“Min xwest “Veşartî” bibe û bişibe Veguherîna Kafkayî”
Elî Kemal di 4ê Çiriya Paşîn de li Diyarbekirê hate dinê. Ji Zanîngeha Dicleyê ji beşa werzîşê derçû. Pêşî bi kurtefîlm û belgefîlman kete nav sînemayê, çiqas çû di nav vê behrê de keştiya xwe gerand û li lîmanên bêser û binî sekinî û dîsa ajot. Çavê derhêner her û her li mala wî ye, li hewşa wî ye û tevî taxa wî jê re bûye çavkaniyeke mezin. Di nav van de kêşe û arîşe, biçûk û mezin û tiştê ku li hev nayên lê di jiyana civakî de hene bi kontrasteke seyr radixe ber çavan. Bi gelek kurtefîlm û belgefîlman li fîlmografiya xwe van fîlmên metrajdirêj jî zêde kiriye; Kurte Fîlm (2013), Veşartî (2015), Gênco (2017), Di Navberê De (2018) çêkir.
Xelatên wî:
- İstanbul Uluslararası Bağımsız Filmler Festivali, Beşa Malê, Nişandan. 2014
- Pembe Hayat KuirFest, Beşa Ğ, Bijarteyê Nişandanê. 2017
- İstanbul Uluslararası Bağımsız Filmler Festivali, Keşf Yarışması, Xelata yekemînîyê. 2016
- İstanbul Uluslararası Bağımsız Filmler Festivali, Keşf Yarışması, Xelata SİYAD. 2016
- Yılmaz Güney Film Festivali, Bijarteyê Nişandanê. 2018
- SİYAD Ödülleri, Fîlmê herî baş yê nîgaşîyê ji bo bîranîna Giovanni Scognamillo. 2018
- SİYAD Ödülleri, Fîlmê herî baş yê nîgaşîyê. 2018
- Sinema Yazarları Derneği (SİYAD) Ödülleri, Fîlmê herî baş yê nîgaşîyê. 2018
- SİYAD Türk Sineması Ödülleri, Xelata herî baş ya mûzîkê. 2019
- İzmir Artemis Film Festivali, Seyirci Ödülleri, Vizyonda Gözden Kaçmayanlar Özel Ödülü. 2019, Û hwd……
Pirsên Temaşeyê:
- Elî Kemal zarokekî çewa bû, xortekî çewa bû û gava bû derhêner bû kesayetekî çewa?
Dema biçûk bûm, ez piçek fediyok bûm. Min hest û hîsê xwe di nav xwe de dijîya. Mala me jî di nav Suran de bû û hûn zanin aksîyona wê zêde bû lê ez dîsa jî kesekî sakin bûm. Kovareke biçûk ku li serê Star Wars hebû min dinêrî. Meraqa min a sînameyê di biçûktîyê de çêbû. Ez û hevalên xwe diçûn sînemayê –çiqas kêm fîlm hebin jî- me li ser wan diaxivî. Wextê zanîngehê jî min bîryara xwe li ser sînemayê da. Ji alîkî ve beşa ku min dixwend ji aliyê din ve jî diçûm kargeha sinemayê ya bajarê mezin ya Amedê.
- We li zanîngeha Dîcleyê di beşa werzîşê de xwend. Werzîş û sînema ji hev dûr xûya dikin, gelo rêya we ji werzîşê ber bi sînemayê ve çewa çû? Bandora kî/çi li ser we çêbû û we berê xwe da sînemayê? Yan jî xeyalê zaroktîyê bû?
Bi xwe min bi gokê jî dilîst, ez û hevalê xwe em kom dibûn û me dilîst. Heta min gavek di aliyê profesyonlîyê jî avêt. Li ber vêna hûner jî hebû. Dûre ji werzîşê dûr ketim. Ez jî çûm kargeha sînemayê li gorî planên xwe. Erê, herdû ji hev dûr xûya dikin lê ne pir dûr in. Çimkî di Kurtefîlm de û di Veşartî de jî laş hebû, çiqas veşartî be jî mesele laş bû. Meriv kare bêje bêhemdî eleqa herdûyan çêbûye. Têkîlî jî heye, çîmkî meriv laşê xwe nas bike, hişê xwe jî nas dike.
- We di fîlmê xwe yê Kurte Fîlm de jî behsa sînemagerê kurd Yilmaz Guney kiribû. Gelo bandorek çewa li ser we kir? Em Yilmaz Guneyekî çewa di fîlmên we de dibînin?
Meriv wextê li sînemagerên tirkiyê dinêre, Yilmaz Guney di alîkî de sûde daye wan û ketine bin bandora wî. Bi alîkî din jî sînemagerên kurd, ez jî pir ji vêna cûda nînim, ez jî di nav vê de me. Yilmaz Guney ji bo me tiştekî cûda ye di nav sînemayê de. Ne tenê di aliyê erdnigarîyê de di aliyê dinê de jî ciyê wî cûda ye. Di Kurte Fîlm de jî tiştekî wusa heye min vêna kiribû mijar, karekterê Alî Kemal di navbeyna malbata xwe da pevçûnekî dijî û Yilmaz Guney jî ji bo sînemagerên kurd bav e. Têkîlîya min û bav, sînema û Yilmaz Guney wek têkîlîya bav û kur e. Tiştekî din jî heye ku her zarok serê xwe ji bav re radike. Her çiqas ez nikaribim weka wî çêbikim jî sînemaya min de Kurte Fîlm pir naşibe sînemaya Yilmaz Guneyî.
- We di çend hevpeyivînê xwe de jî diyar kiriye, “ez dixwazim xwînerên me jî hîn bikim”, gelo wek derhênerekî hûn herî zêde ji kîjan derhêneran hez dikin? Û çend fîlmên ku hûn ji wan hez dikin karin bêjin? Têkîlîya fîlmên pêşnîyar û sînemeya we çewa ye?
Ez ji yê kevn hez dikim. Carl Dreyer, Yasujirō Ozu û Godard ji yên nû Aki Kaurismäki, Tsai Ming-Liang û hwd. Di aliyê nêzîkatiyê de min bi zanistî têkîlîyek çênekir. Lê ez zanim di nav de heye. Tsai Ming-liang, Carl Dreyer jî car carina dibînim. Lê ez nikarim bêjim di filan fîlmê xwe de wek vî derhênerî tevgerîyam. Teqez sûdgirtinek heye lê bi veşartîye.
- Arîsto dibêje: “Hûner teqlîd e”! Her hûnermend pêşî bi teqlîdê dest pê dike û dûre şêwaza xwe diafirîne. Ezbenî, afirandina şêwaza we di Kurte fîlm de derdikeve holê û di Veşartî, Gênco û Di Navberê de jî dewam dike. Ev pêvajo çewa bû? Proseseka zor bû û hûn xwe nêzî kîjan rêbaza sînemayê dibînin?
Teqlîd di kurtefîlman de hebûn. Wextê meriv fîlmekî/derhênerekî temaşe dike sedî sed dikeve bin bandora wî. Dema meriv dikeve setê yan senaryoyek dinivisîne vê yekê hîs dike û dibeje ev fîlm dişibe vî fîlmî yan jî dişibe vî derhênerî. Jixwe fêrbûn jî li ser teqlîdê ye. Hûn zanin, di Veşartî de wextê Alî Kemal dê veguherîna wî çêbibe, diçe parkê teqlîda jinekî dike, jin çi hereketê dike, ew jî wê hereketê dike. Di wir de jî fêrbûn heye, wek ku di neynikê de xwe dibîne û dixwaze wê teqlîd bike. Zarok jî wusa ne. Di hûner de jî wusa ye lê divê meriv jê dûr bisekine. Temam, meriv tiştekî hîn dike lê divê li gorî wê bifikire, li gorî wê amûrê tiştekî din çêke. Di vê astê da hûner dest pê dike. We got tu xwe nêzîkî kîjan rêbazê dikî, ez xwe nêzîkî pêla nû ya Fransayê –Godard, Trafault- dibînim.
- Di fîlmên we de pir leqayî mînîmalîzasyonê hatim. Ji xeynî vê jî di hin hevpeyivînên we de jî diyar e, di piraniya Sînemaya Kurdî de pirsgrêkên aborî hene. Gelo sedema ev mînîmalîzekirina we aborî ye yan şêwaza we ya derhênerîyê ye?
Di navbeyna wa de têkîlî heye. Derhênerek mînîmalîzasyonê hilbijartibe sedem aborî ye. Têkîlîya sedem û encam weha ji min tê pirsîn. Tê hemberî herkesî jî ne tenê ez. Mînak dibêjin bela aborîyan sînemaya Îranê tune ji ber wê mînamalîzyonê dikin. Ez wusa nafikirim. Milyon dolarê min jî hebin (dikene) ez ê dîsa bi vê şêweyê çêbikim. Çimkî ez bi vê şêweyî jê fêm dikim. Fîlmekî ne sade be ji wan hez nakim, hişê min bi wan naxebite. Vê pirsa te rast e, ez mînîmalîzeyê tercîh dikim ku sedema wê ne aborîye bi zanebûn e, bi tercîh e, bi estetîk e. Ev di fîlm de jî xwe eşkere dike. Meriv kare vêna di aliyê teknîkê de bêje, aborî tuneye teknîk heye. Şêwaza min mînîmalîzasyon e.
- Min şibandinek di fîlmê we yî Veşartî de bi pirtûka Franz Kafka bi navê “Veguherîn”ê de dît. Lehengê sereke Gregor Samsa serê sibê şîyar dibe û xwe wek bihokek (zirqîtik) dibîne. Mijara guherandina zayendê jî wusa di carekê de diqewime. Gelo ev şibandin rast e? Bandora Franz Kafka di fîlm de heye? Hebe çewa ye?
Sedî sed bandora wî heye. Wextê min sernayoyê nivisand navê wê jî “Veguherîn” bû. Piştî wî min navê fîlm guherand çimkî dîrekt referans dida. (dikene) (Te vêna pirsî, ev pir kêm hatiye ber min. Pir kêfa min hat, we vê girêdanê bi hev re çêkir). Di destpêka çîrokê (pirtûk) de tu bûyerê dibînî, di Veşartîyê de jî tiştekî wusa heye. Di deqeyekî da mesele çi ye, tê gotin. Dîrekt, sedî sed girêdana wî bi Kafka re heye. Min dixwest bişibe ya wî jî. Kafka, di aliyê wêjeyê de kesayetek grîng e. Pir sûd daye min, di aliyê wêjeyê da, di aliyê çîrokê de, tiştekî mûhîm e. Kes pir nabêje aliyê mîzaha wî, absûrdîzma wî jî heye û min jê bandor girtiye.
- Hûn wek lehengên sereke di fîlmê xwe de dilîzîn, ferqeke wiha ket ber çavê min. Kîloya we ya herdû fîlmên (Kurte Fîlm, Veşartî) pêşîyê ne wek ya Gênco ye. Hûn wek karbidestê werzîşê ji bo fîlmên xwe bi awayekî werzîşî ji bo lehengan amade dibin? Ev yek zor e yan?
Bi zanistî min amadekarî nekir. Lê di gênco min dixwest ku ez fît xûya bikim. (dikene) divê min kostûm li xwe bikirana. Di Kurte Fîlm û Veşartî de amadekarî tunebû, bi çi awayî bûna jî çêdibû. Lê di Gênco de min dixwest zikê min têr jî xûya bikirana, pêkenokek di wir da jî çêbibûna. Ji bo Gênco dîsa jî min li xwe dinêrî (bi rastî min ferq nedikir lê wa we ferq kiriye)
- Hûn wek derhêner û him jî wek lîstikvan dileyizin. Gelo di vê yekê de kîjan zêdetir kêfa we tîne pişt kamereyê yan pêşîya kamerayê?
Bi rastî herdû jî kêfa min tînin. (dikene) Erê, karê min derhênerî ye vêna zanim. Berî kamerayê jî kêfa min tê. Lîstikvanî jî xweş e, dixwazî bi şeklê xwe, mîmîkê xwe tiştekî bêjî. Lê tu bêjî tê kîjan tercîh bikî, sedî sed derhênerîyê ez ê tercîh bikim. Lîstikvanî jî ji min re wek hobîyek e. Heya ji destê min bê ez dixwazim bilîzim, ger derfetek çêbibe. Em du meh e di karantînayê de ne, me dest bi kurtefîlmekî kir ez, hevjina min û zarokê min (dikene) di fîlmekî da dilîzîn. Yanî derfet hebe ez dixwazim bilîzîm. Lê zehmet e, mesela ez Di Navberê Da nelîstim, min vêna ferq kir.
- Hûn aliyê teknîkê de jî dixebitin?
Belê, di çend fîlman derhênerîya dîmenê min kir. Yê hevalan jî carna ez dikim. Ev mesele di aliyê derfetê de ye. Fîlmên pêncem de min nekir yekî din kir. Karê dengê û hwd. Meriv karê xwe yê zêde ji ser xwe bavêje, ji bo derhênerîyê baştir e. Çimkî wê demê hêza te perçe nabe.
- Di fîlman de malbata we jî dilîze, gelo nêrîna wan li ser sînemayê çi ye? Pêşî çi bû, aniha çi ye?
Di destpêkê de kes bawer nedikir. Çimkî tu dibêjî ez ê fîlmekî bikişînîm. Mînak tu bêjî ez ê pirtûkek, helbestek binivîsîm, di vir da pirsyar tune ye hertişt eşkere ye. Tu bi pênûsê û lênûskê ve mijûl dibî. Lê sînema, kamera ye, ekîpman e, butçe ye. Ji ber wê jî kes bawer nedikir, min jî bawer nedikir. Di vî alî de tengasî jîyam, jixwe Kurte Fîlmê dixwest bi vî alî de çêbikim. Dû ku Kurte Fîlm derket çû festîvalan, hêdî hêdî malbat bi min bawer kirin. Matmayî jî diman lê ew jî digotin em alîkar bibin hema bila biqede û derbas bibe. Paşî dîtin vîya digehîje cikî, danîşana wî çêbû, çû cîkî, qal dikin, ji ber xwe ve gotin wisa be tiştek tê de heye (dikene). Hêdî hêdî gav bi gav bawerîya wan çêbû. Dema di Veşartî de li Stenbolê de xelatên mezin girt, wê çaxê bawer kirin. Di vî karî de, tiştek têkeve destê te û tu tiştekî qezenc bikî encex bawerî te bikin, mixabin. Ji xeynî wê “yaw huner e, tiştên vala ne” -hûn jî dizanin-. Yanî divê tiştekî deynî ber wan bêjî “min vîna qezenc kir” xelat be xelat e, pere be pere ye. Wextê vana dertên holê derdora te jî malbata te jî bawer dike. Vêna herkes dijî wextê dibêje ez hunerekî çêdikim, bi malbata xwe re pev diçe yan jî bi derdora xwe û bi hevalê xwe re.
- Di Kurte Fîlm de hûn henekê xwe bi xwe dikin? Ev di sînemayê de pir tune? Heta du teşxîsa nexweşîna bawesîrê starana ‘Min Bihistî’ Mihemed Şêxo hebû (henekek xweş bû). We vêna çewa çêkir? Karin piçek behsa çêkirina Kurte Fîlmê bikin?
Rast e, di wî fîlmî da min henekê xwe bi xwe kir. Drama jî hebû tê de. Bi piranî mîzah bû, mînak mesela bawesîrê wextê tu ji yekî re bêjî ez bawesîr im dê bikene lê wextê tu ji yekî re bêjî ez qanser im dê li ber bikeve, ev jî pêkenok e. Mesela stran û bawesîrê jî wusa ye; stran, dramatîk e lê bawesîr pêkenok e û ev herdû li ba hev jî mîzahek din derdixin holê.
- Êdî piranîya kurdan li bajaran dijîn û ev bûye realîteyeka kurdan, lê pir kes hê jî fîlmên xwe li gundan û polîtîk çêdikin. Lê fîlmên we bi piranî ji realîteya kurdî ya polîtîk dûr xûya dike, gelo ji ber vê, rexne hatin ji we re yan na? Rexne baş bûn yan xerab bûn?
Di dema Kurte Fîlmê de ev mijar qewimî. Herkes êdî (şêweya min) fêr bû bi Veşartî û Gênco re. Nîqaşên di derveyî sînemayê de û yê polîtîk jî çêdibûn. Mixabin temaşevan jî wusa fêr bûbun ku divê fîlmê kurda polîtîk be, gere qala mesele û problemên kurdan bike û mijarên wusa bin. Lê tu radibî qala bawesîrê dikî, ev jî tiştekî absûrd e jixwe. Ger ku tu ji min bipirsî polîtîkayeka mezin di vêna de heye; tu fîlmekî kurdî çêdikî û him ‘tiştê tewşo mewşo’ çêdikî, ev jî polîtîkayek mezin e. Vê mijarê pir hate niqaş kirin, çêrî min jî kirin (dikene) û gelek kes jî jê hez kirin. Ne tenê li aliyê kurdan li aliyê tirkan jî tiştekî wusa çêbû. Ez zanibûm wextê derkeve dê nîqaşek wusa çêbibe lê kes nikare bêje ev ne fîlmê kurdan e. Di vir de ev nakokî heye; dibêjin ev ne polîtîk e û fîlmekî kurdî ye, di nav sînemaya kurdî de ciyê wî heye. Di alîkî de ev nîqaş xweş e jî. Wextê hate niqaşkirin matmayîbûnek çêbû. Piştî Veşartî derket êdî gotin ev mêrik wusa ye (dikene). Gotin me vîna fêm kir. Veşartî jî wusa kurdî ye, li vê erdnigarîye ye, malbat kurdî ye, kes nikare bêje ne ji sînemaya kurdan e. Ev ji min re jî baş bû, min jî xwe azad hîs kir.
- Di Navberê De fîlmê we yî herî polîtîk bû, polîtîka di her sê fîlmên we yê din de kêm bû. Gelo ev polîtîzekirina Di Nevberê De ji ber rexneyan we çêkir yan hesteke kurdî bû ku bu sedema Di Navberê De?
Di Navberê De polîtîkaya wî li ser ziman e. Her tişt li ser ziman diqewime. Wextê mijara fîlm jî bibe ziman sedî sed dibe polîtîk. Dîsa her tişt yek e; şêwe heman tişt e, mîzah heye, absûrdîzm heye û wextê li honandina çîrokê dinêrî dişibe yên din. Tenê di wir de amûrek heye û ew jî fîlm dike polîtîk. Min dixwest tiştekî wusa çêbikim lê di nîyeta da min de ez tiştekî polîtîk çêbikim tunebû. Di her fîlman de polîtîka û sîyaset heye, hewce nake tu mijar û çîroka xwe bikî polîtîk; kamera çewa tevdigere, gotinên te çi ne, tu wan çewa dibêjî jixwe ev polîtîkayek e. Jixwe bi kurdî be dibe polîtîk.
- Di Kurte Fîlm û Veşartî de we li ser normên civakî pir sekinî mesela bawesîrê û vegerandina zayendê, ezbenî ev li ser gel çewa bûn? Ji merivên we û ji hevalên dora we dîtin û rexneyên çewa ji we re hatin?
Fîlmên min yê din çewa hate temeşekirin Veşartî jî wusa bû. Tenê di aliyê malbatê de pirsgirêk hebûn. Pirsgrêkek çêwa: min digot bira diya min û bavê min temaşe nekin, min fedî dikir. Di serê de çend sal derbasbûn hê nû min hişt ku di festîvalekî de temaşe bikin. Min fedî dikir ku ev jî tiştek taybetî ye. Dê û bavên min bertek jî nedan, kêfa wan jî ji fîlm re hat. Temaşevanên derdorê çewa acêbmayî diman ew jî wusa ecêbmayî man. Di nav nîqaşê wan de tiştekî hişk nehat. Veşartî, Gênco û Di Navberê De li Amedê jî hat nişandan lê bertekek neyînî ji wan nehat.
- Di Veşartî de gava lîstikvan dipeyivî rûyê wî nedihat xuya kirin. Ev yek jiber zêdekirina mîstîzîmê bû?
Di wir de metafîzîk teqez tune ye. Mesela wê jî zayend, ‘veşartî’ tê jiyandin di vê erdnigariyê de û tirkiyê de, bi rastî li dinayayê jî wusa ye. Min dixwest wê hêstê bidim. Van meseleyan meriv dixwaze veşêre, naxwaze eşkere bike. Di alîkî din de nêzîkî çîrokbêjîyê bû, weka ku qala çîrokekî dikirin. Yek çîrokê ji derva dixwend û bi devê wan diaxivî. Awaya dengbêjîyê min dixwest têximê, jixwe di Mem û Zînê de jî dengbêjî heye.
- Gênco fîlmê yekem ê kurda ye ku fîlm li dora superqehremanekî diçe û tê. Ev çewa hate hişê we? Prosesa vê çewa bû?
Ez bixwe ji fîlmên superqehremanan hez dikim. Belkî em tev bi bi superqehramanan mezin bûn. Lê gere superqehramanê min li gorî min bûna (dikene), ne wek yên Holywood yan jî Ewropî bûna, divêt kurd bûna. Ji vê fikrê dest pê kir. Yekî wextê nikare sarincê veke, bi hêza xwe veke. Di destpêkê de dîmenekî wusa hebû. Dûre ev yek mezin bû. Wextê meriv li ser cûreyek sînemayê tiştek bikişîne supuerqehreman, western, tirs hwd. meriv dîrekt dikeve sînemayê. Meriv li van mînakan dinêre û tiştekî din ava dike.
- Em çima di fîlmên we de Diyarbekirê pir nabînîn? Ciyên dîrokî, nîşaneyên kurdan, Sûr, Baxên Hewselê û ya herî girîng Çemê Dicleyê? Sedem çi ye?
Wextê meriv li fîlmên kurda dinêre; yan xweza heye, gund heye, bajarên kevn heye ev ji min re piçek oryantalîst tê bi rastî û çîrok li paş dimîne. Belkî derhêner û yan jî hûnermend bi çîroka xwe bawer nake, fîlmê xwe bi nêrînên Rojavayî nîşan bide. Rojavayî çewa dixwaze lê binêre, ew jî dixwaze bi vî awayî nîşan bide. Ev ji bo min pirsgrêk e, pirsgrêkek mezin e. Tiştek wusa nayê bîra min; hema ez fîlmê xwe bikişînim û ciyên dîrokî hebin. Wextê mijar di wir de derbas bibe, wê demê tê nîşan bidî lê ez qet naxwazim ew dîmen têkeve pêşîya çîrokê. Ez nabejim herkes wusa dike lê bi piranî, wextê meriv li kadraja wan dinêrin; kadraj fireh be, ya Sûr heye yan jî çîyayek mezin heye. Yanî ez karekter dibînim yan ez wê xwezayê temaşe dikim! Ez fîlm temaşe dikim yan tu min di wî bajarî yan jî di wê xwezayê de digerînî! Ji min re tûrîstîk tê. Ev pirsgrêk ji min re mezin tê. Wextê meriv rabe tiştek çêke divê pirsgirêkên pêşîya xwe derxe holê û wan pirsgrêkan çareser bike. Tevgera min wusa bû. Ez bi zanebûn naxwazim bajarên kevn û xweza derkeve, ger derkeve jî divê çîroka wê li wir derbas bibe. Wextê rexneyeke min hebe, ez ê bi fîlmê xwe wî rexne bikim. Ez kesî sucdar nakim lê wextê meriv vana derxe holê û em derkevin civînekî ez ê vêna bibêjim. Pirsgrêkek hebe divê derkeve holê. Ger pirsgrêkeka min jî hebe divê merivên me rexne bike, bertek nîşan bide û fîlmê xwe li gor vê bertekê çêbike. Divê ez xeletî û pirsgrêkan li di nav fîlmê xwe de derxim holê û herkesê din lazim e wusa bike yan sînemaya kurdî pêş nakeve.
- Hûn karin piçek jî behsa kurtefîlm û belgefîlmên xwe bikin?
Min çend kurtefîlm û belgefîlm kişand, ev ji bo min bûn perwerde. Wextê ez li fîlmê xwe kurtefîlman dinêrim ferqa di navbeyna wan dibînim. Minak di fîlmên min yê pêncemîn de jî mîzah tune ye absûrdîzm tune ye. Yê min jî xûyekî min heye ez ji tiştekî hez bikim jî dû demekê jê aciz dibim. Çar fîlmên pêşî jî nêzîkî hev in tê de mîzah heye, absûrdîzm heye, ez ji vêna piçek dûr ketim. Min xwest ez tiştek cuda çêbikim. Ez karim bêjim mîzah di salên dawî de ji min re giran hat. Belkî ez dîsa vegerîm vê yekê.
- Lehengê Osman tîrkî dipeyive lê fêm nake, kurdî fêm dike lê nikare bipeyive. We vî fikrî ji çi îlham girt?
Lehengê sereke Osman birayê min e û kurdîya wî bi rastî nebaş e (dikene), pir kêm e. Di çend dîmenê Kurte Fîlmê de jî lîst. Kêfa wî ji fîlm re hat û dixwest tê de be û bilîze. Ew jî digot “tu çima nahêlî ez bilîzîm?” min jî digot “kurdîya xwe bi pêş bixe û were tê de bilîze.” Ew jî her car dixist mesele ez jî li ber diketim. Paşê min jî got ka ez derfetekî bidimê. Ne wek ‘fêm dikim nikarim biaxivim’. Min wî hinekî çep û rast kir. Piçek absurdîze kir û min got bila Osman jî karibe tê de bilîze. Sedemê derketîna Di Navberê De jî birayê min Osman bû. Jixwe ziman jî hertim mijara kurdan e. Tu zanibî jî mijar e, tu nizanibî jî mijar e (dikene). Ez têrî xwe dikim lê ez xwe têr û tije jî nabînim. Yek tê dibêje di zimanê de xeletî heye, ez jî ji yekî din re dibêjim di zimanê te de xeletî heye. Ez bawerim ev mesela ziman jî tu carî dê neqede. Mînak li ser medayaya civakî yê bi kurdî dinivîsîn dibêjin te ev xelet nivîsîye. Ji yê kurdî dinivîsin re dibêjin çima dinivisînî, yên nanivîsîn re dibêjin çima nanivîsînî. Li gorî min ev pirsgirêk dê hertim jî hebe. Erê, Osman bû sedem lê bingeh ev bû.
- Di Nevberê De fîlmekî we yî polîtîk bû ku behsa, di jiyanê de meriv nikare du tiştan bi hev re çêke, dikir. Gelo ev fîlm li ser perwerdaya bi zimanê zikmakî bûna dê awayek çewa derketibûna?
Helbet perwerde hebûna belkî ev fîlm dernekata holê. Vê travmayê jî wê hertim bi min re hebe çîmkî diroka wî kevn e, ne deh sal e yan jî bîst sal e, nêzî sed sal e, ji sed salî jî zêdetir e. Min jî xwest ez di Di Navberê De perwerde, dîtîn, tevgera bi ziman, nîşan bidim. Wek Di Navberê De jî heya meriv zimanê xwe hîn nebe nikare zimanekî din hîn nabe. Her gav ev kêmasî û travma wê bi me re hebe çimkî em duzimanî ne. Heta meriv yekî bi rastî hîn nebe nikare yekî din hîn bibe. Di navberê De jî min xwest vê nîşan bidim. Di fîlm de Osman karê temîrê dikir, ew bi eslê zimanê xwe temîr dikir. Pirsgirêk jî jixwe ev temîr bixwe ye. Tu car jî ê nebe weka berê. Min dixwest ez vê hestê derxim holê.
- Pêşnîyar û şîretên we li sînemagerên kurd yê nû çi ne?
Ger ji tiştekî bawer bin, divê israr bikin, ev tiştekî pir mezin e. Tiralî di nav sînemagran de wekî virosê ye, wekî koronayê ye (dikene). Sînemager kengî tên ba hev qala vî tiştî dikin, dibêjin: “ger derfet hebe em ê çêbikin, butçe hebe em ê çêbikin”. Yan jî ew bixwe tiral e û ji xwe re li manîya digere. Di vî alîyê de divê hinek dîsiplîne bibin. Meriv bixwaze, ez bawer nakim astengîyek derkeve pêşîya meriv. Çi derfetên wan hebin, çi derfetên me hebin gerek em wî bikar bînin. Ji xeynî wê jî şansê me tune ye. Yanî em li benda çi disekinin, em nikarin li benda derfetên mezin bisekinin! Çi hebe di destê meriv de wê bikarbînin û bi wêrekî bikin, wêrekî lazim e. Bixwebawerî hebe heya ji destê wan tê divê tiştekî çêbikin. Heya meriv tiştekî çêneke nikare biaxive.
- Niha li ber destê we fîlmên yan jî projeyên nû hene ku hûn li serê dixebitin?
Fîlmê min yê nû adaptasyonek e. Min ji pirtûkê adapte kir. Navê wê “Berîya Şevê” ye, nivîskarê wê jî Erhan Sunar e. Ew bi xwe jî hevalê min e. Min pirtûkê pir eciband. Dema min xwend min biryar dabû ez ê vêna bikişînim lê min digot du sal an sê salên din. Rojekî em bi Erhan rûniştibûn min îlhamek, sûdek girtibû min got: “Erhan bes e, em vêna bikişînin.” Dûre me dest pê kir. Par di sibat û adarê de domîya û qedîya. Aniha post-prodûksîyona wê didome. Vê salê dernekeve dê sala din derkeve. Em aniha dişînin festîvalan. Vê koronayê jî biqede dê festîval bidomin.
- Pirsa dawî, ji bo gelê me yê di nav vê şewba Koronayê de (hêvîya me teva em jê zû xelas bibin) hûn karin çend pêşnîyarên fîlm û rêzefîlman bikin, da ku ji tengasîya malê xelas bibin?
Netflîxa we hebe wê sêr bikin (dikene). ‘The Platform’ karin sêr bikin. Rêzefîlmê ‘Comunty’ baş e. Ev rojane û sivik in. Kêfa meriv tînin. The Platform ne pir sivik e lê Comunty sivik e. Erê lê dijberî hev in lê belkî kêfa meriv bînin. Ji xeynî wan karim fîlmên;
- Fîlmên Carl Dreyer.
- Persona ya Ingmar Bergman.
- Fîlmên Tsai Ming-liang. Ya ku ez jê hez dikim, ‘Li Wir Seet Çend e?’ (What Time is it There?).
- Fîlmên Aki Kaurismäki.
- Fîlmên Jim Jarmusch, pêşniyaz dikim.