Kovara Temaşe
  • Destpêk
  • Nivîsxane
  • Blog
  • SîneNûçe
  • Podcast
  • Derbarê Me
  • Kunye
Facebook Twitter Instagram
Pêşderketî
  • Hevpeyivîn bi Emîr Xulamî ra – Armanc Dayan
  • Nûnerekî Serkeftî yê Sînemaya Helbestkî: Béla Tarr – Rûmet Med
  • Mr. Smith Goes to Washington, Têkilîya Sîyasetê û Sermayeyê – Mela Mihyedîn
  • William Turner, Mike Leigh û Fîlmê Mr. Turner – Hesen Chalak
  • LI GORÎ DAHÛRANA SEMÎYOLOJIYÊ YA CHRISTIAN METZ, DI KURTEFÎLMÊ AZAD DE MEKAN – Murad Bedirxan Sadak
  • DEH FERMANÊN XWEDÊ Û DEKALOGÊN KİESLOWSKİ – Miradê Miradan
  • Hewrikên di tûrikê Jonas Mekas de… – Ardîn Dîren
  • Ji bo Pêşketina Sînemaya Kurdî Çend Peywirên Rojane-Ozkan Kûçûk
Facebook Twitter LinkedIn Pinterest RSS
Kovara Temaşe
Leaderboard Ad
  • Destpêk
  • Nivîsxane
  • Blog
  • SîneNûçe
  • Podcast
  • Derbarê Me
  • Kunye
Kovara Temaşe
Tur li vir î:Destpêk»Hemû Hejmar»Kovara Temaşa – 2

Kovara Temaşa – 2

0
Ji aliyê revebir Di Mijdar 2, 2020 Hemû Hejmar, Jimar 2, Nûçê
Pervekirin
Facebook Twitter LinkedIn Pinterest Epeyam

Kovara Temaşe 2 Dabarke»

DANEZAN

Jimara duyem a eKovara Temaşeyê hate weşandin. eKovara Temaşeyê her demsal tê weşandin. Kovar ji serî heta binî li ser înternetê bi awayekî PDF tê belavkirin.

eKovar ne tenê li ser sînemaya kurdî di heman demê de li ser sînemaya navneteweyî jî dixebitê. Armanceke ekovarê jî bi nêrînên gerdunî bipêşde birina sînemaya kurdî ye.

Di ekovarê de ji pêşniyaza filman heta ferhenga sînemayê beşên curbicûr cih digirin.


NIVÎSA EDÎTORYAYÊ YA JIMARA DUYEM

Silav sînemahezên delal. Bi hevîya xweşbûn û tendurîstîya we.

Dibêjin: “Payîz demsala xwendevan û nivîskaran e.” Gelo demsala sînemahez û sînemakaran kengî ye? Bi me, demsala me sal bi xwe ye. Sînema bêwelat û bêwext e; cih, dem, dewlet û sînor jê ra nîne. Me jî sînorên dem û cihan ji ser xwe rakir, bi nivîskarên ji her çar perçêyên Kurdistanê, bo sînemakar û sînemahezên bê wext û bê sînor ra rêyek vekir.

Pêvajoya Kovîd-19yê bandor li ser her derên jiyana mirovî kir. Her wisa bandorek mezin da ser sînemayê jî. Lê ji ber dîjîtalîzasyona sînemayê ya bi salan e ku berdewam dike, mirovan helbet ji sînemayê neqetand û heta bînerên wê zêdetir, nivîsên li ser wê geştir û xwendinên li ser wê pirtir bûn. Em jî bi navê Kovara Temaşeyê, ev yek hîs kir û me nivîs û mijarên xwe zêdetir kir. Her wisa di nav mijarên me yên curbicur da sînemaya dinê, Sînemaya Kurdî, analîzên fîlman bi kitekit, rêzefîlm, xêzefîlm û meseleyên din yê sînemayê di kovarê da cih girtin.

Li vir di serî da em spasiyên xwe ji hemû kurdên kurdîhez û hunerhez bikin ku bi xweşî û şahî li benda Kovara Temaşeyê ne. Herweha hevalên me yên ku ked û teb di ber da dan; Kerem Arî, Bayram Sezgin, Bariş Ozdemir û Remzi Şener spasiyên me bo wan gelek in.

Di rewşeke weha nedîtî û nebînayî da em balê dikşînin ser Festîvala Fîlmên Kurdî ya Berlînê û me sohbetek li gel Kuratora Bernameyê Leyla Toprak û Derhêna Hunerê Lea Drescher ra kir ku bi giştîi li ser festîval û sînameyê herweha diyasporaya kurdan û xebatên hunerî yên ku li ser kurd û Kurdistanê ne, babetên girîng yên roportaja me ne.

Li ser Yilmaz Guney du nivîs di vê hejmarê de hene; yek jê bi nivîskariya Fatoş Yildiz, di Sînemaya Yilmaz Guney û Jean-Luc Godard da Mijara Netewperweriyê û ya din jî bi nivîskariya Mehmud Beyto Sînemaya Kurdî II Yılmaz Guney e.

Kulîlk, rexneya pirtûka Soner Sertî bi sernavê Sînemaya Neteweke Bêdewlet nivisandiye ku demekê rexne li ser pirtûkê hatibûn kirin.

Welat Ramînazad bi du nivîsên xwe hatiye Temaşeyê; Kompleksa Parsekiya Hezê û Eleqeya Sînemaya Kurdî û ya din jî bi kirmanckî li ser fîlmê Pulp Fictionê bi sernavê Mudaxelekerîya Fîlmê Pulp Fıctıonî nivisandiye.

Amed Hesen li ser fîlma Milos Formanî Amadeusê, nirxandineke berfireh kiriye û Özal Sürmeli jî li ser rêzefîlma Black Mirrorê rexneya dîlemmaya teknolojiyê kiriye.

Mutlu Can bi nivîsa xwe ya li ser derhêner Çayan Demîrel di beşa kirmanckî da ye. Bi giştî ji soranî û kirmanckî her yek ji van sê nivîs gihaştine Kovara Temaşeyê. Ev şanazî ye û gihaştina xewnek ji xewnên Zimanê Kurdî ye.

Li hember hemû nexweşîyên jiyanê, bila ev bibe derîyek ji derîyên perdeya sînemayê ku yê herî li ber dilê we xweş e…


NAVEROKA JIMARA DUYEM

Hevpeyvîn derbarê 10.Festîvala Fîlmên Kurdî ya Berlînê
Temaşe

Sînemaya Kurdî II – Yilmaz Güney
Mehmud Beyto

Di Sînemaya Yilmaz Guney û Jean-Luc Godard Da Mijara Netewperwerîyê
Fatoş Yildiz

Derketina Sînemayê II
Dawid Jikevir

Sînemaya Neteweke Bêdewlet
Kulilk

Kompleksa Parsekîya Hezê û Eleqeya Sînemaya Kurdî
Welat Raminazad

Şikefta Eflatûn û Efsûna Ronahîyê
Adem Warnas

Di Fîlmê Dema Hespên Serxweş Da Têgehên Sereke
Dilazad Art

Endamên Cinekurdîyê Fîlma Zarê û Sînemaya Netewî Ya Kurdan Şîrove Dike
Amadekar: Armanc Gever

Li Dor û Bera Fîlmê Amadeusê Xwedêdayî û Xwedêjêstendî
Amed Hesen

Li Gel Black Mirror Tirs û Zewqên Teknolojîyê
Özal Sürmeli

Tenduristî û Sînema
Serhat Aktaş

Desu Noto Bîrnameya Mirinê
Mehmud Beyto

Fîlmên Temaşeyê
Jaro

Sînemakarê Rastîye: Çayan Demîrel
Mutlu Can

Kabûsê Domanîya Serranê Newayî; Hewno Bêreng
Pınar Yıldız

Mudaxelekerîya Fîlmê Pulp Fictionî
Welat Ramînazad

تێڕامان لە جیهان لە چاوی کوبریکەوە
Azad Azizyan      73

چەند سەرنجێک سەربارەت بە کورتەفیلمی“باری گران”
Bawer Maorofî  76

تێگەیشتن پێش تەماشەكردن! وانەیەك لە كتێبی (فیكری شاراوە: چەند نموونەیەك لە فیلمە سینەماییەكان)ەوە
Osamah Muhammed

Termên Sînemayê


KUNYEYA JIMARA DUYEM

Temaşe
e-Kovara Hunerî ya Sînemayê
Her Demsal Tê Weşandin
• Jimar 02 • 11/2020 •
•
Xwedî û Berpirs
Mehmud Beyto
Cîhan Ulus
•
Edîtorî
Mehmud Beyto
Cîhan Ulus
•
Serrastkirin
Amed Hesen(Kurmancî)
Mutlu Can(Kirmanckî)
Osman Omer Ali(Soranî)
•
Rûpelsazî
Ridwan Xelîl
ridwanxelil@gmail.com
•
Bergsazî
GrafîKURD
•
Nivîskar ji nivîsa xwe, xwendekar ji xwendina xwe berpirse! Dibe ku li ser nivîsan sererastkirin hatibin kirin.
Nivîsên kovarê li gor Komxebata Kurmanciyê ya Weqfa Mezopotamyayê hatine kontrolkirin.
•
www.kovaratemase.com
kovaratemase@gmail.com
https://linkedin.com/company/kovara-temaşe
https://www.instagram.com/kovaratemase
https://twitter.com/kovaratemase

Pervekirin. Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Epeyam
revebir
  • Website

Nivîsên Dişibin

Hevpeyivîn bi Emîr Xulamî ra – Armanc Dayan

Nûnerekî Serkeftî yê Sînemaya Helbestkî: Béla Tarr – Rûmet Med

Mr. Smith Goes to Washington, Têkilîya Sîyasetê û Sermayeyê – Mela Mihyedîn

Şiroveyekê Bike Cancel Reply

Nivîsxane
Gulan 26, 2023

Hevpeyivîn bi Emîr Xulamî ra – Armanc Dayan

Gulan 26, 2023

Nûnerekî Serkeftî yê Sînemaya Helbestkî: Béla Tarr – Rûmet Med

Gulan 26, 2023

Mr. Smith Goes to Washington, Têkilîya Sîyasetê û Sermayeyê – Mela Mihyedîn

Gulan 26, 2023

William Turner, Mike Leigh û Fîlmê Mr. Turner – Hesen Chalak

Gulan 26, 2023

LI GORÎ DAHÛRANA SEMÎYOLOJIYÊ YA CHRISTIAN METZ, DI KURTEFÎLMÊ AZAD DE MEKAN – Murad Bedirxan Sadak

Gulan 25, 2023

DEH FERMANÊN XWEDÊ Û DEKALOGÊN KİESLOWSKİ – Miradê Miradan

Gulan 25, 2023

Hewrikên di tûrikê Jonas Mekas de… – Ardîn Dîren

Gulan 12, 2023

Ji bo Pêşketina Sînemaya Kurdî Çend Peywirên Rojane-Ozkan Kûçûk

Gulan 12, 2023

Di Fîlmê Kick OFFê de Rizîna Îronî û Alegoriyê-Mihemed Şarman

Gulan 12, 2023

Bahoza Salên 90î-Ramazan Kaya

Copyright © 2023 ThemeSphere. Powered by WordPress.
  • Destpêk
  • Nivîsxane
  • Blog
  • SîneNûçe
  • Podcast
  • Derbarê Me
  • Kunye

Type above and press Enter to search. Press Esc to cancel.