Kovara Temaşe
  • Destpêk
  • Nivîsxane
  • Blog
  • SîneNûçe
  • Podcast
  • Derbarê Me
  • Kunye
Facebook Twitter Instagram
Pêşderketî
  • Hevpeyivîn bi Emîr Xulamî ra – Armanc Dayan
  • Nûnerekî Serkeftî yê Sînemaya Helbestkî: Béla Tarr – Rûmet Med
  • Mr. Smith Goes to Washington, Têkilîya Sîyasetê û Sermayeyê – Mela Mihyedîn
  • William Turner, Mike Leigh û Fîlmê Mr. Turner – Hesen Chalak
  • LI GORÎ DAHÛRANA SEMÎYOLOJIYÊ YA CHRISTIAN METZ, DI KURTEFÎLMÊ AZAD DE MEKAN – Murad Bedirxan Sadak
  • DEH FERMANÊN XWEDÊ Û DEKALOGÊN KİESLOWSKİ – Miradê Miradan
  • Hewrikên di tûrikê Jonas Mekas de… – Ardîn Dîren
  • Ji bo Pêşketina Sînemaya Kurdî Çend Peywirên Rojane-Ozkan Kûçûk
Facebook Twitter LinkedIn Pinterest RSS
Kovara Temaşe
Leaderboard Ad
  • Destpêk
  • Nivîsxane
  • Blog
  • SîneNûçe
  • Podcast
  • Derbarê Me
  • Kunye
Kovara Temaşe
Tur li vir î:Destpêk»Hemû Hejmar»Jimar 1»Ji Edîtoryayê | Jimar 1

Ji Edîtoryayê | Jimar 1

0
Ji aliyê revebir Di Tîrmeh 4, 2020 Jimar 1
Pervekirin
Facebook Twitter LinkedIn Pinterest Epeyam

Silav sînemahezên delal! Di fikr û xeyalên me de, demeke dîrêj e ku me dixwest ji bo sînema û sînemeya kurdî xebateke resen û xwedî estetîk bikin. Helbet di vî warê xwedî dîrokeke nû de kêmasî dixûye û wê hebe jî lê ji bo sînemeya kurdî û sînemaya bi kurdî divê hin gav û pêngav bên avêtin. Ango geşbûna bazarê divê, berhem divê, rexne divê, nirxandin divê û naskirina dinyayê bi kadraja kamerayê divê. Daku ku em kamerayê li xwe û welatê xwe vegerînin û li kul û derdê xwe yê bêderman bigerînin. Her tim sînemahêzên kurd vê yekê di nav rexne û axaftinan de dianîn ziman. Bi hewl û xîreteke mezin lê bi gavên biçûk ji deng û dîmenên welêt û ji reng û dirûvên biyanî re belkî bibe deriyekî xêrê.  Dawîya dawî, me bîryarê li ser kovareke dîjîtal danî. Di vê kovarê de heta ji destên me bê em ê van mijaran bixwînin û bibînin; sînemaya dinyayê, dîroka wê, fîlmên kult, derhênerên mezin, fîlmên mijarkurd, fîlmên kurdî, derhênerên kurd û helbet fîlm û sînemaya aktuel û populer. Zimanê kovarê bi kurdî ye û hemû zarava wê tê de cîh bigirin ku daxwaza me ev e. Helbet nivîs û gotarên balkêş, nirxandinên hûr û kur û danasînên bi kurt û kurmancî jî wê hebin. Nivîskar bi gotinên xwe dê li ber destên we bin, ji bo wê jî bi awayekî aktîf rêya têkiliyê bi xwediyê nivîsê re vekiriye; ger ku şîrove an gotinek li ser gotina nivîskar hebe. Piraniya me xort û ciwan in, xwîneke sor î zelal di canî dikele ji ber vê ger kêm û kêmasiyek hebe hûn li me negirin lê me jî hişyar bikin. Niha êdî me dest bi kovarê kir û dû demek me kar û barê xwe qedand û li pêşberî sînemahêzên kurd yên hêja û qedirbilind in.

Bi rastî kêmasîyeke me kurdan bi gelemperî di derheqê hunera heftemîn de heye, her çiqas em bi derhêner û temaşevanan bipêşbikevin jî paşdemayîna me dîyar e. Hêz û hêzdarên mezin yên cîhanê pirê caran sînemayê wek amûreke yekgirtîyê, netewbûnê û probagandayê bikaranîne. Mînakên vê di Elmanya Nazîyan de û YKSSya (Yekîtiya Komarên Sovyêt ên Sosyalîst) rûsan de tê pêşberî me. Wek antîteza Nazîyan û sosyalîzma YKSSyê di sînemaya cîhanê de îngilîz û emrîkî jî dest avêtin vê qadê. Pêşevan û afirînerên sînemayê Fransa piştî herba cîhanê ya duyem, ciyê xwe da Înglîztanê û DYAyê (Dewletê Yekbûyî yên Amerîkayê). Sînema bi wan re kete pêvajoyeka nû. Dû kişfkirina û pêşdebirina aliyê aborî yê sînemayê, sektora wê mezin bû. Serê pêşî sînema weke huner nedihate qebûlkirin paşê bi pêşketina amûr û alavên sînemayê û bi mezinbûna sektorê, bû hûnera heftemîn.

Ji aliyê din ve, ji ber meseleyên sîyasî, civakî û perçebûnê, kurd di vê qada mezin de pir li paş mane. Sed sal dû rojbûna derketina sînemayê de kurd hê nû ew nas kirin û ketin nav kurahîya wê. Hel-bet ji ber van sedeman û gelek mebestên din kurd rasterast û tevî hemû krîteran neketin nav sînemayê lê her carê piçek û hindikek li dor sînemayê çûn û hatina kurdan jî çêbû. Yan mijar kurd bû yan cih zozan û gundên kurdan bû yan karakter kurdbûn yan jî her tişt kurd û kurdî lê ziman ne ê kurdan bû. Bi dîroka nêz a sînemayê û bi vê dîroka neztir a sînemaya kurdî me jî got ka em çavekî lê bigerînin, çi bûye mal û milkê sînemaya kurdî û kurd niha bi sînemayê çi dikin û li ser çi dixebitin em him lêkolîn bikin û him jî têkevin nav pel û pêlên sînameyê. Bi efsanayê mezin Yilmaz Güney kurd dest pê kirin. Bi Nîzamettîn Ariç, Behmen Ghobadî, Hiner Salîm, Kazım Öz, Yilmaz Ozdil, Celal Jonroy, Müjde Arslan û Ali Kemal Çinar dewam dike. Ala ji Yilmaz Güney hate girtin, bi serkeftî di destê derhênerên me yên hêja de bi pêş dikeve.

Di destpêka kovarê de gelek alîkarî gihaştin me û em bawerin, ev pêngava me wê gelek kes û kesayetan li agirê sînemaya kurdî gur bike. Divê em spasîya xwe ji hevalê xwe Mihemed Akyol re bikin û Bayram Sezgîn bi keda xwe û Ridwan Xelîl bi ezmûna xwe ya kovargeriyê li me zêder kir û Amed Hesenî jî vî karî bi me re bir serî.

Kovara Temaşeyê, kêmasîyên Sînemaya Kurdî her çiqas neqedîne jî armanc ew e ku gaveke biçûk û şêrîn bavêje û hûnera heftemîn bigihîjîne sînemahêzên kurd yên hêja.

Pervekirin. Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Epeyam
revebir
  • Website

Nivîsên Dişibin

HEVPEYVÎN BI ALÎ KEMAL ÇINAR RE

Sînemaya Nêmcetmenda: Thedoros Angelopoulos

Steven Spielberg

Şiroveyekê Bike Cancel Reply

Nivîsxane
Gulan 26, 2023

Hevpeyivîn bi Emîr Xulamî ra – Armanc Dayan

Gulan 26, 2023

Nûnerekî Serkeftî yê Sînemaya Helbestkî: Béla Tarr – Rûmet Med

Gulan 26, 2023

Mr. Smith Goes to Washington, Têkilîya Sîyasetê û Sermayeyê – Mela Mihyedîn

Gulan 26, 2023

William Turner, Mike Leigh û Fîlmê Mr. Turner – Hesen Chalak

Gulan 26, 2023

LI GORÎ DAHÛRANA SEMÎYOLOJIYÊ YA CHRISTIAN METZ, DI KURTEFÎLMÊ AZAD DE MEKAN – Murad Bedirxan Sadak

Gulan 25, 2023

DEH FERMANÊN XWEDÊ Û DEKALOGÊN KİESLOWSKİ – Miradê Miradan

Gulan 25, 2023

Hewrikên di tûrikê Jonas Mekas de… – Ardîn Dîren

Gulan 12, 2023

Ji bo Pêşketina Sînemaya Kurdî Çend Peywirên Rojane-Ozkan Kûçûk

Gulan 12, 2023

Di Fîlmê Kick OFFê de Rizîna Îronî û Alegoriyê-Mihemed Şarman

Gulan 12, 2023

Bahoza Salên 90î-Ramazan Kaya

Copyright © 2023 ThemeSphere. Powered by WordPress.
  • Destpêk
  • Nivîsxane
  • Blog
  • SîneNûçe
  • Podcast
  • Derbarê Me
  • Kunye

Type above and press Enter to search. Press Esc to cancel.