mîna pirekê ne û me digihîne hevdu.
Dîroka sînemayê bi van festîvalan ra hê jî berdewam dike. Festîvala yekemîn di sala 1932an de li Îtalyayê li bajarê Venedîkê hatiye li dar xistin. fîlmên ku wê dexma xwe li tarîxa sînemayê bixin jî di festîvalên wilo da diyar dibin. Her wiha festîvalên ji van çand û kultirên ji hev cuda re qadekê divekin û ji wan re ev qad dibe bazar. Ev festîval her wiha xwedî vîzyonekî ye jî.
Vîzyona van festîvalan ev e: dixwazin di nava vê bazarê da di quncikekê da ji xwe ra dezgeyekê deyinin. Ji bo xelkên ku dixwazin tiştên çandî biafirînin (em jî tê da) derfeteke baş e bêguman. Her çend me di warê vegotinê da ji xwe ra tarzek çênekiribe jî ji bo sînemayê dibêjin- em ji hêza çîrokên xwe yên neteweyî bawer dikin, weha em ji xwe ra kulturekî ava dikin. Lewma Festîvala Fîlmên Kurdî ya Global rê dide du alternetîfan; yek rê dide ku em ya civakê vebêjin û ji wan qut nebin, ya duyan jî dixwazî bira navê wê li dîroka cîhanê derbas bibe yan jî nebe ferq nake, bo hilberîneke kulturî dibe pir û me derbasî aliyê din yê deryayê/yan dike.
Wekî festîvalên din festîvala ku LKFFê koordîne kirî jî bi awayekî online hat lidarxistin û fîlm online hatin nîşandan. Helbet ev ji ber nexweşîya Covid-19ê bû. Em hêvî dikin hûn hemû sax û silamet bin ji ber ku nexweşiya koronavirusê, jîyana me tevan serobino kir û rê li ber gelek tiştan girt ku sînema jî mîna hemû şaxên din yên hunerê, ket nava heman rewşê.
Ev dosya li ser Festîvala Fîlmên Kurdî ya Global hat amadekirin. Girîngiyeke mezin ya vê festîvalê heye: Hem asta festîvalên kurdî bilind kir hem jî bû nimûneyeke baş bo festîvalên paşerojê ku wê werin pêşkeşkirin. Kedkarên festîvalê bi deh hevkarên xwe ve li panzdeh bajaran xebitîn û kedeke bêhempa dan da ku karekî rêk û pêk û profesyonel pêk bînin. Ji ber ku fîlm online hatine nîşandan, her kesek li ku derê cîhanê dibe bila bibe dikaribû fîlm temaşe bikira. Vê festîvalê rêyên cuda li ber kurdan vekir û dîjîtalîzasyon hate astek bilind. Her weha ev festîval bû sedema sosyalîzasyonekê di navbera derhêner, çêker û lîstikvanan da.
Rêveberiya festîvalê pirsên xwe ji sînemageran re pirsî û ew jî bersivandin her wiha di dawîya vê festîvalê da xelatên cûrbicûr bo qadên ji hev cihê hatin dayîn. Ji xeynî van temaşevanan rexneyên xwe kirin û gelek sînemahezan bi bernameyên li ser medyaya civakî dihatine çêkirin jî şîroveyên xwe kirin.
Koordînatorê festîvalê Ferhan Stêrkî di roportaja xwe ya li gel me kiribû da çend îstatîstîk bi me ra parve kir. Nêzîkê sed hezar kesî festîval şopandîye û van kesan yekî/ê herî kêm fîlmek temaşe kirîye. Ji van şopîneran sêzdeh hezar kesê wê bûne endamê platforma festîvalê. Temenê şopîneran di navbera 20î û 45î da bûye û van fîlmên ku hatine nîşandan li welatên ji derveyî Kurdîstanê hatine temaşekirin. Di festîvalê da 50 fîlmên klasîk û 70 jî yên nû wekî fiction û documentary hebûn û platform 12 rojan vekirî ma.
Me wek edîtorên vê dosyayê li gel 132 kesan têkilî danî lê gelekî wan; akademîsyen, xwendekarên sînemayê, ronakbîr û nivîskar bûn, yan festîval qet ne şopandibûn yan jî li ser festîvalê fikrek wan tune bû, ji ber wê bersivên neyînî dane me.
Me li gel 5 sînemageran hevpeyvîn çêkir. Ev kes; lîstikvan, derhêner, çêker, pevbestîner û koordînatorê festîvalê bûn. Heft nivîskarên sînemayê li ser fîlman ku vê festîvalê de hatîye nîşandan, nivîs nivîsandin. 14 kesan ku ew ronakbîr, nivîskar, akademîsyen, rojnamevan, sînemahez û sînemager in nirxên xwe yên li ser vê festîvalê anîn zimên. Herweha pênç hevkar û yek jî ji lijneya vê festîvalê jî nêrînên xwe anîn zimên. Ji xeynî van me ji şeş kesan ra pirsên xwe şandin û wan jî pirsên me bersivandin.
Di pêvajoya amadekirina vê hejmarê da alikariya gelek kesan gêhişte me û van hevalan barê me li me sivik kirin. Ji ber wê em spasiya Bîlal Korkut, Serhed Serhedî, Bîlal Yildiz, Mekî Agdal, Yûsif Hêşetî, Rojîn Aslan Vesek û Tûbanûr Dumanli dikin. Mala wan ava be…
Hêvî dikim hûn tamekê ji xwendina wê bigirin, xêr û xweşî her para we be..
Edîtorên Dosyayê
Fatoş Stêrk • Armanc Dayan