“min ji xeynî birînên xwe ti tişt nîşanî we neda.”
(Jean Cocteau)
Jonas Mekas bi dirûşmeya “berê me li rojê ye, ne li pereyan e!” qeyd û zincîrên sînemayê li ser derhêneran ferz dike, dişkîne û di vî warî de yekî şerûd e. Di meydana sînemayê de yên wekî wî xwedî helwest kêm bûn. Berê wî li ronahî û azadiyê bû. Rikê wî ji sînemaya “mezin” diçû û wî qet ji filmên “bêhempa” hez nedikir û heya jê dihat ji wan filmên “bêhempa” yên ku bi senaryo dihatin çêkirin dûr diket. Ji xwe wî digot divê hemû senarîst werin kuştin belkî wê çaxê sînemaya Amerîkayê ji nû ve rabe ser piyan! Wî şopa Jean Cocteau dajot û dixwest kamerayê weke qelemê bi kar bîne. Ber bi salên 1970î di nav nifşên BEATê ya li Amerîkayê dengê wî bilind dibû. Hunermendekî şareza bû û di gelek warên hunerî de berhem diafirand. Helbestkar, sînemager, rexnegir bû lê ji hemûyan bêhtir jî wekî fîlozofekî bû. Jiyaneke wî ya mutewazî hebû û ti pergalek qebûl nekiribû. Heger di sînemayê de serxwebûnek bê qusûr hebe, meriv dikare bibêje Mekas di vî warî de yê herî bê qusûr bû! Azad bû, ji lewma wî guh nedida şîretên çêkeran û li gor hestên xwe tevdigeriya. Filmên wî ti carî nediketine kemîna çêkeran lewra filmên wî derb nedixwarin. Jixwe dîmenên wî bixwe dikişand û ji wan film çêdikir jî nediketine kemînê. Li gor çêkeran an jî kesên bi pereyan rê nîşanî sînemageran didan û digotin “sînemayeke li gor nihêrîna me çêbikin” tevnedigeriya. Ji deshilatdariya çêkerên filman û ji senarîstan dûr disekinî, hizra sînemayeke wê ti caran bo berjewendiyan serî daneyne, dihizirî. Beriya her tiştî wî bi ya xwe dikir û li gor dilê xwe sînema çêdikir. Fikr û ramanên wî di ser her tiştî re bûn û wî wan hizrên xwe yên li ser sînemayê esas digirt.
Ji ber ku wî û çêkeran re li hev nedikir wî di sala 1962an de tevî çend hevalên xwe “Kooperatîfa çêkerên filman” ava kir. Her wiha di sala 1960an de arşîva herî mezin ya filmên avant-garde ya bi navê “Anthology Film Archives” ava kiribû. Mekas ji girtina arşîvan gelek hez dikir û di vî warî de jî xebatên wî yên gelek baş hene. Heta wî sala 2019an de ji vê dinyaya gewrik xatir xwest û çû jî bi arşîvên sînemayê re dadiket û ji bo wî arşîvên sînemayê weke bihişta baqî bûn û wî xwe di wê bihiştê de bextewar hîs dikir.
Hûrik hûrik dagir tûrik…
Ji ber van sedeman Mekas, ji bo sînemaya serbixwe, ji bo hunermendên avant-gard û komên biçûk yên dixwazin li karê sînemayê rabin, kesekî pirr girîng e. Wî rê nîşanî gelek kesan daye û xwestiye, ew kesana ruhekî azad biafirînin. Mekas, di sala 1922an de li Lîtvanyayê ji dayîk dibe. Ji ber zilma Nazîyan jiyana wî demek dirêj di nav koçberiyê de derbas bûye. Heger em bi gotina wî rave bikin, “Şaristaniyê her tim ew ji mala wî dûr xistiye û ji xaniyê wî avêtiye derve!” Heya sala 1946an ango demek dirêj jî di qampên Nazîyan de dîl maye. Lê piştî demekê wî bi awayekî xwe ji wan qampan xelas kirye û di sala 1949an de li Emerîka bi cih bûye. Piştî ku li Emerîka bi cih dibe di bin şert û mercên zehmet de jiyana xwe didomîne. Lê dîsa jî ew nakeve xefika Hollywoodê û hêleke serbixwe ya sînemayê nîşanî xelkê dide.
Mekas, xwe bi rêya sînemayê carek din vedijîne. Zêde ji sînemayê hez dike. Di destpêkê de bi deyn kamerayeke piçûk ya 16 mmyî distîne û dest bi kişandina dîmenan dike. Ji kamerayên 16 mm gelek hez dike, ruhê wî di van kemarayan de ye û nexasim dîmenên xwe bi van kamerayan dikişîne. Helbet bi zanebûn terciheke wisa dike. Zêdetir li ser jiyana xwe ya rojane disekine û dikeve dû “kêlî”yên jiyanê. Meriv dikare bibêje sînemaya wî “sînemaya kêliyan” e. Bi hizr û ramana “hûrik hûrik dagire tûrik” tevdigere û tiştên ku digire berhev dike û paşê jî ji van dîmenan, berheman derdixe holê. Tiştên piçûk û ji rêzê bala wî dikşînin û ew li ser van tiştan hûr dibe. Ji tiştên “mezin” hez nake! Mekas, tenê filman jî çênake, ew di heman demê de dildarê sînemayê ye. Bi her hêlên sînamayê re mijûl e. Kovaran derdixe, li ser sînemayê dinivîse, arşîvên filman çêdike, sînmatekan ava dike, alîkariyê dide derûdora xwe, helbestan dinivîse, û muzîkjeniyê dike lê ciyê sinemayê ser hemûyan re ye. Ew ji dîmenên bixwe girtiye re dibêje, “bermayî”. Yanî wî bermayiyên nav jiyanê yên kes guh nedaye wan û kişandiye û ji xwe re kom kiriye û ji wan bermayiyan sînemayeke bi ekl ava kiriye. Mekas, ji filmên xwe re dibêje “filmên bermayî”. Her roj tiştên piçûk û kurt dikişîne û van dîmenan li gel xwe komî ser hev dike. Ev kêlî û bermayiyên wî, paşê dibin film û belgefilm. A rast ew ji hurgiliyan û ji kitekitên nava jiyanê hez dike û li dû wan diçe. Gelek sînemagerên avant-gard di bin bandora Mekas de mane, ji hêz, bawerî û hezkirina wî ya sînemayê sûd wergirtine. Yanî ew di vî warî de hosteyê hosteyan e û ti şûr nikarin simbêlên wî bibirin !
Jonas Mekas di 11ê Sibata sala 1996’an de bi navê “Li hember 100 salên sînemayê manîfestoyeke dijber” hazir kir û weşand. Manîfestoya Jonas Mekas ya xurt wiha ye;
Derhêner hemû li pey telîsê pereyan ketin!
“Em tev baş dizanin ku Xwedê ev dinya û hemû tiştên li ser rûyê wê afirand. Xwedê wisa pê bawer dikir ku ev dinyaya han û tiştên li rûyê wê afirandine bêhempa bûn! Wênesazan, helbestvanan û muzîkjenan bi stranan afirandin pîroz dikirin û her tişt bi qaydeyê xwe rê diçû, lê ev rast nebû. Hin tişt kêm bûn. Ji lewre sedan sal ewil Xwedê biryar da ku kameraya sînemayê biafirîne û wisa jî kir û kamera afirand. Paşê jî derhênerê sînemayê afirand û gotê, “Aha ji te re kamera, ev amûreke sînemayê ye û niha here ji xwe re fîlman çêke, hebûnê û bedewiya giyanên xelkê, xewnên xelkê yang jî merivan derxe holê û ji xwe ra kêfê jê bigire.” Lê şeytan qet ji vê yeke razî nebû. Ji lewre jî telîsekî heta ber devê wê tijî pere danî ber kamerayê û ji derhêneran re got, “Hûn dikarin bi saya serê vê amûrê pereyan qezenc bikin hûn çima diçin bedewiya gerdûnê û giyana wê pîroz dikin?” Û…bawer kin yan jî nekin, derhêner hemû li telîsê pereyan ketin. Xwedê bi xwe hesiya ku wî xeletiyeke mezin kiriye. Piştî 25 sal di ser kifşa sînemayê re derbas bûn, Xwedê xwest vê xeletiya xwe sererast bike. Ji lewma jî derhênerên serbixwe yên avant-garde afirand û gote wan, “Aha ji we re kamera. Hilgirin vê kamerayê û berê xwe bidine gerdûnê û ji xwe re bedewiyê binêrin bistrên û ji xwe ra jê kêfê bigirin. Lê gava we wisa kir hûn ê gelek zehmetiyan bibînin û hûnê tu car bi vê amûrê pereyan qezenc nekin.”
Ti kes behsa sînemagerên serbixwe nake!
Lê xwedê wisa nekir û behsa: Viking Eggeling, Germaine Dulac, Jean Epstein, Fernand Leger, Dmitri Kirsanoff, Marcel Duchamp, Hans Richter, Luis Bunuel, Man Ray, Cavalcanti, Jean Cocteau, Maya Deren, Sidney Peterson, Kenneth Anger, Gregory Markopoulos, Stan Brakhage, Marie Menken, Bruce Baillie, Francis Lee, Harry Smith, Jack Smith, Ken Jacobs, Ernie Gehr, Ron Rice, Michael Snow, Joseph Cornell, Peter Kubelka, Hollis Frampton, Barbara Rubin, Paul Sharits, Robert Beavers, Christopher McLain, Kurt Kren, Robert Breer, Dore O, Isidore Isou, Antonio De Bernardi, Maurice Lemaitre, Bruce Conner, Klaus Wyborny, Boris Lehman, Bruce Elder, Taka Iimura, Abigail Child, Andrew Noren û gelekên din kir. Wan jî bi kamerayên Bolex, 8mm û 8-Superê bedewiyên li ser rûyê cîhanê, gengeşe û aloziyên merivan bi dîmenan nîşan dan, û ew bi vê yekê gelekî kêfxweş bûn û fîlmên wan qet pere qezenc nekirin.
Li her çar aliyên cîhanê, muzexaneyan, rojbûna sedsala sînemayê pîroz dikin û hezaran dolaran bo van pîrozbahiyan bxerc dikin. Li ser Hollywood’a xwe dîn û har dibin, lê ti kes behsa avangardan û sînemagerên serbixwe nake!
Dixwazim behsa giyanên piçûk bikim…
Min gelek belavok û bernameyên muzexaneyan, arşîvxaneyan û yên sînematekan dîtin. Hemû jî dibêjin, “em bi sînemaya we re mijûl nabin”. Vê serdemê bi butçeyên gelek giran fîlmên gelek mezin têne çêkirin û gelek kes xwe bi wan karan dinepixîne lê li aliyekî din hin kesên din jî hene ku diafirînin. Ez dixwazim ji we re behsa wan kesên henûn û nefspiçûk bikim. Ji lewre ew bi kirênên xwe çalakiyên piçûk pêk tînin û şêwazên cûda yên sînemayê yên bi wate bikartînin. Ez dixwazim şêwazên wan yên lîrîk giştî helbestî û hemû berhemên wan yên bi vî awayî pîroz bikim. Ew bi kameraya 8mmyî stranên xweşik diafirînin. Vî zemanî her kesek dixwaze bi ser bikeve û berhemê xwe bifroşe! Kesên li dervayî vê pergalê dimînin jî mîna stêrkan dixuricin û winda dibin. Lê ev kesên ez behsa wan dikim li pey tiştên şexsî diçin û ji wan tiştên xwe yên şexsî ber bi mijarên civakî ve dadikevin. Yanî ewana li pey meseleyên piçûk yên rojane ne; li pey meseleyên kes guh nade wan û rêzê li wan nagirin dikevin! Nexasim jî têkçûnên rojane yên însanan bi qamerayên piçûk qeyd dikin û behsa van têkçûnan dikin. Ez vê hewldana wan pîroz dikim. Tiştên ku em ji bo hev dikin girîng in. Her wiha hunera dostane pêk tê hêja ye û ez her tim li gel wê hunerê me.
Zanîn tiştekî ecêb e. Hin caran ez li navenda vê zanînê radiwestim û difikirim. Dema ku difikirim di heman demê de dibişirim jî. Ji lewma ji niha de dibînim ku li devereke Çînê, pinpînîkeke li ser kulîlkekê danî bû ji nişkê ve firiya. Ev ne firîneke ji rêzê ye! Ez dizanim ji ber vê firînê dê dîroka dinyayê biguhere. Ev firîn wê rê li ber guherînê veke… Kamerayeke 8mm gavek berê li deverekê dengek derxist, ez dizanim hin deverên New Yorkê û dinyayê teqez dê wek berê nemînin.
Dîroka sînemayê ya rastîn veşartî ye û naxuyê. Dîroka sînemayê bi kesên gel hev kar dikin û ji hev hez dikin re çêdibe. Her ku projektor xebitî û wê deng derxist û kamerayên me xebitîn wê gavê sinema dest pê dike. Dostino! Bi her dengekî kamerayê re careke din dilê me bi gurmînî lê dixe…!
Çavkanî;
Avant-Gard Sinema Üzerine/ Şenol Erdoğan
https://hambrecine.com/2013/06/11/anti-100-years-of-cinema-manifesto/