Kovara Temaşe
  • Destpêk
  • Nivîsxane
  • Blog
  • SîneNûçe
  • Podcast
  • Derbarê Me
  • Kunye
Facebook Twitter Instagram
Pêşderketî
  • Hevpeyivîn bi Emîr Xulamî ra – Armanc Dayan
  • Nûnerekî Serkeftî yê Sînemaya Helbestkî: Béla Tarr – Rûmet Med
  • Mr. Smith Goes to Washington, Têkilîya Sîyasetê û Sermayeyê – Mela Mihyedîn
  • William Turner, Mike Leigh û Fîlmê Mr. Turner – Hesen Chalak
  • LI GORÎ DAHÛRANA SEMÎYOLOJIYÊ YA CHRISTIAN METZ, DI KURTEFÎLMÊ AZAD DE MEKAN – Murad Bedirxan Sadak
  • DEH FERMANÊN XWEDÊ Û DEKALOGÊN KİESLOWSKİ – Miradê Miradan
  • Hewrikên di tûrikê Jonas Mekas de… – Ardîn Dîren
  • Ji bo Pêşketina Sînemaya Kurdî Çend Peywirên Rojane-Ozkan Kûçûk
Facebook Twitter LinkedIn Pinterest RSS
Kovara Temaşe
Leaderboard Ad
  • Destpêk
  • Nivîsxane
  • Blog
  • SîneNûçe
  • Podcast
  • Derbarê Me
  • Kunye
Kovara Temaşe
Tur li vir î:Destpêk»Hemû Hejmar»Jimar 3»Kovara Temaşe – 3

Kovara Temaşe – 3

0
Ji aliyê revebir Di Adar 3, 2021 Jimar 3, Nûçê
Pervekirin
Facebook Twitter LinkedIn Pinterest Epeyam

DANEZAN

Jimara sêyem a eKovara Temaşeyê hate weşandin. eKovara Temaşeyê her demsal tê weşandin. Kovar ji serî heta binî li ser înternetê bi awayekî PDF tê belavkirin.

eKovar ne tenê li ser sînemaya kurdî di heman demê de li ser sînemaya navneteweyî jî dixebitê. Armanceke ekovarê jî bi nêrînên gerdunî bipêşdebirina sînemaya kurdî ye.

Di ekovarê de ji pêşniyaza filman heta ferhenga sînemayê beşên curbicûr cih digirin.


NIVÎSA EDÎTORYAYÊ

Silav sînemahezên delal. Bi hêvîya xweşî û tendurîstîya we. Herkes dizane ku şewba Koronayê metirsîyek mezin e ji bo me û divê meriv li tenduristîya xwe miqate be. Korona bandnorê li tevahîya cîhanê û cîhana sînemayê jî kir. Herçiqas leza sînemaya dinyayê bi taybetî leza sînemaya Kurdî hêdî kiribe jî hunera heftemîn li ber kerasetan ji xwe ra rêyên nû dîtîye û xwe berdewam kirîye, niha jî dike. Me jî lez û heza sînemayê di hejmara xwe ya sêyem da heta ji destên me hat, kom kir û li hev anî.

Temaşe dîsa bi mijarên curbecur û nivîskarên giranbiha, bi behsa sînemaya Kurdî û ya dinyayê li ber destên we ezîzan e. Li dor û bera Kovara Temaşeyê gelek hewil û xîretên mezin yên nedîtî hene ku em spasiya wan dikin. Bi nav jî ji bo Kerem Arî û Awad Pûrî spasiyên tînin ziman. Bi vê hejmarê me li ser zimanê sînemaya Kurdî, pirsgirêkên wê bi nivîs û serenavên “Di Sînemaya Kurdî da Ziman” û “Li Ser Bicîhanîbuyîna Sînemaya Kurdî” mukir bû.  Sînemaya ku xwe nikare ji wêjeyê dûr bike jî mijarek balkêş bi serenavê “Li Ber Têgeha Temsîlê, Pirtûkek û Fîlmek” jî yek ji mijarên me ye. Herweha derhêner Bîlal Korkutî jî li ser temsîlîyeta paytextê çandî yê welatê me Merdînê, bi serenavê “Di Sînemaya Tirkî da Temsîlîyeta Merdînê” nivîsek têr û tije nivîsî. Di analîzan da jî nivîsên nivîskarên hêja Arjen Arjen, Rojîn A_W, Özal Sürmeli û Mehmûd Beyto bi mijarên xwe yên cuda li ber destên we ne. Fatoş Yildizî bi “Rêbazên sînemayê 1” û Ferat Kevirî jî “Teknîkên Çêkirina Fîlman 1” bi nivîsên xwe yên rêzî dê bi me ra bin. Jaro wek herdem bi “Fîlmên Temaşeyê” û Mela Mihyedîn jî “Li Ser Geşt û Seyranê Çend Fîlm” gencîneya me ya fîlman tije dikin.

Ev hejmara Temaşeyê du hevpeyivînan dihewîne. Hevpeyivîna li gel akademîsyen û derhêner Yilmaz Ozdîlî bi berfirehî hatiye kirin ku gelek pirs û bersivên balkêş yên li ser sînemaya wî, ya kurdî û ya dinyayê tê de hene.. Hevpeyivîna Kulîlk Elîkakeyî bi lîstikvanê hêja Şêrvan Hacî ra jî di kovarê da cihekî girîng digire.

Nivîsên zazakî yên hêja Mutlu Can, Pinar Yildiz û Welat Ramînazad di derbarê derhênerên mezin Paolo Pasolonî, Ingmar Bergmanî û Îraj Mohammedî Razînî da ne.

Nivîsên me yên soranî jî ji farisî û înglîzî werger in. Nivîsa Babak Karimî û Saîdê Tahirî bi wergera Awat Pourî, nivîsa Peter Bradshawî bi wergera Hejar Osmanî û nivîsa Ivone Marguliesî jî bi wegera Şînyar Omerî li ber xwînerên Temaşeyê ne.

 

Pervekirin. Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Epeyam
revebir
  • Website

Nivîsên Dişibin

Temaşe 7 Derket

Hevpeyivîn li gel Derhêner Yilmaz Ozdîl

Hevpeyivîn bi Şêrvan Hacî ra

Şiroveyekê Bike Cancel Reply

Nivîsxane
Gulan 26, 2023

Hevpeyivîn bi Emîr Xulamî ra – Armanc Dayan

Gulan 26, 2023

Nûnerekî Serkeftî yê Sînemaya Helbestkî: Béla Tarr – Rûmet Med

Gulan 26, 2023

Mr. Smith Goes to Washington, Têkilîya Sîyasetê û Sermayeyê – Mela Mihyedîn

Gulan 26, 2023

William Turner, Mike Leigh û Fîlmê Mr. Turner – Hesen Chalak

Gulan 26, 2023

LI GORÎ DAHÛRANA SEMÎYOLOJIYÊ YA CHRISTIAN METZ, DI KURTEFÎLMÊ AZAD DE MEKAN – Murad Bedirxan Sadak

Gulan 25, 2023

DEH FERMANÊN XWEDÊ Û DEKALOGÊN KİESLOWSKİ – Miradê Miradan

Gulan 25, 2023

Hewrikên di tûrikê Jonas Mekas de… – Ardîn Dîren

Gulan 12, 2023

Ji bo Pêşketina Sînemaya Kurdî Çend Peywirên Rojane-Ozkan Kûçûk

Gulan 12, 2023

Di Fîlmê Kick OFFê de Rizîna Îronî û Alegoriyê-Mihemed Şarman

Gulan 12, 2023

Bahoza Salên 90î-Ramazan Kaya

Copyright © 2023 ThemeSphere. Powered by WordPress.
  • Destpêk
  • Nivîsxane
  • Blog
  • SîneNûçe
  • Podcast
  • Derbarê Me
  • Kunye

Type above and press Enter to search. Press Esc to cancel.