Piştî çend ceribandinên ewil, kurd ligel gelek zehmetiyan; li Başûr, Rojhilat û Bakur fîlman çêdikin. Di van çend salên dawiyê da Rojava jî bi çend fîlmên serkeftî tevî van perçeyan bû. Ji bilî van li diasporayê û li çîyê (ya çiyê piştî Xelîl Dax gelekî qels ma lê ji bo xebatên rojava bû bingeheke xurt) gelek sînemagerên kurd, fîlmên kurdî çêdikin.
Lê bele ji ber ku peywirên 20 sal berê nehatine kirin, hemû daxwazên sinemayê dîsa wek peywirên îroyîn dibe barê sînemager, sînemahez û saziyên xwedî doz û derfet.
1-Rewşa Sînemaya Kurdî
1.1.Atmosfera sînemayê
Bi ya min, her çiqas sînemaya kurdî piştî salên 2000î zêdetir xuya bû û pêşketinek bi dest xist jî, ji ber kêmasiyên aktorên vê qadê, pirsgirêkên binesaziyê û guherînên civakî yên li her dereke cîhanê, sînemaya kurdî negihaşt asteke bilind.
Dibe ku aktor guherîbin, nifşeke nû gihiştibe û fîlmên kurdî zêde bin jî; ji ber ku firsend baş nehatin bikaranîn, sînemaya kurdî zêde xurt jî nebû û bandorek li sînemaya cîhanê jî nekir.
Berî çend salan Mamoste Arsen Poladov ji bo şanoya kurdî tiştekî wiha gotibû: “Ji bo şanoyê du tişt pêwîst in; yek şanogerên li ser dikê, yê didoyan jî temaşevan in. Heger temaşevan hebin şano bi pêş dikeve.” Ez dixwazim vê tespîtê li ser sînemayê jî tetbîq bikim. Belê, eleqeya temaşevanan, sînemayê bi pêş dixe. Ji bo vê jî salon an jî platformên nû pêwîst in yan jî divê atmosfereke wisa çêbibe ku meriv bikaribe li ser sînemayê û çêkirina sînemayê bide û bistîne.
Atmosfera sînemayê û derfetên çêkirina fîlman rewşa sînemaya kurdî nîşan didin. Ya rast her du bi hev ra hene. Heke derfet çênebin û têra xwe fîlm çênebin, eleqeya temaşevanan jî wê bişikê û wê zindî nemîne. Heke eleqeya temaşevanan zindî nebe ji ber vê handîkapê hesta çêkirina fîlman kêm dibe.
Ji bo ku fîlm geştir bibin herî zêde jê ra atmosferek divê. Dema em li hemû dîroka sînemayê dinêrin çi wextî pêşketinek çêbûbe wê demê atmosfereke taybet hebûye. Di bin hemû pêşketinan da ligel guherînên ciwakî yên mezin; festîval, salonên fîlman, eleqeya temaşevanan, kovar û rexnegirî, endustrîya sînemayê û piştgirîya saziyên gelemperî (-kamu-dewlet an jî saziyên din) heye.
Evana tev atmosfereke taybet pêk tînin û ev atmosfer rê li ber dan û stendinan vedike, fikr û raman li hev zêde dibin û ji fîlmên ku wê nû werine çêkirin ra jî dibin îlham.
Tu serkeftinek, tu pêşketinek ji nişkava peyda nabe.
Atmosfera kurdan piştî salên 90î yên dijwar di serê salên 2000î da dest pê kir. Li Bakur şaredarî bi dest ketin, li Başûr jî federasyon bi dest ket. Evana ji bo atmosfera ku ez behs dikim bingehên bêhempa bûn. Li hemû dinyayê jî kurd û pirsgirêka kurdî hate naskirin. Di heman demê da sînemaya kurdî xwe derxist holê. Ev yek ne tesaduf bû. Lê firsend baş nehatin xebitandin û mixabin ji bo pêşketinên giştî bingeheke xurt çênebû.
1.2.Qeyrana Sînemaya Kurdî
Ger em sînemaya kurdî deynin ber xwe û wisa li ser bifikirin em ê bibînin ku sînemaya kurdî di nava qeyranekê da (crisis) ye. Hejmara fîlmên me ji fîlmên miletên din kêmtir e, gelek qels in, bê derfet in û temaşevanên wan tune ne..
Ji ber ku temaşevanên kurd eleqeyeke baş nîşanî fîlmên kurdî nadin; derhêner-çêker hewl didin xwe bigîhinin temaşevanên din. Ji ber vê neçariyê (hinek ji wan jî gelek ji xwe razî) derhêner-çêker fikrên xwe li gorî çerxa endustriya sînemayê diguherînin; fîlmên xwe ne ji bo daxwaz û hestên gelê xwe, li gor dilê Tirk, Ecem an jî Ewropayîyan çêdikin. Bi ya min qeyrana herî mezin jî ev e.
Fîlmên ku nikarin bikevin nava vê bazarê jî (festîval, tv, platformên dîjital, salon) ji aliyê wan sîmsaran ve tune tên hesibandin û wekî ku ew fîlmana qet nehatine çêkirin tevdigerin. (Vê dawiyê li Amedê gelek fîlim hatine çêkirin lê negîhiştine ber temaşevanan.)
Ji ber ku platformên kurdan ên neteweyî tune ne (yên heyî jî qels in), mixabin gelek fîlmên heyî naçin ber temaşevanan.
Jixwe temaşevan li gorî pîşesazîya (endustriyê) çandê û daxwazên xwe, bi xwesteka aktorên pîşesazîya çandê şikil digirin. (Jixwe ji serî heya niha temaşevanê sînemayê, girseyek çêkiriye, bi raya xwe tevnagere, li ber bayê pîşesazîyê li ba dibe. Lê ji bilî vê girseyê, temaşevanên ji vê bazarê azad tevdigerin û li ber bayê vê endrustiyê nakevin jî hene û sînemaya alternatîf bi saya serê wan li ser pêya ye, lê hêza wan gelekî kêm e.)
Îro gelek derhênerên kurd yên jêhatî hene, ne ji bo kurdan lê ji bo miletên din fîlman çêdikin. Wek mînak di nava sînemaya Tirkiyeyê da gelek kurd hene û ji bo Tirkan fîlimên Tirkî çêdikin. Dîsa bo nimûne du derhênerên kurd ên gelekî baş, Behmen Qubadî û Hiner Selîm li Stenbolê fîlmên Tirkî çêkirin. Hema ev tenê jî rewşa qeyrana sînemaya kurdî radixin ber çavên me.
2- Derfetên çêkirina fîlman
Sînema ji ber xwezayiya xwe hunereke kolektîf e. Ji bo fîlmek bê çêkirin gelek kes bi hev ra dixebitin. Wexta ew hemû di karê xwe da serkeftî bin û bi zimanê-şêweyê hevdu baş fêhm bikin wê fîlmên serkeftî derkevin holê. Ji bo komeke wisa çêbibe û bi hev ra fîlman çêkin jî bêguman derfet lazim in.
2.1. Kesên afrirîner ên ku debara xwe bi karê sînemayê dikin
Helbet di nav derfetên fîlmçêkirinê da pirsa herî giring ev e; gelo kesên afirîner ango aktorên vî karî dikin dikarin ji karê xwe yê sinemayê debara xwe bikin?
Gelo çend derhênerên kurd bi vî karî debara xwe dikin? Dibe ku bersiva vê pirsê hêsan be, lê pirseke din; gelo çend nivîskarên senaryoyê senaryoyan dinivîsin û pereyan qezenc dikin û bi vê debara xwe dikin? Gelo çend kameravan bi çêkirina fîlmên kurdî debara xwe dikin? An jî lîstikvanên kurd gelo dikarin tenê bicîgirtina di fîlmên kurdî da jiyana xwe an jî xebatên xwe yên profesyonel bidomînin?
Bi ya min bersivên van pirsan rewşê zelal dike. Ji ber ku piraniya bersivên van pirsan neyînî ne rê li ber sînemaya kurdî venabe loma sînemaya kurdî zêde bi pêş nakeve.
Ji ber ku firsenda xebatkarên sînemayê nîne nikarin di karê xwe da profesyonel bin. Yên di asteke profesyonel da kar dikin jî ji bo xebatên xwe bidomînin di nava fîlmên xweyî-bazar/endrustî- da dixebitin û dibine xebatkarên wê.
2.2. Piştevanî û aborîya sînemayê
Gelo ji aliyê aboriyê ve rewşa sinemaya kurdî çawa ye? Fîlmek çawa derdikeve holê û piştî derkete holê çawa derdikeve bazarê û bihayê wê çi ye? Budçeya ku ji bo fîlmê tê xerckirin (salonên sînemayê, platformên dijital û tv.) careke din tê qezenckirin an na?
Ez ji bo fîlmeke Tirkî dikarim bibêjim belê, qezenc dikin. Ger qezencek ji salonan neyê jî dema fîlmê bifroşe televîzyon an jî platformên dijital ew ê tiştekî qezenc bike. Jixwe eger fîlmeke serkeftî be wê ji mesrefa fîlmê kiriye gelekî zêdetir qezenc bike.
Lê li ber fîlmeke kurdî bi hezaran astengî hene; pereyê ku tu li fîlmê xerc dikî li te venagere. Pirî caran fîlm nagihêje temaşavanên xwe, lewra derhêner careke din dil nakin fîlmekê çêkin. Carinan derhêner, çi di destê wan da hebe li fîlmê xerc dikin û dema tiştekî jê qezenc nekin, 5-6 salan nikarin dest bi çêkirina fîlmeke din bikin. da ka eger ekîbek nikaribe li pey hev fîlmên nû çêbike wê çawa sînemaya kurdî bi pêş keve ?
Divê min di destpêkê da hin pirs bikirana lê min ew bi qestî nepirsîn loma ez ê niha bipirsim; gelo ji bo fîlmeke kurdî bê çêkirin, derhêner an jî çêker dikarin ji ku derê piştgirîyê bigirin? Meriv ji bo nivîsandina senaryoyê, pêşvebirina projeyekê, kar û barên produksiyonê û karên post-prodîksiyonê dikare serî li kîjan fonên sînemayê bide? Meriv dikare ji kîjan wezareta çandê piştgiriyê werbigire, şirîkatiyê bi kîjan televîzyonê ra bike? Meriv dikare bi kîjan tora belavkirinê ra li ser garantiya kêmtirîn (minimum guarantee) li hev bike?
Bersivên van pirsan hene gelo?
Heke bi dehan televîzyonên kurdan hebin divê fîlmên kurdan bikaribin ji van televîzyonan piştgiriyê bigirin, lê ka?
Gelo sazîyên fermî yan jî sazîyên civakî tu piştgiriyekê didine fîlmên kurdî? Gelo pergala van saziyên ku piştgiriyê didin rûniştî ye yan na?
Wezareta Çandê ya Başûr piştgiriyê dide fîlmên ku li Başûr têne çêkirin lê min heya niha nebihîstiye piştgirî dane fîlmeke ku li Bakur hatiye çêkirin… Lê disa jî ev destkeftinek e û divê zêdetir be..
Em dikarin bibêjin li Bakûr heya çend salên dawî nêzê bîst salan bi saya şaredariyan xweseriyek(ne bi giştî be jî) bi dest ketibû. Meriv dikaribû bi rê û rêbazên şaredariyan ji bo pêşxistina çand û hunerê gelek tişt bikarana. Gelek xebat hatin kirin lê gelo di dest me da saziyeke piştevaniyê maye yan na? An jî saloneke serbixwe?
Heke kurdên Bakur bi polîtikayeke çandî û hunerî tevbigeriyana, dikaribûn di nava bîst salan da saziyên serbixwe yên ku piştgiriya sînemayê dikin ava bikirana û helbet salonên serbixwe jî.
Gelo kurdên Bakur nikarin ji Wezareta Çandê ya Tirkiyeyê piştgiriyê bigirin?
Her kes dizane, fonên ku bi destê wezerata çandê tên belavkirin bi bacên gel-bacên kurdan jî di nav de- tên fînansekirin lê ev piştgirî pirî caran nabe para fîlmên kurdî. Her sal piştgirî tê dayîn lê di wê piştgiriyê da tu edeleteke di nîne. Her sal bi dehan fîlmên Tirkan piştgiriyê werdigirin lê yên kurdî ji yek-duduyan derbas nabin yan jî gelek caran qet nikarin piştgiriyê bigirin. Yên digirin jî xwe ji kurdbûnê dişon û wisa digirin. Ha fîlmên baş ên ji vê piştgiriyê sûd wergirtine hene, lê pergala rûniştî ev e. (dibêjin lîsteke reş a wezareta çandê ya Tirkiyeyê heye û fîlmên di wê lîsteyê da nikarin piştgiriyê bistînin.)
Meriv dikare li ser vê meseleyê bixebite û dosyayekê jî hazir bike, lê ev îdiaya min e.
Bi ser da gelek projeyên ku tên pêşkêşkirin, ji bo piştgiriyê bigirin otosansurê li xwe dikin û tekstên xwe ji nû ve dinivîsin û tesîra vê otosansurê heya fîlm xelas bibe jî dixuyê. Her ku diçe otosansûr dibe tiştekî ji rêzê û gelek sînemager gav bi gav ji hestên xwe yên paqij dûr dikevin û fîlmên xwe, ramana fîlmên xwe jî bi jehra otosansûrê pûç dikin.
2.3. Perwerdehî
Bi rastî ev yek bi tecrûbeyên min zela e, bêyî perwerdeyê sînemaya kurdan bi pêş nakeve.
Li Bakûr, xebatên sînemaya kurdî di serî da bi xebatên perwerdeyê yên ku di dawîya salên 90î da di bin banê Navenda Çanda Mezopotamyayê da hatin kirin, pêş ketin. Min bi xwe di nav wan xebatan da ewilî wek şagirt, paşê jî wek mamoste cî girt. Fikra me ew bû ku ji aliyekî ve perwerdehiya xwe-bixwe û ji aliyekî ve jî xebatên çêkirina fîlman wê rêya sînemaya kurdî vekin. Bi rastî ev yek pêk hat jî. Meriv dikare wek dosyeyekê li ser vê jî lêkolînê bike lê aşkere ew e ku xebatên di bin banê NÇMyê yên bi navê Mezopotamya Sînemayê de, li Bakur rêya çêkirina fîlmên kurdî vekirin. Ev xebat bûn mînakên xebatên kolektîf jî. (Fîlma me ya bi navê “Ax” ku di sala 1999an da hat çêkirin, mînakeke sînemaya kolektîf e û pêşengeke sînemaya kurdî ye jî.)
Li aliyê din di sala 2010an da li Amedê du akademiyên hêja vebûn. Di Akademiya Cegerxwîn û Konservatuvara Aram Tîgran da perwerdehiya sînemayê hat dayîn, dersên sinemaya kurdî hatin amadekirin û ders bi kurdî hatin pêşkêşkirin. Şagirtên ku li wir perwerde bûn, fîlmên kurdî çêkirin.
Di wan rojan da min bi xwe jî gotibû: “Wê di nava 5 salan da dîroka sînemaya kurdî biguhere.”
Lê mixabin em bi vê enerjiyê tenê sal û nîvekê xebitîn. Ji ber kêmasiyên me û êrîşên dewletê xebatên me negihîştin asteke bilind. Jixwe paşê bi polîtîkaya qeyûman ev her du sazî jî hatin girtin.
2.4.Temaşekirina fîlman û festîval
Ji bo atmosfera sînemayê neşikê salonên serbixwe û festîvalên fîlman ên serbixwe gelekî giring in lewra bi saya serê wan sînemager û temaşevan digihîjin hevdu û bi hev dişêwirin. Ji bo sinema bi pêş keve fikrên temaşevanan, rexne û rexnegirî gelekî giring in.
Di akademiyên Bakur da tenê perwerdehî nedihat dayîn, festîval jî dihatin lidardixistin. FîlmAmed (min bixwe ev nav lê kiribû) yek ji wan festîvalan bû û bi salan berdewam kir. FîlmAmed tenê festîvala belgefîlman bû lê ya rast eleqeya ji bo wê gelekî baş bû.
Mihrîcana Fîlman a Amedê jî ji bo fîlmên honakî hatibû amadekirin û destpêkekê baş bû.
Heke firsend hebûya wê di bin banê van herdu mihrîcanan da ji bo çêkirina fîlman heta astekê piştgirî bihata dayîn. Mînak FîlmAmedê her sal ji bo çêkirina belgefîlman piştgirî dida, xelat belav dikirin û foneke biçûk jî çêdikir.
Her çiqas xebatên akademiyan qels mabin jî li derdora xwe atmosfereke sînemayê çêkirin. Şagirtên ku ji van akademiyan derçûn, dest bi çêkirina fîlman kirin. Rêya kesên ku îro li Amedê fîlman çêdikin teqez bi van akademiyan ketiye.
3 – Hin peywirên lezgîn
Ez dikarim zêdetir ji bo kar û barên Bakur behsa hin peywiran bikim.
Pêwistiya sinemaya kurdî bi van peywiran heye. Helbet ev peywir ji bo Başûr, Rojhilat û Rojava jî derbasdar in û dişibin hev lê ji ber ku rewşa wan piçekî ji hev cihê ye ez ê behsa Bakur bikim.
Çawa ku helbestvanê gewre Louis Aragon dibêje; ‘… di helbesta Fransî da yê qezenc dike her tim Fransa bixwe ye.’ Di sînemaya kurdî da jî Bakur, Başûr, Rojhilat, Rojava yan jî li cîhên din ferq nake, bi çêkirina fîlmeke kurdî, her tim wê welatê me qezenc bike.
1 – Divê li her aliyê welêt salonên serbixwe bên avakirin. Mînak lazim e li Amed û Wanê bi navê Mala Fîlman salon bên avakirin, têde perwerde were dayîn û sazîyên sînemayê bên avakirin.
2 – Divê ji bo fîlmên kurdî, platformên dijital bêne avakirin, yên heyî jî werin bipêşxistin.
3 – Lazim e tevî hemû astengiyan mihrîcana fîlman bê çêkirin. Dibe ku şaredarî tunebin lê gel û saziyên sîvîl hene, dema meriv xwe bide ber vî karî ew jî wê bi erka xwe rabin. (Îro festîvala herî mezin a kurdan Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Duhokê ye. Divê meriv hewl bide û ji vê festîvalê fonên piştgiriyê saz bike. )
4 – Ji bo piştgiriya fîlman divê fon bên avakirin. Meriv dikare bi rêya sazîyeke civakî jî van fonan peyda bike..
5 – Ji kargehan heya akademiyan divê li her bajarekî kurdan xebatên perwerdehiyê bên kirin û ev yek bigihîje asteke bilind.
6 – Lazim e kovargerî û rexnegirî û xebatên kovarên sînemayî yên wekî Temaşeyê bi pêş kevin.
7 – Kesên ku derfetên wan hene û dikarin fîlman çêbikin divê qet nesekinin û fîlman çêkin.
Gelawêj 2022-Amed